XIZMETA MALBATEKÊ YA 100 SALÎ

XIZMETA MALBATEKÊ YA 100 SALÎ

Agahdarîyên girîng di heqê Radyoya Rewanê da

Weşanxaneya LÎSê bi vê sernivîsarê di heqê endamên malbata Xelîlê Çaçan Mûradovî da pirtûkeka pir giranbiha çap kiriye ku li ser hev 100 salî rojnamegerî û bêjerîyê ve xizmeta gelê xwe kiriye.

 

Xizmeta çar kesên ji malbetekê ji bo gelê xwe

Bi rêberîya Xelîlê Çaçanî ve di nava 24 salên serokatîya Radyoya Rewanê da (1957-1981) hemû stiran û şanoyên wê hatine qeydkirin û belavkirin; xanima wî – Eznîva Reşîd ji destpêka weşanên Radyoyê da bêjera pêşin bûye û 27 salan li ser wî karî bûye (1955-1982), kurê wan Têmûrê Xelîl di nava kurdan da kesê yekem e ku hemû ocaxên çandî yên medyayê û ragihandina kurdî da kar kiriye – Rojnameya ”Rya teze” (1977-1981 – 1984-1992), Radyoya Rewanê (1981-1984), Rojnameya rûsî ya li ser jîyana kurdan ”Golos Kurda” (”Dengê Kurd”, 1992-1997) û Beşa Kurdî ya Radyoya ”Dengê Rûsyayê” li Moskovayê (2008-2009). Ev bû gelek sal jî berpirsyarê malpera RIATAZA ye. Nevîya Xelîlê Çaçanî, ango keça Têmûrê Xelîlî – Mîdîya di nava kurdên Sovyetê da kurda yekem bû ku beşa Rojnamegerîyê ya Zanîngeha Moskovayê ya li ser navê Lomonosov xelas kir û gotarên wê yên di heqê jîyana kurdan da di kovarên ”Armanc” û ”Roja Nû”, çend kovarên ermenî (”Ankaxûtyûn”) û rûsî (”Sûdarûşka”) da çap bûne. Karê Mîdîyayê yê sereke di xizmetkirina gelê me da ew bû, ew wekî redaktora berhema zanyarî ya pir bi qîmet ”Kurd: Efsaneya Rohilatê” hat hilbijartin ku van dawîyan şîrketa Rûsyayê ya neftê û gazê GAZPROMê ew bi zimanên rûsî, îngilîzî û bi du zaravên kurdî – kurmancî û soranî jî çap kiriye.

 

Mezinahîya Radyoya Rewanê û berpirsyarê wê yê 24 salan

Mezinahîya Radyoya Rewanê berî her tiştî di wê yekê da ye ku wê bi mîlyonan kurd şîyar kirin. Mezinahîya berpirsyarê wê di wê yekê da ye ku; di wê rewşê da ku dema qedexe bû bi radyoyê stiranên li ser şerên kurdan yên bo rizgarîyê, heyfhilanînê, rûreşkirina sîyaseta wan dewletên dagirkerên Kurdistanê belav bike û gelek stiranên kurdî yên li ser wan meseleyan jî hemû hatine qeydkirin û belavkirin. Mezinahîya berpirsyarê wê di wê yekê da ye jî dema ji bo kurdên Sovyetê qedexe bû ku bibêjin “welatê me Kurdistan e”, ji ber ku welatê wan Yekîtîya Sovyet bû, hingê bi biryara berpirsyarê wê, stirana ”Welatê me Kurdistan e” bi dengê dengbêja me ya navdar Aslîka Qadirê ve li cihanê hate belavkirin. Hin kes dibêjin: ”Yekî din jî serok bûya, wî dê eynî kar bikira”. Lê bawer nekin ku yekî din çend caran çend heftêyan bi taybetî biçûya Gurcistanê, studyoya wê derê kirê bikira û dengên dengbêjên me yên herî navdar Şeroyê Biro, Şebabê Egît, Cemîla Çawîş, Xemoyê Hesen û yên din qeyd bikirana û ew bikirana milkên gelê me. Divê bê dîyarkirin ku ew dengbêj nedihatin Rewanê. Helbet, di karê pêşxistina Radyoya Rewanê da keda kesên wisa bi nav û deng jî hene, wekî Qaçaxê Mirad, Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Mîkaêlê Reşîd, Mirazê Evdo, Sîma Semend, Keremê Seyad, Sêvaza Evdo û gelek kesên din ku bi salan di serokatîya Xelîlê Çaçanî da xebitîne.

 

Bi zanebûn biçûkxistin û reşkirina karê Radyoya Rewanê

Ev kitêb hema bibêje bersiva wê pirtûka Zerî Înançê ye ku navê wê ”Di Radyoya Êrîvanê da Dengê Kurdî” (”Weşanên Weqfa Ismail Beşikçi”) ye. Ew pritûk bi agahdarîya sexte ya prof. Celîlê Celîlî ve di sala 2016an hatiye amadekirin û çap bûye ku bi awayekî nerast û bi neheq ve tevaya karê Radyoya Rewanê bi navê bavê xwe – Casimê Celîlî ve girêdaye. Ka em lê binêrin, bê keda Casimê Celîlî di vê radyoyê da çi qas bûye: C. Celîl di destpêka weşanên radyoya testî da, du salan bersivdar bû (ne berpirsyar, ji ber ku radyo tune bû, hê di qonaxa testê da bû). Lê dema Komîsyona Derecebilind ji Moskovayê hat ku wê radyoyê ji testê derxe  û hejmara xebatkaran ji 2 kesan bigihîne 9 kesan û her weha satelîteka xurt dayne, da kurd bikarin li tevaya Kurdistanê guhdarîya wê bikin, hat dîtin ku Casimê Celîlî tu karek ne kiriye, tu kilamek qeyd nekiriye, heta dengbêjên wekî Karapêtê Xaço qewirandine û dengên wan qeyd nekirine. Komîsyonê wê gavê ew ji kar derxist û Xelîlê Çaçan kir serok. Xelîlê Çaçan jî bo ku Casimê Celîl bêkar nemîne, xwast karekî bidê. Ji ber ku beşên edebîyatê, çandê, partîyê û aborîyê bi qelemê va girêdayî bûn û ne bawer bû ku ew dê bikare wan beşan bi rê ve bibe, hingê beşa mûzîkê, ango ya sazbendîyê da wî. Ew jî ne ji bo wê bû ku wî ji mûzîkê fam dikir, lê ji bo wê bû ku ew dengbêjan peyda bike, sazbendan bîne cem hev, cêribandinan bike, ji bo qeydkirina dengên dengbêjan studyoyê kirê bike û hwd. Pişt ra jî Casimê Celîl li ber destê Xelîlê Çaçanî, ango di bin serokatîya wî da, 6 salan kar kir. Hemû karê wî ev bûye, lê di kitêba Zerî Înançê ya qerase û duzimanî da, ew bûye pêlewanê Radyoya Rewanê.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev