Ji nimûneyên zargotina me – 240

Ji nimûneyên zargotina me – 240

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilî me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema dehan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –5 

Ber û qebîlêd kurda hertim qewîn nîbûn, hebûn berêd usa, ku ser hîmê faktora malhebûnê, usa jî moralê, pêşdahatina şera, heyfhilanînê û neynesîyêd din kaf û kûn dibûn, neferêd wê bela dibûn, gundekîda yan jî taxeke gundekîda ne diman, pîre-pîreyî dibûn, diçûn nav ber û qebîlêd din û atrîbûtêd bera xweye kal û bava unda dikirin, yanê konsolîdasîya dibûn.

Bi wî teherî, serekêd bera jî ji ortê derdiketin, ew jî dibûn neferêd wê berê, wekî çûbûn nav.

Teşkîla ber û qebîla jî pêra dihat guhastin. Vêderê ew berêd usa batmîş dibûn, ji alîyê pevgrêdana pizmamtîyêda temam sist dibûn. Lê fikra pizmamtîyê, xûn-qinêtîyê tu cara ji hişê wan dernediket, ruhê wanda hebû.

Wê şûnda, xênji seroka hebûn egîtêd qebîlê û eşîretê. Her berek, qebîlek, êl û eşîretek temamîya neferêd wan, bi mêrxasê xwe şa dibûn, peyê wan û kirinêd wan didan, çimkî gelek cara bi serleşkerîya wan dighîştin mrazê xwe. Xênji wê hebûn aqilbend, dengbêjên ber û qebîla, neferêd ber û qebîla tim cara serê wan sond dixarin, çimkî tenê egîtî nîne, wekî altindarîyê pêşda tîne, bi egîtîyêra grêdayî lazim bû aqilbendî.

Wekî usane, xênji hebûnê, tifaqê, mêrxasîyê lazim bû li ortê hebûna aqilbendêd qebîlê jî. Qebîlêd ku mêrxas û aqilbendê zor têda hebûn, yêd himberî xweye diha qewate dijmin alt dikirin, usa jî şer dikirin mqabilî zevtçîya, zulmdarêd hukumetê, yêd ku wan dihatin xezebê û wê derecêda dîsa altindarî dest danîn. Derheqa mqablî hev sekinandina aqilbend, mêrxas û dengbêjêd êl û eşîra, folklora kurdada rind hatîye eyankirin, bo îzbatîkirina glîyê xwe em çend mesela bînin ortê, wekî dîsa qebîlara û komêd kurdaye xûn-qinêtîyêye mayînra grêdaîye.

Berê ewlin em hildin efrandineke kurdîyê eyan: “Memê û Zînê”. Vê efrandinêda cmaeta kurd eyan kirîye hêrs û eynata xwe, dijminaya xwe mqablî mîra, axa û beglerêd kurd, muftexurêd Czîra Bota. Ewê yekê em gelek varîyantêd poyêmêye dinda jî dibînin. Varyanteke “Memê û Zînêda”, bo bextreşîya mrazê Memê û Zînê orta cizîrîya û muxurzemînîyada şerekî giran pêşda tê. Varîyantêd “Memê Û Zînê” gişkada jî Qeretajdîn, Çekan û Efan egîtêd cmaetêne, berê ewlin yêd qebîlêd cizîrîya, hene varîyant jî, wekî navê mêrxasêd wê tên guhastin, usa jî navêd qebîla, lê serî ewe, wekî ewana qebîl û mêrxasêd Cizîra Botanin. Wekî usane, nav û dengê cizîrîya, usa jî kubarîya wana girêdaye mêrxasêd wêra, Qeretajdîn û birêd wîra.

Mêrxasî, zorbûna Qeretajdîn û birêd wî, bi tîpê poemêyî ne qenc: Bekoyê Ewanva jî eyane û ew wan mêrxasara hesaba dike. Wexta derheqa hizkirina Memê û Zînê glî tê ortê, Beko mîrra dibêje:

-“Mîrê min, ez dizanim, Qeretajdînê mîrtîyê ji te bistîne, were em herin mala wî, xwe bavêjinê, tu bêje wî, bê, wekî Zînê bûka weye, hûn razîne, ku bidine Memê, ez jî razîme”(32).

Derheqa qoçaxêd xweda temamîya qebîlêd Cizîrê zanin. Ewana bi egîtêd xwe şa dibin. Çawa mêrxasêd cizîryaye mêr, usa jî jinêd qebîla Bota zorin, bêxofin, dikarin dewsa mêra serkarîyê bikin, qoçaxin, mêranîne.

Berê ewlin Zîna dilketya Memê Ala xweya gotina xweye, hizkirina wê bi dilê safe, merivaîye, serî heta binî qelpî têda tune. Xênji wê, Zînê çi ku dike, bo hizkirina Memê xwe poşman nabe, wexta oxirmêd giran jî culete. Wekî usane em ruhê Zînêda dibînin mêranîyê, egîtîyê, zorbûnê û aqil, wekî atrîbûtêd mêrxasêd cmaetê tên hesabkirin. Serkarîkirin, mêrxasî û aqilbendîya jina kurd gelek efrandinêd cimaetêye dinda jê hatîye eyankirinê, wekî kubarîya qebîla xwe, cmaeta xwe bûye. Yek ji wan hema Perî xatûne, jina Qeretajdîn.

Perî bi rabûn-rûniştandi,n kemal, merîfet, culet û mêranîya xweva kubarîya qebîla Czîra Botane. Wexta oxirmêd giran, çawa Qeretajdîn, usa jî Perî xatûn ber merîyêd xwera mirîne, çimkî çawa em zanin Memê destebirakê Qeretajdîn bû, usa jî bûbû birê Perîyêye axiretê û lema jî wexta Xasbaxçeda ecêba giran tê serê Memê û Zînê (cizîrîya Zînê bin qapûtê Memêda dibînin, ew yek bo emrê wan qezîyake giran bû), seba wana ji wê qezîyayê azake, Perî agir mala xwe dixe, mala wana dişewite, Mîr nêçîrvanêd ku baxda dora Memê û Zînê berev bûbûn, dihêlin û diçin hewarîya avayî, bo agir-alavê vêsînin.

Vêderê jî em dibînin serbestî, mêranîya jina kurd-Perîyê. Perî bo şewtandina mala xwe poşman nîne, çimkî borcê xweyî xûşk-bratîyê qedandîye, wekî sal-zemana nava berek, ber-qebîlê kurdada hebûye. Destebratî, xûşkbratî jî bi berekara, xûn û qinêtîyêra grêdaîye, derheqa wê yekê emê paşê bêjin.

Em kîjan efrandinêd cmaetê hiltînin, têda hene navêd qebîla, bera, eşîreta, êl û êlbaşa, navê serekêd wan.

Şer û qewmandinêd ku dibûn, gişk bi qebîlara, kar û moralîya neferêd wêra grêdayî bûn. Em ku hiltînin êposa “Ker û Kulikê Slêmanê Slîvî”, pê dihesin, wekî serîda navê qebîla “Milî” ku tê gotin, navê Emer axara grêdaîye.

Êposêda ruhê pizmamtîyê, aqilbendya neferêd qebîlê rind tê eyankirin, îzbatî ewe, wekî xênji bira û pizmamêd Emer axa torin jî Perîşanê dixwezin, lê Emer axa bo xatirê bira, pizmamêd xwe û merîyêd jina xwe, qîza xwe nade torina, lema jî, ser hîmê xûn û qinêtîyê, pizmamêd Emer axaye sere bi wê pirsêva mijûl dibin, lê tu serederîyê jê dernaxin, bo wê yekê Emer axa gelekî difikire, çawa bike, wekî qîza xwe bê şer û dewê qebîla bide mêr.

Vê efrandinêda kurda nîşan daye aqilbendîya qebîla xwe. Ew yek hatîye eyankirinê bi serî jina Emer axa. Jina Emer axa şîreta li mêrê xwe dike, wekî ew gazî wan xortêd ber zewacêke, yê ku Perîşanê dixwezin, fîncana ferfûrî tijî qaweke, gustîlka Perîşanê bike fîncanê û bêje: “Kî ku wekî Bêcanê minra bîne, qewl-qrarê xwedê Perîşanê ji min distîne, fîncana qawê ser zelfa zêrîn hilîne”(33).

Emer axa gura jina xwe dike, li vir jina kurd bi aqile, şîretdar, zaneye. Jinêd usa nav kurdada pirin, lema jî mesela kurda dibêje: “Şêr şêre, çi jine, çi mêre”. Wekî usane bi mêrara tevayî, jinêd ber û qebîla jî zor bûne, ewana tevî mêrêd xwe gelek cara, wexta şerêd nav qebîla û orta qebîla, usa jî wexta şerê mqabilî zevtçîya zorbûna xwe kivş kirine. Ewana tevî mêrêd xwe şer kirine mqabilî zulmkara, muftexura. Gelek cara wana serkarî kirine. Wana bi aqil û merîfeta xwe pêşda birine şuxulêd ber û qebîlêd xwe.

Êposa “Ker û Kulikê Slêmanê Slîvîda” diha rind hatîye eyankirin aqilbendîya jina kurd. Werdeka dya Kerr û Kulik şîreta li kurê xwe dike, bo Bêcanê bînin, lê kur guhdarîya dê nakin, lema jî ya xirab tê pêşîya wan. Eva yeka nîşan dide aqilbendîya Werdekê, merîfet û zanebûna wêye serkarîkirinê. Ew çawa tîpeke qenc folklorêda hatîye nîşandayîn. Wê şûnda, Werdek tenê aqilbend û şîretdar nîne, lê xênji wê girînok jî nîne, wexta çetinaya dest ber xwe hilnade. Derheqa wana, wî zemanî, serkarîya serokêd kurdada nvîsîne gelek ulmdarêd Asyayê û Êvropayê, mesele:

Rudîger Ê.-Kurdische Studiyen (zeitcchr. Fur due kunde des morgenlandes, m. 3-7, Leipzig, 1850), Hurten M. Diye Geheimlehre der Jezidi der sogenanten Teufes sanbeter Neue Orint, B. 1918g. bd), P. Lêrx, Îsslêdovanîyê ob îranskîx kûrdax“ (S. Pêtêrbûrg, 1891), Hacîyê Cindî, „Kerr û Kulikê Silêmanê Silîvî“ (Yêrêvan, 1942) û yêd din.

Evan avtorana gişk jî xeber didin derheqa zemanê êposa me, ber, qebîl û eşîretêd kurda, heleqetîya serokêd wana, serkarîkirin û kêmasîyêd wanda. Eşîreteke wî çaxî ya kurdêd Milî bûye, qebîleke zore eyan, bi nav û deng, wekî paşmayîyêd wê qebîlê îro jî hene. Derheqa wê eşîretê H. Cindî dibêje, wekî:

  1. Ew eşîreta Milî ku vê beyt-serhatîyêda tê bîranînê, hebûye û nha jî heye.
  2. Eşîreta Milî, wekî dima navbeyna Mêsopotamya şeqa-roavayê, li zozanê çemê Xabûrê, nêzîkî qebîlêd ereba bûne(34).

Em aqilbendî, xîreta wê usa jî êposa kurdaye mêrxasîyê „Dimdimda“ dibînin. Wexta leşkerê Eskerxan davê ser Evdal û pizmamêd wî, dike hesarê, jina kurd nîşan dide mêranîya xwe, xîreta qebîla mêrê xwe dikişîne. Serecema wê qewmandinê em kin bêjin, awa, wexta padşatîya Şahê Îranê Îsmayîl, orta Tewrêzê û Ûrmîyayêda nehîk hebû, jêra digotin Maraga. Serkarê wê nehîyê Eskerxanê zulmkar bû.

Qeza Hekarîyêda jî qeyak heye, wêderê kelak hebû, jêra digotin kela „Dimdim“. Serkarekî qebîla hekarîya navê wî Evdal, pizmamêd xweva kela zûda kiribûn bin bandûra xwe, têda diman. Evdal xortekî mêrxas bûye, mêrxasekî qebîla hekarîya. Nav û dengê wî zûda bela bûbû. Navê wî danîbûn „Mîrê çengzêrîn“.

Eskerxan dijminê Evdal û temamîya qebîla wî bû. Ewana timê mqabilî hev bûn, bi hevra şer dikirin. Carekê jî bi xayînî Eskerxan eskerê xweva davê ser kela Dimdim, Evdal û kurdêd din dikin hesarê. Topêd Eskerxan hebûn, lê yêd Evdal tunebûn.

Eskerxan sê meha dora kelê girtibû, wana Evdal û pizmamêd wî kiribûn dergê teng, lê kurda farizara dikirin şer. Gelek mêrêd herdu alîya dikevin. Eskerxan avê ser kurda dide birîn. Evdal nemekê paşê Wanêra dişîne, wekî alî wî bike, lê paşê Romê alî kurda nake. Evdal û pizmamêd xweva naxwezin destûrdarbin. Bi şîreta jineke kurd ji kelê dertên, gelek fariza qir dikin. Evdal û pizmamêd xweva tên kuştin, qîz jî jerê dixun, dimirin, jina Evdal jî – Asîma agir kelê dixe, gelek fariz têda qir dibin. Asîma xanim jî çawa jineke aqilbende şerkir tê kuştin.

Wê şûnda kelêda jineke dine qoçax jî hebû, navê wê Kûhêr. Wexta hesarê Kûhêr dibêje:

”Bira mêr derê kelê vekin, ji cîyê xwe derên û hucûmî ser dijminkin. Em jin jî sîliha hildin û kêleka mêra bisekinin, bi dijminra şer kin, lê çi ku derheqa qîza, destgirtîyadane, yêd ku nikarin şer kin, bira ewana jî jerê hazirkin û wexta zirar bighîje me, wî çaxî ewana jî bira jerê bixun, nekevin destê dijmin. Yek ji wana, bira barûtê berevke û wexta dijmin tijî kelêbin wî çaxî agir bi barûdêxin, ewê qulozî nav hewê bin, lê fariz, usa jî qizilbaş wê ji ortê redbin” (35).

Wî çaxî gişk gura Kuhêr dikin, bela fariza û qizilbaşa didinê, lê bi xwe jî tên qirkirin çawa Asîman.

”Dimdim”- êda, wekî ser hîmê faktêd rêale terîqî hatîye efrandin, tîpa jina kurd, ya Kûhêr wekîla qebîla hekarîya ji tîpêd Perîşanê û Werdekê (Kerr û Kulikê Slêmanê Slîvîda) û Zînê (Memê û Zînêda) qewattire, zortire, ew û Werdek kubarîya qebîlêd xwene. Wexta kurd wê efrandinê dibhîzin, bo kuştina Kûhêrê gelekî ber xwe dikevin, xweda disincirin. Tercima wê efrandinê wekî kirye folklorîstê me: Hecîyê Cindî, bi zmanê ermenî, nav ermenîyada, usa jî nav merivêd ermenîzanda gelekî blind kirîye qedr-qîmeta jina kurd, nîşan daye mêranî û aqilbendîya wê, xîreta wêye xûn-qinêtîyê.

Folklora kurdada hene gelek efrandinêd usa, wekî têda tên eyankirin ne ku tenê mêrxasî, aqilbendbûna jina kurd, wekî kubarîya qebîla xwe, cmaeta xwe bûye, lê usa jî şerê snifê, mqabilîhevbûna axa, bega, dewlemend û kesîbê kurda, şerê kesîba mqabilî kedxura, zevtçîya, mesele: em hildin poyêma ”Mûso”. Efatê wê poemê, wekî bi her kurdekîva eyane, Mûsoye. Poyêmêda rind hatîye dayîn ruhê merivê axa. Mehmûd beg bi navê qebîla, êl-eşîreta xeber dide. Mûso qoçaxê cmaetêye, ew merîkî kurdî bi nav û denge. Qebîl û eşîretêd kurda zûda Mûso nas dikin û hesabê giran jêra dikin, lema jî Mehmûd beg, bira-pizmamêd wî û beglerêd mayîn çevnebarîyê ji Mûso dikin, dixwezin ecêbekê bînin serê Mûso, lema jî Mehmûd beg dibêje:

 

”Bişînin, Mûso bînin,

Herin, bêjin, herkê bê, bi xatir bê,

Heger nayê, bixapînin,

Heger nayê, bêjin: -Mûso

Mîr tera teglîf kirye, were liha

Were liha, emê sîliha

Xwe bikin bi camêrîye”.

 

Paşê, Mehmûd çawa nîşandayîna çevnebarîyê zêde dike, dibêje derheqa Mûso:

-Binhêr wî gemarî, çi merekî eşîre”(36).

Axrîyê xulamê Mehmûd axa diçin û Mûso tînin otaxa beglera. Mûso berî kuştina xwe çend beglera dikuje, pey kuştina wanra bi xwe jî tê kuştin. Wê poema cmaetêda hîmlî hatîye eyankirin yekbûn, psîkologîya axelera, eynata wan mqablî merivê sade, mêrxasê xebatçî, snifa wan.

Ev û gelek îzbatîyêd din ferih didine kivşê, wekî şerê snifîyê nava qebîl, êl-eşîretêd kurdada hebûye, wekî merivêd xebatkar ber zordestîyê û zulma kedxura teyax nedane û wanra ketina ceng û qalê, xûna xwe rêtine.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev