Ji nimûneyên zargotina me – 241

Ji nimûneyên zargotina me – 241

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema dusedûçilûyekê me ji pirtûka kurdzan Emînê Evdal ya “Heleqetîyêd pizmamtîyê nav kurdada”, ku sala 1965an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Berhema yanzdehan berdewama nivîsa ”RIKNÊ MALHEBÛNA BER, QEBÎLÊD KURDAYE BERÊ Û YA KURDÊD SOVÊTÎYÊ, CÛRÊ JÎYANA WANA” ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

BER, QEBÎL –6 

Kutasî, emrê praktîkda, her cîya nav kurdada wexta glî-gotina, wexta qewmandina û derecêd mayîn, timê navê bera, qebîla, êl-eşîreta, serkarêd wan qnyatêd xeberdanê bûye. Wê şûnda, usa jî folklorêda navê ber, qebîla, êl-eşîretê, serkarêd wan mêrxasa tê hildan.

Hilbet, derheqa folklora kurdîyê, analîzkirina wê me gelekî dikaribû binivîsya, lê bo em ji têma xwe dûr nekevin, qebîlara, xûn û qinêtîyêra grêdayî, kin dibirin.

Wexta em derheqa ber û qebîla, êl-eşîretada xeber didin, gerek bîr nekin pevgrêdana pizmama ji terefê dê. Xûn û qinêtî, pizmamtî tiştê teze nînin, çawa me jorê got, grêdayîne qeydê berekara, berê ewlin hema bereka dêra, wekî atrîbûta zemanê matrîyarxatê hîmlî tê hesabkirin. Wî zemanî xûn û qinêtî timê ji alîyê dê hesab dikirin, zaro jî ji alîyê dê dihatin naskirin, lema jî berê ser navê bereka dê gazî zara dikirin, berek jî ser navê dê bûn,çimkî neferêd berekê, gişk jî ewledêd seroka berekê dihatin hesabkirin. Wekî usane, wexta berektîyê dîsa ser hîmê xûn-qinêtîyê jine pêşbûn, serfinyaz, wana nizanibûn çiye berdestî. Jinê serkarî dikir, neferêd berekê bi navê dê dihatin naskirin, bi wêra grêdayî neslet, silsilet jî ser navê dê hesab dikirin. Wexta digotin flan kes ji kîjan berekêye, wî çaxî navê dê hatîye dayîn, lê zemanê patrîyarxatê navê mêrê malê, navê bavê, kalikê, pêşîyê silsiletê hildidan.

Pey mirina dêra jî hebûna berekê, serkarîya wê dighîşte jina kulfete sere.

Terîqzanê hurumayî eyan Hêrodot wedê xweda gotîye, wekî merîyêd Lîkîyayê bi navê dê tên naskirin, lê ne bi navê bavê, wekî usane, wextekê bal wan matrîyarxat hebûye, çimkî wextê derheqa berekê û kirinêd wê xeber didan, timê navê dê dihat hildanê, çawa serkar. Eva yeka bi wê faktê tê îzbatkirin, wekî ser kevirêd mezelêd Lîkîyayê tenê navê jina hene, navê mêra nenvîsîne.

Ew paşmayîyêd matrîyarxatê, wekî nîşan didin xûn û qinêtîyê, pizmamtîyê, edet neferêd bereka, rind hatine eyankirin folklora kurdaye pir janre dewlemendda. Heyf, wekî qnyatêd meye arxêologîyayê tunene, lê faktêd folklorê kêmqewat nînin, bona îzbatkirina wê yekê, wekî wextê jinê serkarî li bereka kirîye û berek bi navê wê hatine naskirin.

Berê ewlin meselêd cmaeta kurd îzbat dikin, wekî zemanê arxaîk jinê her derecêda serkarî kirîye, ew serbest û serfinyaz bûye, ew mesele zûda hatine efrandin, dibêjin: ”Jin heye sed mêrî hêjaye”, ya duda ”Jin jî hene, jinkok jî hene”(37).

Evan meselana nîşan didin, wekî çawa mêr, jin jî mêranî serkar bûne, zor bûne, wana zemanê berê serkarî li bereka xwe, qebîla xwe kirine.

Çîroka ”Dewrêş”-da, bi destî jinekê, egîtê wê diçe welatê xerîb, gelek welata derbaz dibe û timê rastî jinêd sere tê, yêd pîredêye şîretdar, eger bi dil yan jî bê dil, egît bi glîyê wan şuxulê xwe dike, ew rastî mêra nayê(38). Wê şûnda gelek çîrokada û efrandinêd cmaetêye dinda, egît bi gotina dê şuxulê xwe û berekê tînin sêrî, tevî şer û dewa dibin.

Nav mileta gişkada, her bi navê jinê him kulfet, him berek, him jî qebîl hatine naskirin. Îzbatîyêd navaye usa, berekara grêdayî, diha pirin nav cmaeta osda. Derheqa serbestîya jina os heyetîya navê wê Vanêyêv dinvîse.

”Li Osêtîya penzerê diqewime, wekî kulfetê malê berê xwe ser navê jina hesab dikin. Ser hîmê varîyanta lêgêndekê, serkara bereka mezin, ya Xûbûltê-Xûbûla, jin bûye ”(39). Serkara wê berekê: Xûbûla ji selsileta ”Galavanov” bûye, wê silsiletêra jî xênji Galavanov dibêjin ”Galûan” jî, wekî nîşan dide navê jina os. Paşê bi gotina Vanêyêv ”an” yan jî ”on” zmanê osada sûfîkse û nîşan dide qismê jinê, yanê komeke merivaye usa, wekî ser navê jinê bûne, bin bandûra wêda bûne. Komêd usa bi serbestîya jinêra grêdayî nav cmaeta kurd, ermenî û miletêd dinda jî hebûne, wekî nîşan didin heyetîya ber û qebîla ser navê jinê wextê arxayîkda.

Navêd usa heta îro jî hene, wekî nîşan didin heyetîya ber û qebîla ser navê jinê, mesele: nav ermenîyada hene gelek famîlêd wa: Nûnûfaryan, Nabatyan, Çêvhîryan, Şûşanyan û yêd din, usa jî nav kurdada, mesele: Nenêya, Bedîlya, Xezêya û yêd din. Çawa nav osada sûfîksa an, on, usa jî nav kurdada ”A” nîşan dide qismê jinê ”Î”, ”YA” jî nîşan didin komê, ya ser navê mêr yan jî jinê. Zmanê ermenîda jî çawa bal me Î û YA, bal wan jî YAN nîşan dide jêrabûnê, wekî kom ser navê jin û mêrane, wê şûnda nîşan didin heyetîya komêd merivayê terîqî, yêd xûn û qinêtîyê. Nav kurdêd Îranêda hene ber û qebîlêd usa, wekî ser navê jinêne, mesele: nav qebîla Zafaranûlîyada hene evan berêd hana: Kevanî, Mehlemî, Marêsî (Mirdêsî) û yêd din.

Em ji terîqa matrîyarxatê zanin, wekî bi serkarîya jinê hebûne komêd xûn û qinêtîyê, bi navê wê hatine gotin û paşmayîyêd wan em îro nav kurdada dibînin, wekî ji zemanê arxayîk tên. Fûnksîyayêd malê him jî yêd cmaetîyê, berê alîyê xûn û qinêtîyêda hesabkirî destê jinêda bûne. Edetekî kurda wê yekê îzbat dike, ew edetê xweykirina zara etîme. Wexta merîyêd qebîlekê zareke pizmamêd xweye bav, dê lê mirî dianîn malêd xwe, xwera dikirin ewled: ”Wî çaxî, -dibêje Şîrinşahê Emer,-bi erf û edetê dinyayê, jineke malê ew zarok krasê xwera derbaz dikir, xwera dikir ewled, îda ew zaru ewledê malê dihat hesabkirin”. Eva edeta nha jî nav kurdêd Dêrsimêda heye. Edetê krasra derbazkirina zara zûda hebûye. Em gotineke kurdîyê bînin ortê, wekî nîşan dide heyetîya wî edetî. Hema nha jî, wexta derheqa terbîyetkirina zarekê yan jî cahilekî merîk xeber dide, yê pêşberî xwera dibêje-tiştekî nake, cahile ”bike krasê xwe”, yanê bike ewledê xwe, terbîyet bike.

Eva edeta nîşan dide, wekî zemanê berekîyêda usa jî formasîyêd dinda (nav kurdada) ew fikr hebûye bona neferêd koma wane xûn û qinêtîyê zêdebin, ewledêd wan ji pizmamêd xwe neqetin. Bi zêdebûna neferêd teze, mal, berek û ber him ji alîyê malhebûnê, him jî ji terefê qewatêd şer qewîn dibûn, zor dibûn. Vêderê neynesîya qebûlkirina zara malda, qebîlêda dîsa jine.

Wexta malxwê yan jî mêrê malê ne li mal bûya, wî çaxî bo mêvana û glîyêd din jî fûnksîya malxwê kevanîyê diqedand. Kevanîyê, jina malêye sere aza bi mêvanara xeber dida, mijûl dikir, paşê jî bi dilovanî, kinêzayî mêvanêd xwe verê dikir, îzna neferêd malê tunebû wê derecêda mqabilî kevanîyê, jina malêye serkar xeberdana.

Eva yeka nîşan dide serbestîya jinê malda alîyê xûn û qinêtîyê, serkarîkirinêda. Edetêd usa nav kurdada zefin, ku bîr tînin serbestîya jinê, wekî berê, her tişt, neferêd kulfet, hebûna malê, nav-nîşanêd qebîlê bi navê jinê hatîye naskirin, jin bûye fîgûreke berbiçev him malêda, him jî nav dor û berê xweda, ew zemanê matrîyarxatê bûye, yanê berî qeydemexlûqetîya qûltîyê. Paşê ser hîmê pêşdaçûyîna qewatêd deranînê qeydê matrîyarxatê tê guhastin, pêşda tê patrîyarxat. Matrîyarxat û patrîyarxat du êtapêd teşkîleta berektîye terîqîne, du cûrêd usa, wekî tenê zemanê berî qûltîyêra grêdayîne.

Zemanê patrîyarxatê mêr her tiştî dike bin bandûra xwe. Him malda, him jî nav cmaetêda ew cîyê pêşin digre, jin jî cîyê duda, jin bi xwe jî dikeve bin bandûra mêr. Derheqa wê yekê glîyê kutasîyê gotîye F. Êngêls, wekî me jorê got.

Zemanê patrîyarxatêda, her tişt bi navê mêr tê gotin, naskirin. Ji terefê naskirina jinê, nha tenê paşmayîn hene. Me ew paşmayîn anîn ortê, zêde ne lazime.

Çawa zemanê matrîyarxatê, usa jî yê patrîyarxatê merî, neferêd berekê bi navê serkar yan jî serkarê berekê, qebîlê dihatin naskirin. Berê, nha jî sîstêmeke xûn û qinêtîyê, serkarîyê usa nav kurdada heye, wekî nîşan dide ji terefê mêr naskirina zara û neferêd malêye din. Ew sîstêma agnatîyêye, wekî ji patrîyarxatê tê, grêdayîne xûn û qinêtîyêra. Awa, xeberêd kalik, bav, kurêd kalikê yan jî birêd hev, kurap, nebî, nebiçirkêd kurîn û pizmam wê yekê îzbat dikin. Wexta xeberdanê kurd xarzîya kurê xarzîya jî xûn û qinêta xwe hesab dikin, lê emrê praktîkîda wexta qewmandinêd giran, şerê orta ber û qebîlêd xala û xarzîya, xarzî û kurêd xarzîya ne diçûn pişta qebîla xala, lê diçûn pişta qebîla bavê xwe.

Eva yeka bi ulmî wê prînsîpêra tê grêdan, wekî paşwextîyê mêrî pêş bûye, jinê cîyê duda girtîye, çawa F. Êngêls dibêje, paşwextîyê jin bû qûla mêra, haceta zaranînê. Extîyarîya wê hîmlî hat birîn him malêda, him jî nav cmaetêda, ew niqs bû.

Vê demê jî, xênji welatê Sovêtîyê, nav kurdêd welatê Îranê, Romê û yêd dinda halê jina kurd xirabe, ewe nexwendîye, emirbirîye, kutayî, lêdaye”(40). A.P. Kalpakov wexta derheqa qebîleke kurdêd Îranê – Celalwanada xeber dide, bi cûrekî melûlî qse dike û dilêşîya xwe eyan dike bo zelûlî, paşdamayîna jina kurd, temamîya kurdêd Îranê(41).

Welatê derekeda himberî hev kirî, başqe gotî Îranêda û Tûrkîyayêda ser jina (usa jî jinêd fariz û tirk) pire dêspotîzma mêra. Gelek cara hukumetêd Îranê û Tûrkîyayê wexta ji hindava jinê mêr gunekar nas dikir, jêra dey nakin, nadin ber cabdarîyê, çimkî quranêda jî hatîye nvîsandin, wekî jin xwelîya bin lingê mêre. Eva yeka, çawa me got, ji zemanê berê tê, gelek cara serbestîya wêye xûn û qinêtîyê pêpes dibe.

Eger berê ser hîmê xûn û qinêtîyê berek ser navê jinê bû, lê zemanê patrîyarxatêda hat guhastin ser navê mêr, bi navê bereka mêra her tişt hat naskirin, mesele: Mûsêsana, Şemsika, Sitûrka, Mixayîla, Hesenlera, Bûtka û yêd din. Mûso, Şemso, Mixo, Hesen û yêd din nîşan didin, wekî wana serkarî li qebîla kirine, serkarêd êl-eşîreta bûne.

Serkarêd berê, qebîlê, êl-eşîretê him terêq bûne, him jî ne terêq, mesele: ”şêx” gotî terêq tê hesabkirin, lê ewî serkarî jî li bera, qebîla dikir. Bi pizmamtî, nha jî xeber didin derheqa ewleda, bera, navê bavê hiltînin, paşê navê dê, mesele: qîza Elî, kurê Cimşît, ewledêd Husêyn, usa jî wexta şer û dewa navê mêra tê hilanîn, paşê navê jinê. Xwelî, zozanêd arizî, av, werge ser navê mêr bûn, usa jî ewana kutîka gundda ser navê mêr dihatin nvîsandin, mesele: berî rêvolyûsîya Oktyabrêye sosîyalîstîyêye mezin, li qeza Yêrêvanê hebû zozana Cewo axaye arizî”(42).

Wexta derheqa obê glî dihatin kirin, dîsa navê mêr dihat hildan, digotin, mesele: oba Cewo axa, oba Ûsiv begê, oba Şemşedîn, oba Elîyê Heso û yêd din. Lê obe jî bi navê serkarê qebîlê yan jî mêrekî dinî nav û dengî qirinte dihat naskirin. Eva edeta nav cmaeta os û miletêd dinda jî hebûye.

Derheqa vê yekê, ber û qebîlêd cmaeta osra grêdayî M. Kovalêvskîy dibêje:

”Berêda serkarê obê ew dihat hesabkirin, yê ku emrê xweda qirinte bû, dilovanîya xweva, culetê xweva, serbestîya xweva, aqilva, rastgotina xweva layîqî hizkirin-bawarîya neferêd bera dibû”(43).

Eva yeka nav gelek miletêd Pişkavkazêye dinda jî hebûye: nav xêvsûrêd gurcda, hasanlerêd adrbêcanda, ermenîyêd Sîsîyanê û Gorîsêda û yêd din. Em derheqa wan naxwezin sîtata bînin ortê.

Bona naskirina ji terefê mêr eyankin, îzbatîke êtnografîyê din jî ewe, wekî kurd didin xebatê xebera ”bra”. Nêta wê xeberê bi xûn û qinêtîyê, bereka, qebîlara grêdayîye. Nav kurdada heye ew femdarî, wekî dibêjin ”bra”, xênji birê helal, pizmama, destebiraka û merîyêd nêzîk jî hesab dikin. Wexta dibêjin ”Brê meyî mezin”, xênji birê helalî mezin, kurd usa jî fem dikin serkarê ber û qebîla xwe, mêrê pizmamî qirinte, mêrê qebîla xweyî bi nav û deng.

Eva femdarîya fratryale, wekî ne ku tenê nav kurdada, usa jî nav cmaetêd dinda hebûye. Derheqa wê yekêda nvîsîne Morgan, M. Kovalêvskîy, X. Samvêlyan, Z. N. Vanêyêv, Y. Lalayan û yêd din. Wexta kurd dibêjin ”Bra”, berê ewlin fem dikin heyetîya tifaqê nav bira-pizmamada. Berê kurda merîyêd miletê dinra digotin ”bra”. Carna kurda digotin ”Eva birê mine”, ”Eva pizmamê mine”, ”Eva ji bera mine”, ”Eva ji qebîla mine”. Gotin û femdarîya usa em nav çerkezêd Pişkavkazêda jî dibînin. Ewana bera xwera dibêjin ”Tlyaxû”(44). Bê femdarîya pevgrêdana xûn û qinêtîyê nikaribû hebûya xebera Tlyaxû, çimkî ew xeber nav çerkezada tenê bi pizmamtîyêra grêdayîye. Pizmamtîya usa nav kurdada, ji alîyê xûn û qinêtîyê diha qewîn bû. Eva yeka nîşan dide heyetîya berekêd kurd û çerkeza zemanê qeydemexlûqetîya qurnêd kevinda. Paşmayîyêd edete usa nav cmaetêd Pişkavkazêye dinda jî hebûn, mesele çawa nav kurdada berek, paşwextîyê ber, nav çerkezada-Tlyaxû, nav kabardînada jî heye xebera ”Li bîn” (ber, koma bira- pizmama), nav xêvsûra berêd gurca dinda heye ”Gvarî” yan jî ”Sadzmo”(45) û yêd din. Evana paşmayîne, çawa me go, navêd kevnin, wekî bîr tînin pevgrêdana xûn û qinêtîyê, lê naskirin ne ji terefê jinêye ji alîyê mere, çawa nav kurdada heye. Berî rêvolyûsîya Oktyabrê bal me, nha jî li welatêd dereke, nav kurdada teşkîla qeydecmaetîyê awa bû: mal (mala biçûk yan jî mezin), ber, qebîl, êl-eşîret. Ji serekê malê destpêkirî heta êl-eşîretê, serkarêd wan mêr bûn. Hilbet, hebûn qebîl û ber jî, wekî serkarêd wana jin bûn, çawa serkarê mêr, usa jî serkara jin xwe dûrî qebîlê nedikirin, xwe hesab dikirin ji xûn û qinêta pizmamêd xwe, neferêd ber û qebîla xwe. Em çawa zanin têrmîna ”bra”, wekî me jorê got, îro nîne, ew têrmîn grêdaye pêşdahatina kulfetra, xûn û qinêtîyêra.

(dûmayîk) 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *