
Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.
Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.
Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?
Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.
Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.
¤¤¤
Tu zanî ruhê min, ew rojên ez bêrîya te dikim, wê şevê xewnên xemgîn dibînim. Îşev min dît, ku ez û tu diçine balafirxanê bo herine welatekî, bilêtên me amade ne, taksî jî hatîye, lê stressek çê bûye, ku emê di dema xwe da negihîjine balafirxanê û tu stressa min texmîn dikî û tiştekî xweş dibêjî: -Ew cîyê ku emê herin, emê li wir bi hev ra bin. Ji xwe em neçin jî emê bi hev ra bin. Êdî bo çi stress dibî?
¤¤¤
Canê te tenê bo hezkirinê ye. Ango, zêde ne bo razanê, ne bo meşê, ne bo karkirinê. Û ferq nake, çend kîlo ye. Ji ber ku ez bi riya ruhê te li canê te dinêrim. Ruh jî herdem eynî kîlo ye.
¤¤¤
Evîna min hey ji a te pirtir e! A te ji a min kêmtir be, ez aciz nabim, lê a min ji a te pirtir be, ez kêf dikim.
Riataza