Ew û ax

Ew û ax

Welat Agirî

Erê lê, rojeke germ bû. Kele kela germa havînê tûk di devê meriv da dikir toraq. Min berê pezê xwe ber bi kanîya navserê kiribû, bizin dabûn ber çirpîyên terr, ku hahanka xwe bighînim vê ava navserê, na wele te yê bigota ava kevserê. Me pez li ser wê kanîyê dida mexel, dest û serçavê xwe bi wê ava avilheyat can dikir. Erê, di wê roja germa havînê da, qet mineta bavê min nebû, qelûn ji kêfa dilê xwe ra qulap bi qulap dikişand, dûyekî tenik berdida nava dil û hinava.

Wê rojê bavê min, ji nişkê va, di cîyê xwe da sekinî, bi beşereke xweş bi ser bizina çûr da kire yeh û yeh. Jixwe bizin di rêya xwe da, ber bi avê diçû, min hê jî pê dernexistîye ka çima deng li bizina belengaz kir. Piştî yeh û yehkirinê gotina xwe bi pêş da bir, «Ê erê, tê bixwînî, tê bibî merivekî zana û mezin», got, qulapeke din jî li qelûnê xist û dû di firnikan ra da der. Piştî wê gotinê min li dev û dora xwe nihêrî, lê ji xêncî min, pêz û Bigiroyê me kes tune bû.

Bû ewte ewta Bigiro, wî jî tiştek ji wê gotinê fêhm nekiribû. Min go, “wele germê li bavo xistîye, nizane ka çi dibêje”. Lewma di gundê me da, piştî dibistana seretayî kesî xwendina xwe nedidomand, yanî kes nediçû bajêr. Min dev ji bizna çûr û gotinên bavê xwe berda û hirî hirîya pêz kir. Eceleya min hebû, min ê pêşîyê bi çend gulm ava sar tîbûna xwe bişkanda, dû ra tîbûna Talîaya Şeko. Erê lê, bêbavê li nav lodên gund li benda min bû.

Du roj û danek derbas bûbû nebûbû, bavê min dîsa ew mijara vekir, li cîya min nihêrî, «Wê bixwîne wê te jî xilas ke min jî xilas ke», got û qendek şekir avête devê xwe. Xalê min jî li odê rûnişti bû. Herçiqas xal be jî, em berxên salekê bûn. Me tevayî kotên cixaran dikişand, tevayî dizîya bostanan dikir, tevayî dida pey wan qîzên bi emir çend salan ji me mestir.

Bi wê gotina bavê min ra, xalê min berbirî min bû, di bin çavan ra, awirekî şeytanî da min. Bi çavên xwe digot, «lawo Filîto, were vî zilamî nexapîne, tu yê xwendinê nîn î, tu nabî meriv». Wele divê mirov rast bêje, gotin gotina wî bû, ez yê xwendinê nebûm. Belê divê rastîyê bêjim, yanî ji aliyê zîrek bûnê va zîrek bûm, zêna min ji her tiştî ra vekirî bû, lê xwendinê ra girtî bû.

Bavê min got, «kurê min ê bixwîne», ciya min got «bira herçar kelax qurbana Filîtê min bin, em ê bifroşin, lawê xwe bidin ber xwendinê».

Ez gelekî bi kelecan bûm, lê kelecanîya min ne ji bo xwendinê, lê ji bo dîtina keçên bajêr bûn. Ew ên çîprût, bejn bilind, nav qendîl, lêv kaxizîn, enî kever…

Havîn jî derbas bû, payîzê serî kuta. Êdî wextê vekirina dibistana bûn. Bavê min wek gotina dayka min kir, ew herçar kelax firot û ez li dibistana navîn qeyd kirim. Ez çûm, lê helbet xalo ez tenê nehîştim, wî jî da pey min. Kalkê min xapand, mîyek berxek li ber, bizinek karek li ber û cotek beran da firotan û hat di heman dibistanê da qeyda xwe çêkir.

Ez zû hînê jiyana bajêr bûm. Wek teyrekî atmece, min hemî kuçe û kolan hildabûn bin baskên xwe, dest bi nêçîra xwe kiribû. Îca çi nêçîr bû, ax ew nêçîra karxezalan. Erê, ez zû adapte bûm û bi gotina xalê min, ez bûbûm saqote. Belê ez bûm saqote, ew jî bû sofî. Lê saqotebûna min ji sofîtîya wî çêtir bû. Lewma dîn û donê me yek bû, ew jî tolazekî wek min bû. Gelek cara dihat rêya min dibirî, dihat li derê oda min dixist, bangî min dikir, ez dawetê rêya heq dikirim. Lê di axirîyê de çi bû, erê we jî texmîn kir, di axirîyê da ew hate ser rêya min yanî rêya serserîtî û tolazîyê.

Bi qedandina lîsê ra, dema xwendina zanîngehê hatibû. Lê divê me di îmtixanê da dereceyeke baş bi dest bixista ku bikaribûya dest bi unîversîtê bikira. De min ji we ra gotibû, ez di her warî de zîrek im lê ji xêncî xwendinê. Bi qedandin lîsê, me jî dest bi xurandina patika stuyê xwe kiribû. Ne kar hebû ne jî emel. Mi çend cara pere ji bavê xwe xwest. Min go «bavo zanîngehên baş li Ûkranyayê hene, te çend kavir bifrotana, min ê li wê derê tehsîla xwe bikira». Bavê min bi tehn, «Erê lê li welatê romê unîversîte nemane, lewma Filîtê min dixwaze li duwalên gêwir û ecnebîyan bixwîne, ê wele bazareke baş e» got û têlefon ser min da girt. Lê Xwedê rehma xwe gora kalkê min ke, lê kalkê min hê jî serxwe ye, bi alîkarîya cîya min bavê min çend quriş şandin.

Min dixwest du bilêtan bikirim; yek bo min, ya din ji xalo ra. Lê her daxwaz nayê cîh helbet, perê wan çend kelaxan têra kirrîna du bilêtan nedikir. Min rojekê xalo li ber derê qehwexaneyekê dît. Ji min ra çayek xwest, lê bi made bû. Min go “xalo em ê herin”. Serê xwe bilind kir, bişirîneke nerm û germ “dîsa li pey çi yî Filîto» got û îskan di kefa destê xwe da bir û anî. Min go “xalo em ê herin Ûkranyayê, lê çend quriş kêm in”.

“Ûkranya hmm, em ê li wê derê çi bikin”. “Dibêjin jîyan li wê derê ye, xalo. Em ê jî hespên xwe ber bi keçên ûrisan zengû bikin”. “Ma ûkranî ûris in”, got û gulmek çay bi ser xwe da kir. “De wele ez nizanim ûris in yan nîn in, lê keçên wan dişibin hev, ha Eyşê ha Fatê”. “Lê Talîaya Şeko?” got û zûr ma li çavên min nihêrî. Min got, “çi bûye, tu jî zanî wê ji zû da mêr kirîye”. “Ez jî wê dibêjim, kurê we wek te bûye”, got û bi dengekî bilind kenîya.

Birastî jî kurê Talîaya Şeko weke min bûbû, lê ez ne ketibûm heyra wê ne jî kurê wê. Min got, “ez ê bibim youtuber, em ê ji te ra jî şuxulekî bibînin”. “Tego ez ê bibim çi?”. “Youtuber da, ma tu nizanî, ji nihava du sed û hefte şopînerên min hene». Bi wê gotinê ra hêqînî pê ket, keniya û keniya. Kesên li derdora me, berbirî me bûn, li kenê xalo û acizîya min mêze kirin. Erê, ez zû bi zû aciz nabim lê vê carê gelekî sil bûbûm. Çawa dikare tirranê xwe bi youtuberya min bike.

Min xwe kerr kir, êdî tiştek negot. Wî jî acizîya min dît û ber dilê min da hat. «Saqoteyo nexeyde, laqirdîyên xwe dikim». Ew kenê xulekek berê li rûyê wî, dîsa winda bûbû, «ez ê jî herim» got û bi tehrekî bê mane li min, li îskana destê xwe, li pirtûka ser masê nihêrî.

«Bi ku da», min pirsa xwe dayê. Lê li hêvîya bersiva wî nemam. «Tê herî gund ne wisa, ê de here bira pîrka min te bizewcîne». Vê carê min dil dikir, bi kenekî qelp heyfa xwe hildim. “Na”got, “Ez naçim gund. De tu zanî, di welatê me da xet hene”, got û axîneke kûr kişand. Min tiştek jê fehm nekir, lê wî gotina xwe bi pêş da bir. “Erê welat bi xetan tarmitax kirine û kurd ji hev bê hay û bê xeber hîştine. Li ser wan xetan dîwarên nepenî lêkirine, destên me ji hev qetandine, etavên giran anîn serên me”.

Ev çi xeberdan bû heyran, ne dişibîya axaftina xalê min ê sofî, ne jî dişibîya ya xalê min ê saqote. Wî got, “Filîto te derc kir, ez behsa çi dikim”, min serê xwe hejand yanî min derc kir, lê di rastîyê da min tiştek jê fehm nekiribû. “Îro got û sekinî”, li telefûna destê xwe mêzand û domand.“Îro binxet li ser çoka ye û wê rojekê rabe ser pîya jî. Îro ne hole hola mîr û axa û şêxa ye, îro hole hola keç û xortên canfêda ye”.

Bi dû wan gotinan min xwe paşopê avête oda xwe. Min tek tiştek ji axaftina xalo derxist ku ew jî li şûna Ûkranyayê wê biçûya ciyekî din. Belê min qirarê xwe dabû û bi ya xwe kir. Min bi ya xwe kir û bi perengê wan kaviran li paytextê Ûkranyayê bi cîh û war bûm. Ger ne şaş bim, ez ê li vê derê bikevim sala şeşa. Di nava van şeş salan da jimara şopînerên min ên youtubê gihîştin du hezara. Yanî li vî welatî ger min bi alîkariya hevalekî ev şuxulê restorantê nedîta, ez niha li van deran tî, birçî û ber dîwaran mabûm.

Ez niha gelekî baş derc dikim, ka ew xetên wî behs dikirin, kîjan xet bûn. Carna kela dilê min jî radibe, wek sîtila ser tendûre dikele, difûre. Lê ez wek wî jêhatî ne bûm, jêhatî nîn im. Min nikaribû weke wî ew xetên dîyar û nedîyar bidana bin pê xwe û dest bi xêzkirina sînorên mala xwe, bajarê xwe, welatê xwe bikira. Belê çû, hemû tirs, daxwaz û planên pêşerojê da li dû xwe hîşt û çû. Du roj berîya çûyina xwe ji min ra mesajek şandibû: Filîto lawo, ax ji hemî fikr, raman, îdeolojî û mal û milkê dinê hêjatir e. Wa ez çûm û min pişta xwe daye felekê, berê xwe daye oxirê. Ger armanc ne ax û welat be, bihêle bila hespê te bi hemdê xwe here, orxe neke lawo, orxe neke…

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev