Berhemên kurdzanên me – 246

Berhemên kurdzanên me – 246

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê serîyek ji cildeya 3an ya berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M. Lazarev ya ”Kurdistan û pirsgirêka kurdan (di salên 1923-1945)” raberî we dikin. Nivîs ha tê binavkirinê: ”Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da”. Îro em beşa wê a sisîyan çap dikin. 

Her sê cildeyên profêsor M. Lazarev ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatine wergerandin, herduyên pêşin ji alîyê weşanxaneya Roja Nû da çap bûne, ya 3an Weşanxaneya Weqfa Riya Azadî li Anqerê çap kirîye. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl 

 

Pirsa kurdan di dawîya şerê hemcihanê yê dudan da -3 

Di sibata sala 1945an da Komîtêya azadîyê ya bi serokatîya Mustefa Barzanî hate damezirandinê92. Di nav demeke kurt da ewê komîtêyê li tevaya Kurdistanê beşên xwe saz kir û destbi karê hevgirtina hêzên kurdan kir. Rêxistinên kurdan yên sîyasî yên dêmokratîk, wek ”Hîwa”, ”Şoriş” û yên din piştgirîya komîtêyê kirin. Hema di wan deman da koma komûnîstên kurdan jî hate sazkirinê, ku xwe li dor rojnameya ”Azadî” civandibûn. Jimara komûnîstan hindik bû jî, lê wana di destpêka sala 1945an da cara pêşin di rûpelên rojnameya xwe da bernameya xwe ya derheqa pirsa kurdan ya bi kemala hemmiletîyê da weşandin, ku bi ruhê pêşverû û dêmokratîk va hatibû nivîsar û gorî daxwazên sîyasî, civakî û kûltûrî yên ne tenê kurdan, lê herwiha hemû gelên Îraqê yên din bûn jî93. Nêzîkbûna têkçûyîna faşîzmê alî aktîvbûna tevgera kurdan ya miletîyê li Îraqê kir, ku di dawîya şerê hemcihanê da gihîşte xeta xwe ya here bilind.

Bi wê ra tevayî, dawîhatina şêr li Awropayê ji dijminên gelê kurd – şovînîstên Îraqê û împêrîyalîstên Brîtanîyayê ra azadî anî. Îdî hewcedarî tunebû rewş û erkên dema şêr bidine ber çavan, ku me derheqa wan da li jorê gotîye; dewsa wê hate biryarkirin bi carekê va pirsa kurdan ji holê rakin, ku zirar dida berjewendîyên wan him li Îraqê, him jî li tevaya Rohilata Nêzîk. Bexda û London dest bi amadekarîya têkbirina tevgera kurdan kirin, ku bi serokatîya Mustefa Barzanî dihate rêvebirin.

Di nîveka meha tîrmehê sala 1945an da komeke leşrekên ordîya Îraqê (heta 30 hezar kes), cendiremyan û polîsan (12 hezar kes) bi serokatîya qumandarê Îngilîs gênêral-çawîş Rênton, ku bi formalî karmendekî Îraqê bû, berevî bakurê Îraqê kirin. Himberî wan leşkerên Mustefa Barzanî bûn, ku jimara wan digihîşte 4-5 hezaran û ew ji alîyê gel da bi xurtî dihatine piştgirîkirinê. 7ê tebaxê hêzên hukumetê ji Rêwandûzê êrîş kirin.

Di pêşî da kurdan bi serketî ber xwe didan û heta bi xwe bi rêyên ber bi Mûsilê, Êrbîlê û Kêrkûkê êrîş birin û bi wê yekê va zirareke mezin dikaribûn bidana kanên neftê yên here mezin, ku li Kurdistana Îraqê bûn. Hema ev xeter Bexdayê û Londonê hişyar kir tevaya hêzên xwe bicivînine ser hev bona zora kurdan bibin û di fkira wan da pirsa sereke ew bû, ku balafiran bi kar bînin û warên binecîyên kurd bidine ber bomban. Kurdan nikaribû himberî wê yekê tu tişt bikira. Binecîyên am û tam zirareke mezin dikişandin. Di dawîya îlona sala 1945an da ji cezakaran ra li hev hat jimara hêzên xwe ewqas zêde bikin, ku ûsyanvanên kurd mecbûr kirin dest ji berxwedanê bikişînin. Mustefa Barzanî bi şervanên xwe û weke 10 hezar merivên ji eşîreta xwe – barzanan ra tevayî berê xwe dane sînorên Îranê, li ser axa Kurdistana Îranê sitar bûn û li wir navbenda sereke ya tevgera kurdan ya miletîyê hate sazkirinê94. Tevgera kurdan li Îraqê dîsa têk çû. Dest pê kirin zor li şervanên aktîv yên ji bo azadîya kurdên Îraqê kirin.

Sebebên têkçûyînê ber çavan bûn: dijmin di hêla hêza leşkerî da ser kurdan ra bû, di nav tevgera kurdên Îraqê da hevgirtin tunebû, ji hukumetê ra li hev hat çend eşîretên kurdan yên dijî barzanîyan rake himberî wan, ew tevger ji welatparêzên ereb û dêmokratên Îraqê, herwiha ji kurdên welatên cînar (sînorên bi Tirkîyê ra hatibûn girtin) qutkirî bû, Îraq di şertên dema şêr da piranî ji cihanê hatibû birînê. Bi wê ra tevayî, ew têkçûyîn zirareke mezin ne da kurdan, ji ber ku tevgera bi serokatîya Mustefa Barzanî di dewraneke wisa da qewimî, gava îdêayên dêmokratîzma şorişgerîyê dest pê kiribûn rehên xwe davîtin nava civaka kurdan.

Paşê serekwezîrê Îraqê Tewfîq es-Suweydî, ku hewil da serhildana kurdan biçûk bixe û nuxsan bike, di civîna Koma dewletên ereb li Qahîrê 25ê adarê sala 1946an da got, ku Mustefa Barzanî tek ji bo berjewendîyên xwe ew serhildan tevrakir, ku ewî xudêgiravî serokatî li tevgera sêktekê, lê ne miletekî kirîye û hukumê wî tenê di hêla dînî da hebû. ”Li Îraqê tu tevgereke kurdan tune”,- serekwezîr di dawîyê da got95.

Ji bo rêvebirê Bexdayê dest dida serhildana kurdan wek tevgera çend serekên derebeg û şêxan nîşan bide. Melle Mustefa Barzanî ji der û dorên derebegîyê hatîye dinyayê, lê îdî bûbû serkêşekî bi cûrê teze û di şerê xwe da bi îdêalên dêmokratîzmê û dijî împêrîyalîzmê va dihate serkarîkirinê, ewî di nav gelê kurd da yekîtîyek saz kir bona bigihîjine serxwebûna miletîyê û bi alîkarîya mêtodên şorişgerîyê xwe ji bindestîyê xilaz bikin (di şertên Kurdistana perçekirî û zêrandî da – bi alîkarîya mêtodên leşkerî-şorişgerîyê da). Hema di salên şerê hemcihanê yê dudan da Mustefa Barzanî bû lîdêrê tevaya kurdan di dîroka tevgera kurdan ya şorişgerîyê-dêmokratîyê da û 30 salên dû ra jî ew wek lîdêr ma.

Barzanî bi koma xwe va li Îranê bingeheke baş dîtin bona berdewamkirina karê ji bo rizgarkirina gelê xwe. Wek îdî hatîye gotinê, hema li vî welatî şertên baş hatine sazkirinê bona pêşketina dêmokratîyê di tevgera kurdan ya miletîyê da. Hizûra leşkerên Sovyet û Îngilîs (paşê jî yên Amêrîkayê), bêy ku bidine ber çavan, ka daxwazên Moskvayê, Londonê û Waşîngtonê yên rasteqîn çi bûn, desthilatdarîya Tehranê li ser kurdan gelekî dabû kêmkirinê. Eva di hêlekê da ji derebeg-sêparastîstan ra dest dida, ku li hinek cîyan xwe tev dan û aktîv bûn, di hêleke din va jî, rê li ber hêzên çep û dêmokratîk yên di civaka kurdan da vekir (xwesma, di zona Sovyet da) bona rabine pîyan û hêzên xwe xurttir bikin. Gerekê bê destnîşankirin, ku di civaka kurdan ya sist pêşketî da di navbera rêxistinên civakî-sîyasî yên cuda-cuda da ”dîwarê çînî” tunebû. Lema jî nabe bêjin, ku tevgerên kurdan li Îranê û welatên din li ser bingehê derebegîyê-sêparatîstîyê û miletîyê-dêmokratîyê (an jî şorişgerîyê-dêmokratîyê) hatine teşkîlkirin; di wan da bi awayên vekirî an sergirtî him nîşanên pêşverûtîyê, him jî yên kevinare yên bêkêr hebûne.

Guhastinên di nava şerê hemcihanê yê dudan da, ku piştî Stalîngradê bûn, tesîra xwe li ser rewşa li Îranê bi tevayî, herwiha Kurdistana Îranê jî kir. Sala 1943an nedîyarîya di nav rewşa hundurîn û navnetewî ya Îranê ji holê rabû. Cesûsîya jihevxistinê ya nasîstîyê li Îranê nema, di meha îlonê da Îranê dijî Almanîyayê şer îlan kir, lê li konfêransa ”Sê dewletên mezin” di dêklarasyona taybet ya derheqa Îranê da gorî prînsîpên ”Xartîya Atlantîyê” ya 14ê tebaxê sala 1941ê serxwebûn, serbestî û yekîtîya axa wê da testîqkirinê, û herwiha hate gotinê, ku ewana amade ne alîkarîya aborî bidine wê96. Bi vî awahî, kefîltîya eşkere dane hukumeta şah, ku dewletên mezin wê di hindava wê da sîyaseta destdirêjaya li ser serxwebûna wan nekin, lê heta van demên dawî jî şik li ser wê yekê hebû.

Tesîra van nûyîtîyan li ser rewşa li deverên, ku eşîretên êtnîkîyê yên kêmjimar diman, di nav wan da kurd jî, ne bi awayekî bû. Ji hêlekê va, li Tehranê texmîn kirin, ku ewana dikarin bi hêsanî li wan waran dest bi karê testîqkirina ”qeyde û qanûnan” bikin. Ji hêleke din va, binecîyên wan waran, ku bi îdêayên azadarîyê yên wê dewranê va ruhdar bûbûn, şerê xwe yê dijî sîyaseta şovînîstîyê ya komên Îranê yên serkarîkir gurr û geş kirin. Di encamê da serttîya pirsa miletîyê li Îranê ne tenê kêmtir nebû, lê her diçû zêdetir dibû. Ji bo nimûne, nerazîbûnên li Kurdistanê bi wê yekê va zêdetir dibûn, ku dewletên hevalbend hizûra leşkerên xwe li ser axa wî welatî bi kar dianîn û bêy ku guh bidine sîyaseta xwe ya îlankirî ya derheqa tevnebûnê da, gelek caran wan pevçûn û dijderketinên gelên kêmjimar ji bo berjewendîyên xwe bi kar dianîn. Lê eger em bêne ser kurdan (û eşîretên mayîn), em dikarin bêjin, ku ew ne herdem bi awayekî hevgirtî karê xwe dimeşandin, hinek caran şerên navxweyî dikirin û bi wê yekê va av berî aşê neyarên xwe didan. Bi tevayî rewşeke dijwar û tevlihev hate sazkirinê.

 

(dûmayîk heye)

 

92 Wisa xuya ye, ew hema ew komîtê ye, ku Rambu bi nav dikir wek ”Komîtêya miletîyê”, ku sê nûnerên Îraqê, çar nûnerên Îranê, du nûnerên Tirkîyê û nûnerekî Sûrîyê diketine navê (dîsa li wir, rûpel 130).

93 Dîsa li wir, rûpel 131-133.

94 Dîsa li wir, rûpel 75-76; Eaglton (Jr.) W. The Kurdish Republic, rûpel 51-54.

95 Rambout L. Les kurdes et le droit, rûpel 81.

96 Hurewitz J. C. Diplomacy in the Near and Middle East. A Documentary Record: 1914-1956. Toronto, 1956, rûpel 238.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev