GEHÎNKEYA DEMARÛMASÛLKE

GEHÎNKEYA DEMARÛMASÛLKE

Kurê Reşîd

Gehînkeya demarûmasûlke (bi înglîzî: neuromuscular junction) cihê taybet e ko tewerekotahiya demarexaneyê û masûlkerîşal rastê hev tên.

 

Gehînkeya demarûmasûlke, gehînkeyek kîmyayî ye di navbera demarexane û masûlkexaneyê de. Peykeremasûlke di bin bandora koendama demarê de kar dikin. Demareragihandinên ji demax an jî ji dirkepetikê dibin sedema girjbûna peykeremasûlkeyê. Rîşalên demarexaneyê bi masûlkerîşalan ve gehînkeya kîmyayî ava dikin. Di her masûlkerîşalek peykeremasûlkeyê de, ji bo girêdana demarexaneya livînê, gehînkeya demarûmasûlke heye. Ango her peykeremasûlkeyek ji aliyê demarexaneya livinê tê kontrolkirin.

 

Demarexaneyên livînê ji demax an jî ji dirkepetikê ragîhandinên demarî digihînin masûlkerîşalan. Dawiya beşa tewereyê demarexaneyê wekî tewerekotahî tê navkirin. Beşa sarkolemaya masûlkerîşalê ya ko bi kotahiya tewereyê ve di nav têkiliyêde ye wekî lewheya serê ya livînê (bi înglîzî: motor end plate) tê navkirin.

 

Tewere raste rast bi lewheya serê ya livînê re temas nake. Di navbera kotahiya tewereyê û ya sarkolemayê de valahiyek biçûk heye, ji re dibêjin gehînkeqelîş . Sînyalên elektrîkî bi şeweyê erkê kar ji laşê demarexanêyê derbasî tewereyê dibin, heta kotahiya tewereyê tên guhêztin. Erkê kar li tewerekotahiyê de dibin sedema hilweşîna cemsergiriya parzûnê, ango berevajîbûna cemsergirî rû dide.

 

Bi berevajîbûna cemsergiriyê cogên kalsiyumê yên li ser kotahiya tewereyê ve dibin. Paşê, kalsiyumên li derdorê ber bi nav tewerekotahiyê diherikin. Bi hatina kalsiyumê, ji çikildanên gehînkeyê ya demarexaneya livînê, demareguhêzera (neurotransmitter) asetîlkolîn tê derdan. Astîlkolîn (ACh) belavê nav gehînkeya demarûmasûlkeyê dibe. Li ser rûyê sarkolemayê de wergirên asetîlkolînê hene. Asetîlkolîn bi van wergiran ve girê dibe. Bi girêdana asetîlkolînê, cogên wergirê asetîlkolînê ve dibin, Îyonên sodyumê diherikin nav masûlkerîşalê. Ev rewş dibe sedema hilweşîna cemsergiriya masûlkerîşalê.

 

Di masûlkerîşalê de erkê kar dest pê dike. Di nav sarkoplazmaya masûlkerîşalalan de tora lûlekên berwarkî heye, ev tor wekî lûlekên T (bi îngilîzî: T tubule) tên navkirin. Dema demareguhêzer digihîje ser rûyê sarkolemayê, sînyal bi navbeynkariya lûlekên T belavê nav sarkoplazmayê dibe. Lûlekên T erkê kar digihînin retîkûlûma sarkoplazmî. Cogên kalsiyumê yên retîkûlûma sarkoplazmiyê ve dibin, kalsiyuma embarkiri ji retîkûlûma sarkoplazmî belavê nav masûlkerîşalokan dibe û rêzeçalakiyin ji bo girjbûna masûlkeyê dest pê dike.

 

Gava asetîlkolîn li ser wergirên asetîlkolînê dimînin cogên sodyumê jî vekirî dimînin, ango masûlerîşal çalak dimîne. Lê divê piştî ragihandinê,heta demareragihandinek nû, divê çalakiya masûlkeyê jî raweste. Ji bo girtina cogên sodyumê dive asetîlkolîn ji gehînkeqelîşê bêne dûrxistin. Di gehînkeqelîşê de enzîmek heye bi navê asetîlkolînesteraz (bi înglîzî: acetylcholinesterase).

 

Ev enzîm hilweşînerê asetîlkolînê ye. Enzîma asetîlkolînesteraz, asetîlkolînê hildiweşîne bo asetîl û kolînê. Hinek ji asetîlkolînê jî bê ko bên hilweşandin, ji gehînkeqelîşê ber bi kotahiya tewereyê tê mijandin. Bi vî awayê cogên sadyumê yên li ser sarkolemaya masûlkerîşalê tên girtin ko çalakiya masûlkeyan raweste.

 

*Ev xebat li ser wîkîpediyaya kurdî jî hat zêdekirin.

https://ku.wikipedia.org/…/Geh%C3%AEnkeya_demar%C3… 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev