Rudawê jî bo serbilindîya gelê me xemgînîya xwe dîyar kir

Rudawê jî bo serbilindîya gelê me xemgînîya xwe dîyar kir

YÛRÎ NABIYÊV YEK JI LÎDERÊN DIYASPORAYA KURD KOÇA DAWÎ KIR

Ji diyasporaya kurdên Sovyeta berê re windayiyeke mezin rû da. Cîgirê Serok û yek ji damzrînerên Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurd, Yûrî Nebiyêv îro 6 Temuzê di 68 saliya xwe de li Moskowê jiyana xwe ji dest da.

Biryar e merasima cenazeyê li Moskowê birêve biçe.

Yûrî Nebiyêv pêştir di dema referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ku sala 2017an hat kirin, tevî şandeke Kurdên Sovyeta berê ji bo piştgiriya li referandumê serdana Başûrê Kurdistanê kiribû.

Herwiha sala 2018an di dema merasima destbikarbûna Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê de jî hatibû Başûrê Kurdistanê.

Yûrî Nebiyêv 26 Mijdarê sala 1953 li paytexta Gurcistanê bajarê Tiflîsê di malbeteke Kurdên Êzdî de ji dayîk bûye.

Sala 1975 li Zankoya Tiflîsê ya Dewletê beşa Fîzîka Atomî xwendiye û di wî warî de xwedî çendîn gotarên zanistî ye.

Di salên zankoyê de Yûrî bi awayekî çalak di karûbarên diyasporaya kurdên Gurcistanê de rol digre. Bi destpêşxeriya wî, sala 1974 di Komîteya Komsomolê ya bajarê Tiflîsê de Civata Ciwanên Kurd tê vekirin. Nebiyêv salên dirêj serkariya heman civatê dike, ku di jiyana kurdên Gurcistanê de rola xwe ya giring hebû.

Sala 1990 Yûrî Nebiyêv dibe yek ji damezrînerên Komelya Kurd a “Ronahî”. Û sala 1993 di yekemîn Kongreya Kurdên Yekîtiya Sovyetê de weke Serokê Civata Rêveber a Yekîtiya Kurdên Hevalbendiya Dewletên Serbixwe tê hilbijartin.

Sala 1994ê Nebiyêv dibe Serokê Yekîtiya Navneteweyî ya Komeleyên Kurd, ku hemû rêxistinên civakî yên sovyeta berê tê de cih digirtin.

Salên dirêj Nebiyêv bi xebata xwe ya dîplomasî û medyayî ve xizmeteke giranbûha ji bo bizava azadîxwaz a Kurdistanê jî kiriye. Çendîn sal bûbû Rawêjkarê Nûrnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyayê û edîtoriya rojnameya Kurdistan kiriye, herwiha malpera www.kurdistan.ru jî girtibû ser milên xwe.

Yûrî Nebiyêv herwiha damezrîneriya Komeleya Piştevaniya bo Hevkariya Rûsya û Kurdistanê kiriye, û çendîn sal rêvebertiya wê dikir.

Bi birdewamî bi gotarên xwe yên analîtîk û bi beşdariya rasterast a di semîner û mêzên gilover de, Nebiyêv mijara Kurd û Kurdistanê di rojeva medyaya Rûsî de zindî digirt. Di civata eksper û siyatzanên Rûsyayê de weke pisporekî ser mijarên Kurd û Kurdistanê dihat naskirin.

Yûrî Nebiyêv ji sala 2014 ve bi awayekî çalak di damezrandina Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurd de cih digre û weke cîgirê serok tê hilbijartin.

Arîşeya asîmîlyasonê, di nêrîna Yûrî Nebiyêv de ji bo diyasporayê metirsiyeke herî mezin bû, ji ber vê jî tevaya xebata xwe ji bo pêşgirtina vê arîşeyê terxan dikir.

Nebiyêv yek ji damezrîner û rêveberên malpera RIATZA.RU bû, ku di maweya pênc salên dawî de bûye platformeke giring ji bo gengeşekirina mijarên Kurd û Kurdistan û pirsgirêkên diyasporayê.

Ji bo biyekkirina diyasporayên Kurd ên Soveyeta berê û Ewropayê, herwiha ji bo pêşvebirina peywendiyên diyasporayê bi Kurdistanê re, Nebiyêv xebatekî bê hempa dimeşand.

Rudaw Kurmancî – Moskow

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev