QULÎXAN Û MISTEFA BEGÊ ZIRKÎ

QULÎXAN Û MISTEFA BEGÊ ZIRKÎ

Mihemed Erzurum

 

Berî wergera belgeyê, gotineke dengbêjê namîdar Mistefayê Xelê Heyran û Seyîdxanê Ûsivê Seydo ket bîra min.

 

Wek ku rêzdar apo Ahmed Aras jî bizar kiriye; Seyîdxan û Mistefayê Xelê li cîyekî rastî hev û du tên. Seyîdxan bi henek ji Mistefa gazinan dike: “Mistefa, tu di kilamên xwe de ku behsa şervanên eşîra beraziyan dikî, tu navê wan yek bi yek, hetanî pişîka ber tendûra wan jî binav dikî, çima navê min û Teyfûq tenê..))

 

Îjar Mistefayê Xelê dibêje: “Ez qurban, em û berazan em cînarên hev in, di nav hev de mezin bûne, lê hûn hinekî ji me dûr in, nav bi nav ji min re bibêje, soz ezê navê we teva di kilaman de bizar bikim…”

 

Wek pirsa Seyîdxan, hevalekî min jî ji min re got: “Li ser malbata me ya Zirkan lêkolînên te hene, em cînarê hevin, lê tu bi me re parve nakî…”

 

Emê îşev belgeyeka Arşîva Osmanî li ser du navdarên Serhedê bi we re parve bikin

 

Qulîxan Begê Zirkî

Mistefa Begê Zirkî

 

Ev herdu kesên serokeşîr, yek jê Qaîm-maqamê Alaya hemîdî ya 34, yê dîn jî Alaya 35 ye.

Di vir de tiştek din jî bala min dikişîne, wek ku em zanin Keremê Zirkî an jî Keremê Qolaxasî nebiyê Mistefa begê, yek ji leheng û serhildêrê 1925 an, endamê hereka Azadîyê bûye.

 

Piştî şikestina serhildanê li tixûbê Îranê bi qehremanî şerr kirine, ew û pismamên xwe şehîd ketine . Kerem lawê Ahmed, ew lawê Evdullah ew jî lawê Mistefa Axayê Zirkî ye. Di vî belgeyê de jî xûyaye ku ne tenê Keremê Qolaxasî, bav û kalên Kerem begê jî serên wan bi Dewleta Osmanî re di qal û cengê de bûne.

 

Ji ber ku, di wesîqeyê de bi kuştina 11 kesan û sê hev zabit’ê (subay) Romê têne sûcdarkirin. Rayedarên Osmanî dixwezin Qulîxan beg Mistefa begê û çend hev merivên wan li dadgeha leşkerî ya artêşa çaremîn de bên dadgehkirin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev