Ahmed Arif

Ahmed Arif

Dr. Yekta Uzunoglu

Ahmed Arif di sala 1927’an de li Amedê ji dayik bû ku navenda xeyalên efsûnî ya Kurdan e. Li kêleka maleke li rex Sûrên pîroz ku ji kevirên bazaltê hatine çêkirin û ji serîkî heta serê din bajêr werdipêçîne…

Dibêjin “Mirov, ruhê xaka xwe di xwe de dihewîne.” Madem ev ruh e ku kesayeta mirov, xeyal û hêviyên mirov diafirîne, wê demê ji bo ku mirov ji Ahmed Arif fêm bike, li gel tiştên bi serê wê erdnîgariyê hatine, her wiha divê ji ewil hewceye mirov dîroka wî bajarî, karektera wê ya civakî û çandî fêm bike.

Dema haya Ahmed Arif ji dinyayê çêdibe û fehm jê dike, li bajêr hêj jî birînên piştî talanê hebûn. Mirov derdiketin ser Sûran û li meydanan ku li jêr dima dinihêrtin, şîna xizmên xwe yên hatine darvekirin digirtin. Li rexê din jî bi gîha, çîçek, darên yekmayî û bi daristaneke ji serîkî heta serê din re gund dişewitîn.

Ev bajarê evsanewî ku lê ji dayik bûbû, weke destpêk navê wî, êdî ew bi xwe nebû. Dewletê navê Amedê yê hezar salî ku her tim di xeyalên Kurdan de bû û bo wan nîşaneya pîroziyeke bû, êdî wek Diyarbakır guherandibû.

Dema Ahmed Arif mezin dibû, gelê Kurd li gel her tiştê ku winda kiribûn, her wiha şîna navê bajarê xwe yê hatiye qedexekirin jî digirtin.

Lê belê vî bajarî ne tenê bi navê xwe nûnertiya dewlemendiyekê dikir. Ev bajêr heta çend sal beriya ji dayikbûna Ahmed Arif jî, hemû dewlemendiyên çandî ku şêwazeke jiyana Kurdistanê ye, bi rengîniya xwe di xwe de dihewand û veguherîbû baxçeyeke mirovahiyê. Li vî bajarê wargeha rengan ku “Qedexe lê qedexe bûn”, perestgehên Îslam, Mesihî, Cihû û Êzidiyan li cem hev bûn. Perestgehên ku pişta xwe dispartin hev, bi hev re berê xwe didan asîman, hêvî û diaya ku ji perestgeheke olan dida, tev li dengê perestgeha li kêleka xwe dibûn.

Heta demeke nêz beriya jidayikbûna Ahmed Arif mirov azad bûn. Deng û awaz qedexe nebûn. Endamê her miletekî bi zimanê xwe li ser rêça baweriya xwe dimeşiya. Sûlaveke dewlemendiyê bû ku ji Asuran heta Yewnanên qedîm, ji Romayê heta Bîzans û Osmaniyan diherikî.

Di demên piştre Tirkên hov, bi artêşa xwe ve li bajêr serdest bûn.

Di sersibehekî de ji nişkan ve navên çiyayan, deştan, çeman, bajêran, gûndan, bajarokan û heta yên sewalan winda bûn. Li ser navên ku ji dîrokê ve dihatin, bi navê “Tirkitî” û “Tirkkirinê” lewhaya “qedexe”yê lê xistin.

Lê belê qedexeyê nedikariya bandorê li xeyalên mirovan jî bike. Kurdan wan navan mîna dîyarîkî pîroz di xeyalên xwe de parastin. Mîna vebûna çeq û şaxên jiyana xwe ya hatiye qedexekirin, ev nav jî li ber guhê nifşên nû bang kirin û bi vî awayî zindî hiştin.

Ahmed Arif şahidê talana zext û çanda nîjadperest bû ku hewl dida me ji holê rake .

Wek helbestvanekî ku bi dilê xwe li dinyayê dinihêrt, nebû şirîkê vî sûcê exlaqê. Serê xwe hember têkbirina mirovahiyê rakir. Zilma heyî di nava helbestên xwe de dav bi dav rêsa.

Ew helbest bûn ku di dema wî ya bitendurist de bûbûn sembola serhildanan.

***

Ji bo rejîma tirsê; kesên difikirin û dinivîsînin di menzîla “dijmin” ên talûke de ne.

Li Komara Tirkiyeyê ku hemû kes heta leglegên li asîmanan difirin jî di bin kontrolê de ne, sûcê Ahmed Arif ew bû ku pirtûkên rejîmê jê hez nedikirin dixwend û yek jî nivîsandina helbestan bû. Du caran hate girtin. Li ruh û bedena wî ya nûciwan îşkence kirin. Ji emrê wî sal xwarin.

Rast e ku demek piştre dîwarên zindanê li pey xwe hişt, lê ji serîkî heta serê din temamiya Tirkîye mîna “girtîgeheke servekirî” bû. Û kesên li vir dijiyan tev de dihatin şopandin. Ji ber ku “Fikaredarê rejîmê” bû, kesekî kar nedidayê û dema karek didît jî piştê demekî ji kar dihat derxistin.

Piştî demekî dûvdirêj îdî karî bû li Enqereyê di rojnameyekê de hinek jî be, bixebite.

***

Pirtûka wî ya yekemîn di sala 1968’an de bi navê “Min Ji Hesreta Te Qeyd Kevin Kirin” hate weşandin.

Bo wî tiştekî balkêş bû ku pirtûka wî rastî eleqeyeke nedîtî hat, ku ev zû bi zû nedibû nesîbê her helbestvanekî.

Ahmed Arif kesekî dihat “şopandin” bû û dema dît ku pirtûka wî rekordên çapê têk dide û li kolanan, li meydana helbestên wî tên xwendin, bi vê yekê piştê ewqa cefayên kambax keyfxweş û dilşad bû.

Ahmed Arif helbestên xwe bi Tirkî nivîsandin û weşandin. Di demên piştre li Kurdî hatin wergerandin.

Şopa Ahmed Arif li ser jiyana her ciwanekî Kurd li Tirkîye bêgûman çêbûye. Belê li ser jiyana min jî…

Min helbestên wî li Farqîn, Batman, Swêreg û Amedê di dema zarokatiya xwe de nas kirin. Weke ku bixwazim helbestên wî ji serdegirtina polîsan xelas bikim, yek bi yek min hemû ji ber dikirin.

Wan helbestên ku min di hişê xwe de diparastin, di demên piştre de, di salên min ên sirgûnê de ku ji zilma rejîmê bû, li wargehên xwendekaran ên Pragê, li kolanên Parîsê û li çiyayên Kurdistanê ku dema wek bizîşk li enîya şerê da bûm, her carê hêz da min û her carê ji min re got “Li ber xwe bide”:

 

“Bi xwendinê xwe ragire

Bi kar û barê xwe,

Bi neynûk û diranên xwe

Bi hêvî û evîn û xewn û xeyalên xwe”

 

***

Di sala 1971’an de di dema sirgûnên darbeya leşkeri de min li Berlînê Rahmî Saltuk nas kir ku Kurdekî ji Dêrsimê bû. Bi tembûra xwe helbestên Ahmed Arif dikirin melodî û min jî bi wî re distira.

Ahmed Arif di 2’yê Hezîrana sala 1991’î de ji vê dinyaya fanî koç kir. Min nekarî bibim yek ji wan dostên wî ku ew oxir kirin…

Di dawiya dawî de ez kesekî sirgûnkirî û dijminê rejîmê bûm.

Dû sal piştre vegeriyam welatê xwe ku 23 sal bûn jê dûr bûm. Wek karê destpêkê jî ez çûm serdana birayê wî û min sersaxî jê xwest. Bi vê yekê min hewl da ku deynê xwe yê derengmayî yê wefayê bidim. Di vê navberê de min helbestên wî yên ku kirine mûzîk, yekemîn car ji cîhazî gûhdar kirin.

 

***

Girtiyên Kurd, Ermen, Êzdî û Tirk ên li girtîgehê li dijî zilmê bi dengekî bilind helbestên Ahmed Arif dixwendin ku wek sembola berxwedanê bûn.

Lê rojek ji rojan min ew dengê wî yê gerdûnî li cihekî wisa bihîst ku qet li bendê nebûm. Lewma heyîrî mabûm.

Di sala 1994’an de ez û biraziyê min ku xwendekarê fakûlteya hiqûqê bû di zanîngeha Çarlsê, li Pragê tevî du Kurdên din bê sûç ser dawxaza Tansu Çiller hatibûn girtin. Em her çar jî ketibûn girtîgeha Ruzyne ku di dîroka gelê Çek de bi zilma xwe ya hov tê zanîn. Her yek ji me xistibûn hûcreyeke taybet.

Di hûcra min de em 10 kes di 8 metrokare de diman. Tev de canî bûn. Hûcre nîvtarî bû. Paceya hucreyê li bar arîkê bû û ji wir hinek tîrêjên rojê diketin hundir. Dengên ji derve jî min li ber vê pacê dibihîstin.

Her roj û ji her alî ve ji vê paceya piçûk min qêrîn û qîjîn dibihîstin. Di nava wan qêrînan de di carekî de çarîna Ahmed Arif ber bi guhê min ket:

 

“Bala xwe bidê, 

ka bi destên te yên ciwan û xîretkêş 

çawa ji nû ve têm afirandin”

 

Kesê ku hêviya xwe “ji dûr ve” bi rêzikên Ahmed Arif Amed diqêriya, Haci Bulutê xelqê Amedê bû.

Heta roja ku Almanyayê hemwelatîtî daye min, ez dû sal û nîv bêyî ku bêm darizandin û bêyî ‘pirs û lêpirsînekê’ di zindanê de hatim girtin. Di nava wan şertan de ya ku hêz dida min, helbestên Ahmed Arif bûn.

 

***

Di sala 2006’an de li Pragê me tevî klûbên Kurd PEN û Çek PEN’ê Roja Çanda Kurd û Çek li dar xist. Min û hevalê xwe yê kevin Vaclav Daněk ku helbestvanekî Çekan ê navdar e, di vê civînê de biryar da ku em helbestên Ahmed Arif ku min li zindana da wergerandibûn zimanê Çekî, sererast bikin û biweşînin. Hevbajarîyê min Ahmed Arif piranîya helbestên xwe di zindanan de nivîsîbû, bû “qeder” ku min wan helbestan dîsa di zindan de wergeran zimanê çekî!

Ez keyfxweş bûn ku klûba me ya Çek PEN’ê ew biryara ku me di wê şevê de dabû, pêk anî. Ahmed Arif bû helbestvanê yekem ê bernameya weşanê ku klûba Çek PEN’ê hêj nû damezirandibû.

Axire xwînerên Çek jî êdî hevbajarî û mamosteyê min Ahmed Arif nas dikin.

Helbestên Ahmed Arif ta beriya Koronaya kambax timî di çendan şanoyê çek de dihat xwendin.

 

Dewleta tirk tenê zilm hejayî vî helbestvanê pîroz dît.

Bi rihê şovelyeyan çi dibêje zarokê pîroz ê Amedê:

 

“Bi ser de here, her bi ser de,

Tifi rûyê celad bike,

Tif li rûyê kesyperest, fesad, xayînan”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Yekta Uzunoğlu

Yekta Uzunoğlu ango Yekta Geylanî, bijîşk, wergêr, nivîskar, aborînas û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953an de li Farqîna Dîyarbekirê hatiye dinyayê. Di salên 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Li Pragê, li Komara Çekya dijî. Bi tevahî 40 pirtûk nivîsîne, wergerandine û weşandiye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *