Peyama Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya (KRD )

Peyama Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya (KRD )

Boruska pirse û serexeşiya Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya ji bo

Malbata Rojnamevan û siyasetmedarê Kurd Mamoste Yûrî Nebiyêv

Bi xem û kovaneke mezin îro nûçeya wexera dawî ya Kesayetyê Kurd û Siyasetmedarê navdar û Civaknas û Cîgirê Konfederasyona Kurdên Kurdên Sovyeta berê Mamoste Yûrî Nebiyêv gihişte me , ku li Bajarê Moskiyê paytexta Rûsyayê wexera xwe ya dawî kir. Bi vê helkeftina diltesîn û xemgîn em bi navê Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya pirse û serexweşiya xwe arastey Civaka me ya Kurdistanî û tev Êzdiyan li Kurdistanê û Cîhanê û Malbata wî dikin.

Helbet ji destdana Kesayetiyeke Nîştîmanperwer û Neteweperistê mezin weke Mamoste Nebiyêv ziyaneke mezine ji bo Civaka me yê Kurdistanî li Diyasporayê yê ku Jiyana xwe tev terxan kiribu ji bo xizmeta Gelê xwe.

Yezdanê mezin wî bi dilovaniya xwe şad bike û cihê wî Bihişta berîn be û serê Malbata wî sax be.

Ew li Rê û em li Pê û em hemû di zivrîn bo Axê.

Federasyona Komelên Kurdistanî li Almanya (KRD ).

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev