Yûrayê Şamil Nebîyêv malpera RIATAZA sêwî kir

Yûrayê Şamil Nebîyêv malpera RIATAZA sêwî kir

Bibore, ku me nikaribû tu biparastayî

 

Derbeke giran li malpera me ket. Malpera me sêwî ma… Rêvebirê giştî yê malpera RIATAZA Yûrayê Şamil Nebîyêv 6ê tîrmehê, di 68 salîya xwe da piştî nexweşîyeke malkambax serê xwe danî ax û berên sar… Ji bo bîranîna wî herdem di dilê me û xwendevanên malpera me da şîyar bimîne, ewê piştî koçkirina xwe jî bo me wek rêvebirê giştî bimîne, emê malperê bi şêwr û temîyên wî bi rê va bibin.

Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan pirtir kurdên Sovyeta berê bi Kurdistanê va dida girêdan. Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan çêtir kurd û Kurdistanê bi Rûsîyayê ra dikire nas. Yûrayê me ew kes bû, ku ji hemûyan baştir û bi dil û can xwendevan bi malpera me ra dida girêdan.

Welaparêzî ji xortanîyê da kete nava xwîna wî, ew xwîn 50 salan bo gelê me kelîya, sincirî, ronahî da me. Wê xwînê ew di xortanîyê da kire serokê Şêwra xebata bi gengên kurd ra ya li rex Komîtêya Komsomolan ya bajarê Tbîlîsîya paytextê Gurcistanê, dû ra bû serekê rêxistina kurdî ya ya bi navê ”Ronayî”, di destpêka salên 80î ya sedsala buhurî bû yek ji damezirênerê Şanoya kurdî li Gurcistanê, dû ra bû redaktorê sereke yê malpera www.kurdistan.ru. Pişt ra bû cîgirê serokêKongreya rêxistinên netewî yên Rûsîyayê, hate hilbijartin wek serokê rêxistina Kurdên Yekîtîya Dewletên Serbixwe. Yura me heta roja xatirxwastinê jî Serokê Hevalbendîya Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsya ra, cîgirê Federasyona Navnetewî ya Diyasporaya Kurdan, redaktorê giştî yê malpera Riataza bû.

Di vê roja heznî da em serxweşîyê didine malbeta Yûrayê Şamil – xanima wî Lîyayê, kurên wî – Yûra û Davîd, nevîyên wî. Herwiha serxweş li xebatkarên malperê, nivîskar û hevalbendên me jî dikeve. Me hemûyan jî qîmetekî mezin dida zanebûnên wî, hunerê wî yê organîzatorîyê, nûr-nedera wî ya ku jê întellektûalî dibarî, lema jî di nava 7 salên rêvebirîya wî da tu dilxemî, dubendî, dutîretî di nava xebatkarên malperê da peyda nebû. Ewî bi xwe ra dewranek bir, perçekî dilê me û tevaya hezkirina me bi xwe ra bir.

Wek dibêjin: -Sed korayî bo te merdemêrî, Yûrayê ber dilê me hemûyan ezîz…

 

Desteya Rêvebir ya Malpera RIATAZA

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev