DOTMÎR MEYAN XATÛN

DOTMÎR MEYAN XATÛN

Keça Mîrê Êzîdîya Abdî Beg

Kurdish Diaspora

 

Ji bo min rûmetêk herî bilind û şanazîyek netewî ye ku bi cenabên we rêzdara re behsa jinek dîrokî û Kurdîstan perwer, Dotmîr Meyan Xatûn (1874/1957, dayik bûn Baadrê, koça dawî Şingal) bikim.

Belê, dibe ku bi gelemperî cenabên we ev jina dîrokî û ji kesên herî serkeftî binasin. Ev Dotmîr Xatûna Kurdîstan di Şerên Yekem û Dûyemîn yên Cîhanê de bala saloxîyên Îngilîz jî kişandiye ku di raporên dîrokî de behsa wê tê kirin.

Wê, wekî prensesek Êzîdî, mîrekiya tomaratê Êzîdî ya Şêxanê ji 1913 heta 1957 serweriya gelê xwe kir.

Dotmîr Meyan Xatûn, keça Mîrê Êzîdîya naskirî Abdî Beg bû. Ew jina Mîr Elî Beg, dayika Mîr Seîd Beg û dapîra Mîr Tehsîn Beg bû. Pişt navê ewqas mêra de şikur ku jinek wek cenabê Dotmîr Meyan Xatûn heye ku jin bin siya mêran de nahên nasîn. Ez bi vê jina dildoza Kurdîstanê û kirdara gelê xwe şanazîyek Kurdîstanî dikim.

Tê gotin ku ew kesayetiyeke herî bi hêz û kirdar bû. Cenabê wê wekî weliyê qanûnî yê kurê xwe û paşê jî yê neviyê xwe Tahsin Beg bi destên xwe perwerde û mezin kir. Di bûyerek ku wekî sala 1892-an de tê zanîn, generalê Osmanî Omar Wehbi Paşa li dijî Êzîdîya kampanyayek leşkerî meşand û ew û mêrê wê, Mîr Ali Beg şandin koçberîyê ku paşve bi dijwarî ji koçberîyê vegerîyan.

Em di rojeva me de dibînin ku bi hejmarên mezin xûşkên me yên Êzîdî di destên DAIŞ’de ne û netewa Kurd bêdenge! Xopana dunyayê ka jinên wek Dotmîr Meyan Xatån bi hêz û wêrek xûşkên me xelas bikin?!

Rihê Dotmîr Meyan Xatûn şad be, ciyê wê bihuşta baqî be, mînakên wek cenabê wê li netewa me de pirtir bin înşellah.

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev