MÎR MIHÊ

MÎR MIHÊ

Amadekar û wergera ji tirkî:

Mihemed Erzurum

 

Emê îro li ser belgeyekî Arşîva Osmanî bisekinin. Ev belge general û qumandanekî Dewleta Osmanî, yê bi navê Cabîr Paşa, di sala 1913 de, li ser kuştina lehengekî Kurd ê bi navê Mîr Mihê nivîsandiye.

 

Wer tê xuyakirin ku Mîr Mihê, kesayetekî şerbaz, çekdarekî bi nav û deng bûye, li derdora bajarê Wanê û li ser sînorê Eranê namîdar bûye.

 

Qumandan dema behsa Mîr Mihê dike wî dişivîne qehremanê romana Yaşar Kemal ê bi navê “Çaqircali Efe”…

Lê di nivîsa qumandan de tiştê bala min kişand dîsa îxanet û bêbextiya kurdên xayîn bû, ku mîna xencerekî li nav milê min xist…

 

Wek ku di nivîsa xwe de jî bi zar kirîye (“Aşîretler ve Kürt beğin adamları yetişerek Mir Mihê denen şakî katl edildi”) – eşîr û merivên begê Kurda xwe gihandin me, bi alîkarîya wan Mîr Mihê hate kuştin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev