Çîrokeke gelêrî ya nêrîneke kûr li dû xwe dihêle: Zezê û Kafkas

Çîrokeke gelêrî ya nêrîneke kûr li dû xwe dihêle: Zezê û Kafkas

Roza Metîna 

Dema em li dîroka gelê kurd dinêrin em dibînin ku çîrokên heta hezar sal berê hene ku bi saya çand û wêjeya devkî ya dengbêjiyê gihaştiye heta roja me ya îro. Bi çîrokên gihaştiye heta roja îro çand, huner, erdnîgarî, ziman, wêje û hwd. pê hatiye parastin. Û gelek çîrok jî mîna çîroka Zezê û Kafkas bûye sedem ku nêrîneke kûr li dû xwe bihêle. Di çand û çîroka kurdan de hespên lehengan xwediyê cihekî taybet in. Yek ji hespê navdar hespê Ferzende Beg ê bi navê Eznawir e. Di kilama Şakiro ya li ser serhildana Agirî û Ferzende Beg de navê Eznawir derbas dibe. Navê hespê Ristemê Zal Reşê Belek ê Derwêşê Evdî Hedwan ê Cembelî jî Xemrevîn e. Ev hespên bi navên xwe hestekî gewre di dilê mirov de dihêle di çîrokên kurdan de xwedî roleke girîng in. Hespê Zezê yê bi navê Kafkas jî di çîroka xwe de xwediyê roleke sereke û di heman demê de lehengek e. Her çiqas çîrok bi êş û kul bi dawî bibe jî.

 

Zezê dema çîroka xwe û ya Kafkas rave dike hesreta 65 salî ya nêrîneke kûr li dû xwe dihêle di rûyê wî de dide der. Kî dizane ger mirov li dû wê nêrînê bikeve ew ê li ku hilkume û bi çîrokeke din a bi çi rengî rû bi rû bê…

 

“Zezê yê dema ji Ayhan Erkmen re behsa çîroka xwe dike, kelogirî dibe, di dilê xwe de hesreteke mezin dimeyine ji Gundê Wazê yê Qersê ye. Ew dema çav li tabloya Ayhan jê re wekî diyarî dibe dikeve dîsa kelogirî dibe. Li Gundê Wazê yê axa wê bi bireket e Girê Ziyaretê û Camiya Sarayê ya berê dêr bû jî hene. Xwediyê vê çîroka gelek hest û ramanan bi mirov dide hêskirin kurê Mîroyê Elê ye. Berê rêwîtî bi peya bû û bi rojan dewam dikir. Di wê dema ku rêwîtî bi peya bû mala Mîroyê Elê qonaxa mêvanan e. Di heman demê de xwediyê ajalan e. Li Çiyayê Çîftelera yê xewn û xeyalên pêk nehatine ji xwe re kiriye wargeh kerîyên wan hebûye û li wir diçêrandin. Gihaya birliga mala Mîroyê Elê wekî okyanûsekê bûye û 40 pale çirpanê dikşînin. Hem hiltînin û datînin û di heman demê de jî belav dikin û didin xwarin jî. Kêmasiya wî nayê dîtin. Qey bayê xortaniyê li Apê Zezê digere loma malbata xwe li dû xwe dihêle û berê xwe dide rêyeke cuda, welatî dûr ê bi navê Elmanyayê. Cihoya hevjîna Zezê jineke jêhatî ye. Xwesiya wê Elê jî wiha ye. Tevî zor zehmetiyên jiyanê li berxwe didin. Zezê yê ber bayê bezê dikeve û diçe heta Elmanyayê ji salê carekê tê gund êdî.”

 

Çîroka girtina hespê bi navê Kafkas û hesreta ku ew ê Zezê li dû wî bikşîne bi çûyina Mîro ya bazara hespan dest pê dike. Kafkasê ku Balabeg derbas dike dibe qismet û wateya jiyanê ya Zezê…

 

“Mîro difikire û piştre biryarekê dide ku biçe bazaran hespan. Wextê çavên xwe li bazarê digerîne hespekî kumêtî bala wî dikşîne. Navê hespê meraq dike û pirs dike. Yên difiroşin dibêjin ‘Navê vî hespî Kafkas e’. Mîro Kafkas digire û tîne malê lê belê piştî demekê Kafkas ji hal dikeve û bi rojan nayê ser hemdê xwe. Wekî her tim dîsa rojekê li Wazê dawetek çêdibe. Xortên gund li hespên xwe siwar dibin da ku biçin Taşkofê û balîfên bûkê bînin. Balabegê yê birayê Zezê ye jî hespê bavê xwe amade dike. Zezê li dijî vê yekê derdikeve dibêje ”tu zewicîye tu çima dihere ez ê herim”. Balabeg hêrs dibe guh nadê û diçe. Dilê Zezê jî lê dide, tebatî nayê û ew jî dixwaze biçe. Li Kafkas dinêre, diponije lê Kafkas ne ew hesp e ku tu biçe û balîfan pê bîne. Kelecan û hêviya her tim mejiyê mirovan zindî dihêle vê carê dîsa rê dide ku Zezê li Kafkas siwar bibe û biçe Taşkofê. Dema hem bi xof hem jî bi kelecan û hêviyekê nêzî ber deriyê bavê bûkê dibe dibîne xort balîfan hildidin û berê xwe didin Wazê. Li wir Kafkas mixabin xwe diavêje erdê û ranabe. Zezê çareyê di vê yekê de dibîne ku wekî li ber zarokan bigere li ber Kafkas digere û dibêje ”ez di bextê te de bim rabe”. Kafkas dema dibîne toz û dûman li dû hespan ketiye bi aheng û efsûnekê ji nişka ve radibe, bi ser piyan dikeve. Kafkasê bi aheng û efsûnekê radibe ser piyan dikeve pêşiya hemû hespan lê belê Balabeg li pêşiya wî dimîne. Balabeg dema ku li paşiya xwe dizîvire hew lê dinêre Kafkas li dû ye û dest bi finêzkan dike. Qamçîya xwe bi hêl li rûyê wî dixe. Lê Kafkas vê dafikê danaqurtîne serê xwe hildide û Balabeg li dû xwe dihêle piştre xwe digihêjîne Wazê. Dema dengê def û zirneyê tê Kafkas guhê xwe bel û fît dike. Mîro Beg jî piştre hespê dide Zezê.”

 

Kê dizanibû ku hespê bi navê Kafkas ê hêvî jê nemabû dê bibe hespekî ji bayê bezê bi hêztir… lê piştre bibe dûrahiya nêrîneke xemgîn û di heman demê de bendewar…

 

“Zezê ji hespê xwe gelekî hez dike û wekî wateya jiyanê lê dinêre. Ka ji ku re dizanîbû ew ê ji carekê de dîsa bikeve. Wê demê webaya hespan hebûye. Di heman demê de tiştekî wiha jî diqewimî. Kê hespekî nexweş guhê wî jê bikira û biçiyû bidaya dewletê pere distendin. Ji ber Kafkas hişkolek e Balabeg jî dibêje ”Em vî hespê hişkolek hişk bikin û guhê wî jê bikin û bidin dewletê”. Ev yek bi zora Zezê diçe. Dilê wî ranagire ku tiştekî wiha bike û hespê xwe dibe cem Mele Evdel. Mele Evdel xelqê ji Exlatê ye. Di dema Osmaniyan de Osmanî ji Mela Evdel aciz in û dixwazin tiştekî bînin serî. Kor Huseyin Paşa Mele Evdel hişyar dike jê re dibêje ”here wê tiştekî bînin serê te”. Mele Evdel jî ji neçarî koç dibe û berê xwe dide Wazê. Mele Evdel ê hem mele hem jî beytar e kes wê demê derbarê wî de zêde tiştekî nizane. Behreya xwe dike meriyetê, li dev û firnikê hespê mêze dike piştre ji Zezê re dibêje ”tu ji çolê yawaniyan bîne ango hinek kerme lê divê ji çolê be. Serê hespê xwe li cihekî mahkem girê bide. Wan kerman li ber pozê hespê xwe hûç bike hinek hêk bişkîne sipîk û zerikê wan ji hevdu veqetîne û spîkan li ser van kerman bike. Hinek jê bizir yaxî bi ser bike agir pê bixe û bila ew dû biçe dev û hinavê hespê. Av û kaya kewnê têxe sîtilekê û bikelîne û bi wê av û kaya kewnê hespê bişo. Zerikê wan hêkan bi hinek ar ve hevîrekî çêbike bikşîne kulê pişta hespê xwe lê her roj rûn bike. Hespê xwe du mehan wiha di derekê de xwedî bike ku bila renka rojê nebîne. Zezê baş guhdar dike van gotinan hemûyan yeko bi yeko bi cih tîne. Hespê wî dibe mîna bayê bezê û wî dîsa dibe ba Mele Evdel. Mele destên xwe di hemû govdê wî de digerîne û dibêje ”tenê qisûrek maye di firnikê wî de kezî maye. Ez ê ba çend kesên xurt bikim”. Mela bi çend kesên xurt lingê Kafkas girê didin serê wî mahkem digirin û mele ji bêrîka xwe kêrika xwe derdixe. Mela Evdel piştî hewildanekê keziyê di firnikê Kafkas de derdixe. Ji wê rojê şûnde êdî kesek nikare bi Kafkas bigire. Kafkas êdî ne hespekî mîna berê ye. Li ser hemdê xwe û bi bandor e. Kafkas balîfan tîne, di pêşbaziyan de dibe yekem, li ber def û zirneyê bi eşqekê direqise û ji zimanê Zezê fam dike. Gelek kes dibin heyranên wî û dibe hespekî bi nav û deng. Jin dema li ber zarokên xwe rûdinên, ji zarokên xwe hez dikin dibêjin ”Kafkasê min”.”

 

Zezê yê ku çavên xwe kutabû bendewariyeke dûdirêj tevî ku 65 sal derbas bûbû jî hestên wî xemgîn dikirin dema behsa çîroka wî dihat kirin wekî siwarekî bi ser wî de dihatin…

 

“Ji rojan rojekê Zezê ne li mal e. Malbat ji pismamekî Zezê re dibêje her Kafkas bîne. Ew jî diçe û tîne, çend saetan dide bezandin avê didê û dawiyê tîne dike tewlê. Dema Zezê tê û li ber dilê Kafkas digere dibîne Kafkas li erdê ye û ranabe. Gelekî xemgîn dibe. Naxwaze tiştekî wateyê dide jiyana wî ji destên wî biçe. Gazî malbatê û Mele Evdel dike lê Mele Evdel bi xemgînî dibêje ”tiştekî ez bikim tune ye”. Mîro Beg dibêje ”em sibehê bibin ser beytarê eskeriyê yê Qersê” lê belê beytar jî dibêje ”tiştekî ez bikim tune ye”. Zezê bi dilgiranî serê hespê digire û dikeve rê lê belê Kafkas di nîvê rê de dikeve û ranabe. Zezê bi dilekî şikestî hespê di wî halî de dihêle û tê gund. Bi hevalên xwe dema dîsa vedigere cihê Kafkas lê ye, dinêre ku hinekan ji zû de guhên Kafkas jê kirine. Zezê li çav û guhên Kafkas dinêre dîsa wî dipelîne û çavên xwe dikute bendewariyeke dûdirêj. Zezê yê dema behsa çîroka xwe dike û digirî dibêje ”65 sal derbas bûye lê belê dîsa jî dema ez ji ser wê riyê derbas dibim ez dinêrim û dibêjim ka gelo hestiyên wî derketiye ser erdê?” Zezê yê ku 15 sal berê behsa vê çîrokê kir û li ser vê yekê çavên wî tije dibûn û 10 sal berê jiyana xwe ji dest da bi vê miraqê û bendawariyê çavên wî hat girtin û ber bi bêdawîbûnê ve beziya.”

Çavkanî: https://besinor.net/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev