Nalînên peravan

Nalînên peravan

Sidqî Hirorî

Navê kitêbê: Nalînên peravan, berg 1
Nivîskar: Kovan Sindî
Weşanxane: Han
Çapxane: Han-Grafik li Berlînê

Ev roman bi çavên kesê wê yê serekî Têloyî, destpêka salên şêstan, jiyana wî li gundî û rewşa kurdan li bajarê Mûsilê berçav dike.

Têlo rêncberekê 36 salî ye, ew debara xwe û malbata xwe bi karê gundiyan yên wek mirêbatî, cot û durînê dike. Rewşa wî ya aborî nebaş e û hestek li cem wî heye ku piraniya gundiyan xwe ji wî dûr digirin. Ew herdu keçên xwe, Rûşeng û Şirînê bi tenê li mal, li gundî dihêle û jina xwe Binefşê, ya nexweş, ji bo çareseriyê dibe bajêrekê nêzîk. Lê çareseriya wê li nexweşxaneya wî bajêrî nabe û neçar dibe ku wê bibe nexweşxaneyekê li bajêrê Mûsilê.

Têlo jinê li nexweşxaneyê radizîne û ew bi xwe, ji ber kar û keçên xwe vedigere gundî. Lê dema zivirî, mixtarî karê wî da kesekê din û rewşa wî ya aborî hêj tengavtir bû. Ew piştî demekê pê dizane ku jina wî miriye. Evca û ji bo înana termê wê diçe mûsilê, lê hindî hewil dide, ji nexweşxaneyê û doktoran bizane ka wan çi li jina wî ya mirî û cendekê wê kiriye, lê hewlên wî bê encam bûn. Ew çend jî wî pir diêşîne û kerba xwe bi serê doktorekî dirêje

Ew demekê li Mûsilê dimîne û rastî arêşeyan dibe û xelkekî nas dike û yek ji wan kurdek bû bi navê Ferzend. Ew ji bo debara xwe li wî bajêrî çend karan jî dike.

Carekê li serşoyekê (hemamekê) pare û pêlavên wî jê tê dizîn, ew pir hêris dibe û li karmendekê wê derê dixe û li sera wê bo demê şeş mehan dihê zîndankirin.

Ew li zîndanê Nîhadî nas dike û wextê derdikeve jî peywendiya wan berdewam dibe û evînek di navbera wî û Kewserê da, xwîşka Nîhadî çêdibe. Lê pismamê wê Îmad dikeve di rêyan evîna wan da û Îmad li dawiyê Kewserê dikuje.

Têlo li dawiyê û demê ku li saloneka nexweşxaneyê digere, mar û çend tiştên din yên mûmîkirî û di bitlan da hilgrtî dibîne. Serê jina xwe jî di bitlekî ji wan da dibîne ku li ser hatibû nivîsandin Binefş Palo. Ew, wî bitlê serê Binefşê tê de dixe bin paltoyê xwe û dibe derveyê bajêrî û li rex ava mezin gorekê dikole û serê jina xwe tê de vedişêre. Ew dû ra yekser rêya vegerê ber bi gundî digire. Hîngê destpêka salên şêstan e, şerî di navbera kurdan û leşkerê hikûmeta Ebdilkerîm Qasimî da dest pê kiriye.

Ji bilî serhatiya Têloyî, di vê romanê da çîrokên din jî hene, wek ya Madoyê êzidî û serhatiya malbata wî, ya ketibû ber fermanekê û çawa ew û xwîşk jê xilas bûn û çi bi serê herduyan hat.

Çîroka Ferzendî û birazayê wî Ferhadî û hevalên Ferhadî û ka piştî destpêkirina şerê kurdan û leşkerê îraqê çi bi serê wan hat. Çîroka Kewserê û malbata wê û ya hatiye serê wê û birayê wê Nîhadî.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev