Seîd Veroj/ Kurdekî kolber ê ku bi emirdirêjîya xwe li dinyayê bûye navdar: Zoro Axa (Zaro Axa)yê Bedlîsî (1774-1934)

Seîd Veroj/ Kurdekî kolber ê ku bi emirdirêjîya xwe li dinyayê bûye navdar: Zoro Axa (Zaro Axa)yê Bedlîsî (1774-1934)
  1. Nav, cîyê jidayikbûn û malbat wî

“Zoro”yê ku meşhûr e bi navê “Zaro Axa”, “kurê Şemsedîn Axa ye, li bajarê Bedlîsê di sala Hicrî ya 1191ê (1777 Mîladî) de li gundê Mermendê ji dayik bûye. Navê dayika wî Mîsa Xanim e û ew jî ji gundê Mermendê ye. Mermend, wê demê li ser qeza Modkana bajarê Bedlîsê bû.”[1] Zavayê wî yê Mecîd jî dibêje: “Zaro Axa sala 1191(1777-78) li gundê Mermenda Bedlîsê ji dayik bûye. Heta 18 salîya xwe li gund mezin bûye û ew ji eşîra Şerîf Mîrza ye.”[2] Li gor nivîskar lêkolîner Rohat Alakom “Ew, di sala 1774an de li bajarê Bedlîsê di gundekî piçûk ê kurdan de ji dayik bûye.”[3] Dîrokzan Ayşe Hür dibêje: “Zaro Axa li gor wereqeyên daîreya nifûsê sala 1777an û li gor nivîsandina pasaportê di 16ê Sibata 1774an de li gundê Mêydanê ji dayik bûye.”[4] Li gor Baran Zeydanlioğlu jî, “Zaro, di navbera salên 1774-1777an de li gundê Meydan a ser bi qeza Mutkîya Bedlîsê ji dayik bûye, mala wan ji kurdên zaza ye.”[5] Li gor agahîyekê min ê herêmî, zaza (dimilî)yên wê navçeyê çar bab bin; mala Mehmûd, mala Welo, mala Bûban û mala Zenderî. Mala Mehmûd û mala Welo bi navê mala Kosan jî têne nasîn. Li wê herêmê çend gundê Zenderîyan hene û navê gundê wan ê sereke Hormiz e. Zimanê dimilî/zazakî ya Zenderîyan hinek ji yê sê babên din cihê ye. Mîsal; yên Zenderî ji çav re dibêjin “çij” û yê din dibêjin “çim”.[6]

Li ser wî gelek nivîs û nûçe hatine belavkirin. Di pirranîya wan nivîsan de navê wî wek “Zaro Axa” hatîye lêkirin. Lêbelê di hevpeyvînek wî ya Kovara Ictihadê de, li gor suretê fermî yê tezkîreya nifûs û axaftina wî, navê wî yê rastîn “Zoro”[7] ye ne “Zaro” ye. Ev hevpeyvîna wî ya navborî, yek ji belgenameyên herî girîng ên li ser jîyana wî ye. Ew di hevpeyvîna xwe de behsa Padîşah Abulhemîdê Yekem (1725-1789) dike û dibêje: “Dema ku ez 12 salî bûm Padîşah mir. Ecem hate Kurdistanê, paşê şikest û vegerîya.”[8] Wekî gelek zarok û ciwanên kurdên wê demê, xwendin û nivîsandina wî jî tune bû.  Ew nexwendewarîya xwe bi van gotinan dihêne ziman: “Ez pere nas nakim. Ferqa çeyrek û qurişekê nû ji hev nakim, dipirsim.”[9]

Zewaca wî ya pêşî li gundê Mermend çêbûye, di çavkanîyên cûda de li ser zewaca wî û jimara jinên wî gelek tişt hatine gotin. “Li gor hinek çavkanîyan ew 10 caran, li gor hinekên din 12 caran û li gor hinekan jî 29 caran zewicîye.”[10] Li gor Mecîd Efendîyê zavayê wî; “Zaro Axa li ser hev 13 caran zewicîye û wî heft caran ji memleketê xwe jin anîye.”[11] Di hevpeyvînekê de ji wî dipirsin, dibêjin ji bo çi te ewqas jin kirîye? Ew dibêje: “Çi bikim, jinên ku ez bi wan re dizewicim nikarin li ber xwe bidin, zû extîyar dibin û dimirin. Jina min a 10an (dehan) jî mir û ez bî mame, navê wê Qudret bû.[12] Ew di sala 1913an de li ser zewacê weha dibêje: “Piştî 118 salan êdî jinêtî û mêrêtî bi dawî hat… Vê gavê dil heye lê meydanê tiştekî tune ye (sîngê xwe nîşan dide û dibêje) ev der dişewite lêbelê… Zarokê min ê lawîn di 80ê salîya xwe de mir. Min ew xweyî dikir. Li ser mirina wî 9 meh derbas bûn. Vê gavê birayekî min ê 90 salî heye, pişta wî xwar (xûz) bûye.”[13] Bi tevî ku ew gelek caran zewicîye, jimara zarokên wî ne ewqas zêde ne. Ew bi xwe di hevpeyvîneke xwe ya sala 1913an de dibêje: “Ji jinekê 4 zarok, ji jinekê din 11 zarok çêbûne. Vê gavê 1 keç û 2 lawê min hene. Keçik 30 salî ye û lawik jî 40 salî ye.”[14] Ji mirina wî şûn ve li gor daxuyanîya zavayê wî, “Pêncê wan keç û heft zî lawîn li ser hev 13 zarokên wî û 29 nevîyên wî çêbûne. Ji zarokên wî tenê keça wî ya Gulê Xanim sax e û salên wê ji 60an zêdetirin.”[15]

  1. Çûna Îstenbolê û jîyana kolberîyê

Zoro, li gund ji dayik bûye û li gund mezin bûye. Li ser dîroka çûna wî ya Îstenbolê jî nêrînên cûda hene; li gor agahîya Mecîdê zavayê wî: “Ew heta 18 salîya xwe li gund maye û paşê hatîye Îstenbolê”[16] Lêbelê Zoro Axa di hevpeyvîna xwe ya kovara İctihadê de dibêje: “Ez 36 salî bûm. Bi yelkenê (keştîya bayê) di 24 rojan de hatim Îstenbolê.”[17]

Wî sê salan leşkerî kirîye kirîye. Ji ber ku yekî lihevhatî, bejn û bala wî bilind û bi qewt bû, xizmeta leşkerîyê di Serayê de kirîye. “Di dema Siltan Mehmûd û Mecîd de tevlî şerê Ahisqayê bûye.”[18] Di dema şerê Rusya û Osamî de vegerîyaye welatê xwe û bi tevî kes û endamên eşîra xwe tevlî şerê li hemberê Rusan bûye û ji linga xwe jî hatîye birîndarkirin. Ji şer şûn de cardin zivirîye Îstenbolê. Bi vî awayî ew gelek caran çûye memleket û hatîye.[19]

Li Îstenbolê, destpêkê wek karkerê serbest di kar û barê çêkirina avayî û xanîyan de dixebite. “Ew di çêkirina mizgeftên Topxane û Ortakoyê, ordîhaga Selîmyeyê de wek karker xebitîye û paşê zivirîye memleketê xwe. Li wê derê zewicîye û demekê ji zewacê şûn ve dîsa hatîye Îstenbolê. Wê demê piranîya kurdan di kar û barê gumrikê û barhilgirîyê de kar dikirin. Zoro jî li gumrikê dest bi kar dike, di nav demekê kurt de tê nasîn û dibe serokê teşkîlata kolberên kurd li Îstenbolê, nêzîkê 20 salan serokatîya teşkîlatê/cemîyetê dike û ji hemû îskeleyên wê demê para xwe digre.”[20] Lê piştî salên 1912an, ji alîyekî ve extîyarî û ji alîyê din ve jî têkçûn û qirîza piştî şerê Balkan, bi tevî xwe bêkarî û qirîzeke aborî jî derdixe meydanê. Ev qirîz, tesîr li hemû tebaqeyên civakê dike û bi taybet jî barê giran li pişta rênçber û karkerên wê demê dike. Zoro Axa rewşa wê demê bi van gotina dihêne ziman: “Rojê 5-6 quriş bi dest min dikevin lêbelê kar tune ye.”[21] Di vê rewşa hanê de, serokê şaredarîya wê demê ya Îstenbolê Emîn Beg, di dereca serxedemetîyê de li şaredarîyê kadro dide wî.

Wî nêzîkê 100 salan li Îstenbolê kolberî/hemalî kirîye. Teşkîlata hemalên kurd li Îstenbolê, di nav koma kurdên Îstenbolê de xwedî cîyekî pir girîng bû. Li gor nivîsandina Mele Seîdê Kurdî, wê demê “li Îstenbolê 40 hezar hemalên kurd hebûne.”[22] Di wê pêvajoyê de serokê kolberên Îstenbolê Reşûd Axa bû û ew bi xwe jî endamê cemîyetên kurd bû. Têkilîya kolberan, hem bi Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurdan re û hem jî bi Cemîyeta Tealîya Kurdistanê re hebûye. Em di belgenameyekî veşartî yê wê demê de dibînin ku ev tekilî heta salê 1923an dewam kirîye. Di belgenameya de dibêje:, “Yusif Zîya Beg bi teşkîlata hemalên kurd re di nav têkilîyê de ye, di derbarê muwaffaqîyeta wî de me agadar bikin.”[23] Ev têkilî û dîroka ku di vê belgenameyê de hatîye nivîsandin, teqabûlê dema rêxistina Cemîyeta Azadî dike.

Zoro Axa piştî ku pirr kal dibe û nikare karê kolberîyê bike, di salên dawî ya jîyana xwe de li Şaredarîya Îstenbolê dibe serxedeme û heta dawîya jîyana xwe li wê derê dixebite. Wî bi keda xwe ya şîrîn pirr pere kar kirîye lêbelê ji ber ku merivekî çavtêr bûye, hemû pereyên xwe ji meriv û nevîyên xwe re xerc kirîye.

  1. Efsaneya jîyana wî ya dirêj

Zoro Axayê kolber (hemal), nêzîkê esrek û nîv jîyaye. Dem û dirêjayîya jîyana wî bala gelek kes, dezgeh û çapemenîyê kişandîye lêbelê hinek kesan jî pê bawer nekirine. Ji ber vê yekê, jîyana wî ya demdirêj bûye babeta gelek munaqeşeyan.  Sal û sirrên jîyana vî kokimê çîyayên Modkan, wê demê di hundir û derve de ji gelek takekes, medya û zanyarên tibê (gerontologî) re bûye meraqeke mezin. Ew, bi sal û sirrên jîyna xwe ya dirêj bûye wekî efsaneyekê demê.

Mesud Fanî Bilgili dibêje: “Zaro Axayê meşhûr, merivê tewr pîrê (kalê, extîyarê) dinê ye û 152 salî ye. Gava min van rûpelan dinivîsand, ew hîn jî sax bû.”[24] “Wî 162 salan emir kirîye.”[25] Eger em qeyda wî ya di daîreya nifîsê de esas qebûl bikin, ew sala 1777an ji dayik bûye û di 157 salî ya xwe de mirîye. Na ku em qeyda pasaporta wî esas qebûl bikin, ew di sala 1774an de ji dayik bûye û sala 1934an di 160 salîya xwe de mirîye.

Gelo sirr û nihênîyên vê jîyana demdirêj çi ne? Îrsî (genetîk) ye, xwarin û vexwrin e, kar û xebata wî ye yan tiştekî din e? Bersiva van pirsan, ji gelek takekes û dezgehên wê demê re bûye meraq. Ji bo bersivandina van pirsan, di hundir û derve de, bi wî re hevpeyvî hatine çêkirin û li ser wî lêkolînên îlmî hatine kirin. Abdullah Cevdet, yek ji wan kesên pispor e ku bi unwanê xwe yê doktorî û rojnamevanî, wê demê rasterast bi Zoro Axa re hevpeyvînek balkêş çêkirîye. A. Cevdet dibeje: Min sê hefteyan li ser hev roja çarşemê yek-du saet ew vexwend ji bo tehqîqat û lêkolîna li ser vî salxurdeyî… Di netîceya muayeneye de, nebz û bejna wî weha ye; bejna wî mîtroyek û sed û heştê santîmetre ye. Pişta wî qet xûz (xwar) nebûye; dorûberê sînga wî mîtroyek û panzdeh (15) santîmetre ye. Dilê wî di deqîqeyêk de 76 caran lê dide. Nebzê wî bi întizam lê dide. Zoro bi bejn û qîyafetê xwe, wekî ciwanmêrekî 138 salî ye û jîr e. Digel ku bînahîya çavên wî lawaz (zayîf) bûye, lêbelê bihîstina guhê wî bihêztir bûye. Divê li ser vê camêrî lêkolînên hîn berfireh û deqîq bêne çêkirin.

Ji alîyê xwarin û vexwarinê ve; wî di jîyana xwe de hîç cixare nekişandîye, xwarina wî ya her demî mast, dew, sewzî, şîr û şîranî bûye. Ew di hevpeyvîna navborî de dibêje: “Ez her şev 2 saetan xew dikim, ji xwarina şîranî hez dikim, 20 pare serê sibê û 20 pare jî êvarê dixum.”[26] ….

  1. Çûna wî ya ji bo welatên derve

Piştî ku unwanê kesê herî temendirêjê dinyayê li Zoro Axa dibe, ew bala şirîkeyên reklam û danasînê jî dikşîne. Şirîkeyên tirk û bîyanî ji bo ku ji unwanê wî pere kar bikin, wî ji bo danasîna mahsulên xwe wek objeyek bikaranîne. “Wî di sala 1925an de birine Îtalyayê, di sala 1930î de birine Amerîkayê û di sala 1931an de birine Îngiltereyê gerandine.”[27] Rêvebirên Cimhurîyetê, di hundir û derve de ew bi navê tirkê herî temendirêj daye naskirin, hîç behsa kurdbûna wî nekirine. Lêbelê ji ber ku xwendin û nivîsandina Zoro Axa tune bû û baş bi tirkî nizanîbû, di seferên wî yên derve de, ji wî re tercûmanekî kurd jî dianîn.

Di derheqê sefera wî ya Îtalyayê de, agahîyên zêde li ber destê me nîne lêbelê gava ew li wê derê bûye kartpostalek wî hatîye çapkirin û li ser wê nivîsa “Kesê herî temendirêj ê dinyayê 148 salî ye.” hatîye nivîsandin. Li ser gera wî ya Îtalyayê, Rohat Alakom daxuyanîyek wî ya di rojnameya Cumhurûyetê de neqil dike ku têde dibêje: “Vê gavê ez li Romayê me, ji ber cazîbeya min, dîlberên Îtalyayê xwe nêzîkê min dikin.”[28]

Vakit_1930_agustos_13_-1, Newyork

Zoro Axa ji gera Îtalyayê şûn ve, di 156 salîya xwe de çûye Amerîkayê. Dr. Mesûd Fanî sebebê çûna wî ya Amerîkayê weha nivîsandîye: “Sala parr, li ser vexwendina komeleke antîalkolîk, çû Amerîkayê. Wî, ji bo propagandaya mînakekî saxlemîyê, teqdîmê Amerîkayîyan kirin. Bi rastî Zaro Axa jî wekî hemû Kurdan misilmanekî baş e, di tevayî jîyan xwe de hîç alkol nevexwarîye.”[29] Di rojnameya Cimhurîyeta wê demê de nûçeyek weha hatîye belavkirin; “Ev cemîyet dê Zaro Axa li gelek bajaran bigerîne û dê bibêjin sebebê jîyana wî ya 150î salan, ji ber nevexwarina alkolê ye.”[30] Ew di dema çûna Amerîkayê de li ser alkolê daxuyanîyek weha dide: “Ez nûha dijberîya alkolê dikim. Heta vê gavê dilopek alkol di gewrîya min de neçûye xwarê.  Li Amerîkayê dê her kes min bibîne, ez dê xerabîya alkolê ji wan re bibêjim. “[31]

Sefera wî ya Amerîkayê pirr bi meşeqet bûye. Zaro Axa naxwaze bi tenê biçe Amerîkayê, bi îsraren dixwaze hevalekî xwe yê bi navê Mistefa Axayê Kixî[32] digel xwe bibe. Lêbelê yên ku wî dibin Amerîkayê, bi nîşandana gelek sebeb û derewan wî dixapînin, naxwazin Mistefayê hevalê wî pêre bibin Amerîkayê. Ew, bi tevî ticarekî, di roja înê ya 27ê Hezîranê de ji Îstenbolê derdikeve û di 18ê Temûza 1930an de digihîje Amerîkayê. “Heta gava çûyinê, di derbarê çûna xwe ya ji bo Amerîkayê de qethen gotinek nabêje, tenê xanima xwe û nevîyê xwe ji vê seyehatê agadar dike.”[33] Di vê seyehatê de ew, nêzîkê neh mehan li Amerîkayê dimîne. Dema ew çûye Amerîkayê navê xanima wî Qudret bûye û navê nevîyê wî yê ku li cem xanima wî dimîne, Cafer Efendî bûye.

Dema ew di rê de ber bi Amerîkayê ve diçe, rojnameya Times a Londonê li ser wî meqaleyeke dirêj belav kirîye û di vê meqaleyê de cî daye hevpeyvîneka wî ku jê muqayesekirina salên 1830 û 1930an hatîye kirin belav kirîye û Zoro Axa di bersiva xwe de bi kurtayî weha dibêje: “Meriv îro wek teyrekî difirin, di salên 1830an de pirr hêdî tevdigeriyan. Berîya sed salê meriv hîn dewlemend bûn, zêr pirr bû û her tişt erzan bû.”[34]

Ew bi rêya Yunanîstanê û bi ser Atînayê ra diçe Amerîkayê. “Dema digihîje Atînayê serdana M. Venizelos dike û Venîzelos wî ji dil hembêz dike û maçî dike. Zaro Axa jî rûyê wî maçî dike, serê wî mist dide û dibêje ‘ez hêvî dikim tu jî bi qasî min bijî. Û her weha hêvîya cîrantîyeke baş ji bo Yuan û Tirkan kirîye.’”[35]

Dema ew li Amerîkayê dimîne, qezayekê trafîqê derbas dike û birîndar dibe, herweha dengoyê revandina wî belav dibe û ev nûçe digîjin wê derê jî. Ew ji bo ronîkirin û aramkirina rewşê, nameyek ji şehremînî Şerîf Beg re nameyek rêdike da ku raya giştî bizane û malbata wî jî bête agadarkirin ku ew qethîyen nehatîye revandin.[36]

Ji sefera Amerîkayê şûn ve, wî di sala 1931an de birine Îngiltereyê. “Di çûna wî ya Îngiltereyê de, Ahmed Mûsa û Asım Rıdvan menejerîya wî dikin. Ahmed Mûsa yê ku heman demê tercûmanê wî bû, di roja 4ê gulana 1931an de li Îngiltereyê ji alîyê Cihûyekî Amerîkayî yê bi navê Eddie Cullens ve tête kuştin. Li ser vê bûyera dilêş, êdî Zaro Axa dev ji çûna welatên bîyanî ber dide.”[37]  

  1. Koça dawî

Piştî jîyaneke nêzîkê esr û nîvekê Zoro Axa, roja înê ya 29ê Hezîrana 1934an li Îstenbolê di Xestexaneya Etfal a Şîşlîyê de koça dawî kirîye. Dema ku wî koça dawî kirîye, mala wî li taxa Toxaneyê bû. Ji bo ku li ser meyîtê wî otopsî (fethî meyît) bête kirin, di navbera malbata wî û doktorên xestexaneyê de munaqeşeyek çêdibe, dawîyê malbat tê îqnakirin da ku otopsî çêbe. Li ser vê lihevkirinê Behcet Sabit Begê doktorê wî dibêje: “Em dê netîceyên otopsîya Zaro Axayê mirî, ji hemû sazîyên tibî yên dinyayê re aşkere bikin.”[38]

Li ser cendekê mirî yê Zoro Axa otopsî hatîye kirin û di raporta otopsîyê de bi kurtayî dibêje: “Dilê wî li gor halê normal hinek mezin bû, di cîger û rodîyên wî de nîşana weremê hatîye dîtin, zerik pêre hebû û kezeba wî reş bûbû, di kîsika sefrana wî de du kevir hatin dîtin, gurçikên wî îltihap girtibû û prostata wî têkçûbû….”[39] Piştî otopsî û tetkîkkirina azayên wicûdê wî, “Ji alîyê Xalid Begê memûrê mûlaj (qalibê suretê wî) ê muzeya sihîyeyê ve mûlaja wî jî hatîye derxistin.”[40] Piştî otopsîyê cenaze dane malbatê. Ji bo rakirina cenazeyê nêzîkê 40-50 kes; mensûbên malbata wî, beşekî hevalên wî yên kolber û hinek hevalên wî yên xedeme ji Şaredarîyê hatibûn, … Nûçegihanên rojnameyên ecnebî jî heta goristanê ji bo şopandina cenazeyê tevlî merasîmê bûn. ”[41] Li ser wesîyeta Zoro Axa, di goristana Eyûbê de hatîye veşartin. Rohat Alakom[42] dibêje: “Li ser kêla gorê wî weha hatîye nivîsîn: Zaro Axayê lawê Şemsî Axayê Bedlîsî di 160 salîya xwe de mirîye, ji bo rihê wî fatîheyek. 1934.”[43] Çapemenî û nûçegihanên navxweyî û cîhanê, mirina wî weha ragihandine: “Zaro Axa, mirovê herî pîrê dinayê mir.”

* * *

  1. Hevpeyvîna Abdullah Cevdet bi Zoro Axayê “138 salî” re

“138 salî ye

[Jan Finu di pirtûka xwe ya bi navê “La Science de Bonheur-İlm-i Saadet” de nivîsandîye ku jîyana tabiî 200 sal e. Dema ku min vê xwend, ez gelek ketim nav guman û fikarê. Di heman gavê de kolberê 136 salî hate bîra min ku berîya du sal û nîvan behsa wî hatibû kirin di hola îctîmaî ya  “Mekteba Kurdî ya Meşrûtîyetê” de. Ji zû ve bû ku min dixwest vî kolberî bibînim, dawîyê ez berîya mehekî rastê wî hatim. Min di wê gavê de wêneyê wî da kişandin, min sê hefteyan li ser hev roja çarşemê yek-du saet ew vexwend ji bo tehqîqat û lêkolîna li ser vî salxurdeyî. Me vê gavê wesîqeya sînnîya vî camêrê dît ku ber bi 139 salan ve diçe. Em suretê fermî yê tezkîreya nifûsa wî û axaftina ku di navbera me de derbas bûye çap dikin:

Me bi heyret temaşeyê temamê sûretê tezkîreya nifûsa wî kir.]

20ê Hezîrana 1328 (3yê Temûza 1912)

Navê wî yê naskirî: Zoro

Navê bavê wî: Şemsedîn Axayê Mermendî

Navê dayika wî: Mîsa Xanima Mermendî

Dîrok û cîyê ji dayikbaûnê: 1191 (Hicrî)

Muttehil e yan na: Muttehil e.

Bejna wî: Dirêj û çavzeng (çavzer) e.

Wîlayeta wî: Bedlîs

Qeza wî: Mutî (Mutkî)

Pirs: Îşteha (dilçûna) te çawa ye?

Ciwab: Xwarina şîranî ji min re baş e, 20 pare di şîvê de û 20 pare jî di arayîyê de.

Pirs: Çend zarokên te hene?

Ciwab: ji jinekê 4 zarok, ji jinekê din 11 zarok çêbûne. Vê gavê 1 keç û 2 lawê min hene. Keçik 30 salî ye û lawik jî 40 salî ye.

Piştî 118 salan êdî jinêtî û mêrêtî bi dawî hat… Vê gavê dil heye lê meydanê tiştekî tune ye (sîngê xwe nişan dide) ev der dişewite lêbelê… Zarokê min ê lawîn di 80ê salîya xwe de mir. Min ew xweyî dikir. Li ser mirina wî 9 meh derbas bûn. Vê gavê birayekî min ê 90 salî heye, pişta wî xwar bûye.

Pirs: Tu berîya Siltan Hemîd ji dayik bûyê, ma ev rast e?

Ciwab: Belê wê demê dewleta me ew bû. Ez 12 salî bûm Padîşah mir. Acem hatin Kurdistanê, paşê şikestin û vegerîyan. Li Erzerumê Nadir Paşa, Resûl Paşa û Budak Beg hebûn.

Wê demê em bi rêya bejayî dihatin Îstenbolê, ez bi yelkenê (keştîya bayî) di 24 rojan de hatim. Ez 36 salî bûm. Siltan Mehmed hebû. Min heşt dewlet (yanî padîşah) dîtin.

Pirs: Te di xortanîya xwe de çi kar dikir?

Ciwab: Min rênçberî dikir. Rî û porê min wek berfê sipî bûbûn. Binêre paşê mûyê sînga min reş bû.

Pirs: Tu qet nexweş ketîyî?

Ciwab: Carna bi tayê ketime. Lê axir min nexweşî nekişandîye, nexweşîya min 2-3 rojan dajo.

Pirs: Kesên ku tu wan dibînî û piştî demekê carekî din bibînî, tu wan nas dikî?

Ciwab: Nas nakim. Vê gavê min te dît û sibê dîsa te bibînim nas nakim lêbelê ger tu bipeyivî ji deng te nas dikim.

Pirs: Tu çend saetan xew dikî?

Ciwab: Her şev 2 saetan xew dikim. Hîç nakuxum û hîç cîyekê min naêşe.

Pirs: Te leşkerî kirîye?

Ciwab: Min sê salan leşkerî kirîye. Ez di dema Siltan Mehmûd û Mecîd de tevlî şerê Ahisqayê bûm.

Pirs: Tu bûyera (weqia) Yenîçerîyan dizanî?

Ciwab: Dizanim lê; min cehenema reş dît, kurê wî yê Yusif dît. Findiqzade Hecî Ehmed Efendî Nazirê Kumbarxane bû. Kurt Îsmaîl Paşa jî nas dikim. Ez gelek tiştan dizanim lêbelê aqlê min yê berê ye.

Netîceya muayeneyê nabiz û bejna wî ya berê weha ye; bejna wî mîtroyek û sed û heştê santîmetre ye. Pişta wî qet xûz (xwar) nebûye; dorûberê sînga wî mîtroyek û panzdeh (15) santîmetre ye. Dilê wî di deqîqeyêk de 76 caran lê dide. Nabzê wî bi întizam lê dide.

Pirsên ku me jê kirin û ciwabên wî weha ne:

Pirs: Heşt car heştê çiqas dike?

Ciwab: Wellahî ez nizanim, ez pere nas nakim. Ferqa çeyrek û qurişekê nû ji hev nakim, dipirsim.

Pirs: Vê gavê tu bi jin î?

Cewab: Heye jinepîrek (kokimek). Pîrekê heştê salî ye!

[Me diranê wî muayene kirin. Hemû diranê wî yên pêşîn cara sisê ye ku derketine.]

Ji bersiva pirsa senaeta te çî ye re dibêje: Kolberî (hemalî). Rojê 5-6 quriş bi dest min dikevin lêbelê kar tune ye.

Di bersiva pirsa tu dikarî çend oqeyan hilgirî de, dibêje: 65-70 oqeyan li cîyê rast û 50-60 oqeyan jî di hevrazê de.

Pirs: Tu dikarî bar bigehînê heta kê derê?

Ciwab: Ez dikarim ji vir û heta Topxaneyê bibim.

[Zoro bi bejn û qîyafetê xwe wekî ciwanmêrekî 138 salî ye û jîr e. Digel ku bînahîya çavên wî lawaz (zayîf) bûye, lêbelê bihîstina guhê wî bihêztir bûye. Divê li ser vê camêrî lêkolînên hîn berfireh û deqîq bêne çêkirin. Ji bo İctihadê ev qas agahî bes e.]

E. M.”[44]

 

[1] İctihad138 Yaşında, no: 63, 25 Nisan 1329 (8 Mayıs 1913), r. 1375

[2] Cumhuriyet, 1 Temmuz 1930, r. 6

[3] Rohat Alakom, Dünyanın En Yaşlı Adamı Zaro Axa (1774-1934), Avesta Yayınları, 2009, İstanbul, r. 10

[4] Ayşe Hür, Modern Methuselah’ Zaro Ağa,  https://marmarayerelhaber.com/Ayse-HUR-Taraf-yazilari/2220-Modern-Methuselah-Zaro-Aga-,26.06.2011

[5] Baran Zeydanlıoğlu, http://www.bitlisname.com/2016/11/02/160-sene-yasamis-bitlisli-kurd-zaro-aga/

[6] Hevpeyvîna bi Baha Mutlu re, Bedlîs, 14.05.2021

[7] İctihad, r. 1375

[8] İctihad, r. 1376

[9] İctihad, r. 1377

[10] Rohat Alakom, h.b.,  r. 19

[11] İctihad, r. 1376

[12] Ayşe Hür, Modern Methuselah’ Zaro Ağa, h.b.

[13] İctihad, r. 1376

[14] İctihad, r. 1376

[15] Cumhuriyet, 1 Temmuz 1930, r. 6

[16] Cumhuriyet, 1 Temmuz 1930, r. 6

[17] İctihad, r. 1376

[18] İctihad, r. 1376

[19] Cumhuriyet, 1 Temmuz 1930, r. 6

[20] Cumhuriyet, 1 Temmuz 1930, r. 6

[21] İctihad, r. 1377

[22] Mela Seîdê Kurdî, Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, no: 1, Wergera M. EmÎn Bozarslan, Sweden, 1998, r. 54

[23] BOA, 17-155, 27.03.1923

[24] Paris Üniversitesi Kukuk Doktoru, Osmaniye (Cebel-i Berekat) Eski Mutasarrıfı Mesud Fanî (Bilgili), Kürtler ve Sosyal Gelişimleri, Çev.: Prof Dr. Azmi Süslü, Ankara, 1993, r. 11

[25] Son Posta, 1 Temmuz 1934, r. 2

[26] İctihad, 138 Yaşında, no: 63, 25 Nisan 1329 (8 Mayıs 1913), r. 1376

[27] Rohat Alakom, h.b., r. 10

[28] Rohat Alakom, h.b., r. 31

[29] Paris Üniversitesi Hukuk Doktoru, Osmaniye (Cebel-i Berekat) Eski Mutasarrıfı Mesud Fanî (Bilgili), Kürtler ve Sosyal Gelişimleri, Çev.: Prof Dr. Azmi Süslü, Ankara, 1993, r. 11

[30] Cumhuriyet, 5 Temuz 1930, r. 1

[31] Cumhuriyet, 2 Temmuz 1930, r. 1

[32] Cumhuriyet, 6 Temmuz 1930, r. 3

[33] Cumhuriyet, 2 Temmuz 1930, r. 1

[34] Vakit, 9 Temmuz 1930, r. 3

[35] Cumhuriyet, 2 Temmuz 1930, r. 1

[36] Milliyet, 31 Ağustos 1930, r. 3

[37] Rohat Alakom, h.b., r. 33

[38] Cumhuriyet, Zaro Ağaya Mezar, 2 Temmuz 1934, r. 2

[39] Akşam, 1 Temmuz 1934, r. 2

[40] Yeni Asır, 3 Temmuz 1934, r. 5

[41] Akşam, 1 Temmuz 1934, r. 2

[42] Li ser Zoro Axa gelek nivîs û nûçe hatine belavkirin. Lêbelê heta îro xebatên ku di formatê pirtûkekê de li ser wî hatine kirin, tenê pirtûka Rohat Alakom e. Pirtûka Alakom bi navê “Dünyanın En Yaşlı Adamı Zaro Axa (1774-1934)”, di sala 2009an de ji alîYê weşanxaneya Avestayê ve hatîye çapkirin. Ji bo agahîyên hîn berfirehtir, hun dikarin li pirtûka navborî ya Alakom binerin.

[43] Rohat Alakom, Dünyanın En Yaşlı Adamı Zaro Axa (1774-1934), Avesta Yayınları, 2009, İstanbul, r. 71

[44] İctihad138 Yaşında, no: 63, 25 Nisan 1329 (8 Mayıs 1913), s. 1375-1377

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev