Nameyên evînî – 136

Nameyên evînî – 136

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Roj baş ruhê min. Piştî şîyarbûnê tiştek hate serê min, ez pir fikirîm, ku bengîbûn (ango, evîndarî) û hezkirin nêzîkî hev in, lê ne eynî tişt in. Lê bo çi wisan e, min demeke dirêj nikaribû şirove bikira. Dû ra tiştekî ha hate ser min. Min wêneyê te dît û ez bûm bengîyê te, ango evîndarê te. Yanî, evîndarî pir caran ji reng û rû, bejin û bala kesekê/î çê dibe, lê evîndarî ne hezkirina temam e, lê dikare bibe hezkirin. Ji ber ku evîndarî dikare yekalî be, lê hezkirin dualî ye. Mirov pir caran ne reng û rû, lê ruhê kesekê/î hez dike.

 

¤¤¤

Nura ezîz, dilê min, roj baş. Min şev wêneyê te nihêrî, maç kir, hez kir û fikirên ecêb hatine serê min. Tirseke mezin kete dilê min, ew jî bo tiştekî ku ne bûbû, ne jî wê bibe. Ew tirs ev bû: -Gelo ez çi bûma û ezê kê bûma bêy Nura xwe? Ango, tirseke ne normal, ku belkî tu bo min nedîyar bûyayî. Ma ji wê xirabtir Xwedê çi xirabî dikaribû ji min ra bikira?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev