
Zeynalebidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner
Li Tirkiyê dema behsa Kurdan tê kirin, her kesê ku xwe Tirk dihesibîne dibêje ”Kurd birayên me ne.”
Ger rastiya vê gotinê hebe, divê demildest dewlet di vê sala 2021ê de van xalên li jêrê têxe jiyanê:
. Zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdikî) bibe zimanê perwerdeyê.
. Çapemenî û Medyaya kurdî, wek yên tirkî, bikevin rewacê.
. Li hemû saziyên wek dadgeh, nexweşxane û yên wisa, hertim tercûmanên Zimanê Kurdî amade bin.
. Li ser qutiyên dermanan nav bi kurdî bête nivîsandin.
. Li hemû garajên otobusan û li balafirxaneyên Tirkiyê, herweha di nava balafirgehan de, bi kurdî anons bêtin kirin.
. Ji bo turîstan broşûr, rêbertî û pêşwazî bi Zimanê Kurdî bête kirin.
. Li ser hemû lewheyên ku riyên deveran nîşan didin, bi kurdî bête nivîsandin.
. Anonsên ku belediye û hêzên ewlekariyê dikin, bi kurdî jî bêtin kirin.
. Li Saziya Diyanetê, beşa kurdî jî bête vekirin.
. Li hemû mizgeftên ku piraniya civatê Kurd in, xudbe û wa´z bi kurdî bêtin xwendin.
. Nikah û telqîna miriyên Kurd, bi kurdî bêtin kirin.
Ji van xalan zêdetir jî hene, divê li ser wan jî bête rawestandin.
Eger ev xalên li jorê nekevin jiyanê, gotina BIRATÎyê dibe wek çîroka BIRATIYA QULING Û ROVÎ.
Xwedayê mezin hemû kesên şaş, vegerîne ser riya rast.
Riataza