Divê mirov çawa gazî zarokan bike?

Divê mirov çawa gazî zarokan bike?

Bawer Agirî

Yek ji sebebên ku mirov navê xwe hez nakin; di zarokatîyê da bi hezkirin bang li wan nehatîye kirin. 

Ji ber vê yekê kesên ku ji xwe ne razî ne, navê xwe jî hez nakin.

Pedagog: Adem Guneş

Ji bo mijar baştir were fêmkirin, divê ez vê yekê şîrove bikim.

Mixabin civaka me û tevî civakên din zarokên xwe bi zextan mezin dikin. Niha her çi qas rewş hinekî guherîbe jî, lê zextên li ser zarokan dewam dikin. Pedagog dibêje ku gava ku hûn bangî zarokên xwe dikin, navê wan xera nekin, bi dengekî tehdîtwarî neqîrin û wan biçûk nexin.

Bo nimûne, dêûbav wiha bang bikin xeter e: Misto! Kezebreşo tu li ku mayî? Yan jî: Dilşo! Ez werim ez ê te bikujim!

Mixabin rixmê ku di rewşa banglêkirinê da qertafa “-o” ji bo navên nêr tê bikaranîn, hin kurd ji bo zextan li ser zarokên keç çêkin, vê qertafê bi kar tînin. Lê em dizanin ku qertafa banglêkirinê ya ji bo navên mê “-ê” ye. Her wekî: Dilşayê were vir!

Lê belê hin dêûbav ji ber nezanînê di dema banglêkirinê da pir tund nêzî zarokên xwe dibin. Ev jî dibe sebeb ku zarok xwe biçûk bibînin. Dikevin nava hîsên wisa ku xwe bêqîmet hîs dikin. Ji ber van hestên neyînî sûc diavêjin stûyê navê xwe. Lê di rastîyê da pirsgirêk ne nav e, lê belê biçûkxistina wan bi xwe ye.

Gava ku dêûbav gazî zarokên xwe dikin, divê ne bi dengekî hişk û tirsnak, lazim e bi biryar û bi hezkirin gazî bikin. Divê neyê jibîrkirin ku biçûkxistina navan di heman demê da biçûkxistina zarokan e jî. Zarokên ku werin biçûkxistin, piştî ku mezin dibin ji xwe hez nakin, bi dilê xwe tevî jîyanê nabin û her tim di nava metirsî û xemgînîyê da dijîn.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev