Dengbêjî û axaftina stranbêjan

Dengbêjî û axaftina stranbêjan

Dengbêj Huseyno: „Dengbêjî, tewna Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min e…“ 

Îkram Oguz

 

Gotinek ji gotinên Fîlozofê Alman Wilhelm von Humboldt: „Di rastîya jîyanê da welat, ziman bixwe ye. Dûrketina bi hêsanî û bi hêztirîn a ji welat jî dîsa bi rîya ziman dibe.“

Mirov dibêje qey Humboldt ji sedsalan berê da li rewşa kurdan ya îroyîn temaşe kirîye û ev gotina xwe jî ji bo wan anîye ziman.

Jiber ku hinek Kurd ji zimanê xwe, bi rîya ziman jî ji welatê xwe dûr dikevin.

Dê û bav di nav mala xwe da û bi hêv ra bi zimanê xwe qise nakin.

Yên ku bi hev ra qise dikin, ew jî bi zarokên xwe ra zimanê neyarê xwe bi kar tînin.

Sîyasetvan daw û doza azadî û serxwebûna welat dikin, lê bi zimanê sîyaseta xwe, wêlatê xwe bi destê xwe dikujin.

Rojnamevan û nivîskar bi zimanê xwe nanivîsin, yê dinivîsînin jî, tenê nivîsên xwe dixwînin.

Stranbêj pesnê dengbêjîya xwe didin, mixabin bi kurmancî distirên, bi tirkmancî diaxifin û dijîn.

Dengbêj ew e ku hunera wî deng, amûra dengê wî jî ziman e.

Dengbêj ku li zimanê xwe xwedî dernekeve û tenê di stranbêjîya xwe ya ezber da bi kar bîne, guhdarvan wê çi xwelîyê li serê xwe bike!

Bê gûman, zimanê me heta roja îro hatibe, di wê hatinê ked û para dengbêjan bi girîngîyek mezin cîh digre.

Jiber ku bi sedsalan ziman tenê bi kilam û stranên dengbêjan va zindî maye, bi deng û awazên wan xemilîye û berxwe daye.

Loma ez jî wek kurdek ji kurdên li zimanê xwe xwedî derdikevin û di her xalê jîyana xwe da bikar tînin, ji dengbêjan ra xwe deyndar dihesibînim.

Mixabin ew dengbêjên xwedîyê hunera deng êdî neman, yekoyek xatir xwestin û çûn. Lê deng û awazên wan ên mayînde, îro jî hê xewn û xeyalên me dixemilînin, bîr û bîranînên me jîndar dikin.

Ez bi xwe, dema ku li kilam û stranên dengbêjan guhdarî dkim, bi deng û awazên wan ra diçim dema zarokatîya xwe.

Jîyana min, gund, kelecana rojên pêncşemê ku guhdarîkirina radyo ya Rewanê va dixemilî, mîna ava Çemê Erez, bi hêz diherike û di ber çavên min ra derbas dibe.

Carcaran xwe di nav zozanên Çîyayê Şahwelat dibînim.

Tahma kivkarkên wê yên ku di destpêka havînê da derdiketin, bi tîrêja royê ra dibriqîn û diteyisîn, tên pozê min.

Dengê ava kanî û çavkanîyên wê yên sar, dibin melodîyek xwezayî û jenga guhê min digrin.

Dêngbêjê ku lê guhdarî dikim, Şakiro be, bi deng û awazên wî ra xwe li ser pişta bozî çaçanî kaprêşî rehwan dibînim û di nav Şûşar û Tekmanê ra, bi bayê bezê derbas dibim.

Bi strana Ferzê ra dibim ji teyran teyrê baz û li ser gazan û bêlanên bilind difirim. Bi bayê qulbê ra vedigerim û li ser mile qîz û bûkan datînim…

Bi dengê Reso ra dibim hevalê Emê Atmanî û bi karwanê wî ra di nav welatê Reşkotanîyan da rêwîtîyê dikim.

Bi dengê Huseyno rê dadikevim deşta Mûşê, li ber devê Çemê Muradê dikevim pêgermokê û ji kul û kesera dilê xwe yê birîndar ra dilorînim.

Bi dengê Tahiro ra berê xwe didim etegên Çîyayê Sîpanê Xelatê, di nav êl û eşîran da li kok û esaleta Perîxana Mihê digerim.

Bi kilam û strana Şêx Silê ra, di civatên mîr û hekiman da rûdinêm û pesnê bedewîya Seraya Mamed Axa didim…

Stran diqedin, dawî li xewn û xeyalên min tên û ez careke din di nav bêdengîya jîyanê da ji sêwîtîya welatê xwe hayîdar dibim.

Loma gotina Humboldt watedar dibînim û dibêjim, welatê rasteqîn ziman be, ew welatê me jî îro tenê di kilam û stranên dengbêjên berê da maye.

Jiber ku dengbêjên me yên îro jî ji welatê xwe dûr ketine û bûne stranbêj.

Bi kurmancî distirên, bi tirkmancî diaxifin…

Mîna kesên tat bi stranbêjîya xwe bilbil, bi axaftina xwe ya nîvco jî kerr û lal in.

Di salên 1980yî da ez rastî gelek dengbêjên bi nav û deng hatim û min ew naskirin.

Di kûçe û kolanên Erzirumê da Şakiro, Huseyno, Zilkoyê Çavirmê, Tahiro û Keremê Kor dît û li kilam û stranên wan guhdarî kir. Qasî deng û awazên xwe, di sohbet û axaftinên xwe da jî xwedî zimanek paqij û zelal bûn.

Ew, ji sîyaset a Kurd a wê demê dûr bûn, lêbelê bi dengbêjîya xwe hîmê kurdayetîyê bi hêz dikirin û dixemilandin.

Di civatên mîr û began da, bi zimanê qedexekirî diaxifîn û distiran, bi stranên xwe ew diparastin û didan hezkirin.

Lê îro?

Hêjmara dengbêjan jî…

Derfet û îmkanên dengbêjîyê jî zêde ne.

Dengbêj xwedî kilam û stranek taybet nebe jî, bi kilam û stranên dengbêjên nemir va dengê wî wenda nabe û dijî.

Jiber ku her stranbêjê ku, ha li kûç û kolanên bajaran, ha li gund û zozanên serê çîyan bijî, ger ku bixwaze, dikare dengê xwe qeyd û dûra jî li seranserê dinyayê belav bike.

Lê yekî mîna Evdalê Zeynikê, pîrê dengbêjan, xwedî derfetek wusa nebû. Loma em îro herçiqas ji kilamên wî hayîdar bin û ji devê stranbêjan bibhîsin jî, ji deng û awazên wî

bêpar man.

Bi pêşveçûna teknolojîyê ra derfet zêde bûn, qasî zêdebûna derfetan jî çerxa pişaftinê bi hêz bû. Ger ku stranbêj li ziman û hunera xwe, em jî li wan xwedî dernekevin, ne kilam û stranên dengbêjan, ne jî dengê stranbêjan dimîne.

Çima dengbêj û stranbêj?

Gor raya her dengbêj di heman demê da stranbêj, lêbelê her stranbêj ne dengbêj e.

Ji Huseyno tarîfa dengbêjîyê pirsîne.

Huseyno bi mînakek balkêş, bersivek kin daye û wuha gotîye; „Dengbêjî, tewna Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min e…“

Di bingeha taybetîya her sê dengbêjan da jî xeml û zelalîya ziman cîh digre.

Ji bo her kesek ziman berdevkê hiş e.

Lê ji bo dengbêj, ziman di heman demê da bingeh û amûra hunera dengbêj e.

Zimanê dengbêj çiqas xurt û dewlemend be, xebata hişê wî jî ewqas zelal û kêrhatî dibe. Dengbêj, bi dewlemendî û zelalîya zimanê xwe ancax dikare biafirîne, dikare bistirê û bi hest û helwesta xwe stranê bixemilîne.

Lê ziman qels û lawaz be, hiş tevlihev, deng jî şêlû dibê. Stran jî bi xwendina ezber va ji xemla hest û helwesta xwedîyê xwe bêpar dimîne.

Loma wek gotina dawîyê dikarim bibêjim, stranbêjên ku xwe wek dengbêj bi nav dikin, ger ku dixwazin mîna dengbêjên berê di dilê kurdan da cîhekê mayînde bigrin, divê rûmetê bidin zimanê xwe, fêr bibin û bi kurdîyek zelal û paqij biaxifin, ya jî di bernemeyên xwe da tenê bistirên û dûra bê deng bimînin.

Jiber ku bi axatina xwe ya bi peyvên tirkmancî xwe piçûk dixînin û ji welat, guhdarvan jî pişta xwe didin wan û ji wan dûr dikevin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev