Êriş li serweriya Kurdistanê xetên sor yên me ye!

Êriş li serweriya Kurdistanê xetên sor yên me ye!

Beyana DIAKURDê

Di encama pevçûnek nû ya di navbera hêzên çekdar ên PKK û Pêsmerge de li herêma Metîna ya başûrê Kurdistanê, pênc Pêşmerge şehîd, heftê din jî birîndar bûn. Em vê bûyerê bi tundî şermezar dikin, ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re sersaxîyê dixwazin.

Kurdistana Başûr perçeyek Kurdistana azad e ku bi berdêlên mezin hatiye qezenckirin. Divê her Kurd, her rêxistinek siyasî rêzê li mafên serweriya başûrê Kurdistanê bigire. Em wek DIAKURD, kes û rêxistinên ku rêzê li serweriya Başûrê Kurdistanê negirin bi tundî şermezar dikin.

Bi salan, dewleta Tirk li hincetan geriya ku êrîşî Başûrê Kurdistanê bike. Naha ew şerê xwe yê qirêj li ser axên azad dimeşîne. Rejîma Tirk dixwaze weka ku li Rojavayê Kurdistanê pêk anî Başûrê Kurdistanê jî dagîr bike. Hebûna hêzên Tirkan li Başûr bi çalakiyên leşkerî yên PKKê yên li wir ve girêdayî ye. Lewra jî Komelgehê Navnetewî li hember Tirkan bêhelwest e.

Hebûna Kurdistana Başûr îro di bin xeterek mezin de ye. Divê PKK zûtirîn wext dawî li xeletîyên xwe bîne, ji ber êrişa dawî lêborîna xwe ji raya giştî ya Kurd bixwaze, dev ji çalakiyên xwe yên çekdarî li başûr berde.

Destkeftiyên Kurdan di ser berjewendiyên hemû partiyên siyasî re ye. Em bang li her kesê dikin ku rêzê li vê rastiyê bigirin, nebin sebeb ku dewletên dagîrker axa azad dagîr bikin. Divê hemû terefên pirsê bi berpirsiyarîya xwe rabin ku em zûtirîn wext ji vê kaosê derkevin.

06/06/2021

DIAKURD

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev