DAXUYANÎYA DER BARÊ TAWANBARKIRINÊN TANER AKÇAM

DAXUYANÎYA DER BARÊ TAWANBARKIRINÊN TANER AKÇAM

Köroğlu Karaaslan

DAXUYANÎYA DER BARÊ TAWANBARKIRINÊN TANER AKÇAM 

Her wekî tê zanîn Prof. Taner Akçam di 20î nîsana 2021ê de roportajek da Gazete Duvarê û got ku; “Di civakên feodal yên sedsala 19em de, bo nimûne axayên kurd yên li herêmên kurdnişîn, xwedîyên “mafê şeva ewil” keçên ermenan yên ku dizewicîn, bûn. Ji ber vê angaştê 132 rewşenbîran rexne û bertekên xwe vegotin. Li ser vê yekê jî Taner Akçam hin fikr beyan kirin ku çendîn tawanbarkirin di xwe de dihewandin.

Em ew kesên ku metnê navborî nivîsî, fikrên xwe yên der barê babetê û bersivên li hember tawanbarkirinên Akçam, di bin banê çend serenavan de ligel raya giştî parve dikin.

  1. Bi awayê ku tê îdîakirin li meydanê kampanyayek nîne. Daxuyanî, piştî gotinên Akçam yên bêbinyad, di maweya nîqaş û beyana fikr û rexneyan de, bi awayekî spontane çêbû. Heke kampanyayeke ku tê îdîakirin hebûya, ne hewce ye bê dîyarkirin ku hejmara îmzekaran bi 132 kesan sînordar nedibû. Tê ferqkirin ku gotina “kampanya”yê bi armanca avakirina nezereke xelet ya der barê metnê îmzeyê û îmzekaran, bi zanebûn hatîye tercîhkirin.
  2. Wekî ku Akçam îdîa dike lînçkirinek nîne. Ev îdîa nîşaneya nêzîkatîyeke antî-demokratîk e. Li hemberî îdîayeke ew qas spekulatîf, sansasyonel û pênasekirina wekî lînçekê ya beyana fikr û ramanan, raberkirina bertekan, vexwendina bo lêborînekê ya şexsen an jî bi awayekî girseyî û bi rêya amrazên demokratîk, berterefkirina rastîyê ye. Ev nezer bi qasî ku antî-demokratîk e, tê wateya sabotekirina bi qestî ya bingeh û çanda rexneyê jî. Pênasekirina bi navê lînçê ya beyana girseyî ya fikrekê, ku çi heqaretekê di xwe de nehewîne, temsîla zêhn û arezûyeke otorîter e ku tê wateya “ez çi bibêjim qebûl bikin, rexne nekin û îtîrazê lê nekin”.
  3. Hewla Akçam ya ku tiştên di metnê de cih nagrin û bi tu awayî nehatine îmakirin, dike malê metnê îmzeyê û îmzekaran û wan bêqedir bike, ev hewla wî ji her layenê ve derexlaqî ye. Îdîaya Taner Akçam û hin derdoran ya ku dibêjin metn û îmzekar, “sûcên bav û bapîrên xwe vedişêrin û sûcên li hemberî jinan yên cinsî berteref dikin” derveyî rastîyê ne. Ligel ku metn û îmzekar tiştên weha bi tu awayî îma nakin, armanckirina heqarete giran û qirêjkirineke bi vî rengî bêbextîyeke eşkere ye. Li rexê din ev şêwezar kodên derbarê “kurd” û “rewşenbîrên kurd” yên di mejîyê Akçamî de destnîşan dike. Tiştê metnê navborî nîqaş dike ew e ku, Akçam îdîaya “mafê şeva ewil” bi awayekî giştgir bi kar tîne û wê wekî mafekî sazûmanî/birêkxistî diparêze, vê îdîayê wekî sedemê serhildan-qetliamê nîşan dide, bi vî rengî wê dike amrazek bo ku kurdan wekî failê jenosîdê nîşan bide. Axirî, Akçam di encama berbelavbûna nîqaşên bi bandora metnê îmzeyê û bertekan, di 12î gulana 2021ê de, di gûftûgoya qenala YouTubeyê ya bi navê “Yaseyan Salonu” de, hefsarê gotinê vereşand û got ku, “Kurd failên serdema 1915-1918an in”.

Îdîayeke deraqilane ye ku mirov bibêje; têkilîyên desthilatdarîyê yên di navbera zayendan de û sûcên wekî tecawiz, revandina jinan û hwd. yên li her cihê pederşahî lê heyî, di serdem û cihên navborî de çênebûne. Ji bo ku mirov li ser metnê navborî îdîa bike ku, îmzekar înkarok in, sûcên cinsî yên pêkhatî înkar dikin, wan nepenî dikin, divê ji sînorên eqlî û exlaqî derketibe. Ji ber ku Akçamî nekarî di çarçoveya metodolojîya zanistî de riwayeta xwe ya “mafê şeva ewil” piştrast bike -ku bi awayekî sansasyonel avêt meydanê û ew li hemberî ermenan wekî mafekî birêkxistî pênase kir- peywenda zeman û mekanî jî bi temamî berteref kir, qalib û qaîdeyên zayendî yên dewra feodal bi heman awayî veguhastine roja me, babet bi vî rengî di peywenda “sûcên li hemberî jinan” nirxand û hewl da xetaya xwe berteref bike. Ev helwesta wî zêde bi kêşe ye.

Nêzîkatîyên bi vî rengî sansasyonel tevkarîyê di nîqaşkirina babeta sûcên li hemberî jinan de nake, û meydana nîqaşkirina babetê ya bi awayekî rast jî sabote dike. Dîsa, li hemberî îdîaya îmzekaran û hema bêje temamîya kurdên der barê babetê fikrên xwe beyan kirine û dibêjin, “tiştekî weha wekî mafekî sazûmanî/birêkxistî nebûye, îdîayeke weha li rastî û struktura her du miletan jî nagunce”, Akçam dibêje ku; “qey bapîrên we yên xwedîyên van sûcan dê ev ji we re bigota, yan jinên mexdûrên vî sûcî dê ji we re bigota?” Ew bi vî rengî dibêje ku, ew jinên tûşî tecawizê bûne vê vedişêrin, vegotina wan ne hêsan e, ew mecbûr mane ku bêdeng bimînin. Rast e ku jinên tûşî êrîşeke zalimane ya mîna tecawizê bûne, ji ber zextên civakên zayendperest û travmayan vê yekê vedişêrin, nikarin bi hêsanî vebêjin.

Lê Akçam bi vegotina vê rastîya giştî, esasen îdîaya xwe derewîn derdixe. Lewra Akçam îdîaya xwe ya “mafê şeva ewil” wekî mafekî sazûmanî/birêkxistî diavêje meydanê; ev bi veşartina sûcên tecawizê yên nepenî/mecbûrî nepenîbûnê mayî, nikare bê şirovekirin. Ji ber ku, “kiryarek, mafek sazûmanî/birêkxistî” nepenî nabe. Akçam hem dibêje, sûc ji ber ku nepenî ne tên veşartin, hem jî “mafê şeva ewil” wekî mafekî sazûmanî/birêkxistî dinirxîne û ev manîpulasyon û nakokîyeke micid e. Berevajîkirineke bi vî rengî ya meseleyekê bi destê zanyarekî, sosret e.

Divê bê destnîşankirin ku, nîqaşkirin û dane-nîqaşkirina dîyardeyeke neyînî bi ser civakekê re nijadperestî ye.

  1. Taner Akçam, gotinên di metnê me yê nivîsandî de cih nagirin, her wekî hene, nişan dide, îmzekaran bi tehrîfatê û derewkerîyê sûcdar dike û hewl dide raya giştî bixapîne. Akçam di daxuyanîya xwe ya 20î nîsana 2021ê de ya bo raya giştî dibêje ku; “îdîaya herî mezin ya xwedîyên kampanyayê û beyankarên fikrî yên babetê ew e ku dibêjin, di kitêba Lazarev de îfadeyek der barê “mafê şeva ewil”, nîne, ev agahî ne rast e”.

Gotinên Akçam teqabilî rastîyê nakin. Ya ewil, her wekî me gotî li holê kampanyayek nîne. Ya duyem, di çi cihên metnê me de nayê îdîakirin ku, “di kitêba Lazarev de der barê ‘mafê şeva ewil’ îfadeyek nîne”. Îfadeya di metnê me de eynen weha ye: “ Nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl, ku xebatên Lazarev wergerandine kurdî, dîyar dike ku, îdîaya Lazarev bêbinyad e, bi awayekî derveyî rastîya zanistî ye û bi qestî rastîyê berevajî dike”.

Her wekî tê dîtin metnê, bi gotineke din îmzekaran, gotîye ku, wergêrekî ku xebatên Lazarev wergêrandine kurdî, yanî kesekî bereksî Akçam rûsî dizane û ji xebatên Lazarev xeberdar e, dîyar dike ku îdîaya Akçam bêbinyad û derew e, ji zanistê dûr e û bi zanetî rastîyê berevajî dike. Ev gotin rast in û piştevanîya fikra esasî ya metnê me dikin. Lewra, Akçam bi spartina saloxdaneke ji Alexander Tumansky, sergeneralê artêşa Rûsî, pisporekî oryantalist yê stratejîya leşkeri, yê ku esferê perwerdehîyê yê Rojhilat û Kurdistanê bû û li Îran û Osmanî peywirdar bû, ku dibêje; “hinek began li gundên ermanan ‘mafê şeva ewil’ bi dest xistine”, vê îdîayê bi şêwezarekî giştgir, wekî mafekî birêkxistî vedibêje, û helbet ev çend ji zanistê dûr e, derew e û bêbinyad e.

Dîsa, Akçam riwayeteke wisa ku nikare wê di çarçoveya metodolojîya zanistî de piştrast bike, wekî yek ji sedemên eslî yên îsyanên ermenan û “qetilkirina ermenan bi destê kurdan” nişan dide û wê di nava vê peywendê de bi kar tîne. Paşê, van qetlîaman wekî destpêka jenosîdê pênase dike, kurdan jî dike “failê jenosîdê”. Helbet ev dereweke bi zanetî ye. Akçam, di heman daxuyanîya xwe de dibêje ku, wergêrê kitêba navborî ne Têmûrê Xelîl e, amadekarên metnî bêyî ku vê yekê vekolin îdîayan dikin. Bi vî rengî wan bi tehrîfat û nîyetxirabîyê sûcdar dike. Lê di metnê me de gotinek bi vî rengî nîne! Gotina di metnê me de rasterast weha ye: “Nivîskarê kurd Têmûrê Xelîl yê ku xebatên Lazarev wergerandine kurdî…”

Her wekî tê dîtin û Akçam berevajî dike, di metnî de nayê gotin ku, Têmûrê Xelîl wergêrê kitêba Kurdistan û Kêşeya Kurdan e, tê gotin ku Xelîl ew kes e yê ku xebatên Lazarev wergerandine kurdî. Ev agahîyeke rast e. Bi vî rengî eşkere dibe ku gewretirîn îdîaya Taner Akçam ya ku bi awayekî tund metn û îmzekaran bi derewkerî, tehrîfatê sûcdar dike, li derveyî rastîyê ye.

Çima berê xwe nade metnê îmzeyê yê ku bi hêsanî dikare bi dest bixe, an jî berê xwe bidê jî wî tehrîf dike? Ev rewşa zanyarekî ku, bi ser metnekî kurt re ev qas derewan dike, tiştên neyî li metnî bar dike û bi ser vê re êrîşê dike, der barê awayê birêvebirina xebatên wî yên din jî fikreke girîng dide.

Taner Akçam li şûna ku xetayên xwe qebûl bike û lêborînê bixwaze, bênavber bi rêya derewan û manîpulasyonan hewl dide xwe mafdar nîşan bide. Bo nimûne, Akçam piştî rojeke roportaja xwe ya bo Gazete Duvarê ku digot, “Di civakên feodal yên sedsala 19em de, bo nimûne axayên kurd yên li herêmên kurdnişîn, xwedîyên mafê şeva ewil bûn.”,  di hesaba xwe ya şexsî ya Facebookê de got ku; “(axayên kurd) li hin herêman, mafê şeva ewil” yê keçên dizewicîn, ji xwe re hildigirtin” û li şûna gotina giştgir ya di roportaja xwe de, gotina “hin”ê bi kar anî, lê li şûna ku destnîşan bike ku ev sererastkirinek e û lêborînê bixwaze, berdewamîyê li manîpulasyonan dike.

  1. Axirî, di daxuyanîya xwe ya 10î gulanê de dibêje ku; “Min dikarî di hevpeyvînê de gotina “hin”ê bi kar bînim. Lê, hem sedemê nefret û êrîşa heyî ne ev e, hem jî wextê temamîya hevpeyvînê bê xwendin dê bi hêsanî bê fêmkirin ku, bi hevokeke wekî “li vî welatî mêr jinan dikujin”, qesta min ‘zîkr-i kull îrade-i cuz’ e (bi vegotina tevahîyê qesta perçeyê)’. Bikaranîna şêwazekî giştgir ji terefê Akçamî ve ku rasterast bandorê li meseleyê dike û nîşandana wê ya wekî hûrgilîyeke biçûk, ji bo zanyarekî sekneke zêde bikêşe ye. Akçam bi vê jî qayîl nabe û gotina xwe ya giştgir ya wehîm dispêre gotina belaxatê, ‘zîkr-i kull îrade-i cuz’ û hewl dide wê binixumîne.

Lê qaîdeya navborî ne ji bo heqîqetê lê ji bo mecazê ye. Çi eleqe bi wê çendê nîne ku Akçam bibêje, qesta min ji “axayên kurd” “hin axa” ne. Ji bo qaîdeya ‘zîkr-i kull îrade-i cuz’, mînakeke weha dikare bê dayîn: Wextê kesek dibêje “min neynoka xwe birrî”, em têdigihin ku wî/wê ne temamîya neynoka xwe lê tenê serê neynoka xwe birrîye. Di vê mînakê de neynoka tê vegotin (tevahî); ya tê daxwazkirin jî qismê neynokê yê tê birrîn (perçe) e. Heke em vê mentiqa berevajîkirî ya Akçam ya ji bo ku xwe mafdar nîşan bide, hetta xwe bêxe kirasê mexdûrîyetê, wekî rastîyekê qebûl bikin, wê demê temamîya şiroveyên giştgir yên nijadperest, zayendperest û hwd. dê bên meşrûkirin.

Wextê mesele dibe “kurd” Akçam ji vegotineke giştgir/gelemperî paşde namîne. Akçam der barê kurdan, di şêwezarekî negatîf, giştgir û pejoratîf de bi zanetî israr dike. Bo nimûne, Akçam di 13î çirîya paşîn a 2006an de, di Birikimê de weha dinivîse: “ Ji roja ku min dest bi vê babetê kirî û heya îro… min destnîşan kirîye ku tarîx-nûsîya bi bikaranîna têgehên “Tirk û Ermen” çiqas xeternak e.  Ez wisa bawer dikim ku di nav berhemên der barê babetê nivîsên min, ji xeynî wan kategorîyan yên ku layenên wê koletîf in, ji ber hewla ku wekî aktoren civakî (partî, çîn, grûb, her çi be li gorî wê) tên pênasekirin, xwedîyê cihekî taybet in. (Şaşîyên rastnivîsê aîdî nivîskarî ne.)

Akçamê ku îdîa dike bi saya hewla pênasekirina wekî aktoren civakî ya layenan ya ji derveyî kategorîyên kolektîf, xebatên wî xwedî cihekî taybet in, di 24î nîsana 2021ê de, di qenala YouTubeyê ya bi navê “Yaseyan Salonu” de, roportajekê dide Rober Koptaş û di çarçoveya jenosîdê de dibêje ku; ne rast e ku li şûna “kurdan” mirov bibêje “hin eşîretên îstîsna”, rasttir e ku mirov bi awayekî giştî bibêje “kurd” û divê kurd hînî vê têgehê bibin. Hetta Akçam di 12 gulana 2021ê de, di heman qenalê de, piştî ku dibêje, “kurd failên serdema 1915-18an in”, dibêje ku; “heke kurd ji bo failbûna serdema 1915-18an zehmetîyê bikêşin, divê fêr bibin ku vê yekê hêdî hêdî nîqaş bikin”. Çenda tê fêmkirin ew e ku, wextê mesele dibe kurd, Akçam “wê hewla ku xebatên wî taybet dike” ji bîr dike.

 

  1. Taner Akçamê ku piştî agahîyek spekulatîf avêt meydanê dest bi peydakirina çavkanîyan kirî, ji bo piştrastkirina gotinên xwe yên di daxuyanîya navborî de, “lîsteyeka keresteyan” weşand. Wextê em berê xwe didin lîsteya navborî, tê ferqkirin ku Akçam zortirê çavkanîyên xwe dispêre Lazarev ku ew jî riwayeta Alexander Tumansky neql dike, yê ku di artêşa Rûsan de sergeneralî kirîye û pisporekî oryantalîst yê stratejîya leşkerî ye. Dîsa, nivîskarê ku Akçam wî wekî çavkanî nişan dide, bi xwe jî nikare çavkanîyeke spesifîk nişan bide (bo nimûne, Barsoumian). Lê, naveroka yên bê çavkanî û îbareya hatî bikaranîn jî berê me dide îfadeyên Tumansky, yê ku Lazarev ew wekî jêder bi kar anîye. Jixwe hinek çavkanîyên ku Akçam dîyar dike, wekî çavkanî dîsa Lazarev nişan didin (bo nimûne, Astourian, Issawi). Bi vî rengî Akçam çavkanîyekê wisa nîşan dide, her wekî gelek çavkanî hebin. Çavkanîyên kêm yên mayî jî, bo nimûne li ser cihê taybet yê Hecî Musa Beg, disekinin. Baş xuya dibe ku Akçam bi nîşandana qelebalix ya “lîsteya keresteyan”, hewl dide nezerekê/têgihanekê pêk nîne.

Dîsa tê ferqkirin ku Akçam temamîya dokumanên ku behsa “mafê şeva ewil” dikin, bêyî ku zeman, mekan û peywendê li ber nezerê bigire, wekî çavkanî nîşan dide û hewl dide raya giştî bixapîne. Bo nimûne; Akçam, gotinên Zakarîya Mildanoglu yên di Agosêde ji bo piştrastkirina îdîaya xwe bi kar tîne yê ku di sala 1950î da, li gundê ermenan, Ekrekê hatîye dinyayê. Ew wextê behsa şahidîyên xwe yên li gundê Ekrekê yê Kayserîyê dike dibêje ku; “Hejmara wan bûkên ji karwanên dawetan hatine revandin, ne kêm e. Hetta tiştekî bi navê mafê şeva ewil, heye. Hûn dizewicin, berîya şeva zîfafê hûn şevê li cem kesekî din derbas dikin, paşê hûn vedigerin li cem mêrê xwe yê rastîn”. Dîsa, gotinên Ertuğrul Aladağ wekî çavkanî tên nîşandan ku wî di pêşkêşîya “Veguherîna ji Banê Ax Ber Bi Avahî Ve û Zayendîtî” de, di Atolyeya Tarîxa Devkî ya Şaredarîya Muğlayê de, gotibû ku; “Bûkên gundî di şeva ewil ya zewaca xwe de mecbur bûn ku ligel axayê xwe têkilîya cinsî pêk bînin. Zavayên bi cesaret yên ku îtîraz li vê kevneşopîyê dikirin, ji terefê axayan ve dihatin sirgûnkirin an jî dihatin kuştin. Lê, li Datçayê di maweya mafê axayî de zavayekî axa kuştibû.”

Lê, li mînakên li jorê yên ku li Datça û Ekrekê derbas dibin, “axayên kurd” nebûn. Çavkanîya Akçam ya bi navê “Lawijên Zazakî yên Herêma Vartoyê” jî eynen weha ye: “Agahîyên ji qadê yên ku kesekî li ser Vartoyê/Gimgimê berhev kirine: ‘Waxte Hukmê ina bi, jü kı bızewıcîyenı, gerekı ina en vernîye veyve bıkerdene cenıkê’ (Wergera wê: “Dewra deshilatdarîya wan bû, wextê kesek dizewicî ewil wan ew keç dikir jin.” ‘Gerekı ina veyve qule kerdene’(Werger: Ewil wan jin qul dikirin)’’

Her wekî tê dîtin, çavkanî gotinên “kesekî ne ku xebata doktorayê pêk anîye”. Hem ne dîyar e ka ew kes kî ye, hem jî di neqilkirinê de ne dîyar e ka “ew kesên desthilatdar” kî ne. Nîşandana agahîyeke weha wekî çavkanîyê, bi rastî jî tiştekî sosret e.

Belgeyeka din jî ya ku Akçamî wekî çavkanî pêşkêş kirî, qunciknîvîsara Zîya Şakirî ye ku di rojnameya Tanê de, sala 1936an nivîsîye. Şakir di nivîsa xwe de behsa nameyekê dike ku, temsîlkarên kurd û ermenan dibêjin ku ew ji heman nijadê hatine, li derdorê berjewendîyên muşterek hatine cem hev û armanc kirine dewleteka musteqil ava bikin ku rêzê ji mafên kêmîneyan digire.

Şakir di vê nivîsara xwe de dibêje ku, ermenan xwîna kurdan bi kulman vexwarîye û irz û namûsa wan binpê kirîye. Herweha, gava ku dibêje kurdan jî heman zulm û zordarî li ermenan kirîye, gotina xwe bi vê yekê refere dike; “Û hetta ji keçên ermen yên ku dê bizewicin bi navê “mafê şeva ewil” bi wehşet û nefretane baceka telaqdanê dihat wergirtin. Kesên ku vê yekê îdia jî dikin her dîsa ermen bûn”. Ji ber van sebeban nivîskar dibêje, bihêlin biratîyê, kurd û ermen nikarin bibin dost û jixwe divê nebin jî.” Bi vî rengî ji nava nivîsa kesekî ku ‘tovên nîfaqê’ di nava her du miletan de belav dike, gotina “baca mafê şeva ewil” tê bercestekirin û wekî çavkanî tê nîşandan û çi kêmasî ji bo vê yekê nayê dîtin. Her wekî tê dîtin, Akçam bêyî ku kontekst, bawerî û eleqeyekê li ber nezerê bigire, keresteyên ku di nava wan de “mafê şeva ewil” derbas dibe, li pey hev rêz dike û bi vî rengî hewl dide îdîaya xwe piştrast bike. Eşkere tê dîtin ku Akçam derxetî rêbazê zanistî û exlaqî hewl dide fikrîyatekê bispêre.

Axirî, divê em beyan bikin ku armanca me ne ew e ku em der barê dîroka xwe li gel Akçamî bikevine minaqeşeya belge û çavkanîyan û em vê yekê bikine meseleyeka minaqeşeyan. Em vê yekê rast û hewce nabînin.

Armanca me ew e ku em desttêwerdan û xeletîyên ku me tesbît kirine, bêlayengirane pêşkêşî civakî bikin.

  1. Zimanê ku Akçamî di hemî goftûgo û beyanên xwe de li dijî îmzekar û amadekarên metnê serf kirîye, zimanekî beloq yê dagirkeran e. Ev boçûna Akçamê ku xwedîyê zimanekî kêmbîn, qurre, fermanbêj û tohmetbar e, ne tenê bi îmzekaran ve sînordar e, herweha tezahûra nêrîna dagirkerîyê ye sebaret bi kurdan. Bo ku ev mesele bête fêmkirin, divê mirov dubare car hevpeyvîna Akçamî ya 12-14ê adara 2012an di rojnameya Tarafê de li gel Neşe Düzelê kirî, bixwîne. Akçam di vê hevpeyvînê de dibêje ku; divê kurd daxwaza mafên kolektîf nekin û divê mesele [ya kurdî] li ser esaseka takekesî û mafên takekesî bête çareserkirin. Akçam ne tenê vî mafî li xwe rewa dibîne, herweha bi gotina xwe ya: “Xweserî, li ser bingeheka etnîkî lêgerîneka çareserîyê ye. Ev, kakilê netewedewletê ye. Ev netewedewleta light e. Çareserîyeka bi vî rengî dê herêmê bike gola xwînê.” jî çavên kurdan ditirsîne.

Akçam, gava ku mesele dibe mafên kurdan yên netewî, kurdan di nava takekesîyê de berteng dike. Lê belê gava mesele dibe sûcên mezin yên wekî nijadkujîyê, kurdan wekî civakekê sûcdar dike û wan dike fail. Gava mesele tê ser kurdan, ev paradoksa ibretî bi zelalî nîşan dide ku Akçam têra xwe kesekî xwedî feraseteka îdeolojîk û dagirker e. Nerazîbûn û êrişkarîya Akçamî ya li dijî mafên kurdan yên pêşxistina rexneyê û nerazîbûna kolektîf ava xwe ji kahnîya vê ferasetê vedixwe. Herweha, sosyolog Dr. İsmail Beşikci çend roj piştî vê hevpeyvînê nivîsek nivîsî û tê de pirsyar kiribû ka “Prof. Dr. Taner Akçam li hemberî kurdan, li hemberî meseleyên kurd/Kurdistanê çima hinde bêxem e? Gava mesele tê ser qetilkirina Hrant Dink, doza Hrant Dink, meseleyên ermenan û Ermenistanê, gava Ergenekon tê rexnekirin û gava kurd têne rojevê, çima xudanîyê li dîskursa Ergenekonê dike û wê dihebîne?” Bi raya me ev pirsyarên Beşikci niha jî aktuel in.

Dîroknasekî ku parêzvanîya îddiayeka zêde spekûlatîf û zeîf ya ji leşkerekî stratejîst yê rûs neqilkirî dike, li şûna nerazîbûn û rexneyên rewşenbîrên wê miletê ku bi vê îdiayê tê îthamkirin wekî dane binivîse, çima tercîh dike heqeretê li wan rewşenbîran bike û wan bêqîmet û tawanbar bike? Zana û alimek eger di dilê wî de dijminahî û nefreteka taybet nebe, çima dibe dijmin û xwîndarê bangewazîya lêborînê ya der barê îddiaya wî ya têra xwe spekûlatîf? Akçam, bêyî hîsa mesûlîyetekê û bi awayekî bêperwa, di serî de amadekar û îmzakarên metnê, êrişî bi sedan rewşenbîrên kurd û bi hezaran kurdan dike yên ku nerazîbûna xwe nîşan dane û ew rexne kirine. Tawanbarkirina wî ya bi derewkarî, înkar û bêerdembûnê, hewla wî ya biçûkdîtînê ya bi zimanekî êrişkar û hetta tawanbarkirina endamên miletekî bindest bi nijadperestîyê, bêyî şik beyankirina aqilê mêtinkarîyê ye.

Ew ezberên Akçam di mejîyê xwe de kod kirî hilweşîyan, ku li gorî wan “kurd tene erê dike, li devê efendîyê xwe dinêre, îtirazê nake”. Li hember wan kurdan yên ku derfetên vekolan û nivîsîna tarîxa wan ji destê wan hatî stendin, destavêtina “apoletên akademîk” û tedbîqa zimanekî tehekumkar, ji xeynî eşkerebûna psîkoza wî ya mêtinkar ne tiştek din e.

Wekî amrazekê bikaranîna Akçam ya ji bo destnîşankirina civaka kurdan wekî “sembola xirabîyan”, tecawiz û jenosîd tê de, hetta bikarneanîna metodên zanistî, bi awayekî eşkere girêdayî wê armancê ye ku êrîşekê bide ser cihana kurdan û rewşenbîrên kurdan. Akçam ewil îdîayekê diavêje meydanê û paşê hewl dide delîlan peyda bike û bi rêya mexdûrîyetên xwe yên heyamên berê ku îdîa dike, dixwaze bangî hestên raya giştî/civakê bike û mafdarîya xwe saz bike, ev ji bo rewşa zanyarekî binketî ibret e. Bi vî rengî gotinên mîna “qaşo rewşenbîr, rewşenbîrên di nava kevanê de” yên ku Akçam ji bo îmzekaran gotine, mînaka projeksîyonekê ye.

Xûyên Akçamî yên mêtinkar bi van xilas nabin, piştî ku îmzekaran bi nijadperestîyê sûcdar dike, tenê ji ber ku îtîraz li wî kirine, di hesaba xwe Facebookê de dibêje ku; “Û ez ew qas zêde piştrast im ku ew dê bersiva xwe dîsa ji kurdan bistînin”. Akçam, qismek ji kurdan, ku wan bi sifetekî mîna nijadperestîyê wekî “şeytan” nîşan dide, dîsa diavêje ber bextê kurdan. Lê tiştek heye ku Akçamî ji bîr kirîye: Kurdan sîyaseta mêtinkaran ya “dabeş bike, parçe bike, bêxe qirika hev, bi rêve bibe” bi berdêlên giran fêr bûne. Em li wê bawerîyê ne ku hişmendîya kolektîf ya kurdan û rewşenbîrên kurdan û tecrûbeyên wan ên polîtîk ew qas pêşketî ye ku nekeve davikên mêtinkar.

Herweha, ligel belavbûna metnê me, di serî de rewşenbîrên îmzekar, kesên ku ev babet minaqeşe û rexne kirine, nerazîbûna xwe nîşan dane û bi taybet jî li hemberî sûcdarkirin û sekna êrîşkar ya Akçam îtîraz kirine û boçûneke fikrî nîşan dane, wekî kesên “hesas, agresif, dilmayî, meyildarî lînckirinê” têne pênasekirin. Bi vî şiklî, (bi zanetî yan nezanetî) ew tê wateya psikolojîk-kirin û hebandina minaqeşeyê. Tiştê ku em dixwazin pêk bînin, sekneke entellektuelî û lêgerîna nîqaşekê ye.

Em bi giramî û xemgînî dîyar dikin ku, li şûna reftar û boçûnên zanistî yên Taner Akçamî, israra wî ya sansasyonel û ajîtatîf ji bo civakan tesîreka provakatîf pêk tîne. Tevî van boçûn û helwestên navtêder, hêvî û daxwaza me ew e ku em faydeyeka durist li zemîna minaqeşeyên vê babeta zehmet û firawan zêde bikin. Tevî kil û kêmasîyên xwe, em girîngîyê didine metna xwe ya îmzeyê û minaqeşeyên ku îmzekaran birê ve birine. Herweha divê em bibêjin ku bi baldarî guhê me li rexne û pêşnîyazan e û em girîngîyê didine vê yekê.

Wekî encam, ermen, rûm, laz, sûryan, kurd û civakên din yên ku ji ber projeya tirkkirinê ya Îttîhat û Terakkîyê û polîtîkayên berdewama vê projeyê mexdûr bûyî, dikarin li ser zemîneka muşterek bicivin. Divê em wê girîngî û pêdivîyê beyan bikin ku civakên mexdûr, rabirdû û dahatûyê minaqeşe bikin û bi hevrûbûneka saxlem, dahatûyeka rasteqîn ava bikin. Eger aktorên xas yên vê babetê li platformên muşterek vê meseleyê minaqeşe bikin, em bawer in ku her encama ku ji van minaqeşeyan derdikeve dê girîng û rasteqîn be û bêguman dê xizmeta avakirina tarîxeka ji tekrarê rizgarbûyî, bike. Me ji minaqeşeyên li ser navê Taner Akçamî careka din fêm kir ku ev mesele ewqas girîng û hesas e ku nabe mirov bihêle li ber rehma serdest, sazî û rewşebîrên wan.

Bi rêz û hurmet, bo raya giştî.

 

Li ser navê wan kesan yên ku di 28ê Nîsana 2021ê de, metnê bi îmzeya 132 rewşenbîran hatî weşandin, li qelemê dane.

Azad SAĞNIÇ

Baran ZEYDANLIOĞLU

Celâl TEMEL

Fahriye ADSAY

Ferhat SAĞNIÇ

Haymatlos SUAD

İbrahim GÜRBÜZ

Köroğlu KARAASLAN

Kadir SATIK

Murat SATIK

Nimetullah ATAL

Şahin AYAZ

Yusuf Ziya DÖĞER

 

Ji alîyê Redaksyona malpera Riataza da 

Çavkanîya Taner Akçem ji vê pirtûka kurdzan, prof. M. Lazarev ya bi navê ”Kurdistan û Pirsgirêka kurdan” e (sal 1964, Moskva), ku hûn bergê wê dibînin. Lê ew pirtûk di rastîyê da tune. Ji ber ku piştî çapbûnê hate qedexekirin, firotana wê hate betalkirin û yên çapbûyî hatine şewitandin. Ango, çavkanîya Taner Akçam heye, lê pirtûka ku çavkanî jê hatîye girtin, tuneye.

Ji bo zêde zelalkirina vê meselê em bêjin:

Lazarev di tevaya jîyana xwe da sê cildên berhemên zanyarî yên li ser dîroka kurdan û Kurdistanê nivîsîne û Têmûrê Xelîl ew hersêk jî ji rûsî wergerandine kurdî û çap kirine:

  • Cilda yekem: – ”Pirsa Kurdan” li ser bûyerên sala 1891-1917an e.
  • Cilda duyem: -”Împêrîyalîzm û Kurd” li ser bûyerên 1917-1923an e.
  • Cilda sêyem: -”Kurdistan û Pirsa kurdan” li ser bûyerên 1923-1945an e.

Çavkanîya Taner Akçamî ji van berheman yek jî nîn e. Wê demê, heqê mirovan heye ku bipirsin, bê ev çavkanîya Taner Akçamî ya sexte ji ku derket?  

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev