Nameyên evînî – 133

Nameyên evînî – 133

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: – Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Nura min, ezîza min, delala min, hingiva min, şêrîna min. Ez kengê jî derheqa te da bifikirim, wisa hîs dikim, ku wê demê tu ji demên buhurî xweştir î. Niha jî himberî deqeyek berê tu bo min xweşiktir î.

 

¤¤¤

Qurbana te bim, tu ewqas xweş î, ku ez dikevim bin siya te û ji wê jî memnûn im.

 

¤¤¤

Ez her ro ji nû va evîndar dibim. Tu tenê ser riya evîndarîya me astengan çêneke û kesên beredayî neke şirîkên evîna me, bira evîna me wek xwe paqij bimîne.

 

¤¤¤

Mêze dikim – tu yî, dixwînim – tu yî, difikirim – tu yî.

 

¤¤¤

Eger dixwezî min biêşînî, rabe ser min, bi kulman li min xe, bi neynûkan çermê min çencerû bike, bi diranan canê min reş û şîn bike, bi canê xwe zexm li canê min xe, heta ez ji hal dikevim.

 

Wêne: Alen Ayşan

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev