Bersiva birêz serokê PAKê ser hinek têbinîyan

Bersiva birêz serokê PAKê ser hinek têbinîyan

Birêz birêveberîya RIA TAZA!

 

Cenabê we di malpera xwe de nivîsa birêz Fuat Önen çap kirîye. Em daxwaz dikin ku, hûn bersiva birêz Mustafa Özçelik jî parve bikin.

 

Berîya her tiştî, zelal e ku nivîsa min a ku bi navê “Em ji Kurdistanîbûnê çi fêhm dikin” di Rûpela Nû de hate belav kirin, bi taybetî eleqeya wê bi gotinên Kek Fuat yên di bernameya Çarpel Medyayê de tuneye.

 

Me wek PAK fikrên xwe yên di heqê Kurdistanîbûnê de nivîsîye. Me bi taybetî behsa sîyaseta hilbijartinê jî nekirîye.

 

Gava ku me behsa HINEK KESAN kirîye, ew jî zelal e.

 

Ew HINEK KESÊN ku bername û parastina PAKê paşguh dikin, tune dihesibînin û dibêjin ”PAK ne Kurdistanî ye”, cuda cuda ne, sebebên wan jî cuda cuda ne û ne hewceye û ne mimkune ku meriv yek bi yek wan binav bike.

 

Û çawa ku hinek heqê rexneyan bi xwe re dibînin; heqê PAKê jî heye ku bêje ”ev rexneyên we neheqî û bê wijdanî ye”… Başe, gava ku hinek kes bêjin ”PAK ne Kurdistanî ye” û em jî bêjin ”Ev gotinên we neheqî û bêwijdanî ye”; ji bo çi ev gotinên me bibin ”buxtan û dijûn”…

 

Me di wê nivîsê de beşek ji bernameya PAKê pêşkêş kirîye, me behsa nêrînên PAKê yên di heqê çareserîya pirsa Kurdistanê de û behsa parastina PAKê kirîye û me gotîye ewên ku rexneyên weha dikin, bername û parastina PAKê paşguh dikin û ev jî neheqî û bêwijdanî ye.

 

Herweha me di derbarê ”Em ji Kurdistanîbûnê çi fêhm dikin” de fikrên xwe nivîsandîye. Mijara esasî ya nivîsê jî aşkere kirina fikrên PAKê ye.

 

Mimkun e ku fikrên PAKê û yên hinek partî, rêxistin û kesayetan di derbarê Kurdistanîbûnê de ne wek hev bin; ev jî normal e.

 

Mimkun e ku hinek fikrên PAKê û yên kek Fuat Önen jî di derbarê Kurdistanîbûnê de ne wek hev bin; ev jî normal e.

 

Lê pir zelal e ku di wê nivîsê de me bes fikrên xwe nivîsandîye, tu heqaret, tu buxtan li kesî nehatîye kirin û me dijûn nedaye tu kesî jî.

 

Ji xwe yên Mustafa Özçelik nas dikin jî baş dizanin ku buxtan, dijûn, texrîbkarî, êrîş, heqaret ji şexsiyeta Mustafa Özçelik a takekesî jî, ji şexsîyeta wî ya sîyasî jî dûr in.

 

Ez wek Mustafa Özçelik, dikarim di hevdîtinên yek a yek de jî, li pêş raya giştî jî rexne, fikir û pêşniyarîyên xwe ji kek Fuat re bêjim; ne hewceye ku ez xwe veşêrim. Û bi taybetî ji ber ku rêza min ji kek Fuat re heye, ne mimkun e ku ez bêûsûlîyekê jî li himberî wî bikim.

 

Li gel rêz û silavên xwe –

Mustafa Özçelik

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev