Nêçîrvan Barzanî: Naskirina jenosîda Kurdên Êzidî pêngaveke girîng e

Nêçîrvan Barzanî: Naskirina jenosîda Kurdên Êzidî pêngaveke girîng e

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li biryara Parlamentoya Belçîkayê ya naskirina jenosîda Kurdên Êzidî kir û hêviya xwe derbirî ku parlamentoyên welatên din jî wê komkujiyê wek jenosîd nas bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li hejmara xwe ya Twitterê peyamek belav kir û ragihand, “Naskirina komujiya Êzidiyan wek jenosîd li Parlamentoya Belçîkayê, pêngaveke girîng e, pêşwazî lê dikim.”

Her di wê peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî hêviya xwe derbirî ku parlamentoyên welatên din jî pêngavên bi vî rengî biavêjin û ev “bibe handerek ji bo qerebûkirin, vegerandina mafê xwişk û birayên Êzidî û cîbicîkirina dadweriyê bo qurbaniyan.”

Parlementoya Belcîkayê duh Pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021ê, ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd, civiya û ew proje pesend kir.

Peyamnêrê Rûdawê Zînar Şîno diyar kiribûku hemû partiyên Belcîkayê li ser pirsa komkujiya Êzidiyan komdeg bûne û ji 150 endamên parlamentoyê, 139 parlamenteran di naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd de dengê xwe bi kar anîn û hemûyan dengê `Erê` dan.

Ew proje-biryar ji aliyê Parlamenterê Partiya Krîstiyanên Demokrat George Dallemagne ve hatobû pêşniyazkirin û 30 Hezîrana îsal jî ji aliyê Komîteya Derve ya Parlementoya Belcîkayê proje hatibû pesendkirin.

Parlamentoya Belçîkayê dibe duyemîn parlamento piştî Parlamentoya Holandayê ku wê komkujiyê weke jenosîd nas dike.

Destpêka Tebaxa sala 2014an de, çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzidî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha 2 hezar û 768 Kudên Êzidî jî, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Piştî 6 salan ji karkirina li Duhokê jî, bi biyara Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî ji îro ve li Hewlêrê dirêjiyê dide karên xwe.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî, gava parlamentoya Belcîkayê bi girîng bi nav dike û dibêje, ew kar yek ji gavên pêwîst e, bi mebesta peydakirina zemînê ji bo qerebûkirina Kurdên Êzidî.

Roja 3ê Tebaxa 2019an, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd nasand.

Adara îsal jî, Serokomarê Iraqê biryara qerebûkirina jinên Êzidî yên rizgarbûyî pesend kir, piştî ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve, deng li ser hate dan.

Parlamentoya Holanda roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd dabû naskirin.

Çavkanî: http://www.rupelanu.com/

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev