KÛÇIKÊ POSTAVAN

KÛÇIKÊ POSTAVAN

Abdurrahman Benek 

Bedrî kurê Mihemed bû. Navê kalikê wî jî Elî bû. Loma navê wî bi, “Bedrîyê Mihemedê Elî” dihat ser zimana.

Bedrî, li Deşta Surucê, tam li ser sînor, ku Binxet diqede û Serxet dest pê dike, li gundekî ku ji deh malan pêk dihat jîyana xwe didomand. Navê gundê wan Kevireşka Jor bû. Çima ev nava dabûne gundê xwe, nayê zanîn lê, ne pêkan bû ku tu li wê derdorê rasta kevirekî reş werî. Helbet çîrokeka vî navî jî heye lê em nizanin.

Bedrî ji bavê xwe Mihemed bihîstibû. Mihemed jî ji bavê xwe Elî guhdarî kiribû; serpêhatîyên bav û kalan yên li Deşta Surucê qewimîne.

Gotibû Elî ji Mihemed re; “di dema zarokatî û xortanîya min de, navekî mîna Serxet û Binxet tunebû. Çimkî hudûd tunebû. Di sîh û çar an pênc salîya min de hudûd danîn. Hudûd ku hat, bi xwe re qanûn jî anîn. Gundê me bû du parçe. Me ji gundê xwe re êdî digot Kevireşka Jor, ji yê li teref Sûrîyê ma re jî me digot Kevireşka Jêr. Trênên reş di navbera me de diçûn û dihatin. Mîna ku di orta laşê me re herin û werin. Her çiqas qedexe bû, em herin Binxetê, yanê parçeyê ku ji gundê me qut bû, Kevireşka Jêr lê, me pirr guh nedida qanûnên hudûdê wan. Ji xwe ji bo me tiştekî sosret bû, aqlê me nedixwar…”

Mihemed jî ji Bedrî re gotibû; “miletê me feqîr û belengaz bû. Bona rizqê xwe, mirin didane ber çavên xwe, xwe bera binê xetê didan, çend tiştên ku pere dikir li wir difirotin, îjar çend tiştên ku li vir pere dikirin dikirîn, derbasa serê xetê dibûn, ew tiştana dihanîn, difirotin ku, rizqê wan derkeve, zar û zêç birçî nemîne. Ji vî tiştî re digotin ‘qaçaxî.’ Yên dihat girtin jî dibû ‘qaçaxçî.’ Ceza dixwarin. Carna dihatin kuştin. Hinekê wan seqet diman. Welhasilêkelam sînor gellek malbat tarûmar kirin. Di wexta bavî min Elî de va sînora kirine navbera gelê me, xizmê me, heval û hogirên me. Ya rast me jî tu cara qebûl nekir…”

Bedrî bi çîrokên Binxet û Serxetê mezin bûbû. Mezinan qala navên gran dikirin ku digotin filan axa, bêvan beg. Filanê va kiriye, bêvanê wa kirîye. Egîdî, wêrekî, camêrî û comerdî; weswese, tirs û xof, di nav serencamên canik û camêran de xwe li hev werdidan, dibûn çîrokên tas û temam. Serî û dawî ew xet bû; çi li ser û çi li bin.

Ji alîyê Sûriyê, yanê li Binxetê, yanê li cenahê Kevireşka Jêr, qehweya nav “kizwan” hebû. Ku li Kevireşka Jêr bikelandana, bes ku bayek bihata, li Kevireşka Jor bîhna wê qehwa kizwan sutûnê pozê wan dilerizand. Bi vê bîhnê sermest dibûn, tîryakî û kêfçîyên qehwa kizwan. Li çokê xwe dixistin tîryakên Kevireşka Jor, digotin; “ax law, mirin ji xwe carekê ye, bila niha hema qasî fîncanekê kizwan hebûya me vexwara…”

Ji bo kesên wê herêmê qehwa kizwan, parçekî jîyana wan yê rojane bû, wek nan û av.

Îjar Bedrîyê ku hatibû şêşt salîya xwe, ji kurê xwe Bawer re digot: “Me dî ku çare tune. Sînorê me qontrola wê zêde kirin. Yanê ku bi destê wan were, nahêlin ku teyr û tûkek, kewek, şêlûlek jî bifire biçe Binxetê. Ewqas sînor şidandin. Dilê me jî qewhê dixwaze. Helbet ne her qehwe. Îlam qehwa kizwan. Di Xwedê de ku ez wê qehwê venexwim êş dikeve serê min. Xewa şeva ji min diherime. Neyse em şorên xwe drêj nekin, em ê di dek û dolaban de bûn ku em ê çi bikin çi nekin, ku em qehwa kizwan peyda bikin.

Rojekê, wê wextê ez ancax heme, bîst û du an sê salî. Kelekela germê ye. Min xwe daye ber sîya oda gund. Ew sibe va êvar mû dîsa nedilivîya. Talî roj êdî diqulubî, ber bi êvarê ve diçû ku bayekî hûnik min hîs kir. Hinekî bîhna min vebû. Nîv saet piştî destpêkirina bayê hûnik, bîhna qehwê jî hate min. Mîna ku ez teze ji xewa şêrîn hişyar bim, hişê min anî serê min. Ew mîskîniya li ser min bi bîhna qehwa kizwan, bayê hûnik ji xwe re bir.

Kûçikê me Cindo jî ji cihê ku bi saetan bû lê drêj bûbû rabû, xwe daweşand, li alîyê Kevireşka Jêr mêze kir, kire ewte ewt, bazda û çû. Hîn min li pey Cindo dinihêrî ku fikreke orjînal hate aqlê min.

Roja din zûtirê sibê ez rabûm min nameyek ji pismamê xwe Xelef re nivîsî. Xelef li Kevireşka Jêr bû. Me her roj hevdu didî lê dengê me nediçû hev. Mîna niha têlefon mêlefon jî tunebûn. Neyse min hema paçekî sivik li pişta kûçikê xwe Cindo girê da. Mîna ku birîn bûbe û min jî birîna heywên pêçabe. Min nameya xwe jî kire nav paçê li pişta Cindo.

Min di nameya xwe de ji Xekef dixwast ku, bila çend pakêt qehwa kizwan bikire, li pişta Cindo, bin pêç de veşêre. Jixwe Cindo ku li kuderê be jî vedigere mala xwe. Tenê pirsgirêk şandina Cindo bû, ew zehmet bû, hatina wî ne…

Roja pêşiyê min çi kir nekir Cindo min nikaribû bişînime Binxetê. Roja din dema roj qasî bejna mirovekî bilind bû, ez û Cindo li ser sînor bûn. Me dît ku ji nav gundê Kevireşka Jêr dêlikek derket û çend kûçik jî li pey dêlikê ne. Cindo ku çawa çav li dêlikê ket, mîna tîra ku ji kevan derbiçe, bazda. Kire ewte ewt, sînor binpê kir û derbasa nav erdê Sûrîyê bû. Kêfa min hate cîh û ez li benda vegera Cindo mam.

Tenê pirsgirêkek mabû; gelo Xelef wê şik bibe ku paçê li ser Cindo girêdayî veke?

Pişti sê saeta Cindo vegerîya. Bi kelecan ez çûm min paçê li ser Cindo pêçayî vekir. Bi paçik vekirina min re pênc pakêt qehwa kizwar ketin xwarê. Min rakirin, birine ber pozê xwe û bîhneke xweş jê girt û pê sermest bûm. Wê deqê ji min bextewartir ku yek hebû, ew jî teyr û tûkên li ezmana bûn…”

Wê rojê her gundîyekî Kevireşka Jor bi bîhna qehwa kizwan bi xwe hesiya. Pirranîya, xwe li bîhnê girtin û heta ber derîyê Bedrî çûn.

Bedrî hal mesela xwe ji wan re vegot.

Li ser vê meselê, çend gundîyên ku xwe jîrek didîtin li çoka xwe dixistin; “me çawa şik nebir ku em kûçik û tajîyên xwe bişînin Binxetê. Wele Bedrî ji me hemûyan baqiltir derket.”

Di nav çend hefta de, bihayê kûçikan êdî bi çûyîna Binxetê û hatina Serxetê zêde û kêm dibû.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev