Melekê Tawus li Ezdaîzmê – 2

Melekê Tawus li Ezdaîzmê – 2

Serokê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow doktor Yûra Dasinî gotareke delal ji malpera me ra şandîye, ku tê da malûmatîyên giring hene derheqa dînê gelê me yê esilî û kevinare da. Ji ber mezinbûna nivîsê me ew kir sê beş, beşa pêşin me duh çap kir, îro beşa duduyan raberî we dikin.

Dr. Yûra Dasinî

Dîrêktorê Enstîtûya Dîroka Êzîdîyan li Moskow

 

Melekê Tawûs di olên din da

Li gorî dînȇ ȇzdî, Melekê Tawûs bi vîna Xweda serwerê cîhanêye, lewra jî ew hemû olan de heye. Hemû olên din di rêya Melekȇ Tawûs ve, bi Xwedê ve girêdayîne. Di ”Mishefa Reş” de derbarê vê yekê weha tê gotin: ”Xweda ji Melekê Tawûs re got, min her tişt ser erdȇ sipartiye te û pașȇ hevra hilkişyan ezmana”.

Li gorî efsûnê, di dema dîdara pêşîn ya Melekê Tawûs bi Adem re, wî pêşdîtin ji Adem û Hewa re kir ku wê 72 kur û 72 keç ji wan re çêbin. Ji wan wê 72 gel çêbin û wê li 72 welatan belav bibin. Herweha, du”a ji Adam re xwend ku divê ew û neviyên wî li çar aliyên cîhanê di dema perestina Xwedê de dûbare bikin. Paşê Melekê Tawûs Adam re got, ku heger ew û nifşê li dû wî dilsoz bimînin, wê, bêguman, bi xwe Xwedaê Mezin bibînin û nas bikin. Rohaniya êzîdî dûpat dike, ku dema mirovahî di rastiya Xwedê de bighêje, Melekê Tawûs wê li ser erdê xuyabike. Wê hingê Melekê Tawûs duayan bighîne mirovekî pîroz bo ew wan duh li cîhanê belavbike û pêşkêşî nûnerên hemû olan bike.

Di dîroka cîhanê de, li nav gelek dewlet û gelên kevnar yên wek Sûmêr, Babîlon, Misir, Aşûr, Mîdya, Faristan, Yonanistan, Roma û yên din behsa Tawûs tê kirin û li ba gelekan ji wan Tawûs teyrekî pîroze. Hêjayî gotinê ye, ku Taûwsê nêr xwedî dûvekî rengîn û pir spehî ye, lê dûvê Tawûsa mê ne wiqas rengîn û spehî ye. Peryên Tawûs wek tayê ristîne û ”çavokên” geş û karîger qiraxên dûvê wî gişî digre.Tawûs, bi saya dûvê xwe, xwedan meznahyek efsûneye.

Tê texmînkirin, ku sêmbolê Tawûs destpêkê rêya Babil re li Asya Biçûk, paşê li tevahiya Îrana kevnar û ji wir li çar aliyên cîhanê belav bû. Perestina Tawûs ji demên kevnarve di nav gelek gelên cîhanê hebû û ev yek di bawerî, çanda giyanî û madî tê xuyakirin. Ev teyr di îdeolojiya nêvdewletî de sêmbolê şehrezayî û mezinahiyê ye. Di gelek mȋtolojȋ ên cîhanîde, wêneyê vî sermilyaketê, bi rengê teyrî Tawûs, bi sembolîzma stêrkîve têkildare û gerdûn-ezmanê bi stêrk, rok û heyvê pêşandide. Lewra mirov dikare bêje ku hizra stêrkî ya Melekê Tawûs ne tenê ya êzîdyane, lê usa jȋ ya teva cîhanê ye.

Li gorî ola êzdî, Melekê Tawûs ji destpêkê ve di kevneşopiya hemû gelên cîhanê de hatiye eşkerekirin, lê dibe ku ne herdem bi rengê Tawûs be. Li vir çend mînakên diyardeyên Melekê Tawûs li ba gelên cîhanê yên cuda hene:

Li Misra kevnar Milyaketê Tawûs sêmbolê Heliopolis-bajarê, ku pûtperesta Rokê têde bû û wek Osiris nasyar bû. Ew padîşahê Misrê yê efsûne bû, ku gelek taybetmendiyên Milyaketê Tawûs têde hebûn. Piştî ku li ser ga li cîhanê tevdî gerya, xwe dît, ku ew jî wek milyaketê Tawûs şahê cîhanê ye. Her weha, Osiris jî, wek Melekê Tawûs, li her deverê bû û gelek çavên wî, yên wek çavên li ser dûvê Tawûs, hebûn û li hemû dinyayê belavbûn. Osiris li Misrê wek ”Mirovê Kesk” jî nasyar bû û rengê wî yê kesk gelek caran li perestgehên Misrê dihatin dîtin.

Li Îrana kevnar Milyaketê Tawûs xwedî destpêkek ezmanî bû (Tawûs-ê Falak-Tawûsê Ezmanî), bi Rokê têkildar bû û sêmbolê desthilata şahînşah bû. Ji textê şahê farisan re digotin ”Textê Tawûs”. Ola Îranî ya zerdeştî ku nêzîkî ola êzîdî ye û gelek rêûresmên hevpar di nav wande hene, wek nimûne: perestiya Rojê ya rojane, parêzvaniya xwedayî ya Mitra (li ba êzîdiyan Melekê Tawûs). Lê berevajî ola êzîdî, ola zerdeştî Xwedê dabeşî yê xêr û şer kirye. Di zerdeştiyê Spênta-Manyo-Rûhê Ronahî û Xêrê, cihekî giring girtiye. Ew mirov ber bi eşkerekirna herî bilind de dibe û derfetên afirîner di wî de diyarde dike. Bi saya wî kerema Xwedê diyar dibe, lê birayê wî yê cêwî –Rûhê şer-Angra-Manyo heye. Wî pirê caran bi rengê sipî an Tawûsê Zêrîn diyarde dikin, lê dûvê wî yê berdayî derfetên hilbijartina mirov nîşan dide. Êzîdî navê ”Milyaketê Baweriyê” li Melekê Tawûs dikin, mirov dikare wî bi teyrê zerdeştî Sraoşêy berhev bike, ku navê wî ”Rûhê Baweriyê” ye. Di hîjdemîn perçê”Vidêvdat” -pirtûka pîroz ya zerdeştiyê “Avêstê”, çend rêzik bo stranbêjiya teyrê Sraoshi Parodarsh, dîk hene, ku di Zerdeştiyê de rûbirûya ”dêva” tembeliyê dike.

Li Yonanistana kevnar Milyaketê Tawûs nîşana Rojê bû. Sêmbolîka Tawûs di nêzîkî sedsaliya 5-an de berî zayinê ji Babil gihişt nîvgirava Samosa û li wir, di perestgeha Xwedawenda Hêra (jinên Zeus) de, bû teyrê pîroz. Li gorî efsûne yê dema Hêrmêz Arguesê sed-çavî bi lêdana blûrê kir xew û paşê ew kuşt, Hêra ew vejand û çavên wî yên her tiştî dibînin li dûvê Tawûs belavkir. Gelek nîgarên Xwedamenda Hêro li cihê ku ji ereba ku teyrên Tawûs dajon derdikeve hene. Nîgarkirna terya Tawûs bi nexşên pirreng û kevirên buha li ba yonaniyê kevnar nîşana bêdawiya ezmanê bi stêrkan xemilandî bû. Herweha, Tawûs wek teybetmendiya nemirya Xwedawendan jî hatiye nîgarkirin.

Roma jî rêz li Milyaketê Tawûs digirt. Di 2 sedsala berî zayinê, li Roma kevnar Tawûs teyrê pîroz yê Xwedamenda Yononê bû. Li gorî efsûne ya Roma kevnar, qerasê Argûsê sed-çavî, ku Yonona ew şandibû bo Yo biparêze, ji aliyê Mêrkûrî ve hat kuştin. Yonona, bo bîranîna Argûs, çavên wî li ser terya Tawûs danî. Romayî Tawûs bi ezmên ve girêdidan û navê stêrekê lê dikirin. Di Romaya kevnar, di dema ku teyrê baz – teyrê şahînşahê bû û serfiraziya serkeftiyan pêşandida, Tawûs dirûşma şahînşahê û keçên wê bû, rûmetkirin nîşan dikir û li ser monêtan wek Xwedewendiya keçên şahînşahê dihat wênekirin.

Hindistanê, li gelek herêmên vî welatî Tawûs ji mêjve teyrekî pîroze û di bin sîwana kahînan de ye. Tawûs, bi saya dûvê xwe yê pir spehî yê wek baweşînê, wek sêmbolê rojê tê hesêb. Dûvê Tawûs yê dewlemend di çandên kevnar yên Hindistanê bi stêrkên ezman ve girêdayî ye, çavê Roka ku her tiştî dibîne û çerxa gerdûnê ya bêdawî ye. Di Hindûyîzmê, Melekê Tawûs di bin navnîşên cûrbecûr tê naskirin: Mûrûgan, kurê efsûne yê Şîva û Şakti; Karttikeya û Subrahmaniya Swamî; Brahma; Sarasvatî; Lakşamî û helbet Xwedawend Krîşna. Li dîwana Hindî, Tawûs herdem bi wêneyê herdû Xwedawendan –Krîşna û Radxa re bû û nîşana jiyana mînak, hezkirin û bedewyê bû. Herweha, di nîvîsarên pîroz yên hindî de tê gotin ku dema Xwedawendan rengê Îndra teyrên cûrbecûr hildibjart, rengê herî ciwan ji wan -rengê Tawûs ji xwere hilbijart. Diyardeya Milyaketê Tawûs di Hindûyizmê bixwe gelekî nêzîkî Melekê Tawûsê êzîdyane. Mûrûganê hindî, wek Melekê Tawûsê êzîdî padîşahê gerdûnêye û dikare ji nû ve vebîne, û li cî û warên xwe wek lawikê siwarê Tawûs an jî bi rengê Tawûs bigere. Mûrûgan, wek li ba êzîdiyan, Xwedawendê Rojêye. Herweha, Lakşmî, Braham û Xwedawendê şer Skanda-Karttikeya jî wek siwarê Tawûs hatine nîgarkirin. Tawûs nîşana Xwedawenda şahrezayî, mûzîk û romanê, hevserîna Braham-Sarasvatîye. Di sala 1963-an de Tawûs wek teyrê netewî yê pîroz yê Hindistanê hat pejirandin.

Сihûtyê de Milyaketê Tawûs (îvrît – Mêlêx Tavas) xwe wek pêximber Iliya û padîşah Mêlxîcêdêk nîşan da. Her yek ji van kesayetiyan aliyek an erkekî girîng yê Melekê Tawûs nîşan dide. Melchizedek, mîna Melekê Tawûs “Şahê Cîhanê” ye.

Li Çînê Tawûs sêmbolê rûmet, pîleya bilind, bedewî û desthilatêye. Li ba çînyan, Tawûs û dîk-tavî ne û girêdayî herêma ”Yan” in, nîşana temendirêjî û çarenûsa başin û bi hêza padîşahve girêdayîne (wek nimûne, nîşana mîrgeha ”Mîn”). Li bexçê padîşahê çînî herdem gelek Tawûs hebûne. Wek nîşana cudahiya padîşahê Manjûrî, peryên Tawûs di guldankan de dihatin pêşandan. Mirovê ku pilyek bilind werdigirt, bi peryê Tawûs dihat xelatkirin. Mirovê ku padîşah jê xweş bû, ji qata bilind ya civakê dihat hesibandin. Ev Talîsman heta niha wek sêmbolê rûmet û meznahyê tê bikaranîn. Di efsûne ya bûdî Tawûs sêmbolê dilovanî û şiyarêye. Di berhevoka bûdî tê gotin ku Gawtama Bûda, berî zayina xwe, Tawûsekî zêrîn bû. Bûda bixwe gelek caran wek siwarê Tawûs tê nîgar kirin. Di gelek efsûne yên bûdî rola Tawûs wek teyrê Rokê tê nîşan kirin. Tawûs bi marê di nikilê xwe de, serkeftina ronahiyê li ser tariyê pêşan dide.

Tawûs di efsane ya slavyanî wek teyrê germayê tê naskirin, wisa jî xwedî wetayek Xwedayî ye û sêmbolê Rojêye. Peryên Tawûs yên dirêj wek tîrêjên rojê tên nîmandin, ango bi gotinek din – ev teyrê Rojêye. Li gorî efsaneyê: ”Teyrê germayê li bexçê buhiştêyê Îrî di qefesek zêrîndeye, bişev jê difire û bexçe biqasî hezar çiran ronahî dike. Teyrê germayê stranê xweşiyê distirê, dema ew distirê morîk ji nikilê wî dikevin. Li derdora wê ronahiya pir geşe. Her sal, payizî teyrê germayê dimre, lê buharî ji nûve jîn dibe”. Lewra teyrê germayê wek sêmbolê vejîn û nemiriê tê hesêb û yê ku peryên Tawûs li ba hebe di jiyanê de dewlemend û bextewere.

Wêneyên Melekê Tawûs pêretiya nûnerên Xwedayê Xwedawendan dikin û ne tenê di efsûneyan, lê di olan de jî, wek nimûne, kirîstiyanî û islam hene. Di ola kirîstiyanî ji destpêkê ve Milyaketê Tawûs xwe wek yek ji 7 serokmilyaketan-Mîkailê pîroz diyar kir. Ji hêzên buhiştî, serekmilyaket Mîkail di ola krîstiyanî de heman erkê Melekê Tawûs di ola êzîdî de pêktîne. Tîrêja girêdayî bi Mîkailê pîroz, wek a Melekê Tawûs, bi rengê xwe şîne. Di destpêka ola krîstiyaniyê Tawûs wek teyrê buhiştê, her weha wek nîşana Pêximberê Mesîh bû û vejîn û nemiriya wî diyar dikir. Nîşana Tawûs demek dirêj Krîstiyaniyê de dihat bikaranîn û ji destpêkê ve ev teyr nîşana dêrê bû. Dêra katolîkî Tawûs kir sêmbolê xwe yê yekem yê fermi û ragihand ku çavên li ser peryên Tawûs – ”çavên dêrê ku her tiştî dibîne” nîmandin dike.Tevliheviya rengan dûvê Tawûs de bi bidestxistina rastbûn û şarezayê ve têkildare û rengrengiya ”çavên” li ser dûvê wî bi çavên Xwedayê ku her tiştî dibîne, girêdidan. Kevneşopiya xrîstiyanî de Tawûs wek nîşana destnedan, pîroziyê û rêzgirtina Xwedayî hat pejirandin. Herweha, Tawûs nîşana kesên pîroze jî, çimkî dûvê wî yê vekirî ”nimbusê” bîra mirov de tîne. Rûniştina li ezmên şiyana bilindaya ser tiştên dunyayîre diyar dike. Windakirina per û vejandina wan biharê, wek nîşana vejîn û qiyametê dihat dîtin. Ji ber ku goştê vî teyrî genî nabe û bawerî hebû ku ew her û her heye, Tawûs wek sêmbolê nemiriyê û bedewiya giyanekî bêserûber dihat dîtin.

Wêneyê Tawûs gelek caran bo xemilandina perestgehên krîstiyanan dihat bikaranîn. Em karin van nîşanan li ser dîwarên katakombên Roman, perestgehên kevnar yên Bîzansî, tiştên hunerî yên din û vedîtinên arkeolojî bibînin. Di katakombȇ destpêka kiristiyaniyê, nexşê Tawûs yek ji nîşanên olî yên sereke bû. Ji nav wêneyên şikefta li Bethlehmê ku Mesîh lê çêbûye: du Tawûs ên ku ji qedehekê vedixwin û vejîna giyanî diyar dikin. Bi taybetî bi vî awayî Tawûs di dîmenên jidayikbûna Mesîh de an vexwarina ji qedehekê hene, ew herdû rewşan de nîşana jiyana bêdawî dide xuyakirin. Gelek caran wêneyê serê Tawûs bi çerxa Rojêve tê nîgar kirin. Ji ber têkiliyên bi Mesîhre, Tawûs gelek caran tabloyên dîwaran de, nîgarên ku li dora mangeya Jesussa digerin dihat nîgar kirin.

Li jêr em çend wêneyên Tawûs li çend dêrên kiristiyanî bo we diyar dikin:

Tawûsên li Dêra Goristana Pîroz a li Orşelîmê

 

Mosaîk li Dêra Katolîk a San Vitale, ya sedsala 6-an (Ravenna, Italya).

 

Wêneyê Tawûsê li ser Perestgeha Svetitsxoveli (Niştecihê Katolîkosê Gurcistanê, di sedsala 11-an hatiye dirustkirin).

 

Mînyatûra ji destnivîsa Rûssîa Kevn “Izbornik Svyatoslava”, sal 1073.

 

Wek em dibînin, di kevneşopiyên cîhanî yên cihêreng wêneyê Tawûs bi sedemên pirbûn, bereketî, nemirin û meznahiyê ve tê girêdan, çavên li ser dûvê wî jî bi çavên Xwedayê ku her tiştî dibîne tê girêdan. Tawûs wek nîşana meznahiyê, hêzên padîşah, serdestiya giyanî û afirandina îdeal nasyare. Tawûs wek teyrê padîşah tê hesêb (Îran, Hindistan, Bîzansî, Çîn …). Diyare, ku qiral ên Ȋnglîzî Taцûs wek teyrê padîşahî binavdikirin û bexçên xwe pê dixemilandin. Leşkerên mêrxas yên xaçparêz gelekî hezdikirin ku kumzirxên xwe bi periyên Tawûs bixemilînin. Gelek gelên cîhanê berhemên Tawûsê Rojê yên ji hesin û kevirên buha jibo xemilandinê bikartanîn ȗ ta ȋro kartanîn. Sebaret bi islamê, rola Tawûs kevneşopiyên islamî de cihê gengêşiê ye. Tawûs çanda islamî de nîşana bedewbûn û nazikbûnek mezine. Danasînên dilşewat yên ser vî teyrê mirov dikare di wêjeya gelên misilman yên cihêreng de bibîne, teyrê Tawûs di helbestên rojhilatî, bi taybetî têrmênolojiya sûfîzmê de, bi ramanên bilind û hêjave têkildare û wek”teyrê buhiştê”nasyare. Di ola islamȇ Milyaketê Tawûs destpêkê wek nîşana gerdûn, an jî Roj û Heyvê dihat zanîn. ”Çavên” Tawûs bi ”çavê dil” ve têkildarin, dûvê Tawûs bi hemû bedewya xwe wek gerdûn, an jî heyva tije û roja geş dihat dîtin. Dibe ku ev nîşan ji Îrana Kevnar gihiştibû misilmanan û tê wetaya dualîzm û xwezaya mirov a dualî, ku hêzê ji bingeha yekbûnê digre. Wek encam, di hunera islamȇ yekitiya dijberan–roja geş ligel heyva tije bi rengê du Tawûsan li herdû aliyên dara jiyanê ya cîhanê hatiye nîgarkirin. Hêjayî gotinêye ku gelek xelkên islamî, bitaybetî kurd û faris, navê ”Tawûs” li qîzên xwe dikin. Bi giştî, Melekê Tawûs îro islamê de, bi awayên cuda tê fêmkirin. Di kevneşopiya ronakbîr a sûfiyên islamî de, Melekê Tawûs binavê Al-Xidir ”mirovê kesk” tê naskirin. Li deverên cuda yên cîhanê perestiya wî dikin. Çend perestgeh bo wî hatine avakirin, yek ji wan li Kataragamê li welatȇ Sêrîlanka, ku li tenişta wê persetgeha hindistanî Mûrûgana heye. Al-Xadir wek Melekê Tawûs alîkarî keskkirna cîhanê de kirye, herweha, ew dikare êşkêşan him ber bi ronahiyê û him ber bi nemiriyêve bibe. Dema ku sûfî bo jiyana giyanî ya dijwar amadebin, Al-Xidir serdana wan dike. Ji xeynî wilo jî, Al-Xidir, wek Melekê Tawûs, bo hestê giyanî yê peyrewên xwe şiyar bike, dikare xwe wek forma ênêrjiyê, mirov, topa bi ronahî an formên din xuyanî bike.

 

(beşa dawî sibê bixwînin)

 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *