Nameyên evînî – 137

Nameyên evînî – 137

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.

Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

 

¤¤¤

Di xewnê da min tiştek hîs kir, ku di halê normal da min hîs nekiribû. Dema bi te ra me, herdem bêrîya dê û bavê xwe dikim, bûyerên zarotîyê bîr tînim. Lê dema ne bi te ra me, weke ku bê ruh dibim.

 

¤¤¤

Evînî çi tîne serê mirov haaaaaa. Bi rastî, jîyana min tam ketîye nava te, canê te. Xwedê wê ji min nepirse, ka xanîyê te çiqas mezin bû. Ewê bipirse te xanîyê xwe da xwe çawa hîs dikir. Xwedê wê nepirse te çi kar dikir, wê bipirse karê jîyana te çi bû. Ezê jî bersîva hemû pirsan bidim, bêjim Nura, Nura, Nura min.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev