Komkujîya Ȇzdîyên Êla Axbaranȇ

Komkujîya Ȇzdîyên Êla Axbaranȇ

Eskerê Boyîk 

(Derheqa vȇ komkujîyȇ da pir kȇm hatîye nivîsar. Lȇkolîna rȇk û pȇk heta niha jî nîne)

Li welatȇ Rûsyayȇ, ji pey serketina șorișa Bolșȇvîka dest bi șerȇ navxweyî yȇ bajarvaniyȇ bû. Hukumdarîya Rûsa mecbûr ma hȇzȇn xwe yȇn leşkerî ji Bașûrȇ Kavkazȇ, Qersȇ, Bazîdê û heremȇn din, ku bin hukumdarîya wan da bûn, șûnda bikșînin. Ev herêm bȇ xwedî, bȇ hȇzȇn parastinȇ man. Nenihȇrî Impêratorîya Osmaniyê hilweșiyayî bû, lȇ dîsa Tirk ji wî halȇ ҫȇbûyî sûdȇ wardigrin, bi xeysetȇ xwe yȇ dagirkirinȇ, bi zulm, qirr û birr berê xwe didine wȇ heremȇ. Pȇra jî karȇ xweyî komkujiya Ermeniya, ku ew ҫend sal bû welȇt da dest pȇ kiribûn, berdewam dikin. Leșkerȇ wanî giran û hȇzȇn Ermeniyan yȇn xweparastinȇ rûbirû pȇşberî hev dimînin. Ermenî șerȇ hebûn-nebûnȇ dimeșînin. Ȇzdiyȇn Serhedȇ jî dikevin li ber xezeba șûrȇ Tirka yȇ komkujiyȇ, xwe bi Ermenîya digrin. Leskerȇn Tirkan dawiya zivistana sala 1918 a qeza Qersê dagir dikin, dikevine Alêksandropolê /Gumrîyê/. Xwestina wan bû bi sȇ rȇya1 ra herin bigihîjin Azerbȇcanȇ, bajarȇ Bekûyȇ cîyȇ kannȇ pȇtrolȇ û li wur ra, di deriya Xezarȇ ra ji xwe ra rȇ vekin berbi herêmȇn Asîya Navîn. Ji wan rêya, yek jî bi pilana Tirkan bajarȇ Gumriyȇ, rexê çiyayê Elegezê, Baș-Aparanȇ ra gerekȇ biketa bajarȇ Yêrêvanê. Ev rêya wan li ser gundên Êzdîyan yê berpala çîyayê Elegezê, êla Ȇzdiyên Axbaranê ra derbas dibû. Êzdîyên Ȇla Axbaranȇ2 êdî ew sed sal bû li wur, bin hukumdariya Rûsa da dijîtin. Donzdeh gund bûn: Mîreka jorîn û ya jȇrîn, Qundesaz, Quruboxaz, Cercerîs, Korbilax, Camûșvana mezin, Camûșvana biҫûk, Pampa Kurda, Senger, Karvansera û Gozeldera Kurda. Xelkȇn Ȇzdî, yȇn wan gundan tê derdixin ku qezîyake pir xezeb berbi wan tê. Lȇ ne qewata wan hebûye pêșîya wê xezebê bigrin, ne jî derfeteke din ku xwe biparȇzin.

Serda jî, wan sala Êzdiyên qeza Qersê, ȇla Sîpka, ji dest qir û bira leșkerê Tirkê dagirkir, zordarî û neheqiya musulmanîyê, derba giran xweribûn, gund û warê xwe, milk û malê xwe hîstibûn, bi wundayên mezin, șikestî bi teherekî xwe gîhandibûn wê navçê, li cem mirovên xwe, sitar bûbûn. Xelk bȇ cî û war ketibûn devȇ xelayȇ, nexweșîyan, halȇ hebûn-nemanȇ.

Ȇla Ezdiyên Sîpkî wek ya Zuquryan û Hesinyan bi tifaq û bi hȇz nî bu, ku pirî-hindikî karibe xwe biparȇze. Pȇșîkȇșekî wan yȇ li nava ȇlȇ da, ku xelk pey here, bawariya xwe ji wî bîne nî bû. Êla Axbaranȇ jî wî halî da bû. Li nav wan da zilamȇn xurt hebûn, lȇ xweyê hȇzeke xweparastinȇ nî bûn. Mala K’ok‘ axa, ku gundȇ Mîreka jorin dijîtin hȇza xwe wunda kiribûn û nava Ȇzdiyan da bi bandor nî bûn.

Vî halî da leskerȇn Roma reș bȇ astengî, wek lȇyîke talan, cerd û mirinȇ berbi wan dikișiyan.

***

Eva çîroka, min ji gundîyê me (Qundesazȇ) rehmetîyê Apȇ Elî bihîstîye. Apȇ Elî sala 1970 min ra gilî kirye. Wê demê ew bawarkî ji 75 salî derbaz bû. Vê derheqê da min wusa ji Șȇx Îsmaîl, Șȇx Kamil, Mehmede Nado, Abasȇ Miho ji bîr tanîn. Evan tev jî dema wȇ bûyarȇ xort bûne. Mehmede Nado, Abasȇ Miho wî șerȇ da dijî Tirka șer kiribûn. Derheqa bûyarȇn komkujiyȇ da wusa jî min ji bavê xwe Boyîkê Hiso, gundiyȇn Qundesazȇ Hemȇ Șewȇș, Dewatîyê Tosin, Deloyê Yolçî û gelekên din jî bihîstîye. Niha, wan tev jî emrȇ

Xwedȇ kirine. Rehma Xwede li wan be.

Wȇ dema komkujiyê Șȇxȇ gundê Qundesazê, Şêx Hemze, șȇxȇ Șȇxûbekira, oldarekî maqûl, bixerqe, zane, șehreza bûye, Ȇzdiyȇ wȇ ȇlȇ tev qedirȇ wî oldarî dizanin. Șȇx, zilamên gund di oda xwe da, hev dicivîne, ku wȇ der heqȇ da bi hev bișêwirin.

“Rûs ҫûne, hêza Ermeniyan neҫar in heremȇ biparȇzin, ne jî em dikarin ber vȇ tofana leskerên Roma Reș bigrin. Vê zivistana sar neyarȇ kal-bavan wê qira Ȇzdîxana me bîne, – Şêx dibêje, – qeziya berbi me tȇ. Hê dereng nîne, gerekê em hev bișêwirin, tiștekî bikin, rȇyekȇ ji xwe ra bibînin. Niha hûn gișt vir in. Ji we her kes malxwȇ mala xwe ye. Bêjin em çi bikin, gundȇ xwe ҫawa ji zulma Roma reș dûrxin“?

Hinek dibȇjin gerekê birevin, hinek jî dibêjin: șerkin. Kalek jî dibȇje: „Emê vê zivistanê serȇ xwe hildin, berbi ku birevin, yan hêza meye giran ji ku hatiye ku em dijî eskerȇ Romȇ rabin? Gotineke pêșîya heye, dibêjin: “Destê nayê șikandin, gerekê bê maçkirin”.

Qirar dikin, Şêx Hemze, çend lawkê gund bide pey xwe, bi nan û xwê, bi ala sipî herin pêșîya leșkerên Tirkan.

-Bi Xwedȇ, aqilê min rehma Tirkan nabire, lê eger hûn wusa difikirin, emê herin,- Șȇx hazira ra qayîl dibe.

Biryarȇ didin ku Şêx Hemze, Mahmedê Nado û du zilamȇ din, navȇ wan digotin min ji bîr kirîye, herin.

Roja din, di berbang da lawik berê xwe didine bajarê Gumrîyê. Bala xwe didinȇ wȇ leșkerê Romê, sîyarên Kurdȇn musulman yȇn koҫer șȇn û gundȇn li ser rȇya xwe talan dikin û bê asteng berbi gundên Ȇzdiyȇ Axbaranȇ tên. Nêzîkî bajarê Gumrîyê, weke 70-80 km ji gundên Ȇzdiyan dûr çadirê wan vegirtî bûn. Lawik tesmîlî nobedarê leskerȇ Romȇ dibin. Hȇvî ji nobedaran dikin, ku wan bibin bal serleșkerê xwe. Rind cil û bergê lawkȇ me dinihêrîn, ku cem wan çek-sîlih nînin, wan dibin hundurê çadireke mezin. Sinîya nan û xwê destȇ Șȇx da, destê lawkȇn din da jî beyraqȇn sipî diҫine ҫadirȇ. Çawa dikevine hundur, Şêx çok dide erdê, sinîyê datîne ber piyê serleșker û dibȇjȇ: “Em Êzdî ne, kurmanc in, eșîr in, civakeke feqîr in, çend gundê me li ser rêya we, pala ҫiyayȇ Elegezȇ hene, tu tiștekî me vê navê, vê dewê ra nîne, tu bidî xatirê Xwedê û pêxemberê xwe hêsîrê me ware rehmê”…

Hê Șȇx gilîyê xwe naqedîne, serleșker lingȇ xwe li sinîyȇ dixe, sinî ji destê Şêx dipeke, nan û xwê bela dibe, alȇ wane sipî diҫirîne, dike li bin pîyê xwe, fermanȇ dide leșkeran: “Van kafiran bigrin bibin bikine cîkî, ezê van hema nava gundên wan da darda bikim. Șerȇ Qersê da, vana xayîntîya me kirin. Derbazî alîyȇ Ermenîya bûn. Rûyȇ wan da gelek leșkerȇ me șihîd bûn. Evan kafir in. Ezȇ wan temaman dardakim, gundȇ wan wȇran bikim!”

Lawika dibin dikin hundurȇ merekeke kevin, derî li ser wan dadidin. Leșkerekî, wek nobedar, tiving dȇst da didine ber dêrê merekê. Lawik dibȇjin: “Ȇdî em çûn”…

Go merek tarî û banê wê gelekî bilind bû, kuleka biçûk ra ancax hinek ronayî dikete hundur. Şêx bi k‘ulik bûye, k‘ulkê xwe derdixe, ҫok dide erdȇ due‘a dike: “Tawisî Melek, eme bêsûc û bêgune ne, me t’u xirabî kesî nekirîye, tu hewara me werȇ, tu me ji vȇ xezebȇ, ji van kafiran xilaz bike”.

Dema mirov dirêj tarîyê da dimîne çavê mirov hînî tarîyê dibin, çiqas jî cî tarî be, mirov gelek tișta ji hev cuda dike. Tê derxin ku banê merekê pir bilind e. Ji wur ra derketin dijwer e, nabe. Wê wan bih‘isin. Dimîne dîwȇr ra rȇ vekin. Șev nîvȇ șevȇ dema texmîn dikin leșkerȇ dora wan kerr bûne, deng tune, lawik di nav tarîyê da pê dikevin ji dîwarê merekê, yê para va, ji bo xwera rê vekin, kevira derdixin.

-Merek hizhizî ye, kevn e, fesal bin li ser meda tap nebe, – Şêx temîyê dide lawika.

Bi zor û zehmet, bi teherekî, fesal çend kevirê mezin ji dîwarê merekê yê parava derdixin, rêyekê teng vedikin. Bi cûrekî, wur ra derdikevin. Derketina wan tapbûna merekê yek dibe. Qûjîn ji nobedarê ber dêrî tȇ. Heydade li leșkerê Romê dik’eve. Leșkerȇ tirsiyayî li hev dikevin, li dora merekȇ dicivin, Tarî, șevereș, berf, bager, lawik xwe davêjin kelefê avayîkî kevn… Leskerê li dora mereka topbûyî dicivîn, diçin-tên, digerin. Bextȇ lawika ra him tarî, him bager, him sar bûye. Tȇ texmînkirin ku leșker jî tirsîyane, newêribûne ji merekê, ji hev dûrkevin. Piștî ҫûyîn-hatinȇ, leșkerȇ westyayî dihȇlin, diҫin ҫadirȇn xwe. Şêx tirkî zanibûye, hȇdî lawika ra dibȇje:

-Tawisî Melek hewara me hat. Em ji van kafira xilaz bûn. Leșker bi hevra dibêjin: “Merek li ser wan da hilșiyaye, ew binda mirine. Êdî tiștekî em vira bikin, nîne”.

Lawik wusa xilaz dibin, berê xwe didine gundȇn xwe. Rȇya kese, li nava çîya, berf-bagerê ra, temamîya șev dimeșin. Berbangê westîyayî, kesirî digîhîjne gundê Camûșvana Mezin. Rast diҫin cem Axê êla Sîpka: Elî axa. Serokê Êzdiyên Qersê, Elî Axa malbeta xwe va jî li gundê Camûșvana Mezin, di mala Biroyê Xișo da hȇwirî bûye.

Şêx Hemze çîroka koma xwe û serleșkerê Tirk giștî axê ra dibȇje.

-Xêr nîne, Axa, Roma reș neyarê k’oka Êzdî ne. Weke lêya zulmê berbi me tê. Qewat nîne em xwe biparêzin. Wa nabe. Gerekê rêya xilazbûnê Ȇzdîya ra bibînin.

Axa xwe a’ciz dike, ku çima jȇ neșȇwirîn e, bêyî wî çûne.

-Axa, dem nemaye, baș dibe em berbi deșta Rewanê birevin, Nava gund û qijilan da xwe wunda bikin, yan na emê dest-pîya herin, qira êlê wê bê, – Şêx dibȇje…

-Şêx, zanim hal xirab e, vê zivistanê, vȇ berf – bagera ҫîyayȇ Elegezê emê hȇsîrȇ xelkê çawa li serê rȇya bixin. Em ji ber zulma wan reviyan, hatine vir, ji vira emȇ birevin kû? Me xirabî kesî ra nekirîye, eme feqîrin, wê çi me bikin… Na, em cîkî da jî nikarin herin.

-Axa, lawik șede ne. Ji devȇ wî berazȇ serleșker agir dibarî…

-Ez nikarim bibim sebeb, neferȇ xelkȇ, vȇ sur-seqema zivistanȇ qir bibin…

-Axa, ezê herim gundê xwe. Gundî gișt benda me ne, emê barkin, birevin… Nebe sebebȇ serȇ ȇla Axbaranȇ…

Axaftina Axȇ û Șȇx nagihîje tu encamî.

Șȇx Hemze, koma xwe va vedigerin gund.

Hema wê șevê, Qundesazî hazirîya xwe dibînin, bi barȇ ereba, guhdirêj, ga, hespa, peya û siyarî, kȇ çawa karibûye, bi sewalê xwe va dikișin berbi deșta Rewanê. Weke 60-70 km diçin. Li ser rêya wan gundê vala hebûne. Gundekî vala da, ji rȇ dûr, zar-zêçê xwe cî dikin.

Êzdîyê wê êlê li wan gundan beled bûne. Ew gundên Tirkan, Azeryan, Kurdên musulman bûne. Ji ber șer û dewȇn deverê, yȇn di navbera hȇzȇn ermeniya yȇn ҫekdar û musulmanîyê da, ewlekarîya deverê xirab bûbû. Xelkên wan gundan ku serê xwe û zarê xwe xilaz bikin bar kiribûn berbi deșta Mûșê, gola Wanê revî bûn. Ew gundȇ Qundesazîya zar-zȇcȇ xwe tȇda cî dikin, gundekî pir xweş bû. Ji sur-seqema çîyayê Elegezê teyê bigota ew der lap dinyake din bû. Sewal diçêrîya. Dora gund kanî bûn. Serma zor-zehmet ya gundȇn ȇzdiyan yȇ Axbaranȇ tune bû. Berf tenê berpalê çîyê hebû. Himberî gundê Êzdîyan ew gund șên û xweș bûn. Gund mezin bûn. Malbet gișk, bi dilê xwe, avayê gund yȇ vala da cî dibin. Navȇ gund Ȗșî bûye.4

Ji pey reva Qundesazîya ra ordîya Tirka tȇ dikeve gundên Êzdîyan, gundan dorpêç dikin, nahêlin kes jê derê.

Hêzên Ermenîya jî, tȇn navbera gundê Baș-Axbaranê û Qundesazê da tabîyê xwe datînin, rȇya ordiya Tirka digrin, Tirk nikarin pêşda herin. Gundȇn ȇzdiya da hasȇ dibin.

Ҫiqas diҫe hȇza Ermeniyan li wur xurt dibe. Bawarkî temamîya zilamên ermenîya, yȇn destê wan dar digire, ji gund û bajaran tȇn digihîjin hȇzȇn Baș-Aparanȇ. Xelk rabûbûn ku emrê xwe, mal û welatê xwe ji zulma Roma reș biparêzin. Zanibûn, eger leskerê Tirkan Rewan (Yȇrȇvan) zevt kir, êdî dawîya wan hatîye, wê gișka devê șûr ra derbaz bikin. Navbera wur û Yêrêvanȇ jî rȇya rojekȇ mabû. Êzdîyan jî rind zanibûn ku Tirk û musulmanî ҫi tînin serê Ermenîyan, wê ji wê xirabtir bînin serê wan. Bi sedan zilamên Êzdîyan jî gihîștibûn hȇzȇn Ermenyan. Tenȇ ji Qundesazê bawarkî 60-70 mêr bi Ermenîya ra bûn…

Ȇzdiyên wan gundȇn ȇla Axbaranȇ li ber zulma leșkerȇ Roma reș bȇ pișt mabûn, tirkȇn li wur hasȇbûyî temamya zulma xwe li ser Ȇzdiyȇn wan gundan da dirȇtin.5

Wȇ demȇ, li bajarȇ Batimȇ, navbera serokȇn Ermeniyan û Tirkan da hevraxeberdan bo sekinandina șȇr dimeșîyan…Herd alîya jî dixwestin wede qazanc bikin, ku hêzê xwe bicivînin.

Halȇ gundȇn Ȇzdîyan jî ҫiqas diҫû xirabtir dibû.

Navbera gundȇn Ȇzdiya yȇn dagirkirî û tebîyȇn Ermenîya da 10-15 km bû. Ji gundȇn ȇzdiyan be’sȇn xezeb dihatin bihîstin. Lê kerayî bû, pevçûn tune bûn… Serokatîya hȇzȇn Ermenîyan nedixwestin tișt bikirana, di hewara gunden Ȇzdiyan da biҫûna.

Der heqa vî halî da gilî digihîje Cangîr axê û Ûsiv begê. Evan bi sîyarê xwe va ji Serderavê5, berpala çiyayê Elegezê ra, kese tên xwe digihînin hêzên ermenîyan yên Baș-Aparanê. Dibêjine serokê hêzên Ermenîya, ku nesekinin, ecele êrîșê bibin ser leşkerên Romê. Serokatiya hȇzên Ermenîyan qayîl nabe. Navbera wan da nerazîbûn ҫȇ dibe. Pareke mezinên Ermenîyan jî radibin pișta Êzdîyan û bȇ qayilbûna serokatiyȇ hicûmî Tirka dikin. Tirk bo ȇrîșeke wusa nișkȇva hazir nîbûne, direvin. Ședȇ wan bûyaran digotin koka leșkerȇ tirka hat. Ew der leșkerȇ Tirka ra bû goristan. Lê êdî zîyaneke pir mezin gihîștibû êla Ȇzdîyȇn Axbaranȇ…

Mal tune ku zîyan lȇ nebûbû, mal tune ku derb lê neketibû…

Tek gundȇ Qundesazê bê zîyan xilaz bûbû.

Wusa, eger Elî axȇ, axȇ ȇla Sîpkîyȇn Ȇzdî, ya Șȇx Hemze bikira tișt ji êla Axbaranȇ ne dihat.

***
Derheqa zulma leșkerê Roma Reș da ezê ҫend bîranîna bînim.

Rîspîyȇ ji Camûșvana Mezin/Elegezȇ, Xudoyȇ Miho, Semendȇ Heso min ra ҫîroka wȇ komkujiyȇ wa bi bîr anîn:

“Çawa eskerê Roma Reș ketin gundê me, xelkȇ gund gișt kișiyan ketine malȇn xwe. Hineka xwe veșartin, hineka jî wusa kirin ku ber ҫavȇ eskerȇ Romȇ neyȇn xanȇ. Jina dȇmȇ xwe tenî dikir, bi cilȇ kevin xwe pȇҫan. Xelk bawar bû, ku leșkerȇ Romȇ wȇ gunda hildin û lez pȇșda herin. Wana rehet bihȇlin. Lȇ wusa nebû, bextȇ me ra leșkerȇn Romȇ hema gundȇn me da hasȇ bûn. Wur hȇzȇn Ermenîya pȇșiya wan girtin. Demeke dirȇj gundȇn Êzdiya da hasê man û zîyana mezin dane xelkê me.

Çawa k’etne gund, birek leșkerȇ wan, xortȇ kurmanca, li nav gunda da kom bûn, bi def û zurne govenda Kurmancî girtin, dest bi reqasȇn kurmancî, kilam û șayȇ kirin. Bi kilam û reqasa gazî xelkȇ gund kirin, ku netirsin, gotin kes we xeber nade, kes ziyanȇ nade gund, warin govendȇ. Gundî jî bi dilȇ sax ji wan bawar, hatine govendȇ. Dema gundî arxayîn bûn, govend dorpȇҫ kirin, zilamȇ gund yȇn hatibûn govendȇ gișk girtin”.

Nivîskar Wezîrê Eșo wê derheqê da dinivîse:

“Hema wê salê jî, gava leşkerên Karabekir Paşayê tirk êrîş anîn ser Ermenistanê, çekdarên kurdên misilman jî wek alayîyên Hemîdîyê bi serokatîya Teyo beg bi tirkan re hatin. Ew li navçeya Axbaranê, li gundê Camûşvana mezin (pişt re Elegez), Elî axa û neferên wî wek tolhildanê kuştin û bi ser de jî 150 mêrên Kurdên êzdî li ber pira gund serjê kirin û laşê wan avêtin çem. Leşkerên tirkan li navçeya Axbaranê bi sedan mêrên Kurdên êzdî weke dîl girtin û birin alîyê Erzirûmê. Ji wan her bi tenê du kes bi revê xelas bûn, vegerîyan, yên din jî bêxeber û bêguman winda bûn”.

Bîranîna Têmûrê Lêșo Broyan6:

Têmûrê Lêșo (80 salî), dadwerê Ermenistanê yê bi nav û deng, ji gundê Elegezê, di pirtûka xwe ya bîranînan a bi navê “Serpêhatîya Malbatekê” da dinivîse, ku dayîka wî Zelîxe, şaheda wan bûyeran bûye û di der heqa wan bûyerên xezeb da jê ra gilî kirîye. “Rojekê dayîka min Zelîxe û jintîya xwe Xezalê dema ji ser kanîyê vedigerin rastî eskerekî ordîya tirk tên. Ew Kurdê misilman bûye. Her du pîrek tirsîyayî disekinin. Ew esker bi kurmancî ji wan re dibêje: “Gelî xwîşkan, ji min netirsin, hûn xwîşkên min in, ez tu tiştê xerab nakim, ji bo em jî, hûn jî Kurd in, dê û bavê me yek in. Dilê min ser we diêşê. Sireke pir dizî heye ez ê ji we re bibêjim. Zilamên gund bi dizî ve agahdar bikin, bira îşev ji gund derên, xwe veşêrin, birevin, qetleke mezin ê biqewime”. Dayîka min û jinapa min Xezal tên malê wê sirê ji apê min Elo û gundîyên di odeya me de civîyayî re dibêjin, evana bawer nakin, dibêjin: “Tirk dixwazin me zilaman ji gund derxin, ku bi namûsa pîrekên me bilîzin”.

Dayîka min ji gotinên leskerê kurd bawer kiribû bi cureyekî bavê min qayîl dike, vedişêre”.

“Dayîka min tim bi bîr dianî, ku ew şev, di nav dîroka gund de şeveke bi qetil û xwîn û reş bû”.

Nîvê şevê dest bi bûyerên ecêb dibin. “Tirkan karê xweyî reş kirin”. Axîn û ofîna birîndaran, girî û qûjîna pîrekan, dengê çêrên eskerên tirkan û teqîna çekan heta sibê kerr nabe. Sibê pîrek û gundiyên saxmayî qetleke giran li ber çavên xwe dibînin: Laşên zilamên gund ên kuştî, eblûkirî di nava berf û ava axlêvê de. Gelek jê laşê mirîyên xwe nas nakin, ji bo serê wan, mil û lingê wan jêkirî bûn“.

“Di pey çend rojan ra eyan bû ku wê şevê tirkan 72 zilamên gund kuştibûn… Ji mala me 7 zilam wê şevê bûbûn qurbanîyên xezeba tirkan: Apê Elo, Lawê wî yê tayê bi tenê Nado, nebîyê wî yê 18 salî Mehmûd, apê min Heco, Çeto, du lawên Çeto: Sefo û Ûsiv”.

„Hêzên ermenîyan bêtaqet bûn pêşîya wan bigrin. Ew wek şerê Baş Aparanê di dîroka Ȇrmenîyada eyan e. Wî şerî de siwarê Cîhangîr axê û Ûsiv begê gihîştin hêzên Ermenîyan û bi tevayî pişta leşkerê tirkan şkênandin, berî wan dan ji herêmê dûr xistin“.

***

Leşkerê tirka, dema tên digihîjin gundên Êzdiya, li ser rêya xwe xêncî kuștina evdan, șewitandin û wêrankirina cî û warê wan wusa ji talan dikirin. Zêr-zîv, xișir û xemilê jinan, tiștê bi qîmet yê xelkê, çî wan hebûye ji wan distînin, tevî kerê pêz, garanê dêwêr, hespên xelkê dișînine Tirkîyê. Ji gundên Êzdiyan bi seda zilamê êzdî wek dîl dibijêrin, ku bin hukumê eskerên tirk da wî talanî bibin, bigihînin Tirkîye. Bi bîranîna, ji wan zilaman tenȇ du zilam direvin xilaz dibin yȇ din kes venegere. Çi anîne serȇ wan, kes nizane.

***
Di nava gundê Qundesazê goristana kal û bavên wan e. Berê, wana li ser mexberên mirîyên xwe, bi keviran peykelê hespan, bêşîk û kumbetê kevirîn danîne.

Li nava goristana vî gundî, wusa jî gundȇn Ȇzdîyan yȇn din da rȇҫa zulma Komkujiyê, ji pey 100 salî ra rind tȇ xanȇ. Ew peykel șkȇnandine, kumeyt hilșandine. Destdirȇjî pîrozayȇn Ȇzdîyan kirine.

Ew kevirê ser mezela yê șikestî wek ședê zulma Roma Reș û bûyarên derbasbûyî heta niha jî nava gundȇn Ȇzdîyan da dimînin…

***

Heta van salȇ axirîyȇ jî evdȇn emirȇ mezin yȇn wan gundan, ședên bûyaran, ҫîrokȇn ecȇb derheqa zulm û zora leșkerȇ Roma Reș da gilî dikirin. Cwamȇrekî gundȇ Korbilaxȇ bîr tanî: „Wȇ zivistanȇ, bi seda evdên Êzdî û Ermenî wek hȇsîr civandin, birin gundȇ ermenîya Tanegirmesȇ, kîjan nȇzîkî Korbilaxȇ ye, kirine avayîkî kevn, derî li ser wan dadan û agir berdanê„. Binelîyȇ gundȇ Sengerȇ digotin: zilamȇn gundȇ wan civandine, birine, li newaleke pala ҫiyayȇ Elegezȇ da gullebaran kirine.

***

Dema leșkerȇ Roma reș dikevin wan gundȇn Ȇzdiyan, kûraniya zivistanȇ bûye, dema here sar, bi berf û bager. Wȇ demȇ, wȇ devera pala ҫiyayȇ Elegezȇ da, serma ji bin sifir ra digihîje 20-30 dereceyî. Bagerȇ berfȇ yȇ wusan dibin, ku mirov ji malekȇ nikare here mala cînar. Derî-kulekȇ xelkê dixitimin. Gundî, xazma keҫ, jin û zarok him ji tirsa leșkerȇ Romȇ, him jî li ber sermȇ ji mal dernayȇn derva, leșker jî li nav gunda nikarin rehet bigerin.

Go, leșkerekî payebilind, tim diҫû maleke gundîkî nan-xwerin dixwer. Kevanîya malȇ gelekî paqij bûye, malxwȇ jî zilamekî wê ȇlȇ da bi nav bûye. Ew leșker kurmanc bûye. Rojekȇ, xweyê malȇ ra dibȇje:

-Filankes, tu evdekî amin î, heyf î. Tu gerekȇ bo me kar bikî. Heta dawîya rojȇ ji mera bȇjî van gunda da cîyê keҫ, bûk û jinȇn bedew. Dawîya rojȇ dîsa tȇ, dinhȇre jineke xemilî li ber dȇrî sekinîye. Nȇzîk dibȇ, dibîne ew jina xweyȇ malȇ ye.

Pȇsîra xweyȇ malȇ digre, dibȇjȇ:

-Min nanȇ destȇ vȇ hurmetȇ xwerîye, lȇ te șerm nekir, karȇ wa kir, ez rûreș kirim, sibȇ ȇla me pȇ bihese wȇ ҫi bȇje…

Xweyȇ malȇ dibȇjȇ:

-Jinȇ vȇ ȇlȇ gișt jî keҫ, dayik û xûșkȇ min in. Ez tenȇ navȇ vȇ pîrekȇ zanim. Ҫi dikin, bikin.

-Te gulek berî min da ji vȇ sosretiya min ҫȇtir bû… Qatî namûsa xwe bin,- leșkerȇ Kurmanc dibȇje û diҫe.

Go ew ҫûyîn bû ҫû, ȇdî nehate xanȇ…

Ҫend roj pey ra… Hȇzȇn Cangîr Axȇ û Ȗsiv Begȇ herêmȇ azad dikin.

***

Tu zîyan nagihîje Qundesazê. Tenê Fetîyê Hamê tê kuștin. Gilî dikin ku zêrê wî gund da veșartî hebûne. Ew tev gundîya nareve. Gund da dimîne û ji bo zêra tê kuștin.

Çawa min berê jî got, ji pey reva leșkerê Tirk ra, Qundesazî gundê Ûşîyê dihêlin vedigerin gundê xwe. Bahar dest pê dibe. Ji qirêjê, bîna lașȇn bi destê tirkan kuștî, xelayê, tunebûna mecalên saxlemîxweyîkirin û xizmetguzarîyan nexweșî dikevin nava xelkê. Şedê wan rojên giran gilî dikirin, ku ji nexweșîyan koka evdê heremê tê. Digotin, hesabê mirîyan ewqas zêde bûye ku tevirkol tune bona cinyazan bispêrine axê.

 

Encam:

Komkujiya Ezdiyȇn Êla Axbaranȇ ya sala 1918 an ji alyȇ dewleta Tirk va komkujîke here hov, here neheq û xûnrȇj bû, ew bardewama wan komkujîyȇn musulmaniyȇ yȇn zulm bû, ku dewra Osmanîyȇ û pey ra Tirka anîne serȇ Ȇzdiyan.

———————-

1.Rȇya yekȇ Serderabadê ra berbi Yêrêvanê, ya dudan Baș-Aparanê ra, ya sisîya Qerekilîsê ra. Hersê rȇ gerekȇ li bajarȇ Yȇrȇvanȇ bigihîştina hev, berdewam bûna berbi Azeybȇcanȇ-Bekûyȇ. Hersȇ rȇya da jî leșkȇrȇ Tirka yȇ giran, bi sosretî ji aliyê hêzên Ermeniya yên kêmjimar û siyarȇn Ȇzdiyan va hatin hûrxweșkirin.

2.Gundên Ȇzdîyan ev bûn: Camișvana Mezin (niha Elegez), Qundesaz (Riya Teze), Korbilax (Avtune), Qurubxaz (Orteçiya), Mîreka mezin, Mîreka biҫûk, Pampa Kurdan (Sîpan), Senger, Ҫobangermez (Avşên), Cercerîs (Dêrik), Karvansera, Gozeldera Kurdan. 

3.Belî – navê êla Ȇzdiyan e, ku gundên Qundesazê, Qurubxazê û Cobangermezê da dijîn.

4.Ȗșî- Qundesazîya bar dikin diçin dikevine gundekî binatara çîyayê Elegezê, perê deșta Rewanê, nêzîkî bajarê Eșterekê. Wê demê gund vala bûyê. Navê gund Ûșî ye. Binelîyê wê tirk bûne. Rûyê wan tevlihevî û hevketinên wan salan ji gund koçber bûne, revîyane Tirkîyê. Gundîyê Qundesazê çend mehan wî gundî da dimînin, ji pey reva leșkerên Tirk ra dîsa vedigerin gundê xwe.

Salê 1970-90 î ez, bi kar, gelek cara li wî gundî qesidîm. Niha Ermenî lê dijîn. Wê demê Ȗșî kolxozeke zengîne pêș bû. Him deștbêcerkirinê û him jî heywanxweyîkirinê va mijûl bûn. Zivistana wê kin e. Gundê Ȇzdiyan bi warê derfetên xezayê, bêcerkirina axê, avê, cîyȇ ҫȇra sewalan qet nikarin himberî mecalê wî gundî bibe… Gundiyên me gelekî poșman bûbûn. Wê demê herêmê da gelek gundên wusa vala bûbûn û gundên Ȇzdîya yê dorê karibûn biketana wan gundên bi xweza û mecalê xwe va xweș.

4.Serderabad- Rex gundȇ Serderevȇ șerekî mezin di nava ҫekdarȇ Ermenî, bi alîkarya sîyarȇn ȇzdî û leșkerȇn dewleta Tirk da ҫȇ dibe. Eskerȇ tirka hûr xweș dibe û pașda direve.

5.Lêkolîn didine îzbatkirin, ku (ji Gumrîyê heta gundên Êzdiyan, hîmlî gundên musulmana yê vala bûn).

6.Tȇmûrȇ Bro (Broyan), Dîroka Malbetekȇ (bi zimanê ermenî). Rû 31-34, Yêrêvan 2011 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev