Utopîa, Utopya (Utopia)

Utopîa, Utopya (Utopia)

Ali Gurdilî 

Utopya yan jî utopîa modeleke civakê ye ku ji aliyê ramanweran ve di hiş de hatiye pêşnûmakirin. Pêkanîna wê ne pêkan e û modêleke civakeke bêkêmasî ye, modêla civakek xiyalî ye. Hinek ramangiran, bandêra dewletên xwe rexne kirine û bi vî awayî utopya, weke ramaneke derketine holê. Helbet meriv dikare bibêje ku, jiber kêmasî û tengasiyên bandêrên wê demê, ramana utopyayê derketiye holê. 

Mirov dikare utopyayan bike du beş û wiha şirove bike:

A- Utopyayên ku têne xwestin (Utopya)

B- Utopyayên tirsê (Distopya)                                                          

 

A- Utopyayên ku têne xwestin 

Di van utopyayan de, wiha tê xwestin ku mirov şad û bextewar bijîn û vê yekê vedibêjin.

1- ‘Dewleta’ Platon (Republic)  

Di dewleta Platon de civak, ji 3 çînan pêk tê. Karkerên ku erdema wan xebat e, leşkerên ku erdema wan wêrekî ye û rêveberên ku erdema wan edalet e. Di vê utopyayê de dewlet di heman demê de weke saziyeke perwerdehiyê jî kar dike. Hemwelatiyên dewleta Platon, li gor hegînên xwe têne hevotin û dibin xwedîkar. Di dewleta Platon de ji bo leşker û rêveberan, malhebûn (mulkiyet, serwet) qedexe ye. Navê resen ê berhemê ‘Politeia’ ye.

2- ‘Bajarê Xwedîerdem’ ya Farabî (El Medinetü’l Fazıla)

Farabî, ji ramanên Platon ketumet bûye. Di vê Utopyayê de behsa dewleteke îdeal dike û wiha dixwaze ku civak ji layê mirovên xwedîerdem ve were birêvebirin.

Li gorî Farabî, rêveber divê ku ji Xwedê bawer bikin, rastgo, jîr, ne bênefs, nefsbiçûk û ji layê rih ve jî, çak bin.

3- ‘Utopyaya’ Thomas Moure (Utopia)

Thomas Moure di Utopyaya xwe de, civakeke bêçîn pêşnûma kiriye ku di vê civakê de mulkiyeta taybet tune û prensîba wekheviyê serwer e. Moure, wiha bawer dike ku çavkaniya bêedaletî, xirabî û bedbextiyê, mulkiyeta taybet e. Li gorî Moure, divê dewlet demokratîk be û rêveberên dewletê jî, ji layê hemwelatiyan ve werin hilbijartin. Di vê dewleta utopîk de pere (dirav) nayê bikaranîn, lê di dewsa peran de mal têne pevguherandin.

4- ‘Welatê Rojê’ ya Campanella (The City of the Sun)

Campanella di vê berhema xwe de dewletek îdeal pêşnûma kiriye. Rêveberên dewletê fîlozofên olî ne, ku ji gelek aliyan ve baş hatine perwerdekirin. Hemû mirov, bi hevdu re xwediyê hemû tiştî ne. Mulkiyeta hevpar serwer e. Mirov di rojê de 4 seetan dixebitin. Dema mayî jî; ji bo huner, xwendin, nivîsandin û bêhnvedana ruhên xwe, derbasdikin. Bi latînî: ‘Civitas Solis’

5- ‘Atlantîsa Nû’ ya Francis Bacon (New Atlantis)

Bacon di vê berhema xwe de, civakeka ku li ser xîmê (bingeha) zanistê hatiyê avakirin; pêşnûma kiriye. 

B- Utopyayên Tirsê (Distopya) 

Di van utopyayên tirsê de armanc ew e ku şexs, li hember zordestiyên bandêrên ne demokratîk werin hişyarkirin. Ji rewşa civakên îroyîn, rewşa civakên siberojê yên xirab hatine pêşnûmakirin.

1- ‘Dinya Wêrek a Nû’ ya Alex Huxley (Brave New World)

Huxley; di vê utopyeya xwe de ji hêla zanist û teknolojiyê ve, behsa civakeke gelek pêşketî dike. Mirov, li gor pêdiviyan li kargehan têne hilberandin û li navendên taybet têne xwedîkirin.

Malbat û zewac, ji holê rabûye. Taybetmendiyên kulturî û bîra dîrokî, ji holê hatiye rakirin. Ji ber vê yekê jî, gelek caran mirov ji rê derdikevin û di civakê de, xwekuştin gelek zêde ye.

2- ‘1984’ a George Orwell

Di ‘1984’ a George Orwel de, rêveberiyên zordest têne rexnekirin. Di vê utopyayê de zordestiya dewletê pirr dijwar e û heta tê wê radeyê ku mirov, hişê xwe winda dikin. Meriv dikare bibêje ku utopyayên ku têne xwestin û utopyayên tirsê jî, mîna alternatîvên bandêrên siyasî yên ku hene, têne dîtin.

 

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Ali Gurdilî

Ali Gurdilî civaknasekî kurd e. Li Zaningeha Egeyê, beşa civaknasiyê û piştî çend salan zaningehê diqedîne. Nêzîkê 15 sal in hewl dide da ku di hindek warên zanistî û felsefî de bixebite. Heta niha gelek gotarên wî yên zanistî û felsefî di kovar û malperên kurdî de hatine weşandin. Gurdilî xwedî û berpirsiyarê Malper û Kovara Felsefevan e.

Qeydên dişibine hev

Bersîvekê binivîse

Your email address will not be published. Required fields are marked *