Berhemên kurdzanên me – 241

Berhemên kurdzanên me – 241

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970)”. Em wêya dikin çend beş û dor bi dor raberî we dikin. Kerem bikin, îro beşa dehan bixwînin.

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

PIRSA KURDAN PEY ŞERRÊ HEMCIHANÊ YÊ DUDA RA (1945-1970) -10

Ewha, di 16 sibat 1969 da li Gaziantebê “Mîtînga şerkariya dijî betaliyê”; di 22 sibat da li Meletyê “Mîtînga dijî bêxebatî, birçîbûn û empêryalîzmê”; di 17 adarê da li Qersê “Meşa gundiyan”; di 19 nîsanê da li Agiriyê “Mîtînga şerkariya bona dijderketina betaliyê”, hatin derbas kirin (1B7, 1969, N* US, 118, 122, 201, 1969, No 361).

 

Di 13 nîsan da, li Diyarbekirê mîtîng hat derbas kirin. Di wê mîtîngê da dîsa sloganên ku siyaseta Partiya Heqîqetê, ku projeya zagona di derheqa parastina qayde-qanûnên destûrê raberî meclisê kiribû û ku pê diviya azayên burjuwa li welêt mehrûm bikin, derb bigihînin şerkariya Kurdan a millî, gunehkar û rexne dikir pêş da hatin kişandin. Sloganên ku di wê mîtîngê da pêş da hatibûn kişandin gelek hewaskar in. Di nava wan sloganan da evên han hebûn : “Parlementerên Rohilatê ! Bes e hûn Rohilatê di nava tengezeriyê da bihêlin !”, “Ew ne zagona parastina destûrê ye, lê hilanîna wê ye”, “Li Bosforê lezet e, li Rohilatê sexîrî û bindestî ye !”, “Mirovên birçî kes nikare bi zagonên faşîzmê bide kerr kirin (bêdeng kirin) !”, “Ew serdestiya we ewê bibe qesasê serê we !”, “Bineciyên Rohilatê pola ne dijî diktaturiya we !”, “Em dijî zêrandina maddî û rûhanî ne !”, “Bira pûç bibe idêolojiya empêryalîst !”, “Gel êdî giringiya parastina destûrê fehm kiriye !”, “Bawerî li bin zagonê nayê veşartin!”. Di nava wan sloganan da yek bi zimanê kurdî hebû. Ew ji Batmanê bû : “Xwe ji Morisson, peyhatiyê Bayer, biparêzin !” (193, 14.4.1969).

 

Wek ku ji wan sloganan xuya dibe, piraniya pêşdahatinên bineciyên Rohilatê, yên ku nîşan dida ku merheleke şerkariya Kurdan a nuh li Tirkiyê d est pê dibe, dijî hukûmetê bû. Hema wan deman xebatkarên navçeyên Kurdan bi awakî aktîf piştgiriya têkoşîna hêzên pêşverû (hem ên Tirkan, hem jî yên Kurdan), yên ku dijî zordayîna empêryalîzmê û siyaseta civakên hukumdar bûn û bona safîkirina pirsên civakî-aborî, bona parastina azayên burjuwadêmokrat ku bi destÛra Tirkiyê (ya sala 1961) tê ra hatiye dîtin bûn,digirt.

 

Di destpêka sala 1969 da, cuhanên wilayetên welêt ên Rohilatê bi navê wilayetên rohilatê nêime li ser navê parlementeran ji serok, serekwezîr, serokên partiyên siyasî, sedrên wan partiyan li wilayetan, komele û rêxistinên pêşverû ra da weşandin. Di nava wê namê da, cuhanan ew projeya zagona di derheqa parastina qayde-qanûnên destûrê da, ku Partiya Heqiyê ya serokatîkir ew amade kiriye, berk rexne kir. Ew ji aliyê wan wek şaşîtî hat qîmet kirin, ji bo ku Partiya Heqiyê di nava wê projê da wan kes û rêxistinên ku bona pêşketina wilayetên rohilatê, bona dayîna mafên bajarî û civakî ji bo bineciyên wê navçeyê pêş da tên, gunehkar dike. Di wê namê da usa jî dihat gotin : “Di projeya wê zagonê da dicedînin ku heyetiya çanên cihê-cihê di wê navçeyê da inkar bikin. Qebûlkirina wê ewê nîşan bide ku bineciyên Rohilatê yên belengaz û sexîr ewê ne tenê ji empêryalîzma aborî bizêrin …, lê usa jî ji empêryalîzma “çandî”. Hetanî nuha dîwanê herdem kêmkirina mafên Anatolya Rohilatê di dereca pêşdaçûyîna çand û ziman da pirsdanîna xwe ya sereke hesab dikir. Wê demê, gava gundî, karker û rewşenbîr hişyar bûbûn û xwenaskirina wan gihîştibû dereceke bilind û wan de st pê kiribû bi çand û zimanê xwe bi ilmî binihêrin û fêr bibin, dewlet dicedand bi her awayî pêşiya wan bigire, asêgehan deyne ber wan. Wê usa dikir ku gunehkariyên xwe bixwe bin perde bike û veşêre. Loma jî

 

dîwana Tirkiyê projeya wê zagona faşîst hazir kiribû” (185, 11.3.1969). Hemû partiyên burjuwa xwe bi prensîpa nasyonalîzmê ku dixwest hemî kesên ne tirk li welêt bihelînin, girtibû. Û loma jî bernamên hemû partiyên burjuwa prensîpa nasyonalîzmê ku awayê şovînîzmê wergirtibû xistibû nava bernama xwe. Ewha, di nava bemama Partiya Heqiyê da, di derheqa wê yekê da dihat gotin ku endamên wê diviyan şerkariyê dijî wan tiş tên ku dikarin ferq di nava çand, millet, dîn-olperestiyê da bikin (miqal 9) bibin, lê usa jî ewê bi destûrê bi nasyonalîzma Tirkan va, ji bo yekîtiya milletê tirk, bên serkarî kirin (miqal 11) (30, r. 6, 7).

 

Bawer bike, hema bîr û baweriyên bi wî awayî di nava bemama partiyeke burjuwa ya mayîn, Partiya Gel a Komarî (PGK), da hatibûn nivîsîn. Tê da dihat gotin ku PGK dixwaze ku gelê Tirkiyê wek milletekî yekbûyî ku “ferq di nava yekbûna ziman, çand, idêolojî û nivîsînê da danayne” pêş da here. “Partiya me, -di nava bemamê da dihat xuya kirin-, qîmeteke mezin dide nasyonalîzmê, ji ber ku ew rikindar û parastvanê giyanê millet û xwefehmdarîxwenaskirinê ku li ser wan divê gelê tirk yekîtiya xwe biparêze ye” (miqal 3), (30, r. 58).

 

Partiya tevgera nasyonalîst (PTN) jî bi gotinên bemama xwe “dicedand ku pêşdaçûyîna gelê Tirkiyê wek milletekî tam, yê di hêla ziman, armanc, çand û nivîsînê da ne cihêkirî biparêze” (mlqal 23), (30, r. 183), bi wan bîr û baweriyan dihat serkarî kirin.

 

Binyeta siyaseta partiyên burjuwa yên şovînîst bi awakî firehtir di bemama Partiya Tirkiya Nuh (PTN) da hat xuya kirin. Tê da dihat gotin : “Em nasyonalîzmê wek yekîtiya giyanê, ya ku bîr-baweriyên veqetandinxwestinê ku ferq dixe nava olperestî, çand û urf-adetan inkar dike û li ser daxwaziya bajarvanan a tomerî ku xwe milletekî xwedî zimanekî – zimanê tirkî – û yê çanda tomerî – ya tirkî – hîm dibe hesab dikin” (30, r. 376).

 

Hemû partiyên siyasî pirr-hindik di derheqa tevrabûnên li rohilata welêt da peyivîn û qîmetên xwe dan wan. Partiya Heqiyê ya serokatîkir hema ji destpêkê da bi guhdarî dîtina xwe dida qewimandinên li Rohilatê. Wê teşkîldarên meşîn û mîtîngan bi perçekirina welêt, firotina weten gunehkar kir û de’w kir ku binecî tevî wan nebin. Bi wê dew’kariyê usa jî cîgirê serokê PH, Talat Asal, gava çûbû Urfa, Bingol, Tuncelî û wilayetên mayîn bona di cî da bi sebebên meşîn û mîtîngan bihese, pêş da hat. Di peyvê xwe da wî got : “Niyet-meremên teşkîldarên mîtîngan ên şexsî hene. Ew dixwazin welêt perçe bikin, nûnerên milletên cihê-cihê berî hev bidin. Ev karên wan dikarin wek neyartî di hindava welêt da bên hesab kirin” (193, 22.10.1967).

 

Lê partiyên muxalefetê bi fikrên hukûmetê û lîderên PH di hindava qewimandinên li wilayetên rohilatê da qayil nîn bûn. Nûnerên Partiya Gel a Komarî Û yên mayîn ên muxalefetê jî çûn navçeyên rohilatê, lê bixwe tevî meşîn û mîtîngan ne bûn. Bi tomerî hildayî, partiyên burjuwa yên muxalefetê nemaze bi ferzendên taktîkî (hilbijartinên parlementê nêzîk dibûn) ew meşîn û mîtîngan rexne kirin. Ewha, lîderekî PGK ê bi nav û deng, Kemal Satir, ku di partiya muxalefetê ya sereke da bû, gava li Mêrdînê peyivî got : “Partiya me bi kûr-dûr dîtina xwe dida meşînan. Me li ew pirs nihêrî. Çiqas ew li bin hukmên hundirî û yên derve bin, ewqas ew dijî tambÛna welêt in. Ez bi bawerî û kubarî îlan dikim ku welatparêz û lawên mêrxas ên wê wilayetê piştgiriya tambûna welêt dikin. Helbet, ewê mirovên usa peyda bibin ku ewê bixwazin wan pêşdahatinan bi kar bînin û di nava ava şêlûbûyî da bigirin. Q eger bi wan ra li hev bê ku çend tevhevbûnan bînin jî, eger di wê yekê da temamiya navçeyê gunehkar bikin ras t nabe” (193, 18.10.1967).

 

Lê tevî wê yekê, partiyên burjuwa yên muxalefetê li ber xwe diketin ku nûnerên Partiya Tirkiyê ya Karkeran tevî wan mîtîng û meşînan dibûn (193, 18.10.1967).

 

Gilî ew e ku Partiya Tirkiyê ya Karkeran (PTK) dicedand ku qîmeta objêktîf bide tevrabûnên 11 wilayetên rohilatê, ji wan ra di nava şerkariya welêt a pêşverû ya tomerî ku di salên 60 da çiqas diçû zortir dibû da cî bibîne.

 

Endamên PTK tevî mîtîng û meşînên ku wek qewimandineke berbiçav dihatin hesibandin bûn. Gilî di wê yekê da ye ku hinek komîtên tkîldariyê dicedand ku ew pêşdahatin wek ên xurû rohilatê raber bikin (ango, yên dijî derebegiyê an jî etnîkiyê), û giva tu tuştekî wan pirsên tomerî tevî pirsên welêt ên civakî-aborî yên mayîn tu nene. Serokatiya PTK, M. A. Ayber, Behice Boran, Tank Ziya Ekinci û yên mayîn di nava peyvên xwe da nîşan da ku pirsa rohilatê ya “serbest” tu neye û dikarin ew bi radîkalî, tevî pirsên welêt yên civakî-aborî yên hîmlî yên mayîn, safî bikin. M. A. Ayber di mîtînga 22 oktobr 1967 da li wilayeta Agiriyê ya teşkîldarî da got : “Em bi şabÛn û bi razîbûn mîtîngên li Rohilatê enene dikin û hîn dibin. Ev mîtîng diyarbûnên xwefehmdariya millî ya herî geş in û ew van salên dawîn çiqas diçin bihêztir dibin. Xebatkarên Rohilatê yên bê maf û feqîr-fiqare bi rewşenbîrên xwe ra tevayî de st pê kir ji bo mafên xwe rabin meydanê … Bona derc bikin gel ji bo çi rabûye, çi ecêbnenere aniye serê gelê bindest, divê bizanibin … Partiya Tirkiyê ya Karkeran ji roja sazbûna xwe da dibêje ku hemû xebatkarên welêt, çi yên rohilatê, çi yên roavayê, birayên hevdu ne, daxwaziyên wan yek in û loma jî bi hemû pirsan … divên weke hev binihêrin. Xwedî milkên mezin, piştgirên wan … avê şêlû dikin, gelek hereket dirijînin bona ku karkeran bixalifînin, guhdariya wan ber bi hêleke din bikin … Çekê wan ê sereke di wî karî da xapandin e, şer-şiltax e, buxdan e … Pirsa sereke ew azabûna ji nîrê empêryalîzma Amerîka ye û … qeydê kapîtalîzmê ku bingeha wê li bal wan e … têkoşîna dijî empêryalîzma Amerîka ew têkoşîna dijî kedxuriyê, ji bo sosyalîzmê ye” (115, r. 593).

 

Û bi rastî jî, safîkirina pirsa Kurdan li Tirkiyê bi xurtî bi warguhastinên dêmokratîk li welêt, bi şerkariya gelên Tirkiyê dijî zordariya empêryalîzmê, herweha jî dijî rêaksyona hundirî, girêdayî ye.

 

5. Rêxistinên siyasî û mirovî ku serokatiya tevgerên Kurdan di nîveka salên 60 ya duda da dikir.

 

Zagondariya Tirkiyê ne dihîşt ku milletên Tirkiyê yên biçûk xwedî partiyên siyasî bin. Ewha, miqal 89 û 90 yên zagona di derheqa partiyan da (N* 648), ku di tîrmeha 1965 da hatiye qebûl kirin, sazkirina her cûre partiyên ku ji endamên gelên welêt ên cihê-cihê bibûna, wek parastvanên milletên biçûk, usa jî şerkarî bona ku otonomiyê bidin navçeyekê bikirana, qedexe dikir (29, r. 106-107).

 

Lê dîsa jî dema qebÛlkirina wê zagonê êdî li Kurdistana Tirkiyê çend rêxistinên kurdî yên siyasî û mirovî (yên lêgal û ne lêgal) yên ku şerkarî bona naskirina mafên Kurdan ên millî li Tirkiyê dikir kar dikir.

 

Di nîveka salên 60 da, di qewlên têrora hov da welatparêzên Kurdan Partiya Dêmokrat a Kurdistana Tirkiyê (PDKT) a ne lêgal saz kiribû. Organa wê ya weşandinê tu nebû û tenê bi saya çend bultenan weşanên yekcare, yên ku bi tirkî an jî bi zimanên mayîn çap dibûn, meriv dikaribû di derheqa bemama wan da serederî bikira. Armanca Partiya Dêmokrat a Kurdistana Tirkiyê ya sereke ew bû ku otonomiya tam bidin gelê kurd, di goveka Komara Tirkiyê da, bona naskirina mafên gelê kurd, pêşdeçûyîna çand û zimanê millî, azadiya Kurdan a neteweyî. Di nîveka salên 60 da, êdî hukmê wê partiyê li Kurdistana Tirkiyê pirr bû (85, r. 194).

 

Di novembra 1966 da, PDKT tevî partiyên biratiyê yên mayîn di kongreya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê PDK, ku li Gelalê (Kurdistana Iraqê) hat derbas kirin, bû (169, r. 240). Hema di wan deman da, PDKT karkirina xwe bi carekê va da guhastin û bi we’delî aktîfbûna xwe li hundirê welêt da kêm kirin. Biryara usa hate qebûl kirin ku girêdayî qewimandinên Iraqê ku tê da bi serokatiya Partiya Dêmokrat a Kurdistanê (PDK) Kurdan şerrê xwe yê giran Û bi hêz bona otonomiya Kurdistana Iraqê di goveka Komara Iraqê da kiribû bibin.

 

Lîderên PDKT kemala qewimandinên li Bakurê Iraqê bi layiqî wek şerkariya hemû Kurdan a azadariyê qîmet kir. Wan biryar kir ku piştgiriya PDK di şerrê wê ya mêrxasiyê da, bo mafên Kurdan ên millî li Iraqê, bikin. Eger li rastiyê bikeve, PDKT di bin tesîra Barzanî ya mezin da bû û wek perçeke PDK li Tirkiyê dihat hesibandin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *