“ZIMANÊ MIN DI DEVÊ MIN DE ZENG GIRT”

“ZIMANÊ MIN DI DEVÊ MIN DE ZENG GIRT”

Abdurrahman Benek

Kêlîya ku dolmiş li bêndera gund sekinî, xortekî bejn zirav û drêj, ji wesaîtê peya bû. Li ser xanîyê xwe Apê Evdila, li hewşa xwe Xalê Mistefa, li paş mala xwe Meta Edûlê û çend canik û camêrên din, bala xwe dabûne ew xortê di dest de çentek, ber bi mala Hesenê Xecê ve dimeşe. Apê Evdila got, “ew xorta mamoste ye.” Xalê Mistefa got, “va xorta jî kî ye?” Meta Edûlê got, “min va cahila nas nekir, ma we nas kir?”

Xortê bejn zirav rasterast derbasî hewşa Hesenê Xecê bû. Hemû gundîyên ku xorto dîtin li hewşa mala Hesenê Xecê û ku jina wî Fatê xwe lê werda, bi yek dengî gotin, “wîîî.” “Wî va lawê Hesen û Fatê ye, va Cemal e.”

Di gund de malbata herî xizan, mala Hesenê Xecê bû. Hîn Cemal diçû pola çara ya dibistanê, bav çû rehmê. Dê û du xwişkê wî û ew, çar nufûs bê serî man. Sala ku Cemal xwendina pola pênca dikir, di nav sê mehan de her du xwişkê wî jî mêr kirin. Her yek bû bûk, çûne gundên cîran. Ew û dayîka xwe tenê man. Her çiqas panzdeh donim erdê wan hebû jî, têra salek xwarin û vexwarina wan nedikir. Bi alîkarîya gundîyên xêrxwaz debara xwe dikirin.

Li dibistanê qafî Cemal mîna zihêrê dişuxulî. Berî gîştika wî tim tiliya xwe radikir. Dersên xwe hemû “pekîyî” bûn. Mamoste jî zehf jê hez dikir.

Sala ku dike dibistana serete biqede, mamosteyê gund Halîm Efendî, bi destê Cemalê jîrek girt û bire ezmûna dibistana navendî ya razandî. Di ezmûnê de nota herî bilind ya Cemal bû. Çend meha şunda, Cemal çû dibistana xwe û dayîka Fatê tenê ma.

Fatê ku çi bi dest diket, ji kurê xwe re dişand. Pirr cara diçû li pirêza simbil berhev dikir. Dianî, dikuta, genim jê derdixist û dibir difirot. Çend quruşê ku bi dest dixist, ji gewrîya xwe re heram didît, nedixwar û ji kurê xwe Cemal re dişand. Helbet bes nedikir. Ku mektep tatîl dibûn, Cemal jî di karên sivik de dixebitî ku mesrefê xwendina xwe derxîne.

Cemalê Hesenê Xecê û Fatê, her dibistana li pêş wî bi dereca bilind qedand. Bû mamoste. Tayîna wî derkete Çorlû’yaTekirdax’ê. Hîn ku neçûye cihê wezîfa xwe, hate gund ku dayîka xwe ya bi tenê jî bi xwe re bibe Tekirdax’ê.

Cemalê bejn zirav, ku çawa ji dolmişê hate xwarê, di nav awirên meraqdar de çû mala xwe ku li hewşê dîya wî ew dî û berve çû û hembêz kir. Cemal ku mizgînî da dîya xwe, perê wê kêm bûn ku bifire. Pirr neçû hemû gund pêhesiya ku kurê Hesenê Xecê û Fatê bûye mamoste.

Êdî ew li ku, dê li wir. Heta niha dê xwe bona wî kiribû erd, êdî wî wê her xizmetekî dîya xwe ji xwe re bikira derd.

Piştî şeş rojan ji gund veqetiyan. Bi otobûsê çûne herêma Traqya. Li Çorlû’ya Tekirdax’ê li taxa bi navê Huzur ji xwe re xanîyek kirê kirin. Her lazimiyek bi teqsîda kirîn û mala xwe temam kirin.

Sê meh bûn ku Fatê li xerîbîyê bû. Roj bi roj diçilmisî, wek guleka ber bi bayê payîzê ketibe. Cemal, ji dîya xwe re xwe dikir erd. Bona kêfa dîya xwe bîne, çi ji dest dihat teqsîr nedikir. Dîya xwe digerand, dibir der û deverên xweş, lêdikir, dida xwarin, lê kêfa dayîka wî qet bi tu tiştekî nedihat.

Pêşîyê heftê çend cara, dûra rojê çend cara ji lawê xwe dipirsî, “ma hîn ji tatîlê re pirr maye?”

Rojekê Cemal zû vegeriya mal ku tam dike zengilê malê lêxista, dengê dayîka xwe bihîst. Rebena Fatê dilorand. Ar bi dilê Cemal ket. Ku çi ji dest dihat dikir, lê dîsa jî dîya wî Fatê kêfxweş nedibû. Mîna ku di zindanê da be.

Kete hundurê malê û çû destê dayîka xwe. Got, “dayê ka bibêje ma ez qiymeta te nizanim?” Dayê got, “ez ji te razî me, Xwedê jî ji te razî be lawo. Tu pirr qedrê min digrî.” Cemal got, “ma dereka te diêşe dayê?” Fatê got, “na ez gorî, tu dereka min naêşe. Şukir ez rehet im.” Cemal got, “pekî dayê çima tu her xemgîn î?” Dayê got, “kurê min, berxê min di devê min de zimanê min zeng girt. Kesek tune ez bi wan re zimanê xwe xeber bidim. Di devê min de zimanê min werimî ez bi qurban.”

Fatê, ji her tiştekî ew bajarê xerîb re çarek didît lê tu çare bi zimanê xwe re nedidît. Ne cîranek, ne nasek, kes tunebû ku bi wê re bi zimanê wê bipeyive. Wê bi zimanê wan, wana bi zimanê wê nizanibûn. Xerîbî zor bû lê xerîbîya ziman, ji ser her tiştekî re bû.

Gote lawê xwe Fatê’ya belengaz. “Lawo, bila her wext şîva li ber min sar be. Bila ne sê dan, wa zika du dan birçî danekî têr be. Bila fîstanê min tije pîn be. Heta bila tûrikê parsê li mil be. Bes ku ez li nav xelkê xwe bim û bi zimanê xwe xeber bidim.”

Cemal roja din îzna xwe girt û dayîka xwe bire gundê wan. Dayîka Fatê mîna ku gîhayê kevir ji ser rabe, roj bi rojê kêfxweş û xweşhal bû. Îjar ku kî rastê dihat, zû zû bernedida, digot û digot. Heta ku zenga zimanê wê jê çû. 

Wêne: Sîyabend Kaya 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev