Diyaspora kurdan li Bîşkekê xêra Yûrî Nebîyêv da

Diyaspora kurdan li Bîşkekê xêra Yûrî Nebîyêv da

Duh, 8ê tîrmehê Yekîtîya kurdên Qirgizistanê ya bi serokatîya Şêx Remezan Sehîd xêra karmendê kurdan yê civakî yê binavûdeng Yûrî Nebîyêv da.

Kirasguhastina Yûrî Nebîyêv tevaya diyaspora kurdan ya Qirgizistanê, herwiha li hemû komarên Sovyeta berê, li welatên Yekîtîya Awropayê û Kurdistanê dilê her kurdekî hingavt. Bi dehan kes hatibûn Bîşkekê bona serxweşîyê bidine hezkirîyên Yûrî Nebîyêv û tevî şîna wî bibin.

Remezan Seîdov di xeberdana xwe da gelek bîranînên xwe gotin derheqa Yûrî Nebîyêv da, destnîşan kir, ku me çi welatparêzekî mezin winda kir, ku di karê tevgera kurdan ya ji bo azadîyê û rizgarbûnê da xwedî roleke mezin bû.

Kesên hatibûne hewarîyê dua kirin û ji Xwedayê Mezin xwestin ruhê Yûrî Nebîyêv di buhuşta narîn da be.

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev