Hejmara gulanê ya Le Monde diplomatique kurdî derket.

Hejmara gulanê ya Le Monde diplomatique kurdî derket.

Xwendevanên rojnameyê, di hejmara gulanê de ji edîsyona fransizî dê bikaribin gotar û analîzên wekî; ”Waşîngton tovê pevçûnê direşîne bazara ewropî ya gazê”, ”Meriv çawa borîya gazê sabote dike”, ”Barack Obama, Ji Don Quichotte heta Sancho Panza”, ”Li ser sînorê Yûnan û Tirkan, li navenda tansîyonê” û hwd. bixwînin.

Lmd-kurdî, di beşa nivîsên redaksîyona kurdî de vê mehê cih daye gotarên rewşenbîr û nivîskarên kurd Bahrooz Shojai û Vahab Coşkun.

Bahrooz Shojai di gotara xwe ya bi sernavê ”Ji cihanbînîyê ber bi cîhansêwirandinê Transformasyona edebîyata kurdî li Swêdê” de, ji destpêkê ta îro pêşketina edebîyata kurdî ya li Swêdê bi berfirehî dinirxîne.

Vahab Coşkun jî di gotara xwe ya bi sernavê ”Çerxa demokrasîyê” de rewş û pirsgirikên demokrasîya Tirkîyeyê, sîyaseta şîdetê ya desthilatîyê û astengên li pêşîya azadîya derbirînê dinirxîne.

Hevkara me Jînda Zekioğlu hevpeyivîneke balkêş a li ser ”Neteweperwerî û femînîzmê” bi nivîskar û wergêra kurd Fahrîye Adsay re ji bo xwendevanên LMd-kurdî kirîye.

LMd-kurdî, di vê hejmara xwe de rûpelên xwe bi wêneyên wênesaza kurd Ali Hadî Îbrahim xemilandîye, hunermendê vê hejmarê li bajarokek Iraqê ya bi navê Habbania ji dayik bûye.

Xwendevan dikarin bi rêya malperên jêrîn yên medyaya civakî rojnameyê bişopînin:

 

Web: http://lemonde-kurdi.net/
Facebook: Le Monde diplomatique kurd
Twitter: @Diplo_Kurdi
Instagram: diplo_kurdi
E-Mail: [email protected]

Rojnameya LMd-kurdî di bin banê RÛPEL MULTIMEDIA GMBHyê de, bi weşana dîjîtal xizmetê dide xwendevanên kurdî.
Birêveberîya LMd-kurdî

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev