JAN Û ASTA NIVÎSÊ

JAN Û ASTA NIVÎSÊ

Husên Duzen 

Nivîs ji dengekî hundurîn dizê, qe nebe li nik min. Serê min jê bibe jî ez nikarim du hevokan bînim ser kaxezê, ger dengekî hundurîn min neҫarî nivîsê neke. Bi vê wateyê nivîs jan e jî, janeke ku bê wê nabe.

Ji bo cûre û tahrên nivîsê gelek caran kedkarên nivîsê bi xwe jî kumҫikê li hev sor dikin.

Hinek dibêjin maka hemû cûreyên nivîsê helbest e, hinekên din dibêjin roman e hunera nivîsê yî herî bilind î hemdem. Kêsên ku dibêjin hunera romanê zexel e, kî bixwaze wê kare bi alî xwe de bikşîne. Helbest jî li gor van kesan rêzkirina peyvan e, kî ne xwedî hizreke bi bingeh be, dest davêje helbestê. Li gor wan ҫîrok e cûreyê nivîsê yî herî bilind; şidyayîbûn û mêzêna ҫîrokê ye tiştê ku nivîsê dike huner.

Kêmzêde ev babet henmû di Vegotinê de hatin nîqaşkirin. Bernameyeke Vegotinê tunebû ku romannivîsan dixwest romanê mîna hunera herî bilind û helbestê jî mîna maka hemû şêweyên nivîsê pêşkêş bikin.

Bi qasî min ji nivîsê, jan û bedewiya wê fam kiriye: Ne şêweyê nivîsê bi xwe lê şiyanên nivîskaran ne tiştê asta nivîsê bilind an nizm dike. Min gelek caran ji rahmetiyê Mehmed Uzun re digot xwezî te bêtir gotarên wêjeyî binivîsandana. Bersîva wî her carê bişirînek bû.

Piştî dirêjahiya salan û li gel gelek romanên me yî heyî jî hîn ҫavên min li nameyeke serkeftî digerin; nameyeke ji dil, bi peyvên ne kêm ne zêde, bi kurdiyeke ku her peyveke wê berî bibe peyv di ser hestekê re derbas bûbe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Husên DuZen

Wek bijişk di beşa norolojî de kar dike. Di ber re jî wergerên wêjeyî dike. Berî fakulteya bizîşkîyê bixwîne, fakulteya aborî jî qedandibû.

Qeydên dişibine hev