ASANSORA DAKET DOJEHÊ

ASANSORA DAKET DOJEHÊ

Pär Lagerkvist

Wergera ji Swedî Gird Elî (Ali Kut)

 

Pär Lagerkvist, nivîskarekî Swêdî ye, endamê akademîya Swêdê bû û xelatgirê Nobelê ya sala 1951 an e.

 

Jonssonê hesabdar derîyê asansora hotêlê yê spehî vekir û mexlûqatek evîndar ku bîhna kurk û bodra jê difûrîya bera hindurî da. Ew li ser rûnişteka nermokî rûniştin xwe li hevûdin rapêçan û asansor daket. Xanima piçûk devê xwe yê nîvvekirî, yê ku bi şerabê şil bû ber bi wî ve kir û hevûdin maç kirin. Wan şîva xwe li terasê xwaribû, di bin stêran da, nuha ew dê derketana derva û kêfa xwe bikirana. Xanimê bi pistepist got:

– Canê min, wir çiqas xweş bû. Li wê derê rûniştina bi te re ewçend şaîrane bû, mîna ku meriv li nav stêrkan be. Wê hingê meriv fam dike bê evîn çi ye. Tu bi rastî ji min hez dikî, ne wisa?

Hesabdêr bi maçek demdirêj ew bersivand, asansor daket û wî got:

– Baş bû tu hatî, an ez dê gelekî hêrs bibûma!

– Erê, lê bawer bike ew pê nerazî bû. Hema ku min dest bi amadebûnê kir, wî pirsî ku ez diçim ku derê. Ez welê bawer im, min jê re got, ez diçim ku ez bi kêfa xwe me. Meriv ne hêsîrê kesekî ye. Wê çaxê ew li cihekî rûnişt û bitenê bi çavan ziq li min temaşe kir û welê bi awiran ez dawerivandim dema min kincên xwe diguhertin, ev rengê nû yê bej li xwe kir, li min diçe, tu diecibînî, dibe ku ev dîsa jî hinekî pembe xuyanî dike?

Hesabdêr got:

– Delala min, hemû cilûberg li bejna te diçin, lê tu caran wekî îşev min tu spehî nedîtibû.

Wê, bi şad û bişirîn ew himêz kir û demdirêj hevûdin maç kirin:

– Paşê wexta ez amade bûm û dê derketama, ew hat bi destê min girt, ew himbêz kir, welê hişk himbêz kir ku hê jî dijene, û tu gotinek jî negot. Tu nizane bê ew çi zalim e! Min jê re got, bi xatirê te. Qet bersiva min jî neda. Ewçend bêhawe, bêmentiq e, meriv pê re îdare nake.

Jonsonê hesabdar jê re got:

– Piçûka min ya belengaz, mîna ku ez nikaribim derkevim derva û û dilşad bim. Lê, tu dibînî, ew tiştê herî cidî ye ku li ser ruwê vê erdê heye. Ew nikare tu tiştî bi xwezayî û asayî tehamil bike. Her car welê tevdigere, mîna ku hemû tişt bi buhayê jîyana wî ye. Rebenê, bê çi bi serê te hatiye welê!

– Ax, min gelek êş kişandîye. Bêhawe. Tu kesî fena min êş nekişandîye. Heta ku ez rastî te hatim û min êdî fêm kir bê evîna rasteqîn çi ye.

Jonson jê re got:

– Delala min!

Paşê jî milên xwe lê rapêça ew himbêz kir, asansor daket.

Bi dû himbêzkirinê ew hinekî haş bûbû û dest bi axaftinê kir, got:

– Bifikire, ew rûniştina li wê jorê li gel te, temaşekirina li stêrkan û ew xeyalkirin-ax, ez dê qet vê ji bîr nekim. Lê, bi Arvid re ev qet ne mimkin e, ew her car welê cidî ye, qe havênê helbestvanîyê pê re nîn e, ew tiştekî ji vê fêm nake.

– Delala min ev netehamilbar e!

– Erê rast e, netehamilbar e.

Di dû re jî bi bişirîn destê xwe da wî û got:

– Lê çima em dê li vir rûnên û tiştên welê bifikirin! Tu bi rastîn ji min hes dikî ne wisa?

Hesabdar got:

-Ger!

Û ew bi paş ve xûz kir, helkehelk pê ket, asansor daket. Xwe bi ser wê da xwar kir, ew mist da, ew hinekî sor bû, bi pistepist jê re got:

– Em dê îşev bi hevûdin re şa bibin… ji her carî bêtir. Tu…?

Wê ew ber bi xwe ve kişand û çavên xwe girtin, asansor daket.

Asansor daket û daket.

Jonson rabû ser xwe, ruwê wî sor bûbû.

Ji xwe re got:

– Lê ev çi bi asansorê hatiyî! Çima ranaweste? Ma ne ev demek e em li vir rûniştine û daxêvin?

– Erê, ezîzê min, ev demek e, wext zû diçe.

– Erê, ez bi navê Xwedê kim, ev demek dirêj e ku em li vir in! Mebest çi ye!

Wî di nav caxê re temaşe kir. Wir mîna ziftê tarî bû. Û asansorê daketina xwe dom dikir, kûr û kûrtir diçû.

– Ya rebî ev çi ye! Mîna ku meriv di bîrek bêbinî ra were xwarê û ev demek bêhawe dirêj ajot.

Wan hewl da ku li binî binêrin, wir mîna qîrê tarî bû.

Ew tenê di wê taritîyê ra noqî dibûn û dadiketin jêr.

Jonsonî ji xwe ra got:

– Ev diçe dojehê!

Xanimê bi milê wî girt, bi lome got:

– Ax ezîzê min, ez gelekî ditirsim. Tu divê firênê hawarê bikêşînî.

Jonson bi hemû hêza xwe firên kişand, lê fêde nekir. Asansorê bitenê daketina xwe domand û bi lez, bêdawî ber bi jêr ve daket.

Xanim qêrîya, got:

– Ev tiştekî gelek bisehm e, ka em dê çi bikin!

Jonsonî ew bersivand û got:

– Erê, lê ka meriv dikare çi bike. Ev tiştekî gelekî seyr e.

Xanima piçûk, bêhêvî û dilşikestî bû û dest bi girî kir.

– Na, na, delala min ne wisa, em divê li ser hişê xwe bin û bifikirin. Em nikarin tiştekî bikin. Ka, were rûnê. Ihi welê sakîn, niha em her du li ba hev rûniştine û dê binerin ka çi dibe. Qede pê ke ve! Miheqeq dê bisekine.

Ew rûniştin û li hêvîyê man.

Xanimê got:

– Bifikire ku tiştekî welê diqewime. Û me ku xwe ji bo şadîyê amade kiribû em dê derketana û li derva me yê kêf bikira.

Jonsonî got:

– Erê, lanet lê bê!

– Tu bi rastî ji min hes dikî ne wisa?

Û Jonsson ew ber bi singa xwe ve eciqand û got:

– Delala min!

Asansor daket.

Û ji nişka ve sekinî. Derdor ewçend ronî bû ku ji ber wê çavê meriv diêşîya. Ew li dojehê bûn. Iblîs bi hirmetkarî derîyê caxkirî ji wan ra vekir. Li beranber wan kemerbest bû û got.

– Êvara we bi xêr!

Bi îhtişam bû, frakek lê bû, bi movika herî jor ya pişta wî ya bipirç ve dardekirî bû, mîna ku bi bizmarekî zingargirtî ve be.

Jonsson û xanimê, jihevketî û gêjbûyî ji asansorê derketin, li beranber vê bergirtîya bixof, bitirs û behîtmayî pirs kirin:

– Yastar, em li ku ne!

Iblîsî hinekî şermokî ew agahdar kirin û got:

– Lê ne weke ku dixuye xeternak e, ez hêvî dikim ku bi dilê we be. Bi qasî ku ez dizanim dê bitenê ji bo îşevê be.

Jonssonî bilez ew bersivand:

– Erê, erê, tenê ji bo îşev e. Em nafikirin ku li vir zêde rawestin, na gidî!

Xanima piçûk bi ricifîn hişk bi milê wî girtibû û bernedida. Ronahî ewçend tîr û zer-keskî bû, baş ber xwe nedidîtin, hilmek germ ji wir difûrîya. Demekê bi şûn de gava ber xwe hinekî tefsilandin, fêm kirin ku li maydanekê ne. Derdor hemû bi xanîyan tijî bû, dergehên wan di taritîyê de şewq didan. Perdeyên paceyên wan girtî bûn, lê di qelîştekan da meriv didît ku li hindurî agir vêketî ye.

Iblîs ji wan re got:

– Ew in, yên ku bi hevûdin re şa dibin.

Xanima piçûk bi çavên xwe yên bedew awirek tê veda û got:

– Erê, welê bêsînor.

Iblîs got:

– Ihi di vê rêyê ra!

Û paşê jî bi hirmet ji wan xwest ku bidin dû wî. Ji meydanê dagerîyan ser kolaneka tarî û çend gavekî lê meşîyan. Li ber dergehekî kevn û qirêj lempeyek şikestî dardekirî bû.

– Kerem bikin, vê derê ye.

Derî ji wan re vekir û bi kubarî paş da vegerîya.

Ew derbasî hindurî bûn. Iblîsek nû, qelew, bi pêsîrên mezin, bi rih ku tozek binefşî xwe li rih û dora devê wê girtibû, bi şelafî bergirtîya wan kir. Ew bêhnçikîyayî dibişirî, çavên wê yên mîna libên bîbera reş dostane bûn, li qiloçê enîya xwe qewdek por gerandibû û bi ser da terîşek hevrişimê şîn lê pêça bû.

– Erê, Jonsonê birêz û Xanima piçûk e, erê we, nexwe reqem heyşt e.

Di dû ra jî mifteyek mezin da wan. Derketin ser nêrdewana nîvtarî. Nêrdewan ewçend qalind bû, meriv dikarîbû li ser bişemitîya. Oda wan du qata li jorê bû. Jonsson reqem heyşt dît û derbasî hindur bû. Odeyek nivmezin û genî bû. Li nava odê maseyek bi rûberekî qirêj nixumandî bû, li ber dîwêr qaryolak hebû û çarçefa li ser utîkirî bû. Wan ji odê hes kir û kêfa xwe jê ra hanîn. Wan kincên xwe yên derva derxistin û demek dirêj hevûdin maç kirin.

Zilamek ji deriyek din bêyî ku balê bikêşîne hat hundir, cilê garsonekî lê bû lê smokînê wî spehî bû û işligê li ser sînga wî ewqas paqij bû ku di tarîtiyê da mîna xeyaletekê dibiriqand. Ew bê deng dimeşiya, gavên wî nedihatin bihîstin û tevgêra wî mekanîk bûn, mîna ku bê hiş be. Xetên wî hişk bûn, çavên wî yên req bitenê li ber xwe dinerî. Ew mîna mirîyekî spî bû, di cênîka wî da şûna guleyekê hebû. Wî ode rêz kir, masa û tuwalet paqij kir, selik û sîtilên ziblî guhertin.

Wan zêde guh neda wî, lê dema ku ew dê biçûya, Jonsson gazî kir, got:

– Em hinek şerab dixwazin, bila nîv madeirayî be!

Zilêm serê xwe tewand û çû.

Jonsson işligê xwe ji xwe kir. Xanim hinekî dudilî bû û got:

– Ma ne ew dê bi şûn da vegere!

– Eeh, li deverek bi vî rengî ne hewce ye ku meriv şerm bikin, hûn tenê xwe tazî bikin, memik sêva min.

Wê kincê xwe ji xwe kir, derpîyê xwe hilda û li ser çonga wî rûnişt. Bi dilê wan bû, xanimê bi pistepist jê ra got:

– Bifikire, ku em li vir, ez û tu, bi tenê, li deverek wisa ecêb, romantîk rûniştine. Pir şaîrane ye, ez dê tu carî vê ji bîr nekim…

Wî lê vegerand, got:

– Xweşkoka min…

Û demek dirêj hev maç kirin.

Zilam dîsa, bêdeng hat. Bi bêdengî û şêweyekî mekanîk piyale derxistin û tijî şerab kirin. Şewqa lempeya ser masê li rûyê wî ket. Di rewşa wî da tiştek taybetî tunebû ji xeynî ku ew mîna mirîyekî spîçolkî bû û di cênîka wî da şûna guleyekê hebû.

Jinik bi qêrînekê ji cihê xwe çemd bû:

– Pepûk! Arvid! Ev tu yî! Ev tu yî! Ya rebî, ew mirîye! Wî xwe kuştiye!

Zilam bê tevger sekinî bû, tenê rast li ber xwe mêze dikir. Di rûyê wî da tu nîşanên êşê nedixuyan, ew tenê req û cidî bû.

– Lê Arvid, te çi kir, te çi kir! Çawa destê te li te gerîya! Ezîzê min, heger min tiştek weha pêşbînî bikira, tu baş dizanî ku ez dê li malê bimama.Te qet bi gotinekê jî behsa tiştekî wisa nekiribû. Wey li min rebenê, ma min dê çawa bizanîbûya ku tu dê tiştekî welê bikî… Xwedêyo…!

Lerzekê bi hemû canê wê girtibû, zilamî mîna ku li bîyanîyekê binere lê temaşe dikir, awirên wî mîna qeşayê gewr bûn, di hemû tiştî ra dibuhurîn diçûn. Ruyê wî yê zer û spîçolkî dibiriqî, ji birîna wî tu xwîn nediherikî, tenê kunek vala bû.

Jinik dîsa qêrîya, got:

– Wey li min, ev tiştekî gelekî bisehm e! Ez nema dixwazim li vir bimînim! Zû em ji vir biçin, ez nema îdare dikim, hema vê gavê em herin!

Wê bilez, fistan, şewqe û kurkê xwe girt û ji odê derket, Jonsson jî da dû. Di nêrdewanê ra daketin jêr, ew rûnişt, paşîya wê ji xwelîya cixaran û belxeman lewitî. Li jêr iblîsa jinik riha xwe difirkand, aram û bi dostanî dibişirî, bi qiloçê xwe silavek da wan.

Dema ku gihiştibûn kolanê êdî hinekî aram bûbûn. Wê kincên xwe li xwe kirin û xwe ediland, bêvila xwe bodra kir. Jonssonî milê xwe lê pêçan, qidûm pê ve hanî, bi maçan nehişt ku çavên wê yên tijî hêsir gilorîkan bibarîne, ew pir baş bû. Ew meşîyan hatin meydanê.

Seriblîs li wir doş dibû, dîsan lê warqilîn, ji wan re got:

– Nexwe, welê zû qedîya, hêvîdar im bi dilê we bû!

Xanima piçûk lê vegerand, got:

– Pir tirsnak bû.

– Na, welê nebêje, meriv nikare wisa bifikire. Xanima min dê dinyaya berê bidîta, ew tiştekî din bû. Niha dojeh ne cihekî welê ye ku meriv jê gazincan bike, Ji bo xweşîya we hemû tiştê ji destê me tê em dikin, berovajî, gelek kes jê dilxweş in.

Jonssonê birêz tevî axaftinê bû û got:

– Dîsan jî meriv divê bibêje ku hinekî mirovhestir bûye.

Iblîs lê vegerand, got:

– Bê şik, me vir guhertiye, modern kiriye, rengekî xwezayî dayiyê. Belê, bêguman divê li gor geşedana giştî ew jî xwe veguherîne, niha bitenê êşa giyanî ye.

Xanimê got:

– Şikir ji Xwedê ra!

Iblîs ew bihirmet hanîn ber asansorê, xwe tewand û got:

– Êvara we bi xêr, em dîsan li benda w ene.

Paşê jî derî li wan girt û bi jor ketin.

Li ser rûnişteka asansorê her duwan hevûdin himêz kirin û mîna ku barek ji ser pişta wan rabûbe gotin:

– Baş bû ku qedîya!

Xanimê bi pistepist got:

– Bê yî te min dê ev nikarîba derbas bikira.

Wî ew ber bi xwe ve kêşand û demek dirêj hevûdin maç kirin. Piştî ku bi ser xwe ve hat xanimê dîsa got:

– Çawa tiştekî wisa kiriye, bifikire! Lê ew her tim xwedî fikrên welê ecêb bû. Wî tu carî nedikarî tiştekî hêsan û xwezayî bigire, wekî niha. Mîna ku hemû tişt ji bo wî ya man û nemanê be.

Jonssonî got:

– Ev tiştekî seyr e.

– Dikarîbû ji min ra bigota, ez dê li malê bimama! Em dikarîbûn şeveke din derketana derva.

Jonssonî lê vegerand:

– Bê guman me dikarîbû welê bikira.

Xanimê çeplên xwe li histuwê wî gerand û bi pistepist got:

– Lê delalê min, çima em dê li vir rûnên û serê xwe bi vê biêşînin, ji xwe xelas bû.

Jonssonî ew bi sînga xwe ve eciqand:

– Erê, memik sêva min, ji xwe xelas bû.

Asansor bi jor da hilkişîya.

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev