LEPÊN TARÎ

LEPÊN TARÎ

Berhemeke delal ji Weşanxaneya DOZê

Mihemed Sanri

 

“Di Kurdistanê de her dem lepên dewletê li ser kurdan hebû.

 Piştî ko PKK-yê dest bi şer kir, yên PKK-yê jî ketin ser.

Lepên dewletê û PKK-yê tevilhev bûn, tarî bûn û bûn wekî hev…

Di encamê de zerera herî mezin gihişte kurdan bixwe”

Dr. Mehmet Özalp.

 

“Lepên Tarî” ji gelek aliyan ve pirtûkeka gelek cihê serincê ye, gelek tabyet û gelek xweser e. Dema hon dest bi xwendina wê bikin, hon nikarin wê bidin aliyekê, ew we dikêşe nava xwe, dest ji dil û serê we bernade… Tenê dema ko hon bixwazin piçekê “hezim” bikin, hon dê bixwazin navberekê bidinê…

 

Min di Twiterê de piçekê behsa vê pirtûkê kiribû. Lê ger min ew têbîniyên xwe li vir, li ser hev, ne nivisiyan ez aram nedibûn. Çawa xwendina wê dest ji min bernedida, nivîsandina di heqê wê de jî dest ji min berneda.

 

Dr. Mehmet Özalp di 1989-ê de di SHPyê de wekî Serokê Şaredariya Tetwanê tê hilbijartin, di maweyê serokatiya xwe de xizmetên gelek baş bo Tetwanê dike; serweriyek gelek bi rêk û pêk û biehlaq dike, ji vî aliyê ehlaqê erka serweriyê jî pirtûka wî wekî “rêberekê” ye. Lê ew dimîne di nav agirê ko dewletê û PKK-yê di Kurdistanê de vêxistiye. Ev agir gund û bajaran, xwezaya Kurdistanê û tevahiya komelgeya kurd digire ber xwe… reşekujiyeke domdirêj e…

 

Di dawiyê de jî ji sedema vî agirî, hêj maweyê serokatiya wî neqediyayî, ew di 1994-ê de neçar dibe Tetwanê terk dike. Mirov dikare bêje “LEPÊN TARΔ berhemek ya serhatî, şahidî û bîranîn wî yên wan salên wî yên serokatiya şaredariyê ne…

 

Ew dibe şahidê gelek bûyerên xwînawî, reşekujên di salên despêka 90-ê li bakurê Kurdistanê; di 12-yê hezîrana 1992-yê de di nav wan de jin û zarok jî 13 gundiyên ji Karûkanê (Sütlü) dema ji kirîfirotina bo cejnê ji Tetwanê bi minîbasê vedigerin gundê xwe, di rê de, hêzên tarîk wan peyar dikin; ji yêk veder dikin, yek bi yek dikujin. Dr Mehmet Özalp diçe cihê bûyerê li ser cenazeyê wan, dibîne ko kesên kujer ev reşekujî gelek bi bêhneka fereh û bêtirs pêk anîne.

 

Mecit Kaplan, Hiznî û du hevalên Hiznî, Ferhat Tepe, Parêzer Şewket Epözdemir ev hemî li derdora wî tên revandin û kuştin… Çîroka Doktor Rodî û kuştina lawikê wî yê hêj 15 salî li ser bedana wî… Çîroka Doktor Rodî dibe mijara romana Hesenê Mete ya binavê “Hefsar.”

Lepên Tarî her derê digirin bin sîha xwe…

 

Serwerên dewletê, sîstema wê ya dadwerî û ewlekariyê, siyaset û siyasetmedar li beramberî van bûyerên reşekujiya miletê kurd çi tevgerê dikin? Xwedanê helwest û nêrîneka çawan in?

İnönü, Özal, Demirel, Baykal… Di wê demê de generalê ko bo Tetwanê tê erkdar kirin, Korkmaz Tağma ji hemû sifetên mioraviyê bi dûr e…Li Kurdistanê, bicihkirina karbidestên bi vî rengî ji her sifatên mirovan bi dûr, siyaseteke sereke ya dewletê ye bêguman…

 

Pirtûka Serokê Şarederiya Berê yê Tetwanê Rêzdar Dr Mehmet Özalp, ne tene bîranîn û serpêhatiyê wî yê takeyî ne, di heman demê de dîrok û hafizeyeka zindî ya miletekê ye. Nemaze bîranîn û şahidiyên wan salên 1990an yên ko reşekujiyek bêsînor û bêperwa li ser kar bû. Pêwîst e ko her serwerek navçe û bajarên kurdan yên wê demê bîranînê xwe binivîsin anjî bi awaeykê vêbêjin, dê her bîranînelk bibe şahidek, belgeyek, delîlek yê şerekê qirêjê xwînawî yê li dijî hebûna miletê kurd.

 

Her pêwîst e ko her serwerek yê bajar û navçeyên kurdan vê pirtûkê wekî “rêberekê” hertim li ber destê xwe bigire..

Gelek portreyên zindî jî di nav rûpelên pirtûkê de cih digirin.

Pirtûk bi zamenek yê kurdiya gelek pak û sivik hatiye nivîsandin, bûyer û portreyênn yêk li dûv yekê, rê nadin mirov pirtûkê ji destê xwe bide aliyekê.

Divê derhinerên kurd jî baş berê xwe bide “LEPÊN TARΔ

Spas kek Dr. Mehmet Özalp tu ne tenê serwereke û doktorekê hêja yê di bin xizmeta miletê xwe de bûyî, te bi vê berhema xwe ya bêhempa jî xizmeteke pir hêja kiriye.

Her sax bî, her spas bo keda weşanxaneya Dozê jî…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev