
YÛRA
Prîskê Mihoyî
Li vê cîhana goveka betreng,
Beşer li dêmê te şax vedida,
Agir û alava dilê teyî çeleng,
Guman dikire dilê her kurda!
Tu jî mîna comerd-mêrxasa,
Heyr û hijmekar mayî vê dinê,
Feleka bêwa xayîntî kir dîsa,
Tu jî derxistî dîharê mirinê!
Te xatir nexwast ji me tu kesî,
Ne gilî, ne gazin, Yûrayê bira,
Ne ji malbeta xweye hizkirî,
Ne jî pismama, heval-hogira!
Bila ruhê teyî nûr, Yûra can,
Lê wê dinya, dinya bi şemdan,
Ronahîyê bavêje navbera gişka,
Wek pira batinî, li herçar qulba!..
Riataza