
Omitê Mistefê
Tê bîra te Pîroze, havînekê ez hatibûm serfêza Bacgîranê bi mêvanî
Li bintarê Eşkava dixuya, te kêf û şahî radixistin ser sifreya xoresanî
Bi dengê qoşmeyê ra xort û xama radibûne semayê, bi eşq direqisîn
Bi destmal, dêre û tûmanên rengrengî li hev dizivirîn keçen zeferanî
Salarê birayê te bi cil û bergên kumsoran derketibû meydana lîstikê
Te ji min dipirsî: “Ma tu ne kurmanc î, qey naxwazî bilîzî yan nizanî?”
Di reqsê da destmala te sist bûbû, gulîya te dixuya mîna rêya Gulîlê
Ez bi dîtina wî porê te kêfxweş dibûm, te digot ketime kulîna mîranî
Li nav Deregezê straneka gelêrî serpêhatîya serdarekî kurd vedigot
Cecoxan û Şasîyarê govend digirt, dîrokê ji nişkê va dikir qulopanî
Destana Eywaz Xanê Celalî û Tofegulê ji nava kavilan dîsa zîl dida
Bûyerên lehengan jin dikirin mertal, didane mêran şûrên hemedanî
Gava ji gewera Şoqanê derbas dibûm, li Warê Kwînda konek hebû
Fenanî laçîneka sêhêkî melisîbû ser sê sêwîyan jinebîyeka aşxanî
Gelo min çav şêlî nekirine, Duçeng mîna deveyeka dukwîne dileqe
Yan çîyayên Hezar Meçîtê sîng dane ber êriş-talana hovên tirkmanî
Qeterên deveyan mîna van rêzeçîyayan kwê digirin, ji hev naqetin
Gava biharan koç-kerî ji aranan hildigerin ber bi zozanên xebûşanî
Payîzan ji Xebûşanê dadikevine Şêravê, ji Şahîcanê ra jî dibihurin
Dadigerin Maraweyê û bi debara havînê dikevin xeweka zivistanî
Berêvara hênik serwanekî deveyan qeterek diajote Merw û Şacihanê
Deveyan mîna dîlên zincîrkirî rêç girtibû, ji bîr kiribû jîyana şaristanî
Buxurçe û meyaçe çeleng dimeşîyan, lê deylaxên nûzayî bi dijwarî
Buxur û meya bi her du hotikên piştên xwe dihatin naskirin bi hêsanî
Bi hotikeka piştê cuda dibûn lok û erwane, bargiran û piçekê pîr bûn
Lokçe û meyaçeyan bi barên sivik rê diqelaştin mîna keştîyên siltanî
Pîrozeyê, hêvîdar im ku tu jî rojekê bêyî Bazîdê, ji bo serdana min
Ji ber ku bi serdanên dualî û hevpirsînê zindî dibin hevaltî û dostanî
Min digote xwe: “Hingî ku pêwendîya me qut bûye, dilêşî heval e”
Lê te duh şev niçande min: “Şevbaş Omito, divê xewnan baş bibanî”
Xew li min bû kew û firîya, tu çima li min digerîyayî, te çi dixwest
Bi kesera dîtinê û tatêla te helîyam, heta ku zelal bû sibeha beyanî
Ji bo rastîyê min çendîn sal mezaxtin, girnozên nefsa xwe kesaxtin
Xewnerast parek ji şêst parçeyên wehyê ne, min ji pirtûkan dizanî
Loma min xewn gote ifrîtekî cinan, wî got: “Ez ê we bigihînim hev
Dema ku çêrandina mêrg û zevîyan serbest dibe, dadigerin zozanî”
Lê sofîyekî dilpaqij gote min: “Dil miqabilî dil e, ger jidil hez dikî
Ez ê pêwendîyeka dilan daynim navbera we, qe çênabe destwerdanî”
Gava min pêşniyara sofîyî pejirand, cama Cemşîdî radestî min kir
Çend iqlîman ji te dûr bûm, lê dîsa bêhna te dihat mîna çaya biyanî
Ez êdî ne ez im Pîroze, min cendek dirandîye û sînor pêpest kirine;
Tu jî berz bifire, pest nenişe, agehîyê wergire ji hesta xwe ya jinanî
Ma te nedilorand: “Min we xwe ra işqî meke, işqî dekî terkê meke”
Bawer bike, dengê tevgera te dibihîzim, te ev sêxiştî digot bi stranî
Lew bi sêxiştîyekê nameyekê dişînim: “Bilind firîm, pest neketim
Ji qismetê te erneketim, xemê mexwe silamet im” li Bazîda Xanî
Gava gihîştim Bazîdê, min dît ku Dibistana Gulnîgarê hilweşîyaye
Kevirên jêr û jorê cih guhertine, tenê tara wê avahîyê li şûnê maye
Ne tenê dibistan; xanîyên torinan, sazîyên serwerîyê gişt tep bûne
Qey ev der ne şûnwarên dîrokî ne, bi destê xêrnexwazan rûxîyaye
Gava ji Keleha Behlûlî siwarîkî derketim zozana me ya Şêresîyarê
Hevalan derz kir êşa min, lew kesî negot dewsa warê bavê te va ye
Gelo li vî warî çi qewimîye, Kula Dotikan ketîye nava Keleşkîyan
Yan Tendûrek ji hêrsan teqîyaye ku bajar wisan ji bin va hejîyaye
Ma dagirker gihîştine lana şêrên Celalî jî, kanê zulfiqarên Heyderî
Çima her kes ketîye heyra nefsa xwe, hişê piranîyê çito çelqîyaye
Ka mîrê Bazîdê yî ku destê wî sîwana serê bendeyên belengaz bû
Dengê karmend û leşkerên wî çima dernakeve, qey hema birîyaye
Hey wax li minê, dam û dezgehên dadwerîyê vegerîne wêraneyan
Çiqasî balkêş e, sûra Baxçeyê Keşîş ji bo gunehkaran hê jî ava ye
Navê Qula Bizinê ji ku hatîye, kê li ser Keleha Ûrartûyan xistîye
Kê şevbihêrka nivîskar û helbestvanan bi kilîteka zengarî dadaye
Daristana Tewekan a dora bajarê kurdan ê qedîm hişk bûye gelo
Yan hinekan ew avêtîye bin sêla cengan, bi êgir û barûtê qelîyaye
Camêr û canikên torin bi ku va çûne, çima segên beytu digerin
Kêlên şikestî, gorên tepisî, kuçe-kolanên vala tijî strî û gîya ye
Birc-dîwarên Kelehê bê nivîs-lewhe mane, delîl li halê nifşa nû
Çima ji kurdan nemaye tu belge-berate, ala-perçem û hêma ye
Kanê bax û baxçeyên kubaran, hîkehîka keç-xortan li nava wan
Rêya deştê ji kengî va bûye reşmarekî tî û bervejor hilkişîyaye
Rawêjkar dibêjin: “Pîrozeyê vexwîne Seyrangeha Golemasîyê
Bazîd ji nû va bê jenîn, hûn her du vehêsin li Keleha Mîrza ye
Bila bêfila keleka we pêlên ava Golemasîyê bi şanazî biqelêşin
Qey şeva pêşîn a zavê ye, bi coş-peroşî li ber bûkê vepelîyaye”
Hizirîm ku lêvhingiva min kesirîye, mihtacî hin peyvên şirîn e
Şewqnameya Ibn Xerîbî li dêst, çav li min û nûçeyan delîyaye
Serî bûye hêleçan, çavhêsrî û bi dilkulî li derî û paceyan dinêre
Zîpikên xwihdanê şil kirine kirasê lê ku bê berxwedan rizîyaye
Bi gotina gotindaran goştê heywanên nêr li xwe qedexe kirîye
Suh hatîye ji serşûştinê hingî ku ji min û henekan veqetîyaye
Hinekan digot: “Çi dixwe, qilqalê wê radibe bi hilqehilqan
Çend caran li pey hev bi rengên kesk û zer û sor vereşîyaye”
Diranên ku mîna morî-mircanan li bendê şimakirî rêzkirî bûn
Niha tev ji ken ketine, her du befşik diêşin û qîlek jî leqîyaye
Stûyê wê yê gulberojkî tînê ji salix û mizgînîyan wergire jî
Hêsir gindirînê jêr, li ser dêmên hinarkî bi kilê reş rê vedaye
Rûyê wê berê notla qalikê hêkê bê qelş û qerçûmek dibirîqî
Lê niha ew rûyê tenik bi sîle-şeqamên bêçaretîyê bizdîyaye
Serpêhatîya wê kela xîreta min rakir, pir aciz bûm ji vê rewşê
Min gote xwe: “Mirovatî mirîye yan ji esmên kevir barîyaye”
Çima kêf û zewqa li koşk û serayên beredayî ez dîl girtime
Yan şil-şeht bûme ku nalivim, çavekî min kor e, yek rijîyaye
Sond bi navê Xwedê, ez ê bi gotineka pêşîyan rabim karekî
Bila dubare bikin nifşên nû: “Siwarê hespê xelqê timî peya ye”
Nevîyê Evdilahê Qelender ji biryarên cidî û rastîyan şaş nabe
Bi belavkirina pereyan ne girîyaye ne intîyaye ne jî îskîyaye
Ez ê bi hespekî boz î rewan bidim pêşîya siwarên jîr û biçim
Bi aştîyê berê xwe bidim gelê xwe yê ku xîrêtkêş û fehma ye
Lê kambaxa rêya şoşê hişk e, hesp û dewaran taşirxanî dike
Divê em siwarên hevrê rêyên kevneşopî bibijêrin ku hêsa ye
Tikaya min ji hevrêyan ew e, ziyanê nedin çêre û çandinîyan
Mêrê kurmanc seba zevî-mêrgan û rez-bostanan bi mehna ye
Bozê rewan ta heft piştan ji nifşê hespên kurdî ye, ne dureg e
Bi destî perwerdekarekî Keleşkî ji kap û zincîran lap aza ye
Roja pêşbirkan rêza pêşîn nehêlaye ji tu siwarekî celalîyan ra
Tenê di bin min da, bi zîn-pergarên hostayekî makûyî bezîyaye
Ji canîtîyê heta roja îroyîn tenê ez wî diajom, ez wî dibezînim
Bimbarekê bimbarek ne intîyaye-irîyaye ne jî nirîyaye-loqîyaye
Dêlbijîyên wî mîna baskê kevirkanîyekî şivanan hûnandî ne
Bi urfa me, gava roja şer-dozan bên qutkirin, siwar riswa ye
Tûncik û keja por qaçîkirî ne, da ku cihên hesas xwih nedin
Kambaxa xwihdanê şor e, kul dike endamên tenik, bela ye
Em li ser rêya xwe pêrgî çendîn şivan-gavanên gundan hatin
Me dît, kerîyekî çend semerî li çêregehekê xweş raweşîyaye
Şivên bilûrek daye destan, bêhayî me li meqameka zîz dide
Gelo kê newa hîn kirine vî bendeyî, ji kîjan hostayî banîyaye
Gincirên li ser zîvalzîvalî ne, pîneyên dirûyî bûne cînarên hev
Belengazîyê pişt li wî xûz kirîye, porê sêrî kêmekê weşîyaye
Hewana li piştê nîvdagirtî ye, hevalpiştê wî şiveka serçomax e
Dêleka pûrtşutî li hindê ketîye, segek bi arxweyînî velezîyaye
Dêl ku diewte, seg hema vediceniqe, xirp vedihundire ser xwe
Wê hingê şivanê bîlûrjen deng dibire û dinêre bê ka çi rûdaye
Kutî kelban dike, nanekî dike du kerîyan, diavêje ber ajelan
Silava me werdigire, bi mereq dipirse bê ka berê me ku da ye
Ji ber min va ruhspîyek bersivê didê ku em diçine Golemasîyê
Dîsa dipirse: “Xêr e, vê havîna ku her kes bi karekî bilîyaye?
Sexbêrên kerî û naxiran hilgerîyane zozanên Sînegê yên sar
Xwedîyên rez û bostanan li aranê, her yek bi karekî alîyaye
Niha girtina masîsorkên navdar qedexe ye bi fermana mîrî
Hûn bê çek û rext in jî, dîyar e naçine şeran, wisan xuya ye”
Di nava siwaran da ez ê ciwan bi destekî gazî dikime camêrî
Bi destekî veşartî hinek pereyên gir didimê, bê pesn û pa ye:
“Xwedê ji bo xwe binivîse û def’a belayan ji me tevan bike”
Şivan bi devekî ken sêrî dihejîne û dibêje: “Qey xortê ha ye
Yê ku diçe karên xêrê, hertim bi başî û pakîyê tê bîra rûtan
Xwedê guwah û agah e ku ji min repalî qebûl e bi dilê şa ye
Yeka te hezarî be, bi silametî û serfirazî bigihêjî her mirazî
Bê şermizarî vegerî mal û halan, min ji Rebê Jorîn tika ye”
Em rê bi rê diajone qeraxên Golemasîyê bêyî zîyankarîyan
Hema li devîdevî golê nîvro nêzîk bû, dengê melê û sela ye
Îna bimbarek me hesp kişandin tewleya hespnasekî bavan
Me berê xwe da mizgefta Kelehê bi destnimêj û lahewla ye
Gundîyan kar û bar hiştibûn, navberek dabûne xebata xwe
Dev-diranên wan misilmankî dilivlivîn bi tobekarî û lava ye
Zaneyan Quran dixwend, nezanan guh didêra ayetên evra
Pêşnimêj li ser gotareka kûrwate dihênijî, lew çav miçîyaye
Hey me dît, mela hêdîka hildikişe mînberê bi dua-niyazan
Xutbeyek xwend di heqê mafên bendeyan da, ka çawa ye
Min nihêrî feqîhên hucreyan serîyan bi “erê”yekê dihejînin
Nimêjkar jî çav didine wan, diçespînin fermana Xweda ye
Gava mela derbasî mihrabê bû, cimaeta hazir rabû ser pîyan
Te digot artêşa Rustemê Zal e, bi rezm û asayîşekê rêza ye
Piştî nimêjê binelîyan hev ra hev ra gote min: “Bi xêr hatî
Pêş bavê xwe va, kerem kin, mal bi mêvanê mîna te ava ye”
Rusipîyan sipasîya nasan kir û sedema hatina me ragihand:
“Em seba karekî xêrê hatine, Xwedê hez bike lawik zava ye”
Gava min destê segvanê kelehê girt û merhebatîya mîrî dayê
Her kesî fêm kir ku êdî tîr ji kevanê firîyaye, li şûnê çikîyaye
Wê gavê Pîroze hate ber çavên min, îxî meyaçeya xwe dikir
Rêşî, quntuz û zengil girêdidan; têgihîştim ku name hildaye
Destmala ku wekî dîyarîyekê dabû, şil bûye di paşila min da
Dutareke ziravperde bi strana Şarê Can erdê Xoresanê pêçaye
Çavkanî: Rûpela kesane ya Umîd Demîrhan
Destpêk: Êvara 18.06.2021ê, Dawî: 23.06.2021; 05:52, Bazîd
Riataza