Demokrasî, Kurdistan û pirsgirêka Kurdistanê

Demokrasî, Kurdistan û pirsgirêka Kurdistanê

Fuat Önen

Sê pirsgirêk hene:

  • Pirsgirêka demokrasîyê li Tirkiyeyê
  • Pirsgirêka kurd ya li Tirkiyeyê.  Ez rasttir dibînim ku mirov vê wek ”pirsgirêka neteweyê kêmar” têgih bike. Yên ku vê wek ”pirsgirêka kêmarê neteweyî” jî têgih kirine, hene.
  • Pirsgirêka Kurdistanê.

Aniha pêşqebûlek heye ku ev her sê pirsgirêk bi hev ve têkildar in. Ez difikirim ku li ser vê mijarê, yanê li ser  bereka (îstiqameta) vê têkildariyê têra xwe niqaş nehatiye kirin.  Ji bo nimûne, wisa tê gotin: “Çiqas ku Tirkiye ji demokrasiyê bi dûr dikeve ewqas jî zordestiya li ser kurdan  zêde dibe”. Bi rastî ez vê wiha formûle nakim. Dewleta Tirk, li Kurdistanê heta ku di weziyeta êrîşkirina li ser miletê kurd de bimîne ewqas jî demokrasî ditengije (sînorên demokrasîyê deng dibe). Yanê, bi ya min li vir têkiliyeke vajî (ters) lê tê barkirin.

Demokrasî û teşeyên (drûvên, şiklên) dewletan

Ew tiştî ku em jê re demokrasî dibêjin di esasê xwe de şiklekî dewletê ye. Dewlet ji gelek pêkhateyan (dam û dezgehan) pêk tê. Ev dam û dezgehên yasayî, dadî, sîxurî, leşkerî, rêveberî, burokratî û hwd bi hev re naveroka dewletê teşkîl dikin. Teşeyê dewletan li gor bi rêk xistina van pêkhateyan tê pênase kirin. Gelek teşeyên dewletan (demokrasî, otokrasî, faşîzm, leşkerî-polîsî û hwd) hene. Demokrasî jî yek ji wan teşeyan e û ji bo ku em vê niqaşa xwe bi fonksiyon bikin em dikarin pênaseyeke wiha bikin. Di esasê xwe de, gava ku  îradeya (vîna) siyasî, rêveberiya siyasî rasterast ji alî xelqê bi xwe ve an jî ji alî nûnerên wî ve yên ku di demên diyar û bi hilbijartinên bisîstem ve tên hilbijartin, bê pêkanîn, em ji wê re demokrasî dibêjin.

Hêmaneke wê ya din jî heye. Demokrasî hemû hemwelatiyan wek hev dihesibîne, qebûl dike. Aniha, li vir di navber ”wekhev bûn” û ”wekhev hesibandin”ê de cudatiyeke krîtîk heye. Di eslê xwe de, ew şiklê dewletê ku em jê re demokrasî dibêjin, şikleke wisa ye ku di jiyana rastîn de însanên newekhev, wekhev îlan dike.

Ji ber vê, bi piranî em ji vê re demokrasiya formel (şiklî) dibêjin. Loma bi rastî jî  ji bo ku wekhevbûn pêk bê, divê ku ji alî şerdên heyîna civakî ya berbiçav (konkret) ve jî wekhevbûn hebe, bête pê lê hedef an armanceke demokrasiyê bi vî awayî tune ye. Lazim e vê jî bêjim; em niqaşên di dema antîk de danin aliyekî, di eslê xwe de demokrasî şiklekî dewletê ye ku bi formasyona sosyoekonomîk ya kapîtalîzmê ve guncan (lêhatî) e.

Ez van îhtiyatan ji bo vê dibêjim: Bi taybet di van salên dawîn de fetîşîzmeke demokrasiyê bi pêş xistine. Demokrasiyeke  wisa datînin ber me ku ji her derdî re dibe derman. Di rastiyê de tiştekî wiha tune ye. Lê di navber şiklên dewletê yên heyî de ya ku aniha  çêtir tê dîtin demokrasî ye.

Aliyekî vê ku me, yanî sosyalîst û komonîstan eleqedar dike ev e ku, mixabin, me di pratîka xwe ya 70 salî de demokrasiyeke alternatîf dernexistiye holê. Sedemekî ku fetîşîzma demokrasiyê di roja îroyîn de evqas bûye serwer ev e. Demokrasî ev e û em vê aniha li vir bihêlin.

Pirsgirêka Kurdistanê heye. Pirsgirêka Kurdistanê pirsgirêka wî neteweyî ye ku di eslê xwe de welatê wî hatiye dagirkirin, parçekirin, parvekirin, mafê wî yê dewletbûyînê hatiye xespkirin. Gava ku em pirsgirêkê bi vî awayî pênase bikin, difikirim ku rêya çareseriyê jî ew e ku mafê xwe yê dewletbûyînê bi kar bîne. Yanê ne ku mafê dewletbûyînê bê pejirandin, îlankirin, mafê dewletbûyînê bi kiryarî bê xebitandin. Arîşeyeke  pirsgirêka Kurdistanê  jî heye ku ji parçekirina wê çêbûye. Ji bo çareseriya  vê arîşeyê  divê ku mirov  hedefa yekitiya Kurdistanê dane ber xwe.

Dê watedartir be ku em di vê programê (gotarê) de meseleya yekitiya Kurdistanê bi qismî jî be, danin aliyekî lê li ser meseleya serxwebûnê rawestin.

Pirsgirêka neteweyê kêmar li Tirkiyeyê

Aniha pirsgirêkeke kurd li Tirkiyeyê jî heye. Hejmareke net di destê me de nîn e lê dibêjin ku li dor deh mîlyon kurd  li Tirkiyeyê dijîn. Qesta min ji ”Tirkiye”yê rojavayê Kurdistanê (Anatolîa, Trakya) ye. Nifûseke li dor deh mîlyon kurd heye lê ev deh milyon kurd di rewşeke wisa de ye ku tu mafekî xwe yê kurdîtî nikare bikarbînin.

Esasê meseleya kurd li Tirkiyeyê ev e û li gor min ev pirsgirêkeke neteweyê kêmar e. Di esasê xwe de, ev pirsgirêk weziyeta veguhastina pirsgirêka Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê ye ku divê em pirsgirêka kurd ya li Tirkiyeyê, wek mînak; bi pirsgirêka tirk ya li Almanyayê an jî bi pirsgirêka tirk ya li Bulgaristan, Yunanîstanê re tevlihev nekin. Hevşibînên wan hebin jî lê di eslê xwe de cudatiyên wan hene.

Pirsgirêka kurd ya li Tirkiyeyê encama wê yekê ye ku Kurdistan di bin dagiriyê de ye û neteweyê kurd tabîyê jenosîdeke domdar e. Bi vê maneyê ez difikirim ku ev pirsgirêk ”weziyeta veguhastina pirsgirêka Kurdistanê ji bo Tirkiyeyê” ye.

Têkiliya korelasyon û sedemîtiyê

Aniha di navber van her sê pirsgirêkan de têkiliyeke çawa heye? Em dikarin bêjin ku têkiliyeke korelasyonê di navber demokrasiya li Tirkiyeyê û pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê de heye. Lê mixabin, ji ber ku ev, yanî kolerasyon û sedemîtî tê tevlihevkirin, ew encam tê derxistin ku hem sedemê pirsgirêka Kurdistanê û hem jî yê pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê tunebûna demokrasiyê li Tirkiyeyê ye, ev şaş e.

Di sazkirina vê korelasyonê de hevkêşeyeke vajî tê çêkirin. Bi awayê asayî divê ku em wiha bêjin: Li Tirkiyeyê, ger mafên neteweyê kêmar yên kurd û yên kêmarên din çiqas bên pejirandin û çiqas bên bikaranîn, li Tirkiyeyê ewqas  dê demokrasî bi pêş ve biçe. Ango lazim e ku em bi vî awayî lê binêrin lê ji ber ku fetîşîzmeke demokrasiyê pêk hatiye wiha tê gotin: Li Tirkiyeyê çiqas demokrasî bi pêş ve biçe ewqas jî ev pirsgirêk dê çareser bibin. Lê baş e, heke ev pirsgirêk çareser nebin dê çawa li Tirkiyeyê demokrasî bi bêş ve biçe?

Axirê civakên ku divê wekheviya wan bê îlankirin, wekheviya wan bê qebûlkirin, hene. Dibe ku ev kêmarên etnîkî bin, kêmarên dînî an kêmarên kulturî bin, heke ku ew wek xwe bên qebûlkirin û ew mafên xwe yên ku ji vê derdikevin bikaribin bi kar bînin dê demokrasî bi pêş bikeve. Lê gava ku em hevkêşeyê vajî saz bikin em digihîjne bangekî ji bo demokrasiyeke razber, nediyar ku tu wateyekê îfade nake.

Di navber pirsgirêka Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyeyê de korelasyoneke wiha tune ye. Bi hev ve têkildar in lê di navber wan de korelasyoneke wek di pirsgirêkên kêmarên din yên li Tirkiyeyê tune ye.

Fetîşîzma Demokrasiyê

Ez lê dixebitim bêjim ku dagirkirin, parçekirina Kurdistanê û pêkanîna jenosîda domdar ne ji ber wê ye ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye û ne demokratîk e. Em ji destpêka qirnê 20an bigirin,  dewletên demokratîk yên wê demê hebûn, bo nimûne; Demokrasî li Fransa, Îngîltere hebû. Baş e, ev demokrasî bû asteng ji bo dagirî û kolonyalîzma wan li Hindistan, Cezayîr, Afrîka û Asyayê?

Na, nebûye asteng. Loma gava ku tu lê bixebitî sedemîtî saz bikî, tiştekî bibe sedemê yê din, (ango ji bo tu bikaribî di têkilîyekê de sedemîtî bibinî), divê encam bi taybetî ji wê sedemê sadir bibe, li vir têkiliyeke wisa tune ye.

Îcar em çawa dikarin ji  têkoşîna ji bo demokrasiyê re bibin alîkar?

Di serî de em xetên xwe yên sor diyar bikin:

Heke bi rastî jî  kurdistanî, demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dixwazin wê demê divê ku  dewleta tirk dawî li dagiriya xwe ya li Bakur-Rojavayê Kurdistanê (Jixwe êdî dagiriya dewleta Tirkiyeyê li her sê parçeyan heye.) bîne. Heta ku dewleta tirk li Kurdistanê wek dagirker bimîne, demokratîkbûyîna dewleta tirk nabe mijara axaftinê. Loma ev hebûn hebûneke jenosîdal e. Ango ew dewleta ku jenosîd tetbîq dike, em dikarin qala  demokratîkbûyîna wê,  demokrasiya wê bikin? Ew dewleta ku rasteqîniya netewe-welat ya neteweyê kurd red bike û li îmhaya wê bixebite, çawa dikare demokratîze bibe?

Wiha dikare demokratîze bibe. Dewleta tirk bi hemû dam û dezgehên xwe ve dê ji Kurdistanê derkeve. Kurd dê mafê xwe yê dewletbûyînê bi kar bînin û bibin dewlet. Li gor min, wê demê dê ev rê ji pêşveçûn û pêşketina demokrasiya li Tirkiyeyê re veke.

Ez heman tiştî ji bo pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê jî difikirim. Heke bi rastî jî hûn demokratîzekirina Tirkiyeyê dixwazin; divê ku hûn hema di serî de dest pê bikin, mafê kêmarê neteweyî yê kurd, yên hemû kêmaran, li gor rastiya wan, bi mayîna wek xwe, mafê jiyan û azadiya wan biparêzin. Li vir çiqas pêşketin çêbe, dê ewqas jî Dewleta Tirk demokratîze bibe.

Ji ber vê yekê divê ku em hevkêşeyê (denklemê) berevajî bizivirînin.

Heke Tirkiye demokratîze bibe jî  dê ev pirsgirêk çareser nebin. Tam berevajiya wê, bi qasî ku ev pirsgirêk çareser bibin dê Tirkiye demokratîze bibe.

Çend gotin jî ji bo vê bêjim: Ango ji bo çi em berepaş dixwînin, an jî gava  ku ev berepaşxwendin li ser me tê ferzkirin, ji bo çi em zû bi zû wan dipejirînin?

Nasîna yekalî

Bê guman ev encama kolonîbûna neteweyê ye. Li vir heke em serî li têgiha Hegel; ” hevnasîna beramber” bidin, Hegel têkiliya efendî-koleyê li ser vê têgihê re niqaş dike. Ya me nasîneke yekalî ye. Em dewleta tirk dinasin, miletê tirk dinasin lê dewleta tirk û bi piranî miletê tirk jî heqîqeta me ya netewe-welat nanasin. Nasîna yekalî jî têkiliya efendî-koleyê ye.

Ev têkiliya efendî-koleyê, bi domana demê re, dibe sedem ku êdî kole di nav norm, gotin (dîskur) û  paradîgmaya efendiyê xwe de bifikire.

Ez ê vê bi nimûneyeke rojane şîrove bikim. Li Diyarbekirê bi hezaran kurdistanî êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê şermezar dikin. Lê ew bi hezaran kurd di dema dagirkirina Efrînê de tune bûn. Gava ku 12-13  bajarên Kurdistanê dihat wêrankirin jî ev bi hezaran kurd dîsa tune bûn. Aniha, yên ku bi hezaran kurd diajon sahayê, koletiya xwe wek azadî îdrak dikin û bi vî awayî dengê xwe derdixin.

Halbûkî tu kole yî û tu hîn jî ne xwediyê wî mafî yî ku bi zimanê xwe  bixwînî û binivîsî. Berî ku tu li dij neheqiyên ku Îsraîl li Filistînê dike derkevî û ji bo wê, girseyê   biajoyî sahayê, li dij zilma ku li te tê kirin, derkeve.

Ji ber vê sedemê, em dibînin ku bi taybet jî xwendeyên kurd, ji civata kurd zêdetir xwendeyên kurd û bi taybet jî di bîst salên dawîn de, sinifa siyaseta kurd yên ku di halê serwer de dixwiyên, ew îdeolojiya serwer ya li Tirkiyeyê, li ser navê kurdîtiyê ji nû ve hildiberînin.

Yek ji sedemê fetîşîzma demokrasiyê li Kurdistanê ev e. Sedem ev e ku têkiliya berevajî (çelexwarî) ya di navber pirsgirêka demokrasî, pirsgirêka Kurdistanê û pirsgirêka kurd de tê sazkirin.

Ji bo ku em bibin wek efendiyê xwe, em zimanê efendiyê xwe bi kar tînin. Çiqas em zimanê efendiyê xwe bi kar bînin em ew ewqas xwe azad dihesibînin.

Bi kurtî fikra min ya derbarî pirsgirêkên demokrasî, Kurdistan û kurd de ev e. Lê em dikarin dirêjtir û bi teferûatir bikin. Ji bo aniha ev bes e.

Çavkanî: https://pelkurd.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev