Berhemên kurdzanên me – 240

Berhemên kurdzanên me – 240

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa heyştan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -8

Komên Tirkiyê yên serkarîkir ku qedexe dikir dibistan û weşanên Kurdan hebin, dîsa wek berê Kurd assîmîle dikirin. Bona wê armancê, di salên 60 da wan dest pê kir bona zarokên kurd dibistanên şevbuhêriyê yên xusûsî, anegorî zagon N° 220, saz bikin û kesên ku tê da digot ku dibistan divê alîkariya “belavkirina ziman û çanda tirkî bikin …” (58, 12.1.1961).

 

Gelek dûrî aqil e ku ew dibistan hatibûn vekirin ji bo ku Kurd hîn bibin û xwendinê bi dest bînin. Gilî ew e ku li Anatolya Roavayê gelek wilayet hene ku tê da gelek kêm mirovên xwenda hene. Lê hukûmetê li wan wilayetan bawer bike tu dibistan bi wî awayî çê ne kiriye.

 

Di sala 1968 da, êdî 42 dibistanên bi wî awayî ku tê da 14.229 zarok hîn dibûn dest pê kir kar bikin. Sala xwendinê ya 1970, ji 57 dibistanên bi wî awayî 51 li wilayetên rohilatê bûn. Û tenê 6 li wilayetên roavayê û yên merkezî bûn (121, r. 401-403). Ew li Ankara, Sivas, Qonya û ciyên din ên mayîn bûn. Tevî vê yekê, divê em li ser hesêb hildin ku li wan bajaran gelek Kurd diman.

 

Eger ew dibistan bona bilindkirina dereca xwendinê dihatin vekirin, wê demê ew diviyan li wilayetên wek Çorum, Giresun, Kastamonu, Ordu, Yozgad û Tokat, ku tê da xwendewarî ii ser dereceke nizm bû bihatana çê kirin. Girêdayî vê yekê, dereceke mayîn jî gelek hewaskar e.

 

Ewha, li wilayeta Bitlîsê, anegorî hesabkirina bineciyan a sala 1965, weke 154.000 mirov diman (%76 nexwendî bûn) û bona wan 3 dibistanên şevbuhêriyê hebûn. Wê demê, li wilayeta Kastamonu, ku tê da 442.000 mirov diman (65% nexwendî bûn), tu dibistaneke usa tu nebû (121, r. 404). Wek ku ji gotina jorê xuya ye, daxwaziya komên Tirkiyê yên serokatîkir ew bÛ ku bi vekirina wan dibistanan nisleta Kurdan a nuh bihelîne, bike Tirk.

 

Usa jî, bona wê armancê bûn ew bingehên radyoyê ku li dawiya salên 60 li Diyarbekir, Wan, Erzurum, Qers û bajarên Anatolya Rohilatê yên mayîn hatibûn çê kirin. Agahdariyên wan radyoyan (pêlweşan) bi tu tiş tî ji bemamên radyoyên wilayetên roavayê ne dihatin cuda kirin. Ew anegorî planên serwêrtiya agahdariyên radyo û dûrdîtinokê (televîzyon) yên tomerî, yên ku anegorî zagon N° 359 diviyan tebiya “milletçîtiya Tirkan” bidana mehkeme kirin, dihatin hazir kirin. Di wan elametiyan da ne tenê ziman, çand, urf-adetên milletê kurd dihatin inkar kirin, lê eşkere siyaseta tirkkirina wan wilayetên ku piraniya bineciyên wan Kurd bûn dida derbas kirin.

 

Demek, siyaseta di şertên sazûmana pirpartîtiyê di pirsa Kurdan da gelek hindik ji siyaseta demên sazûmana yekpartî dihat cuda kirin. Cûre û metodên helandina Kurdan hinek hatibûn guhastin. Eger berê derba sereke datanîn ser zordayîna admînîstratîf û eskerî, bi hovîtî hincirandina her awayê nerazîbûn û sirgûnkirina Kurdan a kitleyî ji wargehên wan ên kal û bavan û tiştên mayîn, lê nuha li ser wan hemuyan propaganda û mêtodên hînkirina nuh a zêde bûn.

 

Hêzên Tirkiyê yên gelek nasyonalîst, panturkîst û faşîst ên hêla rastê, bona gumrehkirina hişkbûnê li welêt her roj bang dikir ku pelixandina Kurdan, ku lîderên wan bi şaşîtî-sûckirina” siyasî ya herî mezin : propaganda komunîzm û sêparatîzmê, dihatin gunehkar kirin, xurt bikin. Nasyonalîstên berk, rêaksyonêrên bêhempa miqalên şovînîzmê di kovarên “Milli Yol” û “Otuken” ku organa Partiya şerkariya nasyonalîst bû û serokatiya wê Alparslan Turkeş dikir da diweşandin.

 

Ewha, rasîstê tirk Ismet Türmtürk di kovara “Milli Yol” (No 14, 1967) da miqaleke ku tê da pêşniyar dikir ku “Qazax û Qirgizên koçer ên çekdar” ji Asya Navîn “teklîf’ bikin û wan di nava Kurdên wilayeta Hekkariyê da cîwar bikin çap kir. “Cendirme û paraskerên ordiyê wî ciyî badilhewa hêza xwe dêris bikin”, wî nivîsî. “Ewê tu tiş t neyê guherandin. Ew kesên ku li van ciyan beled in hesab dikin ku hemû hereketên wan bêkar û bêfeyde ne. Şert û qewlên hewayê, wargehên çiyayî, halê riyan û şertên mayîn şehadeta wê yekê didin. Li wira ne tenê spartinên dewletê li bendî tiştekî hesab nakin, lê usa jî turkîzm ji bo wan ne tiş tek e … Ew wargeha çiyayî bi kevir-kuçik tenê perên dewletê “hûfî xwe dikin”. Jê zêdetir tiştek nîn e. Ew (Kurd – M.H.) qedrê dewletê nagrin, piştgiriya wê nakin. Lê çare heye û ew dermanekî sade ye … koçerên qazax û qirgiz ên çekdar li wira cîwar bikin …”. Tenê tiş tek ne hat fehm kirin. Xudanê wê dîtina bêhiş ewê çawa wê pêk bîne ?

 

Panturkîstekî din ê miqerim, Nihal Atsiz, di kovara “Otuken” (No 28, 1967) da miqalek weşandiye û tê da gotiye : “Hela bela û ecêb ne hatiye serê milletê tirk, bira ew (Kurd – M.H.) bicemidin, ji vira herin. Ku da ? Ku da dixwazin bira wê da jî herin, dilê wan çawa dixwaze, bira herin îran, Pakistan, Hindistanê, bal Barzanî. Bira ber bi Koma Milletan bin ku li Afrîkayê ax bide wan. Milletê tirk gelek bi sebr e, lê gava k’el û hêrsa wî radibe, digihîje serê poz, ew mînanî şêrekî li ber tiştekî nanihêre; bira di derheqa wê yekê da ji Ermeniyên kirîvên xwe bipirsin, dibe ku wê çaxê hişê wan bê serê wan”.

 

Demekê şûn da, N. Atsiz di kovara “Otuken” (No 42, 1967) da miqala duda bi semivîsa “Zûkîniya Kurdên sor” çap kir. Em jê perçekê li jêr tînin :

 

“Belê, min di derheqa wê yekê da di miqala xwe ya berê da li “Otuken” (nîsana 1967) gotiye ku eger ew (Kurd – M.H.) dixwazin bi zimanê xwe yê prîmîtîf ê ku tê da li ser hevdu 4 an 5 hezar gotin hene bipeyivin, û eger ew dixwazin dewleta xwe saz bikin û edebiyata xwe biweşînin, bira ji van deran bicehimin. Me, Tirkan, weke çem xwîn rêtiye bona xweliya xwe û me xwe ji Gurcan, Ermeniyan û Yûnanan parastiye … Dema şerrê hemcihaniyê yê pêşîn, gava ku Ermeniyan em firotin, Kurd ji hefhildana me filitîn, ji ber ku li çiya diman. Eger usa nîn bûya, ewên li wan navçên ku nuha tê da dijîn û bi jimara xwe va bi ser hemû milletên mayîn in, piranî ne dibûn. Ew dikarin li wan navçan %100 bin jî, lê xeyala wan a di derheqa sazkirina dewleta serbest li ser axa Tirkan da ewê wek xeyal bimîne, wek ku Bîzans ji bo Yûnanan xeyal ma û Ermenistana Mezin jî bona Ermeniyan xeyal ma. De bira ew ji van deran bicehimin herin, hela li ser bextê milletê tirk rûneniştine û heta me ecêb-nenere ne aniye serê wan. Bira ew bicehimin”.

 

Wezîrê çêkirin û mihaciriyê di hukûmeta Partiya Heqiyê da Haldun Menteşoglu jî, gava ku erd hejiya bû çûbû navçeyên Kurdan, bi wî ruhî peyivî. Ew ber bi Kurdan bû û got : “Hûn dixwazin me bidin bawer kirin ku gom û tewleyên we (wî ciyê jîna Kurdan usa bi nav kir M.H.) koçik û seran in. Hûn gazina xwe çi dikin ? Li bal we jimara şehîdan digihîje 3.000, lê li Vyêtnamê ew jimar digihîje 30.000”. Paşê, gava wî peyvê kurdî bihîst kire gazî: “Ez ji zarê (devê) yekî wekî mirovan dengê giremira dewaran dibihîsim” û bi ser da zêde kir : “Eger ev dewlet ji we ra dest nade, ji xwe ra li yeke din bigerin” (157, r. 14).

 

Ev gotinên panturkîtên rasîst ji aliyê komên welêt ên mexlûqetiyê bi cûre-cûre hatin qebûl kirin. Miqale dijî wan gotinên rêaksyonêrên Tirkiyê yên faşîst hatin weşandin. Di nava miqaleke protêstoyê da, ku Komela xwendewariya herî bilind a 19 wilayetên Rohilatê qol kiribû, dihat gotin :

 

“Kî kî dikuje ? Kî ecêban tîne serê kî û kî bera kî dide ? Na, ewê hêzeke usa tunebe ku bikaribe wî gelê ku ji sedsalên dîrokê yên herî kevnare da li ser vê axê jiye û dijî ji van erdan derxe. Divê wan bênamûsên ku milletekî didin berî melletekî din ji van deran derxin. Em cahilên (genc) Rohilatê naxwazin pirsa Kurdan bikin … pirsa wilayetên Tirkiyê yên rohilatê. Em dijî wê idêolojiya ku li ser ferqiyên heyî yên zimên, urf-adet, dîndariyê hîm dibe û dixwaze bajarvanan bike du parçe û dijî hev rake … bona parastina sebebên … şûndamayîna Rohilatê. Ji aliyê siyasî, em dijî faşîzm û rasîzmê, usa jî qerfkirina dîndariyê, derdikevin. Em dixwazin ku li Tirkiyê danûstendinên biratiyê, yekîtiya hemû bajarvanan di nava goveka destûrê da bên testîq kirin. Çi ku di derheqa miqala ku di “Milli Yol” da çap bûye dimîne, di protêstoyê da dihat xuya kirin: “divê bizanibin ku Hekkarî ne hebs e, ne nexweşxana dînan e û ne jî mala terbiyedariyê ye. Bona Tirkiyê Hekkarî ew e, çi ku Stembol e. Divê ne ku wan bajarvanên ku li vira dijîn, lê wanên ku piştgiriya îdêolojiya ewha pîs û qilêr dikin terbiye bikin” (121, r. 441-442).

 

Ev e protêstoya bi dilê wê perça rewşenbîrên Kurdan, ya ku nemaze bona pêşdaçûyîna aborî ya Kurdistana Tirkiyê di nava Komara Tirkiyê da û sloganên otonomiya millî, yan jî bi dewletî xwebiryarkirina Kurdan pêş da ne dikişandin. Ev gotinên rasîsmê yên di kovarên “Ottyuken” û “Milli Yol” da, di nava komên mexlûqetiya Tirkiyê yên mayîn da jî protêstoya mezin pêş da anî û bû sebebeke hişkbûna rewşa siyasî li welêt. Nenihêrî ku miqalên ronayîdîtî dijî bendên destûrê yên anegor bûn, lê dîsa jî dîwanê xudanên wan miqalan ceza ne kirin û gazî ber bersîvdayînê ne kir.

 

Fêdêrasyona millî ya xwendekarên Tirkiyê jî komên rêaksyonêr rexne kirin û piştgiriya mîtîngê kir. Ji bo nimûnê, fêdêrasyonê bi semivîsara “Birayên me yên Rohilatê û Rohilata Başûr” miqala ku ev tişt jî tê da hatibû nivîsîn çap kir : “Empêryalîst û lêpokên wan yên wek li welatên kolonîkirî yên şûndamayî te dizêrînin, te mecbûr dikin ku tevî heywanan di bin banekî da bijîn. Em li ber Xudê sond dixwun ku emê tevî wan kesên ku ewê rabin şerkariya dijî zêrandçiyên bajarvanên Tirkiyê bikin bin” (193, 24.9.1967).

 

Pêşdahatina mexlûqetiya dêmokratiyê di derheqa wê yekê da şehadetî dide ku wan deman di navbera rêxistinên roava û rohilata welêt da hevrakarkirin û hevalbendî çê dibûn, û di navbera Tirkan û Kurdan da di hêla tevgera pêşverû da yekîtî çê dibû.

 

Nûnerên rewşenbîrên kurd berî her tiş tî guhdariya mezin datanîn ser pêşketina ziman û çanda gelê xwe. Li Tirkiyê, ku tê bi zagonê her weşaneke bi zimanê kurdî qedexe bû, amadekirina elfaba kurdî xwediyê kemaleke siyasî ya tnezin bû. Loma jî xudanên kurd ku dicedand li ser asêgeh û qedexekirinan derbas bin, afirandinên xwe yên edebî bi du zimanan – kurdî û tirkî – çap dikirin, an jî tenê bi zimanê tirkî. Di sala 1965 da, rêzimana kurdî ya K. Bedillî û sala 1967 ferhenga M. Enter a kurdî-tirkî hatin weşandin. Bi zimanê kurdî afirandinên bedewetiyê jî dest pê kir ronayî bibînin (174, r. 42).

 

Sala 1968, M. E. Bozarslan helbesta hozanê Kurdan ê bi sedsalên navînî yê bi nav û deng, Ahmedê Xanî, “Mem û Zîn” wergerand tirkî (Jiyana A. Xanî 1S91-1652). Tê da hatibû dîtin ku ewê afirandinên bi zimanên tirkî û kurdî çap bikin. Lê berî ronayîdîtinê, ew werger li weşanxanê berhev kirin û ne hişt ku derkeve. Hema wê salê Bozarslan bi zimanê kurdî Elfeba derxist. Ew wek elfeba zimanê tirkî ku zarok pê di dibistanên tirkî yên navîn da dixwend derket. Lê ew pirtûk jî berhev kirin û mehkema M. E. Bozarslan kir (121, r. 424-425).

 

Li Tirkiyê, bi hewaskariya di hindava edebiyata Kurdan da usa jî hejek dest pê bû, bona bi ilmî lêgerîn-lêkolîna rewşa “pirsa rohilatê” ya aborî û civakî bê kirin. Xudanên gelek xebatan, herweha sosyologên Tirkan, hatin ser vê bîr û baweriyê : Anatolya Rohilatê û Rohilata Başûr, ne ku li wilayetên roavayê, li hemberî perçeyên welêt ên_ mayîn di hêla civakî û aborî da gelek paş da mane; sinaet pirr kêm pêş da çûye, dereca jiyanê pir nizm e, nexwendîtî hîn gelek e; lê siyaseta bîrkirina zimanê kurdî û helandina Kurdan ne gihîşt tu mefayî. Kurdistana Tirkiyê dikaribû “pesna” xwe bide ku li vira, ne ku li perçeyên welêt ên mayîn, bêtir polîs û cendirme hene.

 

Dawiya salên 60, xwefehmdarî-xwenasîna Kurdan a millî û siyasî pirr xurt bû. Di derheqa wê yekê da ew meşîn û mîtîngên ku li rohilata welêt dibûn şehadet didin. Sloganên dema meşîn û mîtîngan ku Kurdan wan deman digirtin destên xwe pêşketinek bû.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev