Melekê Tawus li Ezdaîzmê -1

Melekê Tawus li Ezdaîzmê -1

Serokê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow doktor Yûra Dasinî gotareke delal ji malpera me ra şandîye, ku tê da malûmatîyên giring hene derheqa dînê gelê me yê esilî û kevinare da. Ji ber mezinbûna nivîsê em wê dikin sê beşan û ji îro da sê rojan pey hev wê diweşînin. Kerem bikin, îro beşa pêşin bixwînin.

Dr. Yûra Dasinî

Dîrêktorê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow

 

Beşa 1

Ola êzîdî yek ji kevntirîn olên cîhanêye. Tê zanîn, berî ku islam di sedsala 7-an êrîşî Mezopotamiya bibe, kurd bi ola xwe êzîdî û zerdeştî bûn (li gorî efsûne ya êzȋdî, zerdeştî di encamê çaksaziya kesayetiyê olî pȋr Zerdeşt ji ola êzdî cuda bû, û ji ola bav û kala derçû). Hînkirinên ola êzȋdî di pirtûkên pîroz -”Mishefa Reş”, ”Cilwa” û gelek sirûdên pîroz de hatine danîn. Li gorî efsûne, ji dema ku gerdûn avabû û Melekê Tawûs yekemîn car dakete ser erdê, nivîsar ên pîroz yên ola êzȋ dî dȋarȋ civakê kir ȗ ji wê demê heta ȋro hene. Di van nîvîsaran tê xuyakirin çawa Xweda heft Melayîketê mezin, gerdûn, xweza, ajal, mirovê pêşîn – Adam û Hewa, pêşîê êzîdiyan Sefar bin Cêr afirand. Despêkê li vî karê cîanê de, Xweda heft milyaketê mezin afirand, bo herdem pêre alîkar bin. Melek Tawûs kesê yekeme ku Xweda ew efirand. Xweda, jidêlva heft Melayîketê Mezin, heft rengên têrêjê dirustkir, ku carna li ezmanê dinyayê (bi piranî li dora Rokê) diyar dibin. Ji bilî wê, ji heft rengên tîrêjê, Mezinê Milyaketan-Melekê Tawûs bi rengê şînve tê girêdan. Di ola êzȋdî, rengê şîn rengê ezmane û bingeha hemû rengane.

Di ”Mishefa Reş” de derbarê Melek Tawûs da weha tê gotin:

  1. Roja ewil çaxê Xwedê afirand arî dikir yekşem bû. Xwedê melekek afirand û navê wî kir Ezraîl (ew Melekê Tawûse); roja duşembê melek Derdail; Roja sêşembê melek Israfil; Roja çarşembê melek Mîkail; Roja pêncşembê melek Cebraîl; Roja înî melek Şamnail, Roja şemiyê melek Tûraîl. Xweda Melekê Tawûs kir rêberê tevan.
  2. Xwedê bi alîkariya haft milyaketan, haft ezman, erd, tev û heyv, ajal, her weha bo xemilandina zemînê, dar, gîha û çiya afirand.
  3. Xwedê gote meleke: “Ez Adem û Hewa efirîn dikim û bi sûretê wan benî Adem efirîn bikim. Ji bedenê Adem ezê Sefar biafirînim û ji wî wê bê dunîya milet, kîjan jî pêyda dibe miletê Melek Tawûs – ew êzdaîne”.

 

  1. Paşê, Xwedê hate xarê, ser çiyayê Reş rawestiya û her tişt sipart Melekê Tawûs, ȗ Melekê Tawûs re got: ”Min her tişt sipartiye te”, û hevre hilkişyan ezmana.

 

Pirtûka ”Cilwa” de Melekê Tawûs derbarê xwe weha dibêje:

1:1 Ez hebûm, niha jî heme û dimînim hetanî axirzemînê. Qewata (zora) min heye ser hemû efrandina.

1:2. Ez hazir û xêrim boy wan kê bawariya min dikin û şîretê ji min dixwazin.

1:3. Qet cîk tine wekî ez têda nebim. Tevbûna min heye bal hemû qewmandinada.

1:5. Efrandinê te bietêra heqê qanûnî didim.

1:6. Wê acizbe ew kê miqabilê mine.

1:7. Xwedan êd maîn tev îşê min nebin. Her çi jî ez bixwazim ewana miqabil nînin.

2.2. Qewata min heye ser hemû tişta çi jî ser ezman, ser erdêya û bin erdêya.

2:4. Xerê bêmenî mexsûs wanre dixwazim êd ku hîmî min bûne û guhdariya min dikin.

2:9. Renc û nexaşî wanare tînim kê pêşberî min diçnn.

3:6. Ecêbiyê xwe nîşanî wana dikim, kê jî dewê dixazin.

3:7. Ez xerîba kîjan jî xirabiye dikin û bi temyê min û hevalbendê min naçin wê zirarê bibînin, çimkî nizanîn wakî ezîmî û dewletmendî destê min danin.

4:7. Caxê tev xerîba dijmintayî hebe, Ezê wana biparêzim kê jî tevî minin/

 

Di qewlê Melekê Tawûs tê gotin: “Ya Rebî … tuyî kerîmî, tuyî raîmî, tu melîkê malkê cîanî, tu melîkê erş û kûrsîy, mekanê te li hamû erde, tu hem dermanî û hem dawayî, tu mirazî em daxwazin, tu heyî, tu heyî, tu heyî”.

Weke ku em dibînin, ”Melekê Tawûs” ola êzîdî de, milyaketê herî mezine û nêzîkî Xwedêye, alîkarê serekî yê Xwedê di afirandin û serweriya cîhanê deye, melekê pîroz, bihêz û herheyî. Xwedawendiya vî milyaketê ezmanî di destpêka afirandina cîhanê de pêkhat û koka wî ya xwedawendî bênavber heya roja îro jî berdewam dike.

 

Milyaketê Xwedan 

Melekê Tawûs ola êzîdî de Xwedanê civakêye û ne tenê simbolê giyanîye, lê simbolê desthilat, meznahî, temendirêjî, şehrezayî, bedewbûn û rûmetê ye. Milyaketê Xweden di civaka êzîdî, cihê herî bilind di zanistiya gerdûnî a ola êzîdî de digre.

Di pêşgotina pirtûka pîroz ”Civla” de tê gotin: ” 1. Ew kê pêşiya hemû heqîqetiyê bû – Melek Tawûse. 2. Ew bû kê Abtaûs şande alemê wekî başqe bike cimeta xweye xas û beghîne wî zanebûna heqîqetê û azad bike ji tirsê û xofê.

Li gorî efsûneya êzîdî, piştî afirandina cîhanê, Xweda ji civaka êzîdî hezkir û alîkarê xwe yê sereke, serokê Milyaketan ji wanre kir milyaketê parêzvan. Paşê bi fermana Xwedaê Mezin, Melekê Tawûs ji ezman daket erdê, bo dîdarî civaka xwe bibe û rastiya zanîna Xwedayî ji wanre ragihîne. Wî dora tevaya erdê dorpêç kir û her perçeyek wê pîroz kir, û di dawiê li cîhê ku nuha ji hêla cîhanêve wek Lalişa Pîroz tê zanîn, li Mezopotamîyê (li bakurê Iraqa îroyîn), ku li gorî efsaneyê Eden li wir bû, daket. Dema serokê milyaketan daket erdê, ew bi rengê teyrê Tawûs yê pir spehî û rengrengî ji êzîdiyare diyar bû. Jiber rengê wî yê spehî, êzîdiya navê wî Melekî, Tawûs lê kirin. Navê Tawûs ji du gotinên kurdî – (Tav), ku wetaya wê ronahiya rokê ye û (Sî) ango tarî, pêk tê. Ew, wek hemû afirandinên Xwedê têkelê du dijberiyane – roj wek ronahî, û tarî wek nenasî. Melekê Tawûs rêûrêzan, qanûn û dabûnêrît radestî pêşî ên êzîdiyan bi navê Sefar bin Cêr (di Incîlê Sîf) kir, ku êzdî divê wan bisepînin, û ku ew ji bav derbasî kur bibin. Paşê Melekê Tawûs Sefer piştrastkir ku ew wê herdem parêzvan û mamostê civaka êzîdî be, piştî van gotinan ew hilkişya ezman. Bi saya fêrkirna Melekê Tawûs, Sif şarezaya Xwedayî wergirt û dûra ji yên pişt wî hatin re hişt û bi vî awayî ev şarezayî bû bingeha ola êzîdî.

Oldarên êzîdî diyarbûna Xwedanê êzîdiyan bi wêneyên Tawûs weha şirovedikin: ”Melekê Tawûs bi herî hêze û her tişt destê wî tê. Ew kare xwe biguhere û ji dinyaê bi rengê cuda: teyr, ronahiya geş, keskesor, mirov û rengên wekî din diyar bibe”. Melekê Tawûs di ‘Cilvê, fesilê 2:6’ bi xwe weha derbarê vê yekê dibêje: ”Bo wana êd ku bawariya min dikin û şêwra xwe minra dikin, Ez bi sûretekî din bêm”. Kevneşopiya êzîdî de Melekê Tawûs herdem bi rengê xwe yê pêşîn teyrê Tawûs tê pêşkêşkirin. Teyrê Tawûs, bi saya dûvê xwe yê girover û periyên rengîn, li ba êzîdiyan wek simbolê rojê tê fêhmkirin. Dûvê Tawûs yê rengîn, ku bi ”çavên” geş hatiye nîgarkirin, gerdûn û ezmanê bi stêrk, herweha, pirrengiya cûrbecûr a cîhanê pêşan dide.Teyrê Tawûs heya roja îro simbolê sereke yê ola êzîdî ye. Wêneyê Tawûs li ser her taybetmendiyên vê olê heye û li ba êzîdiyan teyrekî pîroze.

 

Xwediyê vî wêneyê sêmbolîk bi navȇ ‘Afirandina cîhanê’ – Nabo Lûfêrî ye, ew kurdekî êzîdî, li Almanya dijî û bi pisporiya xwe arkeloge (erdnas).

Wek Nabo Lûfêrî dibêje, piştî ku gelek salan min li ser metnên pîroz yên êzîdiyan ji kaniyên Şûmerî, Babilî û Aşûrî xwend, min nerîn û ramanên xwe derbarê afirandina cîhanê bi vî wêneyê de nîgar kir. Li gorî nerîna wî, Teyrê Tawûs bi dûvê xwe yê gilover û pirreng gerdûn, ezmanê bi stêrk, rok û heyv, herweha, bêdawîbûn û pirrengiya cîhanê pêşan dide. Gerdûn di cîhana me de wek her tiştî li du aliyên dijber dabeşkirî ye: beşê jorîn ezmane û yê jêrîn jî erde. Di orta wan de wêneyê Melekê Tawûse, ku ji ezman daketiye erdê. Rengê gilover yê erdê-nîşana zîvirandinê ye, lê xaç – nîşana çar aliyên dinyayê. Xeleka jorîn, wek periyê Tawûs, li 12 perçên wek hev hatiye dabeşkirin û ev yek veguherîna demê (roj û şev, 4 demsal, 12 meh) û çerxa gerdûnî ya bêdawî nîşan dike. Peryên bi rengê sor yên li ser Tawûs nîşana 7 Milyaketên Xwedawendîne, ku alîkariya Xwedê di afirandina cîhanê kirne. Li beşê jêrîn, ji aliyê çepêve, bi rengê darikan, sêmbolê rojê hatiye nîgarkirin, ji aliyê rastêve – tîpên kevnar yên êzîdî û nîşanên erd, av, ba û agirê, potperesta Laliş, bin wê de tîrêjê rokê bi şiklê nîv xelekê, ku ronahiyê dide erdê, hatine nîgarkirin. Li gorî nerîna daner, ronahî û rengîniya wêneyê-diyardeya evîn û şahiya giyane, ku Xweda û milyaketan bi wan gerestêrka me afirandine. (çavkanȋ: lalish tv لقاء مع الباحث الاركولوجي الايزيدي نابو / hevpeyvîn bi Arkolojîyê Êzidî re Nabo …4.12.2013).

 

Tev ku, Melekê Tawûs hemû dikare û her tişt nav hêza wî de ye, lê ew dewsa Xwedê nagre. Li gorî baweriyê, ew dilovan û parêzvane, lê ne dadrêsê çarenûsane, ew tenê vîna Afirîner pêk tîne. Ola êzîdî, bereva jî olên din, yekser mirov bi Xwedêve girêdide, di ola êzîdî pêximber an navbeynkar di navbera Xwedê û mirovde nȋne. Di hemû nivîsarê pîroz de hatiye gotin, ku bawermend mêja xwe de yekser gazî Xwedê bike. Melekê Tawûs – melekê-meleke, dikare êzdî biparêze, dikare alîkariya wî bike, lê nikare bersiva duayên wî bide, an gunehên wî bibaxşîne, û bawermend rasterast ber bi Xwedê ve dibe.

Êzdî bawer dikin ku Melekê Tawûs li her devera li dinyaê heye û ew herdem bi wanre ye. Ew dem bi dem, bi kirasê cihêreng di nav civakêde xuya dike. Li gorî afsûnê, Melekê Tawûs her sal di meha nîsanê, di roja Sersalê (Çarşema Sor) yek ji şeş milyaketê mezin dişîne erdê, bo bi awayekî ne xuyanî di vê cejnêde beşdar bibe û civaka wî bi hatina sala nû pîroz bike. Ew, bi taybetî, di dema bobelatên giran, şerên dijwar, nexweşiyên girseyî û derdên li ser erdêde xwe eşkere dike û peyrewê xwe rizgar dike. Ew ji kes ên ku pêre bawer dilsozin, xuya dibe û herdem alîkariya wan dike. Lewra jî peyrewên wî yên dilsoz – êzdî herdem di demên dijwarde duha wî dikin bo heware wan bike, ku karibin pêdiviyên xwe têrbikin.

Li gorî gotinên oldaran, êzdî di dirêjaya dîroka xwe de herdem hest bi parêzvaniya Melekê Tawûs kirine. Ji dîroka êzîdiya ya Serdema Navîn tê zanîn, ku piştî hatina islamê li Mezopotamȋyê, di sedsaliya 7-an de, dema radîkalên islamî dest bi komkujî dijî êzîdiyan kirin û hiştin ku êzdî di rewşek pir dijwar derbasbin, hêzek ji derve dihat hewara wan û ew rizgar dikirin.

Wek nimûne em bȋnin komkujiya dawî, ku di sala 2014-an li herêma Îraqê – Şingalê dijî êzîdiyan pêkhat. 3 meha tebaxê sala 2014-an leşkerê Dewleta Îslamî (DAȊȘ), ku wê demê tirs ȗ zulim kiribu hemu cîhanȇ tevde, êrîşî êzîdiyê Şingalê kir, ku wan bikin misilman, an jî tevan qir bikin. Hemû êzîdiyê Șingalê ku jimara wan nȇzȋ 500 hezar kes bû, bi lez û tirs revyan. Herweha, bi sed hezaran mirov, ku xwe rizgar bikin, bi çar perçȇ dinyêve çûn. Bi dehan hezaran êzdî (bi taybetî jin, zaro, kal û pîr) di çiyaȇ Șingalê, ji aliyê çekdarên DAȊȘ ve hatin dorpêçkirin û gelek ji wan, ji tî û birçîbȗne mirin. Êzdî, ku ji aliyê eskerȇ DAȊȘ hatibûn dorpêçkirin, bê hêvî mabûn ku ti kes alîakriya wan bike, lê di wê demê re û nişkȇve, Emerîka bi wan ve hat. Ji 8-ê meha tebaxê Emerîka bi girseyî dest bi bombebarana çeperê çekdarên DAȊȘ li Șingalê kir. Wek alîyê hukumet a Emerîkî ragihandibû, armanca vê opêrasyonê berevaniya kêmjimarê netewî û olî, herweha, dîplomatên Emerîkî li Îraqê ye.

10 meha Îlonê sala 2014-an serokê Emerîkȋ Barak Obama derbarê hevpeymena nêvdewletî dijî rêxistina têrorîst ” DAȊȘ ” ragihand. Bêtir 60 welatî derbarê piştgirtiya xwe ji vê hevpeymanêre ragihandin. Van welatan alîkarî di opêrasyonê leşkerî kirin, ȗ çek û cebelxana, şêwirmendên leşkerî, herweha alîkariya hûmanîtar şandin. Ji rojên pêşîn yên êrîşa li ser Şingalê, kurdên misilman ku bi sedên salan dijminê ola êzîdiyan bûn, bi girsayî piştevaniya wan kirin. 10 Mijdarê sala 2015-an pêşmergên Kurdistana Îraqê bi piştgirtiya hevpeymana nêvdewletî bi serokatiya Emerîkayê bo rizgarkirna Şingalê dest bi opêrasyone berfireh di bin navê ”Xezeba Melekê Tawûs” kirin. Hêjayî gotinêye, ku hemû hêzȇn parti yên kurdî ji herçar perçên Kurdistanê beşdarî di rizgarkirna Şingalê bȗn. Bi taybetî pêşmerge ên PDK û YNK li Îraqê, PKK Turkiyê, YPG Sûriyê ȗ kurdên Îranê, herweha roleka mezin rizgarkirna Şingalê de hebû. Di encamê opêrasyonê leşkerî hevbeş de, hevpeymana nêvdewletî çekdarên DAIŞ li Şingalê şikenand. 13 Mijdarê sala 2015-an serokê herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Berzanî, ku bi xwe serpereştiya opêrasyonȇ dikir, ji ser çiyayê Şingalê bi awakî fermi derbarê rizgarkirna bajêr ji çekdarên koma têrorîst DAIŞ, ragihand. Mesûd Berzanî bi taybetî got:”Ez li virim, ku derbarê rizgarkirna Şingalê ragihînim. Şingal bo me cihekî giringe û bûye nîşana sitemkariya dijî hemû kurdan’.

Bi taybetî Şingala êzîdî bû cihê ku civaka nêvdewletî li wir pişta DAIŞ şikand û encam de Dewleta Islamî bi tevahî hate rûxandin.

 

(dûmayîk heye)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *