DAXUYANIYA FERMANDARÊ YBŞê YÊ ŞINGALÊ SEÎD HESEN

DAXUYANIYA FERMANDARÊ YBŞê YÊ ŞINGALÊ SEÎD HESEN

Bayram Ayaz

“Rêvebirên Qendîlê” ji aliyekî ve li herêma Bahdînan qaşo bi ordiya Tirkan re şerê gerila dimeşînin û gav bi gav ordiya Tirkiyê dikişînin hundirê Herêma Kurdistanê. Van demên dawî li devera Bahdînan jimareke zêde gund ji ber vî şerî hatin vala kirin. Cîh cîha leşkerên dewleta Tirk bi hinceta duvketina cekdarên PKKê operasyonên xwe gîhandine 20-30 kilometer kurayiya başûrê welat. Guman tê de nîne ku li wan deran leyistikeka wekî “tajî berdana nêçîrê” tê leyistin. Ya li devera Bahdînan leyistika bi dewleta Tirk re ye. Li wê derê armanc herêmê terorîze bikin, bixin deverekî bê îstîqrar.

Li aliyê din li Şingalê, Mexmûrê, Kerkûkê, Xaneqînê bi Heşdî Şaabî û grupên ser wan re bi hevra li dij derdikevin ku hêzên pêşmerge vedigerin wan deveran. Kerem bikin fermandarê wan yê li Şingalê di televizyona nêzîkî Nurî El Malîkî de kîjan ragihandinan dide!

Li deverê Bahdînan şer û alozî û bê îstîqrarî derxe, vê leyistikê bi leşkerên Tirkan re bimeşîne û li deverên madeya 140an de nexwaze û nehêle hêzên pêşmerge vegerin wan deveran û bi Haşdî Şaabî re (yanî bi Îranê re) destê xwe bixin nav destê hevdu û dijî Herêma Kurdistanê derkeve!

Vêca Kurdeyatî û Kurdbûnî û Kurdistanî di kû derê van karan de ye? Ev dijîtî û dijminahiya keyana dewletbûna Kurdistanê ye. Ti îzaheke din, nav lê kirineke din ne mumkîn e.

Bes e, dev ji van pîsîtî û provokasyonan berdin, şerî xelkê xwe û welatê xwe nekin, nebin maşeya stratejiyên dewleta Iranê û Tirkiyê.

 

Kerem bikin xebera fermandarê PKKê bixwînin:

“PKKe dixwaze bi alîkariya Heşda Şaabî wan navçeyên Kurdistanî ku bi navçeyên madeya 140 tên naskirin ji pêşmerge vala bike.

Seîd Hesen, yek ji Fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ku niha li Bexdayê ye, di hevdîtinekê de di gel yek ji kanalên televizyonî yên nêzî Nurî Malikî de dibêje: “Em hevre bi Heşda Şaabî re, bi taybet “‘Esaîbî Ehlî Heq” amadekariyan dikin ji boy ku van navçeyan ji DAIŞê û pêşmergeyan paqij bikîn.

Navbûrî berdewam dike û dibêje: “şerê me ê mezin wê şerê bi pêşmergeyan re be, jiberku ew amade nabin ji van navçeyan vekişin û dixwazin wan navçeyan dagîr bikin û bêxin ser Herêma Kurdistanê ve”.

 

Ev daxuyaniya fermandarê PKKê yê li Şingalê tişteke nû nîne, Fermandarên PKKê pirr caran ev axaftinane li cihên cûda dubare kirine û xwe ji van axaftinan nadin paş.

Gelo Seîd Hesen kîye?!

Seîd Hesen Seîd Xizir, kesek êzidî ye û ji hoza Hebaba ye, ew şêniyê gundê Zumanê ê ser bi Şingalê ye, niha weke berpirsê giştî yê YBŞê erkdar e, ew bi mezintirîn berpirsê êzdî yê di nav PKKê de li Şingalê tê nasîn.

Seîd Hesen, paş rûxandina rejîma Bees li 9/4/2003an tevlî refên PKKê bûye û weke kesek siyasî di nava PKKê de kar kiriye. Keça wî li sala 2017an bi bombardomana balafirên cengî yên Tirkiyê li Qendîlê hatiye kuştin.

Ew bavê 5 zarokane, di nava PKKê de bi kod navê “Bahoz” tê naskirin û berpirsê îstixbarata PKKê ye li Şingalê.

Bi yek ji wan kesan tê naskirin ku daxuyaniyên herî tund û ne rewa li dijî PDKê û Herêma Kurdistanê dide û hertim hewl dide di nêvbera Êzdîyan û hikûmeta Herêma Kurdistanê de cudahiya dirust bike û Êzdîyan li dijî Kurdistanê tehrîk bike.

Ji aliyê madî ve kesek dewlemend tê naskirin, dewlemendiya wî ji nêzîkatiya wî ji PKKê û karên bazirganî yên neqanûnî ku li jêr sîbera PKKê û bi piştevaniya rêveberên PKKê encam dide tê.

Ev cara yekemîn nîne ku Seîd daxuyaniyek bi vî awa dide, pêş niha jî hin caran li ser ekranên TVyan de derketiye û bi tundî li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kurdan daxuyanî dane, ew dibêje ku êzdî ne Kurdin û Kurdistanê jî naxwazin.”

(Jêder: Nivîs û wêne ji Malpera Darka Mazî beşê Kurmancî)

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev