„Guldesteyek ji edebîyata cîhanê“

„Guldesteyek ji edebîyata cîhanê“

Îkram Oguz

Ev navê pirtûka nivîskarê kurd Yusuf Kaynak e û du sal berê hatîye weşandin.

Birêz Kaynak ev pirtûka xwe demek berê ji min ra şandibû.

Qasî navê pirtûkê, naveroka wê jî bala min kişand.

Loma min ew li ber destê xwe zêde nehîşt, dest pê kir û di nav çend rojan da xwend.

Nav jî, naveroka pirtûkê jî balkêş e.

Jiber ku nivîskar, piştî ked û xebata xwe ya deh salan ev pirtûk amade kirîye.

Herçiqas li ser berga pirtûkê ya pêşîyê 33 nîvîskar cîh bigre jî, nivîskar di pirtûkê da 32 nivîskarên cîhanê daye nasîn.

Kurtejîyana wan û berhemên wan ên bi nav û deng, bi kurdî nivîsandîye û pêşkêşî xwendevanên kurd kirîye.

Nivîskarên ku bûne mijara vê pirtûkê, ji wan 25 nivîskar ji welatên li ser parzemîna Ewropayê ne, 7 nivîskar jî ji çend welatên li Rojhilata Navîn in.

Bê guman, ew nivîskarên ku di pirtûkê da cîh digrin, ji alî gelek xwendevanên kurd va, kêm ya jî zêde tên nasîn. Jiber ku berhemên hemûyan bi gelek zimanan hatine wergerandin û ew jî bi wan berhemên xwe li seranserê dinê tên naskirin, ku di nav wan da yên xelata Nobelê ya Edebîyatê girtine jî hene.

Lêbelê xwendevanên kurd ên ku berhemên wan bi zimanek bîyanî xwendibin û ew nas kiribin jî, bi xwendina vê pirtûkê va, dikarin kurtejîyan û agahîyên di derbarê berhemên di wan da hatine nivîsandin, bi kurdî jî bixwînin û tahma zimanê xwe yê şêrîn jê bigiin.

Nivîskar jî di pêşgotina xwe da qala armanca xwe ya ji bo vê xebatê dike û di derbarê nivîskarên hilbijartîye da jî wuha dibêje; „armanca min ev e, ku bi vê xebatê nifşê kurd yên ciwan ji edebîyata cîhanê agahdar bikim. Mebest ji hilbijartina van nivîskaran, ew li welatê xwe û li cîhanê bi navûdeng in. Berhmên wan zêde hatine/tên xwendinê û bûne klasîkên edebîyata cîhanê…“

Qasî ku mirov ji pêşgotina nivîskar têdigihîje, ev pirtûk cîlda yekam a xebata nivîskare û dê dumahîka wê jî hebe.

Hêvîdar im, guldesteyeka ku nîvîskar bi cîlda duyemîn va pêşkêşî me dike, ji ya yekem xurttir û rengîntir, ji kêmasî û şaşîyên çapê jî azade be.

Kêmasî û şaşîyên di çapê da tên kirin, herçiqas qisûrên nivîskar nebin jî, kêmbûn û zêdebûna wan ya jî piçûkbûn û mezinbûna wan li ser navê nivîskar tên qeyd kirin.

Bê guman di her kar û xebatê da, kêm ya jî zêde, şaşî û xeletî cîh digrin.

Lêbelê ger ku kar ji alî kurdan va hatibe kirin, kêmasî jî, şaşî û xeletî jî mîna goga ji berfê li ser hev lûr û zêde dibin.

Kêmasîyên ku min di vê pirtûkê da dîtin, piçûk û bi piçûkatîya xwe jî ji alî pirranîya xwendevanan neyên ferqkirin jî, bi wateya xwe qasî bilindîya çîyan mezin in.

Du mînak:

Li ser berga pirtûkê ya pêşîyê navê pirtûkê, li bin navê pirtûkê jî di nav kevanê da agahîyek wusa, (Jîyan û Berhmên 33 Nivîskarên Cîhanê) cîh digre, ku ev jî parçeyek ji navê pirtûkê ye.

Mixabin di berga pirtûkê ya hundurîn da jî ev agahî bi vî rengî (Jîyan û Berhmên 32 Nivîskarên Cîhanê) tê guhartin.

Ji 33 nivîskaran yek di nav rûpela ewil da wenda dibe û 32 nivîskar dimînin…

Xwezila kêmasî ev tenê ba.

Kêmasîya herî mezin di navdanka weşanxaneyê da diqewime.

Nivîskar tê guhartin…

Nivîskar Yusuf Kaynak di navdanka weşanxaneyê da dibe keskî din…

Bi vê şaşîyê ra navbera nivîskar û redaktorê pirtûkê xirab nebe jî, bêşik serê xwendevan tevlihev dibe.

Loma mirov dikare bibêje, ev pirtûk qasî ku di warê xwe da xebatek yekemîn be, di şaşîya ku tê da cîh digre jî pirtûkek yekemîn e.

Dema ku min ev şaşî dît, nivîsek min a 15-16 sal berê bi tirkî nivîsîbû û di Kovara Tîroj da hatibû weşandin, hate bîra min.

Mijara nivîsê, Edebîyata Kurdî…

Sernivîs jî, Pêşketin û Pirsgirêkên Wêjeya Kurdî ya li Diyasporayê bû…

Di wê nivîsê da, qasî zanebûna xwe, min rewşa edebîyata Kurdî ya li derveyî welat li ber çavan raxistibû û gor çavdêrîyên xwe jî, hinek pirsgirêkên Nivîskarên Kurd anîbûn ziman.

Ji wan pirsgirêkan çend mînak:

Nivîskarên Kurd, ne tenê nîvîskar, di heman demê da redaktor in.

Jiber ku hem dinivîsin, hem jî redaktorîya nivîsên xwe dikin…

Nivîskarên Kurd, di heman demê da weşanger in.

Jiber ku pirtûkên xwe bixwe çap dikin û diweşînin.

Nivîskarên Kurd, di heman demê da pirtûkfiroş in.

Jiber ku pirtûkên xwe li pişta xwe bar dikin, di şîn û şahîyan da, di meş û pêşandinan da bi xwe ra digerînin û bi xwe difroşin.

Loma barê wan jî qasî karê wan mezin û giran e.

Ger ku min ew nivîs îro binivîsîya, gor tecrûbeyên nivîskarîya xwe, min ê hêjmarek din jî lê zêde bikira û bigota:

Nivîskarên Kurd di heman demê da xwendevanên berhmên xwe, bixwe ne jî.

Jiber ku kesên ku pirtûkên wan dikirin, roj tê ji wan ra telefonê vedikin û dibêjin; „Heval, te pirtûka xwe, bi destê xwe ji me ra anî û jibo ku em te destvala neşînin, me hebek ji te kirrî. Lêbelê kesê ku ji me ra bixwîne di mal da tune. Ji kerema xwe, were pirtûka xwe ji me ra bixwîne, ku em jî bizanibin ka te qala çi kirîye û pesnê kê daye…“

Ez ji nuha da dibihîzim ku, hûn xwe ji xwe ra dibêjin, evqas jî zêde ye…

Bawer bikin, karê Nivîskarên Kurd evqas zêde nebe jî, barê li ser pişta wan ji van gotinên min jî girantir e.

Jiber ku Nivîskarên Kurd bêxwedî û bêdewlet in…

Zimanê ku di berhemên xwe da bi kar tînin, zimanekî sêwî û bindest e.

Loma redaktorîya nivîsên xwe, bi xwe nekin, ji navê xwe dibin.

Ji kîsê xwe nedin, ne weşanxaneyek li rûyê wan mêze dike, ne ji bo xêra dê û bavê xwe ne jî ji bo xatirê zimanê bav û kalê xwe berhemên wan çap dike û diweşîne.

Piştî weşanê pirtûkên xwe li pişta xwe bar nekin û yekoyek nefroşin, pirtûk di dest da, ked û xebat jî di nav pirtûkan da wenda dibe…

Neçin û ji ew kesên ku pirtûkên wan kirrîne ra, pirtûkên xwe nexwînin(!), peyv û gotinên wan ên bi zimanê li ber mirinê hatine nivîsandin, di nav pelên pirtûkan da veşartî dimînin û can didin…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev