Çend gotin li ser ”Pêxemberê Jibîrçûyî Manî”

Çend gotin li ser ”Pêxemberê Jibîrçûyî Manî”

Îhsan BÎRGUL

 

“Ew çi Xweda ye ji te re dibêje, here kurikê piçûk ji dayîk û dapîra wî veqetîne?”

Ewil divê ez vê bêjim; di romana Kamran Simo Hedilî de hîs heye. Bi min edebiyata tê de hîs tune be pûç e. Berhemeke ku te neêşîne yan te dilxweş neke xêra wê nîn e. Kamran Simo ev hîs baş daye xuyakirin. Him xemgîn dike, him jî dilxweş.

Her çiqas nivîskar xwe ber bi objektîfbûnê kişandibe jî, ji navê pirtûkê jî diyar e sempatiyeke wî ya li hemberî Manî heye. Dibe ku tişta ev roman dabe nivîsandin hezkirina wî ya bo Manî be?!

Helbet ez xwe di wê kemilandina nirxandina romanekê de nabînim û binirxînim. Ne hedê min e jî. Tenê wekî xwînerekî tiştên li ber çavên min ketine dixwazim bêjim. Piranî jî ji aliyê hin peyv û biwêjan de.

Em bi çend mînakan destpê bikin.

Di rûpela 18”an de “dayikê bi dizî xwe ji yekî din avis kiriye” hatiye gotin. Wekî tê zanîn peyva “avis” ji bo mirovan na, ji bo ajalan tê gotin. Û şûna wê “xwe hemil hiştiye” an jî “ducanî, duhalan” çêtir dibû. Di rûpela pey de peyva “êşa zayînê” heye. Bi min zayîn jî ji bo ajalan e.

Di rûpela 92”an de biwêja ” kes hirçan naleyzîne” heye. Rasterast wergera Tirkî ya ” burda ayı mı oynatılıyor?”ê ye. Şûna wê ” Qey we qûna tazî dîtiye” zêdetir cihê xwe digirt.

Gelek rûpelan de peyva “xurur” derbas dibe. Gelo kesekî evqas hakimê zimanê xwe çima şûna peyva “şanazi”yê “gurur”a Tirkî li gorî xwe kiriye Kurdî? Her wiha şûna peyva ” tawan” peyva “suc” estetîktir dibû û li hevokê dihat..

Em bidomînin; di rûpela 133”an de û di çend rûpelên din de peyva ” qeyik” heye. Bêguman meriv meraq dike çima ne “kelek” qeyik. Qeyika ji “Kayık”a Tirkî tê…

Dîsa gelek cihan de peyva “Sera” heye. Rast e wexta meriv li pey hev bêje; koşk û sera, qesr û qonax problem nîn e. Lê wexta tenê peyva “sera” şûna “qesr”ê were gotin bala meriv dikişîne û aciz dike.

Di rûpela 217”an de “ez li bajarê Mêrdînê hatime jiyanê” hatiye nivîsîn.

Meriv nayê jiyanê, tê dinyayê…

Rûpela 265, çima ne “şîv”, xwarina êvarê hatiye gotin?

Di rûpela 275”an de “ji ti mesrefê nerevin” dîsa ji Tirkî hatiye girtin (Hiçbir masraftan kaçmayın). Bi min “ber pereyan nekevin” tam cihê xwe digirt.

Gelek cihan de jî ji bo ku zimanê berhemê seranser Kurdî be, gelek peyv ne di cihê xwe de ne. Ev jî kêmasiyeke din e ( nirx, vîn hwd.)

Em dikarin li vir rexneyekê li weşanxaneyê jî bigirin. Pir normal e ku rêzdar Hedilî ev kêmasî kiribin û li ne di bala wî de bin, gelo edîtora/ê vê pirtûkê û ew kesê xwendina dawî kiriye çawa ev firq nekirine?!

Hûn ê bêjin ka qet çend başiyên vê berhemê tune ne? Helbet hene û zêde ne jî. Min xwest zêdetir balê bikişînim ser kêmasiyan. Nexwe qismên baş sed carê ji yên kêmasiyan zêdetir in. Mînak; çawa Cengîz Aytmatov bi vegotina çand û jiyana Kirgizan, netewa xwe bi awayekî hostatî û edebî bi cîhanê dide nasîn, Kamran Simo jî têkiliya xizmetiya ( eqreba) di navbera Kurdan û mêvanperweriya wan bi hostatî aniye ziman. Ji bo mînak; pêşwazîkirina Ferîdûn ya ji bo Manî û Patîg, mêvanperweriya Ardî ya ji bo hersêyan. Dîsa vegera Patîg a piştî salên dirêj a dûrî malê û gotinên dayika Pîroza dibin agir û di nav dilê meriv de cih dibin. Ev jî serkeftina vegotina nivîskar e.

Amîn Maoulof di pirtûka xwe ya bi navê “Baxçeyên Ronahiyê ên Manî” de Manî wekî rojhilatiyekî dide nasîn, Kamran Simo jî pir aşkere radixe ber çavan ku Manî Kurd e…

Me nivîs bi pirseke dayîka Pîroza da destpê kirin, em bi pirseke wê ye din biqedînin. Wexta Patîg ji wergeha Menakade tê û jinan wekî kesên gunehkar bi nav dike, dayika wî Pîroza vê pirsê jê dike: “Heke dayîka te û jina te gunehkar bin, tu jî gunehkar î. Ma ne min tu anî dinyayê? Tu bi şîrê van pêsîrên min mezin bûyî”… 

(Pirtûk ji Weşanên PAYÎZ derketiye)

Çavkanî: https://diyarname.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *