Girya Şermê

Girya Şermê

Dilbirîn Dilo

Ji nişkêva ji nav nivînên xwe hilfirî ser xwe. Berê destê xwe li ser û çavê xwe gerand û li destê xwe nêrt di dûv re li oda xwe nêrt, di dûv re jî li jinika li nav ciyan mêze kir. Bi dîtina jinikê re hilma wî hat ber wî.

Porê wê yî sor xwe mîna pelê dara çinara payîze berdabû ser rûyê wê yî spî, çavê wê yê çepê û nîvê lêva wê ya bêar nixumandibû. Li ser lêva wê ta xuya dikir bişirînek ji xewn û kenên bebikan  mesûmtir hebû. Mêrik kêliyek li ser vê bişirîna jinikê fikirî; dêmeg di xew da mirov mesûm, guneh, bê hêz û bê sûc dibû, lewra jinik dema di hişyariya xwe de dikeniya adetî mirov dewetê gunehê Adem û Hewayê dikir.
Porê wê ji ser rûyê wê da alî ramûsanek ji bişîrîna wê mesûmtir û muşfîq danî ser lêva wê. Bi ramûsana zilam re jinikê xwe livand di vê kêliyê de batanîya li ser singa wê ber bi jêr ve şimitî. Memikên wê yên giloverên sersor bi temmamê tazîbûna xwe derketin holê. Zilam batanî kişand ser sînga wê. Rabû cixareyek ji pakêta li ser masê girt û bi hesteyê ku diya wî jê re diyarî kiribû, vêxist.

—————

Ev cixara pêncan e ku vêdixe hêna jî ew xewna ku bûbû sebebê hermandina xewa wî ji bîra wî nediçû. Di oda xwe ya ku  çar mîtro dirêj û sê mîtro fireh de bi jêr û jor ve tê û diçe, difikire, mîna ku xwîna dijminê xwe ji gewriya wî bistîne bilez û bi hêrs hilmê ji cixarê digire. Di bin çavan re bi awirên dijminane li jinika porsor dinêre. Lê bîstek din ew awir nerm dibin, dibin awirên muşfîq û dibin hêsirên fediyê xwe di çavên wî re ber didin xwarê.

————-

Mêrik seet di duduyan karê xwe xelas kir û îro ji bo horîperiya xwe zûtir bibîne ji kar zû derket. Bi wê lez û kelecanê dema di parqê re derbas bû dît ku zilamek û jinikek porsor hevdû hembêz kirine, a rastî jinik di hembêza zilam de ye, ji ber ku zilam xwe bi serve kiriye rûyê jinikê xuya nake tenê porê wê xuya dike. Ji ber ku li vî bajarî hevramûsana mêr û jinan di nava civakê de  tiştek asayî ye ev rewşa du aşiqan bala wî nekişand, di ber wan re derbas bû.  Lê porê jinikê porsora wî hanî bîra wî û hundirê wî bi ava şehwetê hat şûştin. Bi dizîka di bin çavan re dest bi temaşa wan kir. Dema mêrik serê xwe ji ser rûyê jinikê bilind kir zilam ew baş dîtin, horîperîya xwe ya xayîn nas kir. Erê ew bû ev jinik ew jinika bi dehan caran dilê wî şa kiribû bû.
Ewil vê bûyerê bi xwe neda qebûlkirin, porsora wî ti car vê bêbextîyê lê nake. Lê rastî jî rastî ye piştê demek kurt wî jî êdî dît ku ev jinik horîperîya wî ya ku ti buhtan lê nekiriye ye.

Jinik û dostê xwe ji parqê derketin û ber bi mala zilam ve çûn, zilam jî bi dizîka da dûv wan heta malê. Li vir dubare şoq derbas kir, mirov ji mirovahî derdikeve lê ne ewqas jî, mirov dostê xwe nabe di mala xoşewistê xwe yê ji her kesê pirtir bi mirov bawer e de bera ser xwe nade. Ji rûyê jinikê û tevgerên zilam dîyar e ku ev ne cara ewil e tên mala wî. Jinik mifteya ku wî dabûyê derxist û da dostê xwe. Dostê wê bi hostetî derî vekir û herdu ketin hundir.

Zilam êdî nikaribû hilmê jî bistîne bêhna wî teng bû, ket nava ramanên ku wî bêtir ji webûn û mirovahiya wî dûr dixe. Ew jinika ku ew ji bo wê dîn dibû niha li mala wî li ser doşeka wî bi vî gemmarî re pevşa dibe û bi dehan caran jî pevşabûne. Ew bêhna ku ji gerdena porsora wî difûriyan ser çavên wî, ew dikir bengîyê xwe niha difûre ser û çavên vî kûçikî. Wê niha wan destên qirêj laşê porsora wî tevdidan, wan memikên mîna pembû diguvaşt.  Bi wan lêvên qelşokî ji wan lêvên sormeyyî ava heyatê vedxwar.

Zilam bi tevgerên mirî ji cîyê xwe tevgeriya û ber bi malê ve çû. Hêdîka derî vekir û ket hundirê oda razanê. Dengê pevşabûna porsora wî û orîna wî gayî tevlihev bûbû. Jinik di bin de û dostê wê li ser bû. Ji ber şeraba pevşabûnê herdu jî serxweş bûbûn zilam nedîn. Zilam çû ji metbexê kêra kalanî ku hêna nû ji hûrkirina goşt sendibû girt û hat li ber wan sekinî.
Bi tevgerên robotîk û hêdî kêra xwe li wan da û kişand, li wan da û kişand. Bi lêdana kêrê xwînek sor pişqya ser û çavê wî.

————–

Aha ev xewn bû ku xewn lê kir jehr. Pakêta cixarê xelas bû, bi dehan caran ode sero bin kir dîsa ev xewn ji hişê wî neçû.

Dikir nedikir di xewnê de be jî nikaribû  xayîntîya horîperîya qebûl bike. Mirov bi yekê bawer bibe û di derbarê wî de şikek bê xwe li ser dilê mirov bigire mirov nikare wî kesî bi hêsanî paqij bike. Ê wî jî wisa bûbû nikaribû porsora xwe ji fikrên nexweş biparêze. Dema vê rewşê difikrî îcar hêsirên şermê xwe li çavên wî dadigirt. Ya zêdetir ew adiz dikir jî ev bû, çawa kare buhtanek wisa li horîperîya xwe bike, çawa kare di xewna xwe de be jî vê xîyanetê li porsora xwe bike.

Bi çûn û hatina wî re jinik jî xew rabû li ser doşek rûnişt got, te xêr e dilê min, çima tu vê seetê ji xew rabûyî û bi fikr û raman diçî û tê?
Li rûyê horî perîya xwe nêrt, ramûsanek danî enîya wê û bi devkenî got, tiştek tune porsora min, tenê min hembêz bike bes e. Û xwe di hembêza jinikê de vezeland.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev