PEDAGOJÎYA BI ZIMANÊ KURDÎ

PEDAGOJÎYA BI ZIMANÊ KURDÎ

Sultan Arslan 

 

Cara yekem e ku daxwazek nivîsandina bi tirkî bi min re çêdibe. Ji ber ku min digot qey dê ji bo tirkan baş be û çêtir bê fam kirin. Dûv re hişê min dîsa guherî û ez fikirîm, vê carê ew ê (tirk) ji min re bibêjin, binihêrin, ew bi tirkî dinivîsin ji ber ku ew nikarin bi kurdî binivîsin.

Rastî dîsa ya min e û divê kurd di nav dijminê xwe de tenê bi zimanê xwe binivîsîne û bi zimanê xwe biaxive. Bi taybetî jî di nav Kurdistanê de divê zimanê axaftinê jî, têkilîyê jî û nivîsandinê jî kurdî be. Heke kurd bi zimanê xwe danûstendinê neke, tirkên nîjadperest re derfet çêdibe ku li ser zimanê me biaxive, biçûk bike û tinazê xwe pê bike. Waye Muharrem Înce ku ji alîyê gelek kurdan ve dihate hezkirin û namzetê berê bo serokkomarîya Tirkîye bû ku dixwest biba serokkomarê Tirkîyê û endamê berê ya partîya kemalîstan ya CHPê bû, tinazê xwe li zimanê kurdî kirîye û biçûk kirîye.

 

Muharrem Înce çi gotîye.

 

Li ser perwerdehiya zimanê kurdî: “perwerdahîya kurdî ne li gor pedagojîyê ye û bi pedagojîyê re ne guncav e”.

 

Pişt re daxuyanîyek nû daye û gotîye: “Nîqaşa li ser perwerdehiya bi zimanê zikmakî karê perwerdekaran e, ne siyasetmedaran e”. Ya ku min got ev e: “Destên xwe ji zarokan bikişînin”.

Ger hûn ji min bipirsin, ev gotina Muharrem Înce ne cara ewil e û ne cara dawîyê ye. Hema hema hemû sîyasetmedarên tirkan bi yek helwestî li ser zimanê kurdî diaxivin.

 

Dibêjin em ne dijê kurdan in û bi wan re bira nin. Lê belê zimanê wan ne çi ziman e û pere nake. Dixwazin em kurdî ya bi zimanê tirkî biaxivin. Yanî em bêjin heval û dest bi tirkî bikin. Em nikarin cihê fermî kurdî biaxivin. Li gor wan zimanê me ne hewqasî bedew e ku bikaribe têkilîyan biafirîne. Bi hezaran tirk gotinên weha gotine û her gotinên xwe bêminet berdewam kirine, dibêjin û dibêjin.

 

Sûcdarê wan gotinan ne tenê tirkên nijadperest in, nexêr, kurd ji wan zêdetir sûcdar in. Ji ber ku kurd bûne evîndarê zimanê tirkî û ji hebûna xwe dûr ketine û xwe nabînin. Gava mirov xwe nebîne û ji xwe hez neke, çima dijmin te bibîne û ji te hez bike.

 

Îcar em biçin li ser mijara pedagojî ya Muharrem Înce.

 

Pedagojî çi ye û rola wê di ronakbîriya dîrokî û hemdem de çi ye?

Peyva pedagojiyê di wateya xwe ya herî bingehîn de ji du peyvên grekî / yewnanî hatiye girtin. Pais û agogus tê wateya kur û rêber. Di destpêkê de, kesê ku zarokan berî û piştî dibistanê rêve dikir li kar û barên wan temaşe dikir. Li gor pedagojîyê Perwerdekarek çavkaniyek e û çavkaniyê xwe dispêre çavkaniyan. Ji ber vê yekê, yek ji erkên mamosteyek di 2500 salên dawî de neguheriye. Fêrbûn û xwedîkirina zarokên biyanî ji bo vê yekê hîn jî peywirek girîng a pedagojîyê ye.

 

Pedagojî bi pêşketina zanyarîyê re bûye beşeke perwerdarîyê. Bi perwerdarîyê nifşê nû mezin dibin û civatek pê re diafire ku bi wan nirxên pedagojîya ku di dibistanan de û baxçê zarokan de hildidin.

 

Muharrem Înce mamostetî kirîye û zarokan li gor nijadperestîya tirkan perwerde kirîye. Ji ber wê nizane nijadperestî û pedagojî dijberê hev in û ji nêrînê hev hez nakin. Pedagojîya pêşketî bi zanyarîyê re bestraye û bûye dîsîplîneke zanyarîyê. Fîlozofîya nîjadperestî û pedagojî ji cuda ne, weke cehnim û beheştê dûrî hev in.

 

Hemû mamosteyên pêşketî û zana û têgihîştî dizanin, zimanê zarokan û zimanê mirovan çi ziman be jî li gor perwerdahîya pedagojîyê ye.

 

Zarok dema ku zimanê dayîkê dibihîse û bikar tîne, di malbatê de hay ji norm, çand û kevneşopiyan dibe. Zimanê zikmakî di damezrandina nasnameya zarok û hesta endambûnê de gelek alîkar e û dibe alîkar ku ew zarok bikaribe di nav civatê de xwe bibîne. Ziman derfet çê dike ku li hember malbata xwe ya nêzîk hestên xwe bîne ziman û bi vî rengî xwe hîs bike. Ji ber vê yekê girîng e ku zarok bi endamên malbata xwe yên nêz re zimanê dayîka xwe bikar bîne. Zimanê zikmakî ji bo têgîhiştin û fêrbûna zimanên din jî baş e û zarok dikare di demek kurt de zimanên din jî fêr bibe. Bi vî rengî, bingeha hevpar a têkiliya di navbera zarokan de ava dibe. Bi wê lewnê, nijadperestî kêm dibe û miletan nêzê hev dike. Eva nirxekî pedagojîyê ye û nirxekî mirovahîyê ye.

 

Pêşketina zimanê zikmakî ya zarokan di demek dirêj de li ser derfetên geşedana zarokan jî bandor dike. Lêkolînên navneteweyî destnîşan dikin ku hebûna zimanê zikmakî dikare li ser pêşveçûna gelemperî ya têgihiştina zarokan û mercên wan ên fêrbûna zimanên nû re bandorên erênî bike. Ev bi taybetî rast e ku heke zarokên bi zimanê zikmakî şarezayê xwendinê bin. Lê belê lêkolînên navnetewî di heman demê de diyar dikin ku bandorên erênî yên hebûna du zimanan bi piranî bi çawaniya hawîrdor vegotin ku zarokên xwediyê du zimanan e – û çiqas nirxê zimanê dayikê ye û zarokê bi hawîrdorê re têkildar in. Ev zanyarî bo mamosteyên ku bi zarokên pirzimanî re dixebitin hêja ye, ji ber ku ew girîng e ka mamoste bi pedagojî çawa bi zarokên xwedan gelek zimanan re têkildar dibe. Bi taybetî, ev tê vê wateyê bo potansiyela ku zarok xwediyê çend zimanan e, bikar bîne, divê meriv girîngîya wan bibîne ku xwedan çend zimanan erênî û naskirînê ne. Ev geşedan gelek ramanên pedagojîk ên heyecanê vedike – di nav wan de motivasyonê têkilîyan peyda dike.

 

Yanî bi kurtî, hindik û rindik meriv dikare bi rihetî rave bike û ji hemû tirkan re ragihîne;

Di nav pedagojîyê de gotina “zimanê kurdî ne li gor pedagojîyê ye” gotineke nijadperestîyê ye, cehaletîyê ye û heta radeyek dikare bigihîje fîlozofîya faşîzmê. Ev gotin ne pejirandina kurdan e û înkara hebûna kurdan e. Divê em kurd ji dinya alem re ragihînin û bêjin;

 

Bila tirk dev ji nijadperestîyê berdin, dev ji welatê me berdin û dev ji zimanê me berdin. Ew ne karê nijadperstê tirkan e û divê kurd li ser çarenûsa xwe biryar bidin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev