Hevpeyvîna Dastan Marif li gel Ciwan Haco

Hevpeyvîna Dastan Marif li gel Ciwan Haco

Ji Soranî bo Kurmancî: Aştî Letîfe

 

We çawa dest bi muzîk û stranan kir?

‏Di mala me de saz hebû û me li saz dixist. Navbera me û kurdên êzdî gelek baş bû, saz li cem êzdiyan pîroz e. Dema çav û guhên min vebûn û min dît di mala de me saz heye. Heta bav û mamê min jî saz lêdixistin. Lêbelê wan bi tenê ji xwe ra saz lêdixistin, ji ber ku di wê deme de ji ber eşîr û malbatê saz lêxistin ‘’eyb” bû -çi bijim! Ew serdem wisa bû, her me saz lêdixist û hertim saz di mala me da bû. Dema ez 10-11 salî bûm min jî dest avête lêdana sazê, hêdî hêdî min stran jî gotin. Pişre di navbera 12 heta 14 salîyê de min pir ji stranên kurdên elewî hez kir. Min ji xwişka xwe ra got bila alîkariya min bike da bistirêm. Wê got ez nikarim, Ciwan çawa bikim û wisa û wisa. Min ji wê re got qurbana te bim ez gelekî hez dikim. Paşê qebûl kir. Me hêdî hêdî dest pê kir. Me stranek anî, dû re bûn 2, 3, 4.. heta nêzîkî 12 stranan me amade kirin. Paşê di temenê 14 salî de, yekem kasêta xwe min tomar kir – di mala me de tomarkerek biçûk hebû. Bi vî awayî min kasêta xwe ya yekem bi navê Emîna (https://www.youtube.com/watch?v=qsDcboEdrSw) parve kir.

 

‏Dema we dest bi hunerê kir xewnên we çê bûn? We dixwest bi riya hunerê çi bijin û çi bikin?

 

‏Niha çi bêjim… (dibişire), wê demê ez evîndar bûm. Min ji keçekê hez dikir. Sedema sereke ew bû; min hez kir bistirêm, bi rastî evîna min sedem bû. Piştre ew hat guhertin, lê ez 14 salî bûm… ew bû.. hizkirin bû.. evînî bû.. di wê deme de mijara neteweyî û Kurdistanê nebû… Ew piştre bişkuvîn.

 

‏Hûn bi herdu staylên kurdî û rojavayî stranan distirên û awazan çêdikin. We çawa karî hûn herdu şêwazan bikin yek?

 

‏Ji we re behsa destpêkê dikim. Dema xort bûm, kasêta Homer Dizayî (https://www.youtube.com/watch?v=tlpCKZmzdTo ) gihişt Qamişlo û hin hunermendên din. Kasêta Qadir Dîlan (https://www.youtube.com/watch?v=WagXWA6vIhA ) hatibû û di wan de stranên bi gîtarê hatibûn gotin hebûn. Bi rastî bo min ecêb bû. Saksafon jî hebû û bi kurdî bûn, bi soranî bûn û min baş ji soranî fam jî nedikir. Min fikrek wisa kir ku muzîka kurdî jî dikare bi gîtarê were gotin û amûrên biyanî jî tê de hebin. Gelekî balkêş bû, gelekî!

 

‏Piştre li malê min guh dida stranên din jî. Zêdetir li The Beatles û ew muzîka rojavayî bû. Niha dixwazim behsa qonaxa din bikim. Hatim Almanya û 2-3 jenyarên almanî hebûn û min planek dananîbû tiştekî nû tomar bikim. Li Almanya min sê jenyarên alman nas kirin; Tehjo Evächter, Leo Petrad û Ramssê. Sala 1980yî kasêta profesyonel me li Almanyayê tomar kir. Li wir amûra bass gîtar hebû… (dibişire) Ew kasêt li cem min modern nebû, lêbelê ji bo kurdan modern bû. Piştre min “Bircên Diyarbekirê” belav kir (https://www.youtube.com/watch?v=o49LLBzOhuA), diyar e ku ew modern bû. Lêbelê gelekî hat rexnekirin; goya ez stranên kurdî têk didim (dibişire). Di rastiyê de ew tiştekî nû bû; keç û lawên kurd ji wê şêwazê hez kiribûn. Destpêka min wiha bû, bêyî ku bername jê re were terxankirin. Min guh dida muzîka rojava; pop û rock û… Bi rastî min nedizanî çi ne (dibişire). Min wisa dizanî ku hemû jazz in. Wisa min dest pê kir.

 

Weke ku eşkere ye we gelek helbestên baş ji bo stranên xweş hilbijartine, gelo ew helbest bi kîjan pîvanê hatin hilbijartin?

 

‏Bêguman di stranan de du tişt li ba min giring in; yek ji wan têksta stranê ye û ya din jî muzîk e. Herdu jî girîng in. Dema hatim Almanyayê, min nedizanî bi kurdî binivîsim û bixwînim. Ji ber wê yekê min xwe hînî tîpên latînî yên kurdî kir, lêbelê kurdîya min jî ne baş bû. Paşî Goran Haco (https://ku.wikipedia.org/wiki/Goran_Haco ) alîkariya min kir, kurdiya wî gelek baş û paqij bû. Helbesta Rojen Barnas (Min Navê Xwe Kola, li Bircên Diyarbekir) gelek navdar bû. Min heft helbestên wî weke stran gotine, gelek balkêş bûn.

 

‏Her wiha min “Bilura Min” (https://www.youtube.com/watch?v=LXa76A3FZDY ), helbesta Mîr Celadet Alî Bedirxan (https://ku.wikipedia.org/wiki/Celadet_Al%C3%AE_Bedirxan ), ya bi navê Seydayê Gerok, parve kiribû. Min helbesta “Gula Sor” (https://www.youtube.com/watch?v=eR26Yd_kYEI ) a Qedrî Can (https://ku.wikipedia.org/wiki/Qedr%C3%AEcan ) û gellekên Cegerxwîn gotine. Û her wiha yên Mehmed Uzun, (https://ku.wikipedia.org/wiki/Mehmed Uzun )nivîskarê mezin ê kurd, bi mixabinî ve ku niha ne di jiyanê de ye… Goran Hacoyê pismamê min, wî helbestên wî ji bo min dest nîşan dikirin, wî bixwe ji helbest dinivîsandin. Bo nimûne strana “Diyalog” (https://www.youtube.com/watch?v=UMADgBC9bcE), “Gund û Bajarên Çadirî” (https://www.youtube.com/watch?v=5ACdTOh1FQA ) û “Girtîyên Azadîyê” (https://www.youtube.com/watch?v=dzGCi6QL1II ). Goran Haco helbestên xwe gelek radîkal nivîsandine, di wê demê de li Bakurê Kurdistanê şer bû. Wî gelek baş kir ku ew helbest nivîsandin. Ji ber wê yekê dibêjim têkst gelekî girîng e û divê tiştin baş bên hilbijartin. Di wê demê da baş bû ku me ew helbest kirin stran. Her wiha Dilber Hacoya (https://www.facebook.com/dilber.haco ) xwîşka min gelek helbestên baş nivîsandine. Min jî hinek nivîsandine. Bi rastî ez ne gelek baş im di nivîsînê de, lêbelê min hin xeyal û fantezî hene. Bêtir dikarim muzîkê çêbikim, ji ber wê yekê dikarim bibêjim % 99î muzîk yên min in û % 90î têkstan ne yên min in.

 

‏Stranên kurdî çend karîne têkelî cîhana derveyî xwe bibin? Bo me kurdan stranên siyasî tu dema giringîya xwe ji dest nadin. Lê gelo ev stran hunera me sînordar nakin?

 

‏Niha zêde bûne, baştir bûye. Bo nimûne fars guhdarîya stranên kurdî dikin, ereb jî, tirk jî. Dibe stranbêjek mîna Feyrozê di nava kurdan de ne helkeft be ku di Rojhelata Navîn de hemû kes lê guhdarî bikin. Çi ereb, çi tirk, çi faris. Sedem jî ne ew e ku tenê stranên siyasî dibêjin, na, ne ew e. Bo nimûne, dizanim faris gelek li stranên kurdî guhdarî dikin. Guhdarîya stranên min jî dikin. Sedem ne ew e ku me stranên siyasî yên kurdî gotine. Rast e, me gotine, hemû stranbêjan jî gotine, lêbelê min û wan stranên evîndarî jî gotine. Stranên min ji % 40 derbarê Kurdistanê de ne, derbarê welatê min da ne. Lê nêzîkî % 40 jî derbarê evînê da ne. Stranbêjên me stranên evîndarî jî gotine… Hevîxwaz im rojek bê, guhdariya wan jî bê kirin. Bila rastgo bim; rast e, muzîka me xweş e, vedigere ser folklorê, lê kêmasî jî hene, kêmasî di maqaman de gelek in. Kurmancî bi yek meqamê gotiye ku ew jî beyat e. Di nava soranî jî de sê meqam hebûn, bi rastî di vî warî de pêwîstî hebûn. Dû rîtimên me hebûn (dibişire), ma çêdibe, bila bibe sê rîtim… Dixwazim bêjim muzîka me gelek hejar e li hember muzîka farisî, yan erabî, yan tirkî. Ev rastî ye. Lê nabêjim muzîka me ne baş e!

 

‏Muzîka me xweş e, baş e, pîroz e, ez jê hez dikim. Lêbelê muzîka me weke muzîka farisî dewlemend nine. Divê bê qebûlkirin, ew rastîya me ye. Ger bêjim muzîka kurdî ji ya farisî û tirkî û erebî dewlemendtir e. Na, bi Xûdê rast nîne. Niha muzîka kurdî hinek pêşve çûye, meqamên nû ketine nava muzîka kurdî. Rîtmên nû ketine nava muzîka kurdî de. Amûrên nû ketine nava muzîka kurdî de… Bêguman sedemên wê hene. Ji ber ku me dewlet nebû. Ev fars 300 sal e dewlet in, tirk ev 1100 sal e dewlet in, ereb ew sedan sal e dewlet in û 24 welatên wan hene. Gelo me çi hebû? Tiştekî me tunebû! Ji ber wê yekê ne tinê di warê muzîkê de paşketine, di hemû warên civakî de ji cîranên xwe paşketine. Ji ber vê yekê ye ku me dewlet nîne. Eger gelekî pêşketî bûna, me jî dewlet heba (dibişire) mîna faris û tirk û ereban… Ji ber wê ye muzîka me wisa ye, lêbelê niha ez gelekî geşbîn im ku muzîka me wê pêş bikeve. Wisa difikirim ku wê pêş bikeve. Wisa difikirim wê baştir bibe. Çimkî dîjîtalî jî hatîye nava muzîkê de. Gênc û xortên kurd bingehek bihêz ji muzîka kurdî re danîne li her çar parçeyên Kurdistanê. Yên gelek baş jî derketine. Wisa bawer im; nifşên nû dikarin tiştên gelek baştir û gelek ciwantir pêşkeşî me bikin.

 

‏Derhênerê kurd Kazim Oz dibêje: ‘’Em dikarin bi rêya stranên kurdî dîroka neteweya xwe nas bikîn.” Gelo stranên kurdî hilgirên dîroka neteweyê ne? Ku erê be, çima?

 

‏Çimkî zulm û sitem e, destdirêjî û kuştin û reşekujî bi ser welatê me de hatîye, bi ser kurdan de hatîye! Sedem ew e, em nebûne dewlet… Dewlet dijminên me ne; ne netew, netewe ti carî nabin dujmin! Ewe dewlata fars dijminê kurdan e, dewleta tirk dijminê kurdan e, dewletên ereb jî. Heya niha jî dewleta Iraqê, we dît, Îbadî çi anî serê kurdan. Ne tenê Îbadî û dewleta Iraqê, Erdogan, Xamaneyî… Dixwazin Hewlêr û Silêmanî xirab bikin! Ew zilm û zordarî û destdirêjî heya niha jî dewam dike.

 

‏Heger em kurd azad bin, ew wisa difikrin ku ew dê bimirin! Ji ber wê yekê ye bi me re şer dikin û her ji ber wê yekê ye me stranên neteweyî gotin. Her ji bo wê sedema sitem û destdirêjî û reşkujîyê ye ku li hember kurdan dikin. Mixabin heya niha me hêzek pêk neanî. Mixabin heya niha jî em ne yekgirtî ne, ew 30 sal in Başûrê Kurdistanê azad e lêbelê yek rêz û yekgirtî nine. Mixabin! Gelek kêmasî hene. Bo nimûne; dû rêvebirî hene, rêveberîya Silêmanî û ya Hewlêrê hene. Pêwîst e yek rêveberî hebe. Em yek netewe ne, ne du netewe. Ji ber wê yekê bû me stranên radîkal gotine, û heya dimirîn em dê wan stranan bêjîn û dest jê bernadin. Kurd yek netewe ye, lêbelê yekgirtî nîne. Mixabin. Bi rastî eger em kurd bixwazîn bibin xwedan dewlet, divê di destpêkê de em di nava xwe de yekrêz bin.

 

‏Niha nifşek nû govendê digire û beşek mezin ji wan stranên neteweyên din kopî dikin û bi metnek kurdî distirên. Her çend gelek guhdarên wan hene jî, ez dixwazim li ser vê yekê raya we bizanibim?

‏Bersiva çîroka we, pirsa we bû û we jê hez kir! We got mirov pir lê guhdarî dikin, rast e? Hey, madam, pîroz be! Pir baş, xatûn mirov guhdarî dike, divê em çi bikin? Ew ji bo min ne girîng e. Bi kurdî kopî bikin û bibêjin, ew girîng e. Ger hûn bi kurdî biaxifin, serî heta binî hilînin. Ji min re ne girîng e, ne pop, ne rock, ne jazz, ne erebî, ne farisî, ne tirkî, çi jî bi kurdî çi dibêje bila bike. Pirsgirêk tune û qala wê jî nayê kirin. Ji ber vê yekê dê muzîka me dewlemendtir bibe, bila em ji faris, ereb û tirkan sûd werbigirin, pirsgirêk nîne.

 

‏Ango ma tenê girîng e ku kilam û stran bi kurdî werin gotin?

 

‏ Erê! Divê stran bi kurdî be. Her çend sernav an stran farisî, tirkî, erebî be jî, heya ku bi kurdî tê axaftin, divê ew bi kurdî be. Ew ji hunera kurdî re xizmetê dike û wê dewlemendtir dike. Hin dibêjin, “Kesek bi erebî stranan dibêje, dev jê berde” û hwd. Çima na?! Muzîka erebî ne % 100 e, lê bawer bikin % 50 bingeha muzîka kurdî ye! Li ser navê min tomar bikin û bêjin Ciwan Haco wisa dibêje.‏

‏Erebî ne tirkî ye, ne farisî ye, ne jî erebî ye. Muzîkeke tevlihev e. Dema ku ez ciwan bûm, ez li dijî muzîka erebî bûm, lê niha ez wisa nafikirim. Heya ku ez 20 salî bûm, min jê re got çi arabîk û merabîk. Tu dil jê re nehat vekirin. Lê arabesk bingeha xwe kurdî ye, divê em ne dijminatiyê bikin, em nebin dijminê statukoya muzîkê, divê em dijminatiyê nekin. Ya ku ji min re girîng e ev e ku hûn strana xwe bi kurdî bistirên, heke we ew bi kurdî gotibe, çi dibe bila bibe, serê xwe heta pêçan, çi ku hûn bêjin belaş e.

 

‏Min tu carî nedîtiye ku tu hunermendek kurd zêdetirî 350.000 guhdaran re biçe konsertekê. Lê di sala 2003an de, li Batmanê, di konsertekê de ev temaşevan ji we re amade bûn, ew dîrok ji we re çi dibêje?

 

‏Ya ku li Batmanê bû, heya vêga, konsera min a herî mezin bû. Hat gotin, bi hezaran kes beşdarî konserê bûn. Lê hinek dibêjin ku ew ji wiya pirtir bû û bi qasî mîlyonek kes hatin konserê. Ne girîng bû ku Ciwan Haco li wir konsertek dida. Ya girîng, ya ku gelê min kiribû. Erdnîgariya Kurdistanê, şehîdên Kurdistanê, dîroka Kurdistanê, tekoşîna Kurdistanê, ramana Kurdistanê, welatparêzî û dîroka pak ev yeka bedew afirandin, ne Hacoyî. Mebesta we, şor û cûreyên wan e, ne? Bê guman, li Kurdistanê, nemaze li bakurê Kurdistanê, gelek guhdarên min hene. Dê bi sed hezaran hebin. Lê Batmanê, di dîrokê de wusa bûye, bajarê têkoşîn û têkoşînê ye. Erê, min û hevalên min li wir konserek dan, lê ne tenê xwe, lê miletê me jî performansa xwe baş kir. Ji ber vê yekê Batman hîn jî di dilê min de ye û ez ti carî wê ji bîr nakim.

 

‏Şoreşa çekdarî û berxwedana hunerî; ev herdu ji bo neteweyeke bindest wek kurdan ku hertim ruberûyî îşkence û zîndan û hinek caran kuştinê jî dibin, girîng in. Ew bandora hunerê ji ku derê çavkaniyê werdigire?

 

‏Stranan gelek bandora rasterast li ser hemû şoreşên kurdan kirine, ne tenê li Başur. Birastî stran di bilindkirna moral û aliyên manewî de rolek baş lîstîne. Morala Pêşmerge û gerîla û şervanan de rol hebûye û gelek pêşçav bûye. Ne tenê ew, dengbêjî ji heyranokan ve heta helbestan… Her tim li her çar parçeyên Kurdistanê dengbêjiyê rol hebûye, di mawê 100 sal, 300 sal tiştek nû nebû. Ew herdem hebûye û rolê wê hebûye, dema kurdan şerê çekdariyê dijî dagîrkeran kirin, rolê wê bêhtir berçav bû, rolek baş hebû, wisa bû. Niha di serdema dîjîtalê de em dibînîn ku kurd zêdetir guhdarîya stranên evîndariyê dikin. Ji ber wê yekê dibêjim pêwist e pirtir stranên evîndarî bên gotin. Neteweya me vê dive. Em dibînîn ku di dijîtalê de stranên derbarê kurd û Kurdistanê û Pêşmerge guhdar kêm in. Lêbelê stranên evîndarî hemû jî guhdarî dikin. Yanê kesek bipirse, Ciwan, dixwazî çi cûrê stran bêjî? Ez ê bêjimê, stranên evîndarî. Heya ku neteweya te guhdarîya stranên evîndarî bikin, wan bêje. Evîn bihêztirîn û baştirîn û mezintirîn e, ti tişt ji evînê mezintir nîne. Ji ber wê pêdivîya ciwanên kurd pêş diçin. Rast e, di serdema me de tiştek din bû. Em neçar bûn stranan bi ser de bêjin, nebû, stranbêj kêm bûn…

 

‏Ji ber wê yekê stranên derbarê netewe û Kurdistanê de pêwîst bûn. Serbilind im ku min li ser pêşmerge û gerîla û şervan û Rojhelat û Başûr û û Bakûr û Rojava gotine. Wê serdemê ew dixwest, lêbelê niha wisa nîne. Keç û law û nifşa nû ji stranên evîndarî hez dikin. Ji bo wê yekê stranên derbarê evînî û hezkirinê de bêjin. Her qonaxek tiştek nû dixwaze. Serdema me, di salên heştê û nodan de wisa bû. Di serdema me de stranên me derbarê mijarên neteweyî, Kurdistan, nîştiman, gelê kurd, zulm û zordarî, destdirêjî û şer de bûn. Niha rewş hat guhertin; dîjîtal û telefon û teknolojî çêbûne. Bo nimûne, bawer bike niha qala sî salên derbas bûyî ji bo lawên kurd bike jê fehm nakin! Tu qala Geliyê Zîlan ji bo lawên niha bikî ji wê bûyerê fam nakin, yan Helebce ku pênc hezar kurd tê de hatin kîmyabarankirin… ê… lewre ew weke me wê fam nakin. Me hêstir dibarandin, nifşa nû wisa nafikire. Ji ber wê yekê dibêjim bila stranên evîniyê bêjin. Normal e ku stranan derbarî welat de jî bêjin. Kesî negotiye ku stranên evîndarîyê nebêjin, bi xwe azad in, lê bila stranan ji bo nîştiman jî bêjin.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev