Bîranîn û şîn

Bîranîn û şîn

Şîna du birayên bi dînên xwe cuda, bi ruhê xwe yê kurdeyatîyê va yek

Derwêş Serhedî

Ez li Qazaxistanê, bajarê Almaty tevî salvegera bîranîna Ahmed Mîrzoyêv (birayê Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyêv) bûm.
Civateke Kurdên ku hezaran kîlometran dûrî welatê kal û bavan, lê Kurdewar, civîyabûn. Gelek rewşenbîr, nivîskar, ulimdar û hwd. hazirbûn. Bawer im 300-350 kes hebûn.

Ji kursîya şêx û melayên musilmanan Quran a pîroz dihate xwendin û dua dihatin kirin. Lê tiştekî ecêb balkêş hebu! Tiştekî ku ez pê şabûna kelagirî bûm! Ew jî; şêx û melayan hem ji bo nemir Ahmed Mîrzoyevê dixwandin û dua dikirin, hem jî ji bo Efatê gelê Kurd, hezkirîyê Ezdîxanê, gorbuhuşt, kekê Yûra Nabîyevê bi aqil û kemal, zanyar û marîfet, rewşenbîrê gelê Kurd dixwandin û dua dikirin. Û axaftinekê mora xwe rojê xist!

Birêz Prof. Dr. Knyaz İbrahim Mîrzoyêv axifî. Waha digot: “Gelî civata hêja; ez nabêjim hûn xêr hatin. Ji berku şînan da mirov nabêje hûn xêr hatin. Her çiqas kesekî xerîb nava meda tunebe jî. Ez ji wera yeko yeko sipas dikim ku hûn îro bal me ne. Îro heznîtîya min mixabin xilas nebû. Belê, îro sala Ahmedê birayê min temam bû. Lê 6-7 roje ku min dîsa birayekî xwe, hezkirîyekî xwe, rehmet lêbe Yûra Nabîyev ê delalî winda kir. Alîyekî salvegera birayekî min e, alîyê din jî şîna birayekî min ê din e. Herdû birayên min jî milethez bûn. Herdû jî 1953 yê salê ji dayîk bûne. Qedera herdûyan jî wek hev nivîsîye. Herdu jî bûne qurbana kambaxa vê nexweşîya coronayê. Xadê herdu yek sal peyîhev standin. Rehmet ruhê herduyan be jî. Ji xwe, birayê min Yûrayê Şamil (Nabîyev) ne tenê ji malê çû. Herûha jî ji êlê çû. Temamê Kurd û Kurdistanê ji bona wî dişewitin. Yûrayê bira ji bona yekîtîya civatê, ji bona azadîya Kurdistanê temamîya jîyana xwe bi hewildanên bê hempa ve derbaskir. Bila serê gelê Kurd sax be. Serê Ezdîxanê sax be. Îro salvegera Ahmedê bira ye, lê ez heya dawîya emrê xwe herdû birayên xwe jî bîr nakim. Herdû jî ji bo min şewat in. Bila rehmet herdûyan be jî… “

Rojeke xemgîn bû. Lê ez ji şabûna diricifim.
Gotineka birêz mamosta Eskerê Boyîk hate bîra min. Dibêje:

“Ez zanim Kurdistan wê çêbe.
Azadî wê alaya wêbe“.

Û dîsa gotinek a dengbêjê nemir Reşîdê Baso (hevpeyvînek a min û wî da) hate bîra min. Digot: “min zanibû rojek wê were yekîtîya gelê Kurd wê çêbe. Ol nabe cudatî û qetandina me. Wê bibe dewlemendîya çand û jîyana miletê me“…

Belê lewma kelecanê li min girt. Lewma ricafê li min girt. Lewma ez şad bûm ku îro êdî gelê min hişyar e, êdî gelê min yek e.
Gotina kal û bavan, dibêje: “mirinê ra ne şikir. Lê roja îroyîn ra hezar car şikir”…

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev